Destpêk
Kitêba "The Rape of the Mind The Psychology of Thought Control, Menticide and Brainwashing" (Destdirêjkirina ser Aqil, Derûnnasiya Kontrolkirina Ramanê, Têkdana Mêjî û Şûştina Mêjî) ji aliyê Dr. Joost Abraham Maurits Meerlo ve di sala 1956an de hatiye nivîsîn û bûye yek ji berhemên bingehîn di warê derûnnasiya civakî û siyasî de.
Dr. Meerlo, bi taybetî li ser bandora pergal û rejîmên otokrat û totalîter li ser derûn û giyana mirov de lêkolîn dikir û teknîkên kontrolkirina ramanê, têkdana mêjî û şûştina mêjî vedikola. Ev xebat di serdema Şerê Sar de hatiye nivîsîn û nêrîneke kûr li ser têkiliya di navbera desthilat û aqilê mirov de pêşkêş dike.
Naveroka
kitêbê
Dr. Meerlo di kitêba xwe de rêbazên derûnî û civakî yên ku pergal û rejîmên zordar ji bo kontrolkirina ramanê û bindestkirina takekesan bikar tînin, vedikole. Ew diyar dike ka çawa teknîkên weke şûştina mêjî, tirs û zexta civakî û kontrolkirina medyayê ji bo veguherandina raman û baweriyên mirovan têne bikaranîn.
Meerlo balê dikişîne ser têgeha "menticide" (têkdana mêjî/şuştina mejî) ku tê wê wateyê ku rejîmên zordar bi awayekî sîstematîk nasname û serxwebûna takekesan dişikînin û wan ji nû ve bi ramanên xwe ve diafirînin. Ew nîşan dide ka çawa tirs û zexta civakî dikarin bibe sedema qebûlkirina ramanên serdest bêyî ku mirov ramaneke rexnegir pêşkêş bike.
Têgehên sereke
Kontrolkirina ramanê (thought control) Meerlo diyar dike ka çawa rejîmên zordar bi karanîna tirs, zexta civakî û medyayê ramanên takekesan kontrol dikin. Ew nîşan dide ka çawa mirov dikare bêyî ku xwe-hişmend bike, ramanên serdest bêyî rexnegiriyê qebûl bike.
Têkdana mêjî (menticide) Ev têgeha sereke ya kitêbê ye. Meerlo behsa wê dike ka çawa rejîmên zordar bi awayekî sîstematîk nasname û serxwebûna takekesan dişikînin û wan bi ramanên xwe ve ji nû ve diafirînin. Ew wisa bawer dike ku ev pêvajo dikare bibe sedema windabûna hesta hebûn, xwebûn û serxwebûnê.
Şûştina mêjî (brainwashing) Meerlo teknîkên şûştina mêjî vedikole û diyar dike ka çawa ev teknîk ji bo guherandina baweriyên takekesan têne bikaranîn. Ew nîşan dide ka çawa zextên derûnî û civakî dikarin bandorê li ser raman û reftarên mirovan hebin.
Rola medyayê (media ınfluence) Di serdema ku medya bi lez û bez pêş diçe, Meerlo balê dikişîne ser bandora medyayê li ser kontrola ramanê. Ew diyar dike ka çawa medya dikare weke amrazekê ji bo destkarîkirina derûn û arastekirina ramanan bê bikaranîn.
Bandora
li ser derûnnasiya civakî û siyasî
Kitêba Meerlo di warê derûnnasiya civakî û siyasî de bûye çavkaniyeke girîng. Ew nêrîneke kûr li ser têkiliya di navbera desthilat û aqilê mirov de dide û diyar dike ka çawa rejîmên zordar teknîkên kontrolkirina derûnî bikar tînin ji bo darijandina reftar û ramanan.
Ezmûnên takekesane yên Meerlo weke penaberekî Holandî di bin dagirkeriya Naziyan de, paşxaneya wî ya fikrî û ramanî avakiriye. Weke bijîşkê derûnî bandorên êşkencedana derûnî û kontrolkirina ramanê li ser takekesan ezmûn kiriye, ev jî kiriye ku lêkolîn bike ka çawa rejîmên zordar teknîkên şûştina mêjî bikar tînin.
Têkiliya
bi serdema nûjen re
Herçend kitêb di sala 1956an de hatiye nivîsîn, lê têgehên wê hîn jî di serdema nûjen de têkildar in. Bi geşedanên teknolojîk û derketina medyaya civakî re, teknîkên kontrolkirina ramanê aloztir û bibandortir bûne.
