Ev ferheng bi mebesta belavkirina zanîn û teknolojiyê bi zimanê kurdî û
hêsankirina gihîştina hemû kesan li ser Hişê Çêkirî hatiye amadekirin.
PÊŞGOTIN
Di sedsala XXIan de, dema ku teknolojî bi lez pêşve diçe û cihanê vediguherîne,
Hişê Çêkirî (HÇ) yan jî Artificial Intelligence (AI) bûye yek ji giring û
bandorkerîtirîn teknolojiyên ku jiyana me ya rojane, kar û karên pîşesazî,
perwerde, tendirustî û gelek qadên din bi awayekî radîkalî vediguherîne.
Hişê Çêkirî ne tenê teknolojiyeke dûr û nêzîk e, lê ew rastiyeke ku em ji ‘xwe’
tê de dijîn. Ji telefonên me yên aqilane (jîr) heya makîneyên ku di
nexweşxaneyan de têne bikaranîn, ji bernameyên werger heya robotên ku di
pîşesaziyê de dixebitin, HÇ li her derê ye. Lewma, pêwîstiya zanîn û
têgihiştina van têgînan û teknolojiyên nû rojane zêde dibe.
Armanca sereke ya vê ferhengê ew e ku têgînên bingehîn ên Hişê Çêkirî bi
zimanê kurdî, bi rengekî hêsan û têgihiştî, bigihîne hemû kesên ku dixwazin li
ser vê mijarê bixebitin. Di cihana global de ku zanîn û teknolojî bi zimanên
weke înglîzî, almanî, frensî û zimanên din têne pêşxistin, giring e ku ev zanîn
bi zimanê me yê dayikê jî were pêşkêşkirin.
Di vê ferhengê de, em ê têgînên bingehîn ên Hişê Çêkirî, celeb û
teknolojiyên wê, sepanên bikaranînê, bandorên civakî û aborî û siberojên vê
teknolojiyê bi rengekî sistemîk û birêkûpêk bibînin. Her têgîn bi kurdî hatiye
nivîsîn û paşê jî wateya wê ya bi înglîzî hatiye dayîn, da ku hem ji bo
xwendevanên kurdî û hem jî ji bo ên ku dixwazin terminolojiya inglîzî jî fêr
bibin, bikêr be.
Hişê Çêkirî ne tenê teknolojiyeke ye, lê ew şoreşeke dîrokî ye ku jiyana me
ya îro û ya siberojê re bandorên mezin çêbike. Lewma, têgihiştina vê
teknolojiyê, ne tenê ji bo kesên ku di warê teknolojiyê de dixebitin, lê ji bo
hemû kesên ku dixwazin li sedsala 21an de bijîn, pêwîst e.
Em hêvî dikin ku ev ferheng ji bo hemû kesên ku dixwazin li ser Hişê Çêkirî
bixebitin, bibe çavkaniyeke bikêr û hêsan û beşdariyeke baş li pêşveçûna zanîn
û teknolojiyê bi zimanê kurdî bike.
Brahîmê
Alûcî
Tîrmeha 2025an
Gundê Alûca, Omeriya, Mêrdîn
Afiranderî (Creativity) Hêz û
şiyana afirandina tiştên nû û resen e. Li cem mirovan, ev pêvajo bi serpêhatî,
zanîn, hest û xeyalan ve girêdayî ye. Afiranderî ji çavkaniyên cûrbecûr weke
çand, perwerde û ezmûnên takekesane bandorê digire. Hişê Çêkirî (HÇ) dikare
tiştên nû biafirîne, lê ev afirandin li ser bingeha daneyên berê ye û ne bi
rastî "resen" e weke afiranderiya mirovî. Mirov dikarin ji ezmûnên
xwe û ji haydariya xwe ya civakîçandî tiştên temamî nû derxînin, lê HÇ bi
piranî kombiyon û varyasyonên ji xebatên berê çêdike.
AFrame Xelekeke referansê ku di nivîsê de tê bikaranîn ji bo rêzegehan ku ji çar
hêmanên ku bi "A" dest pê dikin pêk tê Hişyarî (Awareness), Rêzgirtin
(Appreciation), Pejirandin (Acceptance) û Berpirsiyarî (Accountability). Ev
çarçoveya felsefî ji bo pêşvebirina fêm û têgihiştina kûr a mirov di warê
xwebûn û têkiliyên wî/wê de tê bikaranîn. Her hêmanek giringiyeke taybet heye.
-
Hişyarî (Awareness) Haydariya ji xwebûna xwe û rewşa
derdorê.
-
Rêzgirtin (Appreciation) Zanîna û
nirxandina hêjahiyên li dora xwe.
-
Pejirandin (Acceptance) Qebûlkirina
rastiyên heyî bêyî berxwedan û berevaniyê.
-
Berpirsiyarî (Accountability)
Xwemalkirina encamên kiryarên xwe.
Agahdariya Rengvedan (Reflective Awareness) Hêz û
şiyana nêrîna bi kûrahî li serpêhatiyên xwe û derxistina wate û agahiyan ji
wan. Ev hêman çavdêrîkirin, refleksîvîte û lêgerîna hikmed/agahiyê vedihewîne.
Takekesek bi agahdariya rengvedan dikare serpêhatiyên xwe dahûrîn bike, ji wan
dersê bigire û ji bo siberoja xwe biryarên çêtir bide. Ev taybetmendî ji bo
geşedana takekesî û xwezanînê pir giring e. Di pratîkên wek medîtasyonê de,
mirov vê agahdariyê pêş dixe.
Algorîtma (Algorithm) Rêzek gav û rêbazên zelal ên ku ji bo çareserkirina
arîşe, kêşe û pirsgirekekê tên bikaranîn. Di hişê çêkirî de, rêbazên
bîrkarî/matematîkî yên ku biryardayînê kontrol dikin. Algorîtma wek rêberiyeke
gavbigav e ku dibêje kompûter an pergalek çawa dikare pirsgirekekê çareser
bike. Algorîtmayên sade dikarin karên rojane wek rêzkirina nav an lîsteyan
bikin, lê algorîtmayên tevlihev ên ku îro di HÇ de tên bikaranîn, dikarin karên
gelek aloz bikin wek naskirina rû, wergerandina zimanan an pêşbîniya
çareseriyên nexweşiyên genetîkî. Komek rêbazên matematîkî û mantiqî ku bi rêzek
diyar hatine rêzkirin û ji bo çareserkirina pirs û girêkekê an jî pêkanîna
peywireke taybetî têne bikaranîn. Algorîtm wek destûrnameyeke detaylî ye ku her
gaveke wê bi zelaqetî hatiye diyarkirin. Di warê hişê çêkirî de, algorîtm
bingeha hemû pergalên bihiş û zîrek in û bi wan re makîne dikare fêr bibe û
biryaran bide.
Algorîtmên Veguherok (Evolutionary
Algorithms) Komek algorîtmên ku li ser bingeha prensîbên werar û
peydabûna zindewerî kar dikin. Ev algorîtma bi rêbazên hilbijartina siruştî (xwezayî),
veguhertin û nûçekirinê çareserên herî baş ji bo pirs û girêkan peyda dikin.
Algorîtmên Genetîk (Genetic
Algorithms) Komek algorîtmên ku li ser bingeha prensîbên genetîka
zindewerî kar dikin. Ev algorîtm bi rêbazên weke hilbijartina xwezayî, veguhertin
û nûçekirinê çareserên herî baş ji bo pirs û girêkan peyda dikin.
ARC Challenge Ezmûnek giring e ku ji bo pîvana hêz û şiyana ramana
hişê çêkirî tê bikaranîn. ARC (Abstraction and Reasoning Corpus) ji bo
pîvandina kapasîteya ramanên mîna mirovan ji bo pergalên HÇê hatiye
dîzaynkirin. Ev test ji kombînasyona pirs û girekên ku hewceyî abstraksiyon, ramandin
û fêmkirina aliyên bingehîn ên pirs û girêkan pêk tê û ji bo HÇê dijwar e, lê
ji bo mirovan bi gelemperî hêsan e.
Asta Hiş (Level of Consciousness) Astên cuda yên haydariyê ku ji hişê
têkûz heta derhişiyê dirêj dibin. Bi çalakiyên mêjî ve girêdayî ne. Asta hiş ji
bo fêm û têgihiştina rewşa derûnî ya mirovan giring e û dikare di encama gelek hêmanan
de vebiguhere weke razanê, dermanên bêhişker an rewşên nexweşiyê. Asta hiş a
mirov bandorê li ser biryardan, fêm û têgihiştin û kapasîteya wî/wê ji bo
çareserkirina pirs û girêkan dike.
