Destpêk
Di jiyana mirov de wendabûn, veqetîn û şîn û şûn pêvajoyeke berdewam û aloz û girîft in. Ev têgeh ne tenê bi mirinê ve girêdayî ye, lê hemû cureyên ji-dest-dayînê, veguhertinan û veguhêrîn û transformasyonên jiyanê (derûn û giyan) vedigire. Derûnkolînerî (psîkanalîz) vê pêvajoyê weke pêvajoyeke bingehîn a geşedana derûnî û giyanî dinirxîne.
Şîn û şûn têgîneke kûr e ku çawa mirov têkiliyên xwebûna xwe bi wendabiriyê re deyne û vê ezmûn û tecrûbeyê çawa metabolîze bike, destnîşan dike. Ev pêvajo ne tenê li ser êş, jan û kederê disekine, lê herweha li ser potansiyela geşedanê, veguhertin û transformasyonê û afirandinê jî disekine.
Bîrdoziya Freud; Wenda, Veguherîn (Transformasyon)
û Derûnkolînerî (Psîkanalîz)
Sigmund Freud di gotara xwe ya "Şîn û Şûn û Melankolî" de têgîneke bingehîn a derûnî derheqê şîn û şûnê pêşkêş dike. Ji bo Freud, veqetîn û wendabûn ne tenê serpêhatî û tecrûbeyeke neyînî nin, lêbelê derfeteke mezin a geşedana derûnî û giyanî ne.
Freud balê dikişîne ser vê yekê ku her wenda potansiyela nûşiyana (nûkirina) derûnî di xwe de vedişêre. Di vê çarçoveyê de, her wendabûn derfeteke veguhertin û transformasyonê ye. Gava takekesek an jî tiştekî girîng ji dest diçe, mirov dest pê dike ku vê yekê di derûnî û giyaniya xwebûna xwe de metabolîze bike.
"Xwebûn" (ezî ango ego) piştî wendabiriyê bi îkamekirina wî/wê yê(ya) wendakirî ji potansiyela xwebûna xwe ve derdikeve holê. Freud vê rewşê bi "sîmûrga ku ji ariya xwe vedijî" ve berawird dike. Ev têgîn nîşanî me dide ku mirov nikare li wendabiriyê bisekine, lê divê ew vê serpêhatî, ezmûn û tecrûbeyê vebiguhere û transforme bike û ji bo veguhertinan vekirî be.
Melanie Klein; Pozîsyonên Derûnî û Girîftên Jiyanê
Melanie Klein têgîneke din a girîng pêşkêş dike: Du pozîsyonên sereke yên derûnî û giyanî ku têkiliya mirov bi cihanê û xwebûna xwe re şîrove dikin.
Di pozîsyona paranoîd-şîzoîd de, derûnî û giyanî di cihaneke dualî de dijî. Her tak û tişt bi awayekî zelal parve dibe: Qenc û xerab, reş û spî. Di vê qonaxê de, kesayetî hêj nikare aloz û girîftiyeta jiyanê têbigihê. Hemû tak û tiştên xerab ji derxweyî tên dîtin û xwebûn weke qenc tê pênasekirin.
Aliyê şîzoîd parçebûn e, aliyê paranoîd jî tirs û xofeke mezin a ji yên-din e. Di vê pozîsyonê de, kesayetî di dinyayeke dualî de dijî ku tenê qenc û xerab heye. Takekesê sêyem tune ye. Ev cure dinyabînî nediyariyên xwebûna xwe yên şolî û xolî nas nake û di dinyayeke reş û spî de dimîne.
Pozîsyona depresîf gaveke girîng a geşedana derûnî û giyanî ye. Li vir, kesayetî dest pê dike ku qenc û xerab, reş û spî têk bibe. Cihan êdî tenê bi du rengên zelal nayê dîtin, lêbelê bi qiyameteke rengên cuda tê fêmkirin. Kesayetî dest pê dike ku wendabiriyê têbigihê, wê metabolîze bike û ji bo afirandinên nû vekirî be.