Bandora medyaya civakî
Di serdema nûjen de, medya û teknolojiya dîjîtal dikarin weke amrazên kontrolkirina ramanê bên bikaranîn. Nûçeyên Meerlo di derbarê bandora medyayê û girîngiya ramaneke rexnegir de hîn jî guncav û aktûel in.
Astengiyên siyasî
Di gelek welatên cîhanê de, rejîmên zordar hîn jî teknîkên kontrolkirina ramanê bikar tînin ji bo mîsogerkirina desthilata xwe. Ev diyarde nîşan dide ka çawa lêkolînên Meerlo hîn jî girîng in.
Girîngiya ramaneke rexnegir
Di bin ronahiya tengasiyên hevdem ên têkildarî nasname û kontrola fikrî de, girîngiya ramaneke rexnegir weke amrazek ji bo berxwedana li hember bandorên neyînî tê nîşandan.
Encam
û pêşniyarên Meerlo
Meerlo di kitêba xwe de girîngiya xwe-hişyariyê (hişmendî) û ramaneke rexnegir nîşan dide. Ew wisa bawer dike ku bi fêm û têgihîştina mekanîzmên derûnî yên ku dibin sedema şûştina mêjî û têkdana nasnameyê, mirov dikarin hêz û şiyana ramaneke rexnegir bilind bikin û ji aliyê fikrî (ramanî) ve ser-bi-xwe bin.
Ev girîngiya parastina nasnameya mirov û azadiya takekesî di bin fişar û zextên siyasî de nîşan dide. Meerlo han û motîve dide takekesan ji bo geşkirina xwe-hişyariyê û bilindkirina hişyariya rexneyî weke amrazek ji bo berxwedana li hemberî kontrola fikrî û ramanî.
Kitêb bi pêşkêşkirina nêrîneke nû ji bo têkiliya di navbera desthilat û aqil de, gazî gotûbêj û nîqaşa berdewam dike li ser çawaniya parastina azadiya derbirînê û nasnameya mirov. Ev xebat nîşan dide ka çawa kontrola ramanê dikare demokrasî û azadiya derbirînê têk bide û girîngiya serxwebûna fikrî destnîşan dike.
Li gorî rewşa kurdan encam
Piştî
analîzeke kûr ya teknîkên kontrolkirina ramanê li dijî kurdan û Kurdistanê,
dikare çend encam û pêşniyarên stratejîk ji bo berxwedan û azadkirinê werin
pêşkêşkirin li gorî prensîbên Dr. Meerlo ne.
Encama
sereke ya vê analîzê ev e ku berxwedana kurdan li dijî teknîkên kontrolkirina
ramanê ne tenê berxwedaneke siyasî ye, belkî berxwedaneke exlaqî û mirovî ye ji
bo parastina hebûn û xwebûna xwe. Ev berxwedan di heman demê de berxwedanek e
li dijî hemû cureyên teknîkên têkdana hiş û aqil "menticide" e ku li
dijî kurdan têne bikaranîn.
Yek ji
encamên herî girîng ên vê lêkolînê ev e ku zimanê kurdî weke amrazeke bingehîn
ya berxwedanê li dijî kontrolkirina ramanê xuya dike. Parastina, geşkirina û
bikaranîna zimanê kurdî ne tenê mafek e, belkî stratejiyeke sereke ya
berxwedanê li dijî teknîkên têkdana mêjî ye. Zimanê dayikê weke kelehekê li
dijî hemû cureyên manîpûlasyonê kar dike û nasnameya resen (siruştî) a kurdbûnê
diparêze.
Di warê
perwerdehiyê de, avakirina pergalên perwerdehiyê yên bi zimanê kurdî û li gorî
nirx û çanda kurdî weke hewcedariyeke stratejîk xuya dike. Ev pergal ne tenê ji
bo perwerdehiya zarokan, belkî ji bo parastina û veguherandina dîroka, çand û
zanîna kurdî ya ji nifşên berê bo nifşên teze girîng in. Pergalên perwerdehiyê
yên serbixwe dikarin weke navendên berxwedanê li dijî teknîkên kontrolkirina fikr
û ramanê bikar bên.