Baldariya Derxweyî (External Awareness) Hêz û şiyana naskirina û fêmkirina
hestên kesên din. Ev aliyê hişê hestan e ku bi hevdiliyê (empathy) û hêz û
şiyanên civakî ve têkildar e. Baldariya derxweyî ji bo têkiliyên serkeftî û
jiyana civakî giring e. Kesên xurt û ciwan di vî warî de dikarin nîşaneyên
civakî yên nedevkî fêm bikin, pêşbîniyê bikin ka kesên din dê çawa bertekan
nîşan bidin û di rewşên aloz û tevlihev ên civakî de bi hêsanî tevbigerin.
Baldariya Navxweyî (Internal Awareness) Hêz û şiyana naskirina û fêmkirina
hestên xwe yên navxweyî. Ev aliyê hişê hestan e ku bi xwe-agahiyê ve têkildar e
û di fêmkirina xwebûna xwe de kûr e. Baldariya baş a navxweyî dihêle ku mirov
bi awayekî çalak hestên xwe binase û bi wan re rû bi rû bibe. Ev ji bo
tendirustiya derûnî û biryardana hestiyar giring e û di pêvajoyên weke
medîtasyon û xweberbûnê de tê pêşvexistin.
Başbûn (Wellbeing) Rewşa tendirustî, şadî û qinyata giştî di jiyanê de.
Ev têgeh hem aliyên fizîkî, hem derûnî, hem jî civakî vedihewîne û armanca
gelek geşedanên kesane ye. Başbûn ne tenê nebûna nexweşiyê ye, lê rewşeke girêk
û kompleksa ku ji hêmanên cûrbecûr pêk tê tendirustiya fizîkî û derûnî,
qalîteya têkiliyên civakî, ewlehiya aborî û hêjahiyên kesane. Li gorî Rêxistina
Tendirustiyê ya Cihanê (WHO), başbûn rewşa têkûz a tendirustiya fizîkî, derûnî
û civakî ye, ne tenê nebûna nexweşî an kêmasiyê ye.
Bengîtiya Algorîtmayî (Algorîthmic Dependence) Rewşek e ku
tê de mirov zêde xwe dispêrin algorîtmayan û bi wan ve girêdayî dibin ji bo
biryar, hilbijartinên rojane û çalakiyên xwe. Ev tê wateya ku biryardana
serbixwe kêm dibe. Di cihana îroyîn de, ev pirs û girêk zêdetir dibe ji ber ku
gelek kes xwe dispêrin algorîtmayên ku diyar dikin ka ew ê çi bibînin, ê çi
bikirin, bi kê re biaxivin û heta çawa bifikirin. Encama vê yekê dikare kêmbûna
fikr û ramana rexnegirî û şiyana (qabiliyet) biryardana serbixwe be.
Berfirehî (Breadth) Hêz û şiyana HÇê ya ku dikare bi mîlyonan agahiyan bi
hev re bide ber hev û têkiliyên di navbera wan de bibîne. Ev berfirehî dihêle
ku HÇ di warê lêgerîn û dahûrînê de bi bandor be. HÇ dikare bi hezaran mînakan
dahûrîn bike û şablonên ku mirov dibe ku nikaribe bibîne, derxe holê. Lê belê,
berfirehî bi tenê bes nîne; kûrahiya têgihîştinê jî giring e û di vî warî de
mirov hîn jî serdest in.
Berhişî (Preconscious) Di bîrdoziya Freud de, asta navbera hiş û derhişiyê
ye. Agahiyên ku niha ne di hişê mirov de ne lê bi hêsanî dikarin werin bîranîn.
Mînak, dema ku mirov li ser navê hevalekî nafikirim, ew ne di hişmendiya min a
çalak de ye, lê dema ku pêwîst be ez dikarim zû wî navî bi bîr bînim. Berhişî
cihê piraniya bîranînên me yên demkurt û jiyana rojane ye ku em dikarin di dema
hewcedariyê de bikêşin hişmendiya xwe.
Bersiva Hestiyarî (Emotional Response) Bertekên derûnî û fîzyolojîk ên ku
mirov dema ku bi rûdanek an dîmenek re rû bi rû dimîne, nîşan dide. Ev bertek
dikarin erênî (weke şadî, kelecan), neyînî (weke tirs, xemgînî) an girêk û
kompleks (weke hesûdî, serbilindî) bin. Bersivên hestiyarî di jiyana mirovan de
giring in û encama lêkolînên zanistî nîşan didin ku ew roleke giring di
biryardayîn û têkiliyên mirov de dilîzin. Pergalên HÇê jî pirî caran têne
dîzaynkirin da ku bersivên hestiyarî nas bikin an layîn (teqlîd) bikin.
Bijîşkiya Zîz (Precision Medicine) Pergaleke ku bi saya Hişê Giştî yê
Çêkirî (HGÇ) dikare nexweşên domdar û tendirustiya takekesî bi awayekî hesas
kontrol bike. Ev çavderiya bijîşkî ji modelên genetîkî, metabolîk û jiyanî yên
her nexweşî bi awayekî taybet fêm dike û derman, rêjîm û dermankirinê ji bo her
kesî adapte dike. Ev nêzîkatî dikare encamên bijîşkî baştir bike û mesrefan kêm
bike ji ber ku çareserî dê bêtir bibandor bin.
Binhişî (Subconscious) Beşek ji hişê mirov e ku agahiyên wê ne di radeya
hişyariyê de ne, lê bandorê li ser reftar û tevger, hîs û ramanên mirov dikin.
Gelek derûnnas vê konseptê weke cihek dibînin ku tê de pêvajoyên otomatîk, hîn
û bîranînên ku ne di hiş de ne lê hêsan e ku werin vexwendin bîra mirov, tên
veşartin. Li gorî hin bîrdozan, ev cih dibe ku agahî, bîranîn û hestên ku dibe
ku em bixwazin ji wan dûr bikevin jî vebihewîne.
Bîra Derhişî (Unconscious Memory) Bîranînên ku di hiş de nînin lê
mirov nikare wan bi awayekî hişyar bîne bîra xwe. Lê dîsa jî dikarin bandorê li
ser reftar û tevger û ramanên mirov bikin. Ev bîranînên nediyar dikarin
serpêhatiyên zaroktiyê, trawmayên berê an şiyanên fêrbûyî yên ku bûne otomatîk vebihewînin.
Dibe ku em niha wan bi bîr neyînin, lê ew çawa em bertekê nîşan didin û
biryaran didin bandor dikin. Têgeh û pêşniyarên weke vê di bîrdoziya
derûnnasiya derûnkolîneriyê (psîkoanalîtîk) de giring in.
Bîranîn (Memory) Hêz û şiyana mêjî ya ku agahî, serpêhatî û hestan
tomar dike û dema pêwîst be wan dîsa bi kar tîne. Bîranîn ne tenê tomarkirina
agahiyan e, herwiha bi hest û fêm û têgihiştinê ve jî girêdayî ye. Di fikr û ramandinê
de roleke bingehîn dilîze. Bîranîn bi gelek awayan dikare bê kategorîkirin
kurtdemî ji bo agahiyên li ser karên niha (weke bîranîna hejmara telefonê heta
ku mirov binivîse), demdirêjî ji bo agahiyên domdar (weke zanîna zimanê
dayikê), prosedurî ji bo şiyan û hunerên fêrbûyî (weke ajotina hespkê hesinî/bisiklêtê),
semantîk ji bo çemk û têgehan û epîsodîk ji bo serpêhatiyên takekesane.
Biryardana Mirovî (Human Decision Making) Pêvajoya ku mirov tê de biryarên
xwe didin û hêmanên ku bandorê li vê pêvajoyê dikin. Biryardana mirovî hem bi
pirs û girêkên hisabî hem jî bi aliyên derûnî ve girêdayî ye. Mirov di
biryardanê de dibin qurbana gelek xeletiyên sistematîk (bias), weke nirxandina
zêde ya serpêhatiyên xwe, temaşekirina tiştên ku ew ê hilbijêrin û paşguhkirina
agahiyên ku ew naxwazin bibînin. Her wiha hest, çand, nirx û normên civakî jî
bandorê li ser biryardana mirov dikin.