Di vê pozîsyonê de, dem êdî xal û niqteyeke sekinî (westar) an jî dûbare şolî û xolî nîne, lê belê xêzî ye. Êdî fêrbûn ji serpêhatiyê û dîrokê heye. Êş û janên berê carê û carê nayên jiyîn û dayîn. Cih ji serpêhatiyên nû û berhem û afirandinên nû re vedibe.
Pêvajoya Şîn û Şûnê: Alozî û girîfteyên
Derûnî-Giyanî
Jiyana mirov ji girêdanên hev, veqetîn, wenda û îkameyan pêk tê. Carinan mirov, carinan îdeal, carinan jî yarî têne wendakirin. Lê gava wenda têne metabolîzekirin, qezencên nû jî çêdibin.
Sazbûn li ser newendakirinê û înkârkirina wendakirinê –geşedanê disekinîne. Di hal û rewşeke "sekinî, qerisî" de, di derûnî û giyanî de hem zanîna wendabûnê heye, hem jî aliyekî weke tiştekî nebûyî dijî. Ev mirov û civat li nav valahiya bertek û reaksyona şîn û şûna girêkî û komplîke disekinîne.
Rê ji bo qencbûn û geşedanê ji hinek êşa can, dayîna berdela derûnî û giyanî, hestên gunehkariyê re derbas dibe. Aliyê ku naxwaze van tiştan bijî, riya ku li paşê giran were firotin hilbijêre û li geşedanê disekine.
Tirs û Erjenga Bênavê
Tirs û erjenga bênavê konsepteke ku erjengê bi qasî ku bifikirin disekinîne. Ev azmûn û tecrûba tirsê dibe ku piştî trawmayekê derkeve holê. Belkî hin wenda, piştî ku çêdibin, têgihiştin, fêmkirin, sembolîzekirin û dana wateya wan di derûnî û giyanî de ne gengaz û mimkûn be.
Hingê ya ku ji wan dimîne, weke rengvedanên zihnî, di derûnî û giyanî de valahî, xolî û kûrahiyên reş in. Ev wenda xof, şerm û hêrsê çêdikin. Ji ber ku qapsûla me ya derûnî û giyanî ji bo van hestan pêş neketiye, bi rêyên hov re têkoşîn tê kirin.
Rol û Bandora Huner û Edebiyatê
Edebiyat û huner roleke girîng di têkoşîna li dijî qeresîna şîn û şûnê de dilîzin. Ew zihn û giyanê re-lîbîdînalîze dikin, derîyên ku mirov ji bo afirandinên nû, fêrbûna tiştên nû û meraqê vedike.
Gava rêya têgihişbûna zanistî were girtin û huner jî weke tiştekî dijber were dîtin, ya ku ji paş ve dimîne melankolî ye. Melankolî jiyaneke ku ji mirinê re hatiye hêsîr-kirin (desteserkirin) e. Edebiyat û huner dikarin derîyên nû ji bo têgihiştina aloz û girîft a jiyanê vekin.
Edebiyat, huner û hemû çalakiyên zanistî deriyan ji bo afirandinên nû, fêrbûna tiştên nû û meraqê vedikin. Ew li dijî qeresîna şîn û şûnê, zihn û giyana nûşiyan (revîtalize) dikin, ve/re-lîbîdînalîze dikin.
Encam
Şîn û şûn pêvajoyeke kûr û aloz û girîft e di jiyana derûnî û giyanî de. Ew ne tenê serpêhatî û tecrûbeyeke êş û kederê ye, lêbelê derfeteke mezin a geşedana kesayetî û têgihiştina jiyanê ye. Gava mirov vê pêvajoyê bi awayekî saxlem (tendirust) û vekirî bijî, dikare veguhertin û transformasyonên mezin di jiyana xwe de pêk bîne.
Derûnkolînerî nîşanî me dide ku her wendabûn derfeteke geşedanê ye. Têgihiştina kûr a şîn û şûnê dikare mirov ji qeresîna derûnî û giyanî rizgar bike û deriyên nû ji bo fêm û têgihiştina jiyanê veke.
Çavkanî
- Freud,
S. (1917). "Şîn û Şûn û Melankolî"
- Klein,
M. Bîrdoziyên Derûnkolînerî/Derûnşîkarî
- Bion,
W. R. Têgînên Derûnî û Giyanî
Comments
Post a Comment