Rola medyayê
û ragihandinê bi zimanê kurdî di vê berxwedanê de pêwîst û bêhempa ye. Medyaya
kurdî, ji radyoyê dest pê bike heya medyaya dîjîtal, dikare weke amrazeke
bandordar a berxwedanê li dijî propagandaya dewletên dagirker bikar were. Lê ya
girîng ev e ku ev medya ser-bi-xwe be û ji bin bandora desthilatên dagirker
azad be. Medyaya kurdî dikare hem ji bo parastina nasnameya kurdî û hem jî ji
bo geşkirina ramaneke rexnegir a kurdî bikar were.
Girîngiya
civaka sivîl a kurdî weke amrazeke berxwedanê li dijî kontrolkirina ramanê xuya
dike. Rêxistinên civaka sivîl, komelên çandî, navendên lêkolînê û rêxistinên
pîşeyî dikarin weke navendên azad ên ramana rexnegir a kurdî bikar bên. Ev
rêxistin dikarin roleke girîng di parastina azadiya fikrî û berxwedanê li dijî-manîpûlasyonê
de bilîzin.
Diyaloga
navneteweyî û pêwendiyên bi gelan û rêxistinên cîhanê re dikarin bandoreke
erênî li ser berxwedana li dijî kontrolkirina ramanê bikin. Nasandina pirs û
kêşeya kurdan li cîhanê û wergirtina piştgiriya navneteweyî dikare zext û fişarê
li ser dewletên dagirker zêde bike û wan mecbûr bike ku teknîkên kontrolkirina
ramanê qels û kêm bikin.
Geşkirina
xwe-hişyariyê û hişmendiya hevpar (kolektîf) di nav civaka kurdî de weke
stratejiyeke bingehîn ya berxwedanê xuya dike. Ev tê wê wateyê ku kurd divê
teknîkên kontrolkirina ramanê nas bikin û li dijî wan berxwedanê bikin. Ev
hişyarî û hişmendî divê ji zaroktiyê dest pê bike û di hemû astên civakê de
berdewam be.
Parastina
nasnameya takekesî û serxwebûna fikrî (ramanî)weke berxwedaneke takekesane li
dijî teknîkên kontrolkirina fikr û ramanê girîng e. Her kurdek divê nasnameya
xwe ya takekesane û kurdî bilind bike û li dijî hemû cureyên zextên pişaftin û asîmîlasyonê
berxwedanê bike. Ev berxwedan hem di warê şexsî û hem jî di warê civakî de divê
bê sepandin.
Yek ji
encamên herî stratejîk ên vê analîzê ev e ku berxwedana kurdan li dijî
kontrolkirina fikr û ramanê divê bi awayekî zanistî û sîstematîk were meşandin.
Ev tê wê wateyê ku divê teknîkên berxwedanê li gorî zanîna nûjen a derûnnasiya
civakî û siyasî werin pêşkêşkirin. Berxwedan ne tenê berxwedaneke hestî ye, belkî
berxwedaneke zanistî û stratejîk e.
Rola jinên
kurdan di vê berxwedanê de giring e. Jin weke dayik, mamosta, hunermend û
rêberên civakî dikarin roleke stratejîk di parastina nasnameya kurdî û
berxwedanê li dijî kontrolkirina ramanê de bilîzin. Azadiya jin û beşdariya wan
a çalak (aktîf) di hemû warên jiyanê de dikare weke amrazeke bandordar a
berxwedanê bikar were.
Encama dawî
ya vê analîzê ev e ku berxwedana kurdan li dijî teknîkên kontrolkirina ramanê
ne tenê ji bo azadiya kurdan, belkî ji bo azadiya hemû gelan û parastina
kelecaniya mirov girîng e. Ev berxwedan dikare weke nimûneyek ji bo gelên din
ên ku rûbirû teknîkên heman bikin, bikar were.
Kurdistan
weke welatekî azad û demokratîk dikare bibe nimûneyek ji bo parastina azadiya
ramanî û berxwedanê li dijî hemû cureyên teknîkên kontrolkirina fikr û ramanê.
Ev ne tenê xewna kurdan e, belkî xewna hemû mirovên ku ji azadiyê bawer in e.
Weke ku Dr. Meerlo dibêje: "Azadiya fikr û ramanê bingeha hemû azadiyan
e" û ev azadî divê ji bo hemû mirov û gelan were parastin.