Biryardayîn (DecisionMaking) Pêvajoya hilbijartina di nav çend
vebijêrkan de. Kapasîteya nirxandina rewşê û hilbijartina çareseriya herî
guncan. Ev pêvajo dikare li ser bingeha hisab û qezenc/windakirinê be
(biryardayîna rasteqîn), li ser bingeha ezmûn û serpêhatiyên berê be
(biryardayîna empîrîk) an jî li ser bingeha raman û pêşbîniyê be (biryardayîna
pêjnî). Biryardayîn di jiyana rojane de çalakiyeke bingehîn e û ji bo karên
hisabî, bijartina xwarin, kirîn û firotinê, heta biryarên mezin ên weke
hilbijartina kariyerê, tê bikaranîn.
Biryardayîna Algorîtmîk (Algorithmic Decision Making)
Biryardayîna ku ji aliyê algorîtmayên kompûterî ve tê kirin. Biryardayîna
algorîtmîk îro di gelek waran de tê bikaranin, weke dabeşkirina krediyê,
cîbicîkirina karmendan, pejirandina nexweşan bo nexweşxaneyan û pejirandina
xwendekaran bo zanîngehan. Herçend ev algorîtma dikarin kêrhatî û bêalî xuya
bikin, ew jî pirî caran milê fikr û ramanên mirovî ne ku wan çêdikin û dikarin
xeletî û neheqiyên civakî yên berê berdewam bikin. Rola mirov di vê pêvajoyê
de, çavderîkirin û çakkirina van algorîtmayan e.
Biryardayîna Etîkî/Exlaqî (Ethical Decisionmaking) Pêvajoya
biryardayînê ya li gorî nirxên exlaqî. Hilbijartina biryarên ku bandorên erênî
li ser civakê dikin. Pêvajoya nirxandina tiştekî li gorî prensîbên exlaqî û
civakî ye. Mirov di vê pêvajoyê de hem mantiq hem jî hestan bi kar tînin. HÇ
dikare qanûn û prensîbên exlaqî bişopîne, lê nikare bi rastî nirxandineke
exlaqî bike. Biryardayîna etîkî li ser prensîbên sereke yên weke rastî,
dadmendî, rêzgirtin li mafên mirov û nehêlana zirarê disekine. Di dinyaya nûjen
de, bi taybetî di warên weke bijîşkî, bazirganî û hişê çêkirî de ev mijar roj
bi roj giringtir dibe.
Biryarên Qestî (Intentional Decisions) Biryarên ku bi zanebûn û armancdar
tên girtin, ne ku ji ber tundî, amrazên derxweyî an bertekên xweber (otomatîk).
Ev biryar ji pêvajoyeke hişmendî derdikevin û bi plan û armancên kesekî ve
têkildar in. Mirov ji van biryaran re berpirsiyar in û encamên van biryaran
xwemal dikin. Di felsefeyê de, konsept giring e ji bo fêm û têgihiştina cihana
exlaqî.
Bot (Bot) Bernameyeke otomatîk ku peywirên taybetî bê alîkariya
mirovan pêk tîne. Botên di warê hişê çêkirî de dikarin bi mirovan re biaxivin,
pirsan bersiv bidin û karûbarên routine pêk bînin. Mînak, botên alîkariya
xerîdar an jî botên medyaya civakî.
Chatbot (Chatbot) Bernameyeke ku bi
mirovan re bi zimanê xwezayî diaxive û pirsên wan dibersivîne. Chatbot
bikaranîna teknolojiyên fêmkirina zimanê xwezayî, dikare axaftina mirovan fêm
bike û bersivên guncan bide. Ev teknolojî di karûbarên alîkariya xerîdar,
perwerdehiyê û ragihandinê de pir tête bikaranîn.
ChatGPT Amûreke hişê çêkirî ku ji bo afirandina nivîsê û
berhevdana agahiyê tê bikaranîn, mînakek e ji amûrên HÇyê ku dibe ku bandorê li
hestên sendroma xapîner bike. ChatGPT modeleke zimanî ye ku ji hêla OpenAI ve
hatiye pêşvexistin û dikare axaftinên mîna mirovan bike, pirsên bersivîne û
nivîsên cûrbecûr biafirîne. Modeleke mezin a ziman e ku li ser gelek daneyên
nivîsê hatiye perwerde kirin. ChatGPT û modelên din ên zimanî ji ber şiyana wan
a teqlîdkirina hevdîtinan bi mirov re, dibin mijara nîqaşên li ser çawatiya
naskirina hişmendiya HÇê û sînorên wan.
Çakkirin (Optimization) Pêvajoya başkirina performansa modelekê ji bo karekî
taybet. Di warê HÇê de, çakkirin pêvajoya veguherandina modelek e da ku ew
karekî taybet bi awayekî çêtir bike. Mînak, çakkirina modeleke pêşbîniyê dikare
hejmara xeletiyan kêm bike, çakkirina modeleke wergêrê dikare rêjeya
wergerandina rast zêde bike. Ev pêvajo bi gelemperî daxwaza dîtina mînîmûm an
maksîmûmeke fonksiyonekê ye, bi guherandina parametrên modelê ve.
Çalakiyên Armancdar (Purposeful Actions) Tevger û kirinên ku bi armanceke
hişyar tên kirin û li ser bingeha nirx an hedefeke diyarkirî ne. Ev çalakî ji
çalakiyên otomatîk an berteknîşandan cuda ne, ji ber ku ew bi zanebûn û armancdar
in. Mînak, xwendina kitêbekê ji bo zêdekirina zanîna xwe, yan beşdarbûna xebata
xêrxwaziyê ji bo alîkariya kesên din, çalakiyên armancdar in. Ev cure çalakî
îradeya mirov û qabiliyeta wî/wê ya biryardanê nîşan didin.
Çareserkirina Nakokiyan (Conflict Resolution) Pêvajoya ku
ji rêya wê nakokî û pirs û girêkên di navbera kesan an koman de têne
çareserkirin. Ev pêvajo dikare stratejiyên cûrbecûr vebihewîne weke
danûstandin, lihevkirin, navbeynkarî an dîtina çareseriyên ku ji bo hemû aliyan
qebûl bin. Hêz û şiyanên çareserkirina nakokiyan di jiyana mirov de pir giring
in, ji ber ku dikarin alîkariya avakirina cihaneke aştiyane bikin û ji şer û
pevçûnê dûr bikevin. HÇ dikare bibe amûreke giring ji bo vê yekê bi rêya
modelsazkirina senaryoyên alternatîf û pêşbînîkirina encamên wan.
Çareserkirina Pirsgirêkan (Problem Solving) Pêvajoya
dîtin, nirxandin û bicihanîna çareseriyan ji bo pirs û girêkan e. Mirov û HÇ
dikarin bi awayên cûrbecûr pirs û girêkan çareser bikin. Mirov dikarin ji serpêhatiyên
berê, raman û ramandinê sûd wergirin, lê HÇ bi gelemperî li ser algorîtma û
şibîneriyên matematîkî xebitîne. Her du jî dikarin ji çavkaniyên cuda sûd
wergirin û çareseriyên cuda pêşkêş bikin. Di jiyana nûjen de, kombînasyonkirina
hêzên mirov û HÇ dibe ku bibe stratejiya herî bibandor ji bo çareserkirina pirs
û girêkên tevlihev.
Çerxên Paşvedanê (Feedback Loops) Prosesa ku encamên berê dibin beşek
ji pêvajoya biryardayîna siberojê. Di vê pêvajoyê de, encam an bertekan li ser
tevger û reftarê bandor dikin û dibin sedema ku mirov an pergalek tevger û
reftarên xwe biguherîne. Mînak, pergalên HÇê yên fêrbûna bi şêwirmendiyê van
çerxên paşvedanê bi kar tînin da ku performansa xwe baştir bikin. Di jiyana
mirovan de jî, ev çerx hene mînak, mirovek ku xwarina tendirust dixwe û dibîne
ku tendirustiya wî/wê baştir dibe, bi ihtimaleke mezin dê berdewam bike bi vê
xwarinê. Ev pêvajo dikare erênî an neyînî be, giring e ku mirov li ser çawatiya
bandora van çerxan li ser reftar û biryaran hay ji xwe hebe.
Dahûrîna Daneyên Mezin (Big Data Analysis)
Dahûrînkirina komeke mezin a daneyan. Pêvajoya dahûrînkirina komên mezin ên
daneyan e ji bo dîtina têkiliyan û tendansan. Ev dahûrîn dikare bibe alîkar di
dîtina şablonên ku bi awayên din nayên dîtin de û ji bo biryardayînên baştir
alîkariyê bike. Teknîkên weke pêşbînîkirina şîkarî (analitik), fêrbûna makîneyê
û hişê çêkirî tên bikaranîn ji bo derxistina agahiyên bi wate ji van komên
mezin ên daneyan. Dahûrîna daneyên mezin di warên weke tendirustî, bazirganî,
zanistên civakî û siyasetê de tê bikaranîn.
Dahûrîna Vîdeyoyê (Video
Analysis) Teknolojiya dahûrînkirina naveroka vîdeyoyê û derxistina
agahiyên giring ji wan. Ev teknolojî di warê ewlehiyê, werzişê û eğlenceyê de
pir tête bikaranîn.
Daneya Mezin (Big Data) Komek berfireh û girêk û kompleks ê daneyan ku ji
hemû aliyên jiyanê tên berhevkirin û bi teknolojiyên nû yên weke Hişê Çêkirî
dikarin bên dahûrînkirin. Ev komên mezin ên daneyan pirî caran bi sê Vyan tên
tarîfkirin volûm (volume), lezgînî (velocity) û pirrengî (variety). Ango, ev
dane di volûmeke mezin de ne, bi lezgînî tên berhevkirin û ji çavkaniyên
cûrbecûr in. Daneyên mezin îro di warên weke tendirustî, bazirganî û lêkolînên
zanistî de karîgerî û çalakiyê/efektîvîteyê zêde dikin.
Daneya Zanistî (Data
Science) Zanîneke navdisîplîner ku ji bo dahûrînkirina dane û
derxistina agahiyên bikêr ji wan têne bikaranîn. Ev zanyarî matematîk,
statistîk, kompûterê û zanîna warê taybetî bi hev re dike da ku pirs û girêkên
rastî çareser bike û biryarên li ser bingeha agahiyê bide.
Daneyên Bijîşkî (Medical Data) Agahiyên tendirustî yên nexweşekî
ku ji bo dermankirinê tên berhevkirin. Ev dane dikarin dîroka bijîşkî, ezmûnên
laboratûwarê, nexweşiyên berê, dermanên tên bikaranîn û heta daneyên genetîkî vebihewînin.
Di serdema dîjîtal de, rêvebirina van daneyan û bikaranîna wan bi awayekî etîkî
giring e. Daneyên bijîşkî dikarin ji bo çêkirina dermanên nû, dîtina rêbazên
dermankirinê yên nû û pêşbînîkirina geşkirina nexweşiyan werin bikaranîn. Di
heman demê de, divê ev dane bi ewlehî werin parastin da ku ji mafên nexweşan
werin parastin.
Daneyên Mezin (Big
Data) Berhevoka daneyên pir mezin, lezgîn û tevlihev ku bi rêbazên
asayî yên dahûrînkirinê nayên xebitandin. Ev dane ji gelek çavkaniyan weke
medyaya civakî, sensorên dijîtal û ragihandinê têne berhevkirin. Daneyên mezin
di warê hişê çêkirî de weke xwarinê nin ku pergalên zîrek pê fêr dibin û
pêşbîniyên baş dikin.
Daneyên Kanzanî (Data
Mining) Pêvajoya dozîneweya agahî û xuyangên giring ji navê
daneyên mezin û tevlihev. Bi rêbazên statistîkî û algorîtmên hişê çêkirî,
agahiyên veşartî tên derxistin û ji bo pêşbînî û biryardan têne bikaranîn. Ev
teknolojî di warê bazirganiyê, tibabetê û lêkolînê de pir bikêr e.
Darazkirina Serbixwe (Independent Judgment) Hêz û
şiyana nirxandina rewşekê û biryardana li ser bingehê nirx û nêrînên xwebûna
xwe, ne li gorî zextên derxweyî. Darazkirina serbixwe ji bo fêmkirina cihanê bi
awayekî rast û biryardana li ser bingeha nirxên xwe giring e. Ev taybetmendî
dihêle ku mirov neheqî û newekheviyê nas bike û wan rexne bike. Kesên ku
darazên serbixwe dikin dikarin li dijî çand, polîtîka û bandora civakî
bisekinin dema ku ew van bandoran wek çewt an neetîkî dinirxînin.
Dengên Cihî (Spatial Audio) Teknolojiya
dengî ya ku hest dike ku bikarhêner di nav cihanekî rastîn de ye. Ev deng ji
aliyên cihê tên û bikarhêner dikare cihê dengê nas bike.
Derhişî (Unconscious) Beşek kûr a hişê mirov e ku tê de bîranîn, meyl, hîs
û serpêhatiyên ku mirov ji wan ne haydar e tên veşartin. Têgiheke bingehîn di
bîrdoziya Freud de. Li gorî Freud, derhişî beşeke mezin a jiyana derûnî ya
mirov e ku pirî caran reftar û nêrînên wî/wê kontrol dike û dikare bi hîs û arezûyên/daxwazên
ku civak qebûl nake tijî be. Mînak, hestên tirs, xezeb û hêviyên ku mirov ji
wan ditirse dikarin di derhişiyê de bên veşartin. Di derûnterapiya derûnkolînerî
(psîkoanalîtîk) de, mebest ew e ku ev naveroka veşartî were dîtin û fêm kirin.
Derhişiya Hevpar (Collective Unconscious) Ji aliyê Carl Jung ve hatiye
geşkirin û behsa ezmûn û sembolên ku di nav civakên cuda de hevpar in, dike. Li
gorî Jung, derhişiya hevpar hêmanek genetîkî ya derûnî ye ku mirov hemû parve
dikin. Li vir, arketîp (sûretên bingehîn) cih digirin şablonên bingehîn ên weke
dayik, bavê ruhî (sage), qehremanî, ajalên sembolîk û hwd. Ev arketîp di çîrok,
efsane û xewnên mirovên ji çandên cuda de xuya dibin û dikarin bandorê li ser
reftar û fikrên me bikin bêyî ku em hay jê hebin.
Derhişiya Takekesî (Personal Unconscious) Di bîrdoziya Jung de cih digire û
behsa ezmûn, bîranîn û hestên şexsî yên mirov dike ku di jiyana xwe de jiyaye
lê niha ji wan ne haydar e. Ev beş bîranîn û hestên ji bîrkirî an tepisandî vedihewîne
ku mirov nikare bîne hişê xwe, lê dîsa jî dikarin bandorê li ser reftar û
ramanên wî bikin. Li gorî Jung, ev cûda ye ji derhişiya hevpar (collective
unconscious) ku têkildarî arketîpên genetîkî û hevpar e.
Derûncivakî (Psychosocial) Têkildarî aliyên derûnî û civakî
yên jiyanê. Bandora hevdû ya di navbera rewşa derûnî û têkiliyên civakî de.
Perspektîfa derûncivakî giringiya têkiliyên di navbera takekesî û civakê de nas
dike. Faktörên wek çand, statûya civakîaborî, perwerde û têkiliyên malbatî
dikarin bandoreke mezin li ser tendirustiya derûnî ya kesekî bikin. Di heman
demê de, rewşa derûnî ya kesekî dikare bandorê li ser têkiliyên wî/wê yên bi
kesên din re bike. Ev perspektîf bi taybetî di warê tendirustiya derûnî,
xizmetguzariya civakî û pêşvebirina polîtîkayên civakî de tê bikaranîn.
Derûnnasî (Psychology) Zanista ku hiş, reftar û pêvajoyên derûnî yên mirovan
lêkolîn dike. Derûnnasî hem weke zanistek empirîk hem jî weke warê pratîkî yê
dermankirina pirs û girêkên derûnî, veguhertina reftar û pêşvebirina başbûnê tê
zanîn. Ev disîplîn bi gelek beşên weke derûnnasiya klînîkî, derûnnasiya
perwerdehî, derûnnasiya civakî, derûnnasiya fîzyolojîk, noroderûnnasî û
derûnnasiya geşkirinê ve dabeş dibe. Lêkolînên derûnnasî ji bo fêmkirina hem
mirov, hem ajalan û îro herwiha ji bo fêmkirina pergalên HÇê jî giring in.