Di encamê
de, kurd dikarin ji kitêba Dr. Meerlo şîret û encamên giring jê bigirin ji bo
berxwedana li dijî teknîkên kontrolkirina ramanê û avakirina civakeke azad ku
tê de azadiya ramanî (fikrî) û nasnameya neteweyî bi hev re têne parastin. Ev
ne tenê berxwedaneke niştîmanî ye, belkî beşdariya di xebata giştî ya
mirovahiyê de ye ji bo parastina azadiya fikrî û ramanî ya mirovan.
Çavkanî
Kitêb: The Rape of the Mind The Psychology of Thought Control, Menticide and Brainwashing
Nivîskar: Dr. Joost Abraham Maurits Meerlo (1903-1975)
Sala Weşanê: 1956
Weşanxaneya Nûjen: Martino Fine Books (2016)
Derbarê Nivîskar Dr. Joost A.M. Meerlo bijîşkekî derûnnas û nivîskarekî holandî bû. Ew bi xebatên xwe di warên derûnnasiya civakî û siyasî de tê nasîn. Meerlo di bin dagirkeriya Naziyan de jiyaye û ev ezmûn bandoreke mezin li ser raman û lêkolînên wî kiriye. Ew bi taybetî bi bandora rejîmên zordar li ser derûna mirov re mijûl bû û xebatên wî wek çavkaniyeke girîng di warê derûnnasiya civakî de têne hesibandin.
Termên
Sereke
Azadiya
Derbirînê (Freedom of
Expression)
Mafekî bingehîn e ku mirov bikare bê tirs fikr û ramanên xwe bîne zimên. Ev di civakên demokratîk de weke stûneke sereke tê dîtin û astengkirina wê nîşana pergal û rejîmên dîktator e. Ev maf dihêle ku mirov bi her awayî - çi nivîskî, çi devkî, çi hunerî – xwebûna xwe derbibirînin. Meerlo balê dikişîne ser wê ka çawa pergal û rejîmên totalîter vê azadiyê bi awayekî sîstematîk sînordar dikin.
Bandora
Medyayê (Media Influence)
Kartêkirina ragihandinê li ser raman û helwestên mirovan. Medya dikare hem weke amrazeke ji bo agahdariyê û hem jî weke amrazeke ji bo manîpûlasyonê bê bikaranîn. Di serdema nûjen de, bi platformên dîjîtal ên nû weke Facebook, Twitter, Instagram û hwd, ev bandor bi awayekî berfireh zêde bûye û dikare bibe sedema belavbûna hem zanîn û hem jî dez-enformasyonê (şaşagahî) .
Derûnnasiya
Civakî (Social Psychology)
Beşeke zanistî ye ku têkiliyên mirov û civakê vedikole. Ev zanist alîkariya me dike ku em fêm bikin ka çima mirov bi awayekî taybet tevdigerin û biryarê didin di civakê de. Lêkolîna bandora civakê li ser takekes, vekolîna reftarên komî û şîrovekirina diyardeyên civakî ji aliyê derûnî ve di nav vê qadê de cîh digirin.
Derûnnasiya
Siyasî (Political Psychology)
Zanisteke ku têkiliya di navbera siyaset û derûna mirovan de vedikole. Bandora pergalên siyasî li ser ramanên mirovan, vekolîna reftarên siyasî ji perspektîfa derûnî û analîzkirina biryardana siyasî di nav vê qadê de têne lêkolîn kirin. Meerlo bi taybetî li ser vê têkiliyê disekine.
Destdirêjkirina
ser Hiş û Aqil (Assault on the Mind)
Hewldana kontrolkirina ramanan bi rêbazên cuda. Ev êrîşa li ser azadiya fikrî ya mirovan e ku bi bikaranîna teknîkên derûnî ji bo guherandina ramanan û destkarîkirina bîr û baweriyên mirovan pêk tê. Rejîmên zordar van teknîkan bi awayekî sîstematîk bikar tînin.
Zexta
Derûnî (Psychological
Pressure)
Zext û fişarên derûnî yên li ser mirovan ku dikarin bibin sedema stres, rageşî (anxiety) û biryarên ne serbixwe. Ev fişar dikare ji aliyê takekesan, komelên civakî an jî desthilatên siyasî ve were sepandin. Meerlo diyar dike ka çawa ev fişar weke amrazekê ji bo kontrolkirina fikr û ramanê tê bikaranîn.
Hişmendî
û Hişyariya Rexneyî (Critical
Awareness)
Hêz û şiyana dîtina rastiyê di nav agahiyên cuda de û fêm û têgihîştina kûr ji rûdan û diyardeyan. Ev hişyarî alîkariya mirovan dike da ku bikaribin xwe ji propagandayê biparêzin û bi awayekî heybena rûdanan binirxînin. Meerlo vê weke amrazeke sereke ya berxwedanê dibîne.