Derûnnasiya Berawirdî (Comparative Psychology) Beşa
derûnnasiyê ye ku li ser tevger, reftar û hişmendiya ajalên cuda lêkolînan dike
û wan bi mirovan re berawird dike. Armanca bingehîn a vê disîplînê fêmkirina
geşkirina hişmendî û reftar û tevgera di navbera cureyên cuda de ye. Ev yek
dikare agahiyên giring li ser geşkirina mêjî û hiş di dîroka evolusyona mirovan
de bide. Lêkolînên di vî warî de dikarin ji bo fêmkirina bingeha zindewerî a
tevgera mirov û li ser pirsa ku ka hişê mirov çiqas ji hişên cureyên din cuda
ye, ronahiyê bidin.
Dewlemendiya Hestiyarî (Emotional Richness) Kapasîteya
serpêhatina spektrûmeke berfireh a hestan û gihiştina kûrahiyên veşartî yên
hestan e. Ev hêmaneke giring e ji bo jiyaneke têr û tijî bi manedarî. Zengîniya
hestiyarî dikare bi huner, muzîk, edebiyat, têkiliyên kûr û serpêhatiyên nû
were pêşvexistin. Li gorî lêkolînan, kesên ku zengîniya hestiyarî ya bilind
nîşan didin, bi gelemperî bi jiyana xwe bêtir kêfxweş in û dikarin bi awayekî
baştir bi hestên xwe yên neyînî re têbikoşin. Di warê HÇê de, afirandina pergalên
ku dikarin zengîniya hestiyarî ya mirov fêm bikin, astengek mezin e.
Dîtina Kompûterî (Computer
Vision) Teknolojiya ku makîneyan dikare wêne û vîdeoyan bibîne,
dahûrîn bike û fêm bike. Ev teknolojî bi karanîna algorîtmên taybet makîneyan
dikare tişt û mirovan nas bike, cih û rewşê fêm bike û li ser wêneyan biryaran
bide. Di karûbarên weke otomobîlên bêşofer û pergalên ewlehiyê de tête
bikaranîn.
Dopamîn (Dopamine) Norotransmîterek e ku bi taybetî bi xweşî,
hadan/motîvasyon û hînbûnê ve têkildar e. Dema ku em tiştekî ku me kêfxweş dike
dikin an jî serkeftinekê bi dest dixin, asta dopamînê zêde dibe. Di pêvajoyên
weke baldarî û biryardayînê de jî roleke giring dilîze. Dopamîn di pergala
mezolimbîk de tê berdan û rola sereke di pergala xelata mêjî de dilîze. Pirs û
girêkên di pergala dopamînê de dikarin bibin sedemên nexweşiyên cûrbecûr weke
nexweşiya Parkinson û dibe ku şiyanên fêrbûn û hînbûnê jî bandorê bikin.
Herwiha lêkolînên nû nîşan dikin ku dopamîn di biryardana stratejîk de jî
karîger e.
EEG (Electroencephalography) Teknîkeke din ya ku bi karanîna
pêlên elektrîkê yên ji mêjî, çalakiya mêjî dişopîne. EEG dihêle ku lêkolîner
pêvajoyên zindî yên mêjî bi dema rastîn ên ku di dema fikirîn, ramandin û
hestiyariyê de rû didin, bibînin. Ev teknîk ji bo dermankirina nexweşiyên mêjî
wek epilepsî, nexweşiyên xew û gelek rewşên din ên nörolojîk tê bikaranîn. Her
wiha, EEG îro di xebatên li ser HÇê de jî tê bikaranîn, da ku têkiliya di
navbera çalakiya mêjî û hişmendiyê de bê fêmkirin û ev zanîn ji bo modelên nû
yên HÇê bê bikaranîn.
Ekopergal (Ecosystem) Pergala têkiliyên di navbera zindiyan û hawirdora wan
de. Ekopergal ji hemû organîzmên zindî (nebat, ajal, bakter) û hawirdora wan a
fizîkî (hewa, av, ax) pêk tê. Di ekopergalê de, her hêman bi hêmanên din re di
nav têkilî û danûstandinê de ye û pergaleke xweser û xwedî hevsengî pêk tîne.
Fêm û têgihiştina van ekopergelan ji bo parastina jîngehê û pêşvebirina
polîtîkayên jîngehê yên domdar giring e.
Enerjiya Nûjenbar (Renewable Energy) Çavkaniyên enerjiyê yên ku dikarin
bên nûkirin, weke tava rojê, bayê, avê û enerjiya geotermîk. Ev çavkaniyan giring
in ji bo kêmkirina bikaranîna sotemeniyên fosîl û parastina hawirdorê. Di
serdema îroyîn de, çêkirina teknîkên HÇê yên ku dikarin biryarên kêrhatî di
warê bikaranîn û hilberîna enerjiya nûjenbar de bidin pêş dikeve. Mînak, HÇ
dikare rola giring di optîmîzekirina bikaranîna panelên rojê, bi pêşbînîkirina
weşana bayê û li gorî vê guherandina kapasîteta turbînên bayê de bilîze.
Epîdemiyolojî (Epidemiology) Lêkolîna belavbûn û sedemên
nexweşiyan. Epîdemiyolojî beşeke bingehîn a tendirustiya giştî ye ku li ser çawaniya
belavbûna nexweşiyan di nav civakê de û hêmanên ku rîska nexweşiyan zêde dikin,
lêkolîn dike. Bi geşedana teknolojiyên HÇ, îro modelsazî û pêşbîniyek baştir a
belavbûna nexweşiyan gengaz e. Bi vî rengî, dikare berî ku nexweşî belav bibin,
tedbîrên tendirustî bên standin û bandora wan kêm bibe.
Etîk (Ethics) Beşa felsefeyê ku li ser maf, biryar û tevgerên rast
û çewt lêkolîn dike. Di derbarê HÇ û hişmendiya ajalan de, pirs û girêkên etîkî
yên giring hene. Etîk bi prensîbên bingehîn ên baş û xerab, rast û şaş, dirust
û ne dirust têkildar e. Di warê HÇê de, pirsên etîkî bi gelemperî di nav van
mijaran de cih digirin Veşarîtî û ewlehiya daneyan, neheqiya algorîtmîk û
cudagerî, berpirsiyarî û hesabdayîna biryardayîna otomatîk, otonomî û kontrola
mirovî ya li ser sistemên HÇ û tesîra civakî û aborî ya HÇ. Ji bo pêşvebirina
HÇya etîkî û berpirsyar, pêwîst e ku ev pirsgrêk ji destpêkê ve bên
adresekirin.
Ewlehiya Pergalî (System Safety) Divê pergalên HGÇ (Hişê Giştî yê
Çêkirî) bi awayekî ewle bên dîzaynkirin da ku nekaribin zirarê bidin mirovan
yan jî xwe (Amodei û hevkarên xwe, 2016). Konsepte ku li ser dîzaynkirina
pergalên HGÇ bi awayekî ewle disekine, da ku nekaribin zirarê bidin mirovan yan
jî xwe. Ev mijar hem ji aliyê teknîkî ve û hem jî ji aliyê etîkî ve giring e.
Ewlehiya pergalî li ser peydekirina bersiva gengaz a pergalek di rewşên nediyar
de disekine. Di dîzayna pergalên HÇê de, pêşdîtina senaryoyên xerab û
çareserkirina wan berî ku problem çêbibin giring e. Lêkolîner bi taybetî li ser
çawaniya ewlekirina pergalên HÇ ji bo demên dirêj dixebitin, ji ber ku dibe ku
ev pergal di siberojê de ji mebesta ku ji bo wan hatibû çêkirin cuda bimeşin.
Ewlehiya Sîberê (Cyber Security) Parastina pergalên kompûterî û
teknolojîk li dijî êrişên sîberê, weke xapandin, îstîsmar û tehdîdan. Di
serdema dîjîtal de, ewlehiya sîberê ji bo parastina agahî û daneyan ji
êrişkaran, vîrûsan û malwaran pir giring e. Amûrên HÇê îro di vî warî de tên
bikaranîn da ku êrişên sîberê bi lezgînî nas bikin, bertekên otomatîk li hember
van êrişan bidin û pergalên ewlehiyê bêyî midaxeleya mirov baştir bikin. Ev yek
bi taybetî ji bo rêxistinên mezin ên ku bi mîlyonan daneyên hesas digirin giring
e.
Fêm û Têgihiştina Hestiyarî
(Emotional Understanding) Hêz û şiyana fêmkirina hestên xwe û yên kesên din. Ev hêz
û şiyan bingeha hişê hestan pêk tîne û ji bo têkiliyên tendirust û biryardana
exlaqî giring e.
Fêmkirina Zimanê Xwezayî – FZX (Natural Language Processing –
NLP ) Warê hişê çêkirî ku bi fêmkirina, dahûrînkirina û çêkirina
zimanê mirovan mijûl dibe. Ev teknolojî di karûbarên wek wergera zimanî,
dahûrîna hestan û chatbotan de tête bikaranîn.
Fêrbûna Çavdêrî/Bi Nîşandayînê (Supervised
Learning) Rêbazek fêrbûna makîneyan ku model ji daneyên nîşandayî
(ku encam û bersivên rast têne dan) fêr dibe. Ev rêbaz ji bo karûbarên weke
dabeşkirina kategorî û pêşbîniyê tête bikaranîn.
Fêrbûna Qayimkirinê (Reinforcement
Learning) Teknolojiya fêrbûna makîneyan ku agent (nûner) bi
karkirina li ser hawîrdor û wergirtina xelatan an jî cezayan, stratejiyên herî
baş fêr dibe. Ev teknolojî di warê lîstikên vîdeyoyê û otomobîlên bêşofer de
pir tête bikaranîn.
Fêrbûna Dûr (Remote Learning) Perwerdehiya ku ji dûr ve tê dayîn.
Bi geşedana teknolojiyê, fêrbûna dûr bûye metodeke giring a perwerdehiyê. Ev
cure perwerde dihêle ku kesan ji deverên cuda, bêyî ku hewceyê hebûna fizîkî
bin, perwerdehiyê bibînin. Bi taybetî di dema pandemiyê de, vê cureyê perwerdehiyê
giringiya xwe nîşan da. HÇ dikare alîkariyê bike di takekesanekirina ezmûna
fêrbûnê de, afirandina materyalên perwerdehiyê û pêşkêşkirina şîretan li gor
geşkirina xwendekaran.
Fêrbûna Kûr (Deep Learning) Beşek ji HÇ (AI) ya ku bi karanîna
modelên girêk û kompleks ên matematîkî, dikare ji agahiyên mezin fêr bibe û
karên tevlêhev ên hişmendane teqlîd bike. Beşek ji hişê çêkirî ye ku bi taybetî
li ser modelên torên noronî yên tevlihev dixebite. Teknîka ku bi rêya torên
noronî ên aloz dihêle ku pergal ji serpêhatiyên xwe fêr bibin. Ev rêbaz di
naskirina nexş û şiklan, wergerê, naskirina deng û gelek warên din de îro tê
bikaranîn. Fêrbûna kûr ji gelek layeran pêk tê û her layer dikare
taybetmendiyên cuda yên daneyê pêş bixe. Destpêka şoreşa îroyî ya HÇ, bi
geşkirina teknîkên fêrbûna kûr ve têkildar e..
Fêrbûna Makîneyan (Machine
Learning) Beşek ji hişê çêkirî ku makîneyan dikare ji daneyan fêr
bibin û performansa xwe bê bernameyeke taybetî ji bo her pirs û girêkekê baştir
bikin. Ev teknolojî bi analizkirina daneyên berê, pêşbîniyên li ser daneya nû
dike û biryarên otomatîk dide. Teknîka hişê çêkirî ye ku rêya kompûteran dide
ku ji daneyan fêr bibin û performansa xwe bi demê re baştir bikin, bêyî ku bi
awayekî eşkere were bernamekirin.
Fêrbûna Pêşxistinê (Federated
Learning) Rêbazek fêrbûna makîneyan ku daneyên her beşdarî li cihê
xwe dimînin û tenê modelên fêrbûnê têne parvekirinê. Ev rêbaz ji bo parastina
taybedariyê û ewlehiya daneyên pir giring e.
Fêrbûna Pir Modalî (Multimodal
Learning) Rêbazek fêrbûna makîneyan ku agahiyên ji çend cure dane
(weke wêne, deng, nivîs) bi hev re dahûrîn dike û fêr dibe. Ev rêbaz fêrbûneke
zêdetir holîstîk û rastîn pêşkêşî dike.
Fêrkirina Takekesanebûyî (Personalized Learning)
Perwerdehiya li gorî pêdiviyên her xwendekarî hatî adapte kirin. Ev nêzîkatî
dihêle ku xwendekar bi rêya xwe, bi leza xwe û bi naveroka ji bo wan hatî
taybetkirin fêr bibin. Amûrên HÇê dikarin alîkariyê bikin di vê pêvajoyê de bi
rêya pêşbînîkirina fêm û têgihiştina xwendekaran, pêşniyarkirina materyalên li
gorî pêdiviyên wan û guhertina stratejiyên fêrkirinê li gor stîlên fêrbûnê yên
xwendekaran. Bi rêya fêrkirina kesanebûyî, dibe ku mirov bikaribin şansê
serkeftinê ji bo hemû xwendekaran zêde bikin.
Ferqa Dîjîtal (Digital Divide) Cudahiya di navbera takekesên ku
xwedî derfetên teknolojîk in û yên ku ne xwedî van derfetan de. Ev ferq hem ji
aliyê gihiştina teknolojiyê ve, hem jî ji aliyê karanîna wê ve derdikeve holê.
Di dema ku teknolojî û HÇ dibin beşek giring a jiyanê, ev ferq dikare bibe
sedema newekheviyên civakî û aborî. Pirs û girêka ferqa dîjîtal hem di navbera
welatên pêşketî û geşedan de, hem jî di navbera dever û çînên civakî yên cuda
de tê dîtin. Ji bo çêkirina cihaneke wekhev, divê ev ferq were kêmkirin.
Fîzîka Quantum (Quantum Physics) Beşa fîzîkê ye ku tevgera parçeyên
herî biçûk ên madeyê lêkolîn dike. Ev zanist bi taybetî li ser çawaniya tevgera
atomî û binatomî disekine û qanûnên cuda ji fîzîka klasîk bi kar tîne. Qanûnên
fîzîka quantum pirî caran li dijî ramana me ne mînak, parçeyek dikare di heman
demê de li du cihan be (superposition) an dikare bi parçeyeke din re têkildar
be bêyî ku têkiliyeke fizîkî ya navbera wan hebe (entanglement). Hin lêkolîner
li ser kompûterên quantum dixebitin ku dê bikaribin hin pirs û girêkên ku
kompûterên normal nikarin çareser bikin bi lezeke mezin çareser bikin.
fMRI (Functional Magnetic Resonance Imaging) Teknîkeke
bijîşkî ya ku çalakiya mêjî dişopîne û nîşan dide ka kîjan beşên mêjî di kîjan
rewşan de çalak dibin. fMRI herikîna xwînê di mêjî de dipîve û vê yekê bi
çalakiya noronî ve girê dide. Ev teknîk îro ji bo lêkolînên derûnî û nörolojîk
tê bikaranîn da ku fêm bibe çawa mêjî di dema fikirîn, hestiyarî, biryardan û
gelek pêvajoyên din de dixebite. Dema ku mirov li wêneyê dinêre, mûzîkê guhdarî
dike an jî pirs û girêkek matematîkî çareser dike, dikare bê dîtin ka kîjan
beşên mêjî çalak dibin.
Genetîk (Genetics) Zanista vegotin û veguherîna taybetmendiyên zindî.
Genetîk li ser çawaniya veguhezandina taybetmendiyan ji nifşekî ji bo yê din
lêkolîn dike. Di salên dawî de genetîk bi bilez pêş ketiye û îro mirov dikarin
DNAyê bixwînin, biguherin û heta bi awayekî çêkirî biafirînin. HÇ îro roleke
mezin di dahûrînkirina darayên genetîkî û fêmkirina têkiliya di navbera genên
cuda û nexweşiyan de dilîze. Ev guherîn dibe ku di siberojê de bibe sedem ku
cureyên nexweşiyên genetîk bên dermankirinê.
Glotar (Glutamate) Norotransmîterek e ku di pêvajoyên fêrbûn û bîranînê
de roleke sereke dilîze. Di mêjî de herî zêde tê dîtin û bi taybetî di
pêvajoyên zanistî de giring e. Herwiha di geşedana mêjî û pêvajoyên
plastîsîteya noronî de jî bandoreke mezin heye. Glutamate norotransmîtereke
pêşveker e (excitatory), berovajî GABA ku rawestandêr (inhibitory) e. Bê
hevsengiya di navbera van neurotransmîteran de dikare bibe sedema gelek
nexweşiyên norolojîk û psikiyatrîk. Lêkolînên li ser glutamate dikarin
alîkariyê bikin ji bo fêmkirina çawaniya xebitîna mêjî û çareserkirina
nexweşiyên derûnî yên wek depresyonê.