Kontrolkirina
Zihnê (Mind Control)
Rêbazên ku ji bo birêvebirina zihn û ramanan tên bikaranîn. Ev teknîkên manîpûlasyona derûnî, pergalên kontrolkirina bîr û baweriyên mirovan û mekanîzmayên zordariya fikrî vedihewîne. Rejîmên totalîter van teknîkan bi awayekî profesyonel û sîstematîk bikar tînin.
Medyaya
Civakî (Social Media)
Platformên ragihandinê yên nûjen û torên civakî yên dîjîtal. Ev platform dikarin bandoreke mezin li ser raya giştî bikin û roleke girîng di belavkirina agahiyan de bilîzin. Herçend ji bo ragihandinê û girêdana civakî baş bin jî dikarin weke amrazên manîpûlasyonê jî bên bikaranîn.
Nasnameya
Takekesî (Individual Identity)
Taybetmendiyên takekesane yên mirovekî û çawaniya ku mirov xwebûna xwe nas dike. Ev nirx û baweriyên kesane û cudahiyên takekesî vedihewîne. Meerlo balê dikişîne ser wê ka çawa rejîmên zordar hewl didin vê nasnameya takekesane têk bibin û ji nû ve ava bikin.
Pergalên
Totalîter (Totalitarian Systems)
Rêveberiyên ku hemû aliyên jiyanê kontrol dikin. Ev rejîmên ku azadiyên takekes binpê dikin, desthilatên ku li dijî demokrasiyê ne û birêvebirina navendî ya tund in. Meerlo di kitêba xwe de bi taybetî li ser van pergalan disekine.
Ramana
Rexnegir (Critical Thinking)
Hêz û şiyana nirxandina heyben (objektîf) û bikaranîna mantiqê di analîzê de. Ev fêm û têgihîştina kûr ji rûdanan û parastina xwe ji propagandayê vedihewîne. Meerlo vê weke amrazeke bingehîn ya parastinê ji manîpûlasyonê dibîne.
Serxwebûna
Fikrî û Ramanî (Intellectual
Independence)
Azadiya di ramanê de û hêz û şiyana biryardana serbixwe. Ev parastina taybetmendiyên xwe yên fikrî û berxwedana li hemberî zordariya fikrî û ramanî tê de heye. Meerlo han û motîve dike ku mirov vê serxwebûnê biparêze û pêş bixe.
Şûştina
Mejî (Brainwashing)
Pêvajoya guherandina bîr û baweriyên mirovan bi darê zorê. Ev teknîkên manîpûlasyona derûnî, destkarîkirina sistemên baweriyê û rêbazên kontrolkirina hişmendiyê vedihewîne. Cara yekem di qampa giranberên çînî de hate bikaranîn û dûre li cîhana berfireh belav bû.
Têkdana
Mejî (Mental Menticide/Manipulation)
Destkarîkirina ramanên mirovan û veguherandina nerînên takekesane bi darê zorê. Ev bandorkirina neyînî li ser biryardanê û têkdana pergala baweriyê vedihewîne. Meerlo vê weke têgeheke bingehîn di kitêba xwe de bikar tîne.
Xwe-Hişyarî/Hişmendî (Self-awareness)
Fêm û têgihîştina mirov ji xwebûn û nasîna xwe û derdora xwe. Ev zanîna bandorên derve li ser xwe û parastina taybetmendiyên xwe vedihewîne. Meerlo diyar dike ka çawa ev xwe-hişyarî weke amrazek ji bo berxwedana li hemberî manîpûlasyonê girîng e.
Zexta
Civakî (Social Pressure)
Bandora civakê li ser mirovan û fişarên komî li ser takekes. Ev mekanîzmayên konformîteyê û kartêkirina norm û nerînên civakî li ser mirovan vedihewîne. Meerlo nîşan dide ka çawa rejîmên zordar vê zextê bikar tînin ji bo kontrolkirina takekesan.
Bo zanîna termên zêdetir:
Ferhenga
Derûnnasiyê (Dictionary of Psychology)
https://online.pubhtml5.com/oawgi/chnn/
https://drive.google.com/file/d/1JGrAqsqv5sUN9JZqyq0scdYW9YcR13-q/view?usp=drivesdk
Comments
Post a Comment