Grafîka Nermalava (GPU
Graphics Processing Unit) Yekîneyên xebatê yên taybetî ku ji bo
pêvajokirina paralel û lezgîn hatine çêkirin. Di warê hişê çêkirî de, GPUkên ji
bo xebitandina torên neronî û fêrbûna kûr pir giring in.
Grafîkên Sêdîmensyonî (3D Graphics) Dîmenên
sêdîmesyonî ku bi grafîkên kompûterê têne çêkirin. Ev grafîk divê di leza
bilind de (frame rate) bêne çêkirin da ku di çavan de xerab nebin.
Handeriya derhişî (Unconscious motivation) Meyl û
daxwazên veşartî ku di bin hişê mirov de ne û bandorê li ser reftar û tevgerên
wî dikin. Bîrdoziyeke giring di xebatên Freud de. Li gorî Freud, gelek ji
reftar û tevgerên mirov encama meyl û daxwazên veşartî ne ku ji ber norma û
sînorên civakî ketine binê derhişiyê. Mînak, tirsa ji şikestinê dikare bibe
sedema ku mirov di jiyanê de qet rîskan negire an jî hezkirina ji
desthilatdariyê dikare bibe sedema hewldana mirov ji bo gihiştina pozîsyonên
bilind di karê xwe de. Naskirina van meyl û daxwazên derhişî di psikodahûrînê
de giring e. HÇ dikare gelek karên ku berê tenê mirov dikarin bikin, pêk bîne.
Teknolojiya ku dikare karên ku bi gelemperî hewceyî hişmendî û venasîna mirov
ne, pêk bîne. Pergalên kompûterî yên ku dikarin fêr bibin û xwe adapte bikin.
HÇya lawaz (Weak
AI) Pergalên hişê çêkirî yên ku tenê di warên taybet û sînordar de
kar dikin û nikarin di hemû qadên hiş û zîrekiyê de weke mirov performansê
nîşan bidin.
HÇya xurt (Strong
AI) Pergalên hişê çêkirî yên ku di hemû qadên hiş û zîrekiyê de weke
mirov an jî ji mirov baştir performansê nîşan bidin û têgihiştina wê ya giştî
hebin.
Hêmanên Bingehîn (Hyperparameters)
Parametreyên ku berî destpêka pêvajoya fêrbûnê têne diyarkirin û pêvajoya
fêrbûnê kontrol dikin. Ev parametreyên weke lezgîna fêrbûnê, hejmara qatên torê
û rêjeya dropout performansa modelê bi bandor dikin.
Herîkîna Hiş (Stream of Consciousness) Ji aliyê William James ve hatiye
geşkirin û behsa herikîna berdewam a raman, hîs û fêm û têgihiştinên di hiş de
dike. Ev têgeh nîşan dide ku hiş ne statîk e, lê di herikîneke berdewam de ye.
Di herîkîna hiş de, fikir û fêm û têgihiştin bi awayekî xwezayî û bênavber li
hev diqulipîn û diherikîn. Ev analojiya hiş wek herîkînê (stream) bû bingeha
teknîkên wek "herîkîna hiş" di edebiyatê de ku tê de nivîskar hewl
dide herikîna rastîn a raman, hîsan û bîraniyan a li pey hev diyar bike.
Hest (Emotion) Hest bertekên derûnfîzyolojîk in ku li hember rûdan
an serpêhatiyên derveyî an navxweyî çêdibin. Hest dikarin erênî (weke şadî,
dilgeşî) an jî neyînî (weke tirs, xemgînî) bin û di gelek warên jiyanê de rolên
giring dilîzin. Li gorî gelek lêkolînan, hest bandoreke mezin li ser pêvajoyên
weke biryardayîn, fêm û têgihiştin û bîranînê dikin. Di civakê de jî hest giring
in ji bo danûstandina bi kesên din re û naskirina hestên wan û nîşan dana
hevdilî (empathy). Herwiha hest di bertekên fîzyolojîk de jî diyar dibin, weke veguherîna
rîtma dilî dema ku mirov bitirse yan kelecanî be.
Hestiyarî (Sensation) Pêvajoya naskirina bandorên derveyî ji rêya organên
hîsî ye. Mirov bi rêya hisên xwe yên wek dîtin, bihîstin, bêhnkirin, têkûzkirin
û destdan dikare agahiyan ji cihana derveyî bistîne. Ev pêvajo encama
kartêkirina maddî ya enerjiyê li ser organên hisî û veguhestina vê bandorê bi
rêya noronan li mêjî ye. Hestiyarî bidestxistina agahiya xam e, lê fêm û
têgihiştina wateya vê agahiyê beşek ji pêvajoya fêm û têgihiştinê ye. Mînak,
dîtina ronahiyeke sor li ser rêyê "hestiyarî" ye, lê fêmkirina ku ev
nîşan e ji bo rawestandinê, "fêm û têgihiştin" e.
Hestyarî (Emotionality) Aliyê hestî yê mirov ku di pêvajoya ramandinê de
roleke giring dilîze. Ev taybetmendî dihêle ku em ne tenê bi mantiqî, lê bi
hestî jî biryaran bidin û tiştên ku em dibînin û dibihîzin binirxînin. Hestyarî
girêdana navbera hest û biryardayînê ye û di biryardana etîkî, têkiliyên mirovî
û fêmkirina cihanê de roleke giring dilîze. Lêkolînên li ser encama trawmayê û
tesîrên wê li ser hestyariyê nîşan didin ku serpêhatiyên neyînî yên di
zaroktiyê de dikarin bandoreke mezin li ser hestyariya mirov di jiyana mezin de
bikin.
Hevdilî (Empathy) Şiyana fêm û têgihiştina hest û ramanên kesên din.
Kapasîteya dîtina dinyayê ji perspektîfa kesekî din. Hevdilî ji bo têkiliyên
mirovî û civakî giring e û hîmê hestên hevaltî û dilovaniyê ye. Li gorî
lêkolînan, hevdilî hêmanek bingehîn e ji bo mezinbûneke saxlem û dikare bibe
alîkar di pêşîgirtina bertekên tund û neheqiyên civakî de. Di warê HÇê de,
pêşvebirina pergalên ku dikarin hevdiliyê nîşan bidin, astengek teknîkî ya giring
e. Hevdilî dikare wek "hevdiliya hestî" (parveyiya hestên kesekî din)
an jî "hevdiliya zanistî" (fêmkirina fikr û ramanên kesekî din) were
nîrxandin.
Hevdiliya Hestiyarî (Emotional Empathy) Hêz û şiyana parvekirina hestên
kesên din. Fêm û têgihiştina otomatîk a rewşa hestiyarî ya kesên din. Ev cure
hevdilî dema ku mirov hest û serpêhatiyên kesên din di dilê xwe de hîs dike,
pêk tê. Mirovê ku xwedî hevdiliya hestiyarî ye, dema ku kesek êş û elema xwe
parve dike, ew jî heman êş û elemê di dilê xwe de hîs dike.
Hevdiliya Venasînî (Cognitive Empathy) Hêz û şiyana fêm û têgihiştina
perspektîfa kesên din bi awayekî hişmendî. Kapasîteya dahûrînkirina rewşên
civakî û hestiyarî. Ev cureya hevdiliyê bêtir bi zanebûn û fêm û têgihiştina
hişmendî ve girêdayî ye. Mirovê ku hevdiliya venasînî xurt e, dikare bi awayekî
analîtîk têbigihije ka kesên din çima wisa difikirin û çima wisa tevdigerin.
Hêvîkirin (Aspiration) Pejirandina hişmendiya geşedanê. Xwestina gihîştina
armanceke bilind û balkêş. Ev têgeh xwasteka mirov a geşkirinê û serkeftinê
diyar dike. Mirovên ku xwedî hêvîkirina bilind in, timî li pey geşedana xwe ne
û xwe bi sînoran ve girêdayî nahesibînin.
Hêza Hesabkirinê (Computational Power) Hêz û şiyana pergaleke kompûterî ya
ji bo kirina hesabkirinên girêk û kompleks û pêvajoya daneyan di demeke
diyarkirî de. Di warê hişê çêkirî de, ev hêz diyar dike ka pergalek çiqas
dikare bi lez û bi awayekî karîger operasyonan pêk bîne. Ev yek bi gelek hêmanan
ve girêdayî ye, weke mînak çipên kompûterê, bîranîn û algorîtmayên ku tên
bikaranîn.
Hêza Venasînî (Cognitive Power) Hêz û şiyana hişmendî ya ji bo
kirina pêvajoyên venasînî yên girêk û kompleks, weke dahûrîn, biryardayîn û
çareserkirina pirs û girêkan. Ev têgeh behs dike ka mirov çiqas dikare bi
awayekî têkûz û karîger bifikire, bîr bike û agahdariyê şîrove bike.
Hêza Venasînî A Xam (Raw Cognitive Power) Kapasîteya bingehîn a hişmendiyê ji
bo ramandin û şîrovekirinê. Ev têgeh behsa hêza venasînî ya bingehîn dike berî
ku bi ezmûn û hînbûnê ve were şêwandin. Weke kapasîteya xwezayî ya mirov a ji
bo fêrbûn û ramandinê tê dîtin.
Hişê Giştî yê Çêkirî – HGÇ (Artificial General Intelligence – AGI) Hişê Giştî
yê Çêkirî –HGÇ ango AGI, cureyekî pêşketî ya hişê çêkirî ye ku dikare hemû
karên hişmendiyê yên mirovan bi heman asta an jî zêdetir pêk bîne. Li dijî hişê
çêkirî yê taybet (Narrow AI) ku tenê ji bo karên taybetî hatiye pêşkeftin, AGI
dikare di warên cihêcihê de bifikire, fêr bibe û probleman çareser bike.
HGÇ divê ev hêz û şiyanên wê yên sereke hebin: Fêrbûna giştî ya ku dikare
li ser warên cihêcihê were sepandin, çareserkirina problemên nû û neşixulî,
nêrîn û têgihiştina kûr, jixwefêrbûn û nûvekirina zanîna xwe û danûstana
siruştî bi mirovan re. Ev pergal divê karibin li ser mijarên cuda bifikirin,
planan bikin û biryaran bidin weke mirovekî şarezayî.
- HÇya
Taybet (Narrow AI): Pergalên hişê çêkirî yên ku ji bo karên taybetî
hatine pêşkeftin
- Fêrbûna
Makîneyê (Machine Learning): Rêbazên ku dihêlin makîneyan
ji daneyan fêr bibin
- Fêrbûna
Kûr (Deep Learning): Bingehê tora noronî (neural networks) ên kûr ên
ku hişê mirov lasayî (teqlîd) dikin
- Torên
Noronî (Neural Networks): Modela matematîkî ya ku li
ser fonksiyona noronên mirov hatiye avakirin
- Mîmariya
Venasînî (Cognitive Architecture): Çêkirina pergalên hişê çêkirî
yên ku prosesên hişî yên mirov lasayî dikin
- Hişmendî
(Consciousness): Pirsgirêka ka HGÇ dikare hişmendiya rastîn
xwedî bike
- Takîtî (Singularity): Xala
dema ku HGÇ li ser mirov derbas bibe û veguherîna zû ya teknolojîk pêk
bîne
Pêşkeftina ber bi HGÇ ve di çend astan de tê fêmkirin: Hişê çêkirî yê
taybet ku îro em lê digerin, hişê çêkirî yê giştî ku dibe ku di salên pêş de
were xwedan û hişê çêkirî yê zil (super) ku li ser kapasîteya mirov zêde dike.
Her ast pirsgirêk û derfetên cuda tîne.
HGÇ dikare di warên weke bijîşkî, zanist, perwerde û çareserkirina
pirsgirêkên cihanî de şoreşê pêk bîne. Lêbelê, pirsgirêkên girîng jî hene: Kontrolkirin
û ewlehiya pergalan, bandora li ser kar û civakê, û pirsgirêkên etîkî yên li
ser bikaranîna teknolojiya weha.
Hêj li ser wê yekê li nav zanayên vê qadê rêkeftin tune ye ku HGÇ kengî û
çawa were xwedan, lêbelê pir ji wan hêvî dikin ku ev teknolojî di nav çend
dehsalan de were pêşkeftin.
HGÇ armanca afirandina pergalên
kompûterî yên ku dikarin her karê hişmendî yê mirov bikin bi heman astê yan jî
bilindtir e. Ev pergal dê karibin bi awayekî giştî bifikirin, fêr bibin û xwe
ji rewşên nû re adapte bikin, ne tenê di warên taybet de. Berevajî hişê çêkirî
yê taybet, HGÇ dikare di her warî de wek hişê mirov bixebite û biryaran bide.
Teknolojiya ku rê dide kompûteran ku weke mejiyê mirov bifikirin û fêr
bibin. Ev teknolojî dikare daneyên mezin dahûrîn bike û biryaran bide.
Teknolojiya çêkirina makîne, pergal an jî amûrên elektronîk ku dikarin bi
awayekî xuya werin, bifikirin û biryaran bidin weke mirovan. Teknolojiya ku
hewl dide pêvajoyên hiş ên mirovî bi rêya kompîter û algorîtmayan şûnve bîne.
Hilberîna Zimên (Language Generation) Hêz û şiyana afirandina peyvên bi
mane û hevokan bi awayekî ku bi qaîde û rêzimana zimên re hevaheng be. Di warê
hişê çêkirî û pêvajoya zimên a xwezayî de, ev hêz û şiyan giring e ji bo ku
pergal karibin bi awayekî xwezayî û têgihîştî bi mirovan re danûstendina zimên
bikin.
Hînbûna Bêçavdêrî (Unsupervised Learning) Cureyeke hînbûna maşînî ku li ser
daneyên bê etîket dixebite. Di vê rêbazê de pergal hewl dide ku bi xwe struktûrên
veşartî di nav daneyan de bibîne, bêyî ku jê re were gotin ka li çi digere. Ev
rêbaz bi taybetî dema ku etîketkirina daneyan zehmet yan bihadar e, bi kêr tê.
Geşedanên di warê hînbûna bê çavdêrî de, weke mînak bi rêbaza "contrastive
learning", rê li ber pergalên ku dikarin bi kêmtir daneyên etiketkirî fêr
bibin, vekir (Chen û hevkarên xwe, 2020).
Hînbûna Guhêzbar (Transfer Learning) Ev teknîk dihêle ku modelek li ser
erkeke fêr bibe û paşê vê zanînê ji bo erkeke din bikar bîne ku rê li ber
pergalên HGÇ yên xwedî şiyana adaptasyonê vedike (Tan û hevkarên xwe, 2018).
Teknîka ku dihêle modelek zanîna xwe ya ji bo erkeke fêrbûyî, ji bo erkeke din
bikar bîne. Ev rêbaz dihêle ku pergal bi kêmtir dane û demê fêr bibe, ji ber ku
ew ji tecrubeyên xwe yên berê sûd werdigire. Ev bi taybetî dema ku daneyên têr
tune ne yan perwerdekirin bihadar e, bikêrhatî ye.
Hînbûna Kûr (Deep Learning) Beşeke hînbûna maşînî ya ku ji
torên noronî yên kûr û çend qatî sûd werdigire. Ev rêbaz bi taybetî di warên
weke naskirina axaftinê, dîtina kompûterî û pêvajoya zimanê xwezayî de serkeftî
ye. Di hînbûna kûr de, pergal bi dehan an sed qatên torên noronî bikar tîne da
ku ji daneyên girêk û kompleks fêr bibe û bikaribe têkiliyên aloz û nelineer di
navbera dane û encaman de bibîne.
Hînbûna Maşînî (Machine Learning) Şaxeke hişê çêkirî ye ku li ser
afirandina algorîtmayên ku dikarin ji daneyan fêr bibin û xwe adapte bikin,
disekine. Ev rêbaz dihêle ku pergal bi xwe ji tecrubeyên xwe fêr bibin û
performansa xwe baştir bikin. Bi hînbûna maşînî ve, pergal dikarin paternên di
daneyan de nas bikin û li gorî wan patern û ezmûnan xwe baştir bikin, bêyî ku
bi awayekî diyar bên programkirin.
Hînbûna Meta (MetaLearning) Ev rêbaz dihêle ku pergal fêr bibe
ka çawa fêr bibe ku ew jî yek ji taybetmendiyên sereke yên HGÇ ye (Finn û
hevkarên xwe, 2017). Rêbaza ku dihêle pergal fêr bibe ka çawa fêr bibe. Armanca
vê teknîkê ew e ku pergal bikaribe bi lez xwe li erkên nû adapte bike û bi
kêmtir mînakan fêr bibe. Ev rêbaz ji bo afirandina pergalên ku dikarin bi
awayekî giştî fêr bibin, giring e. Bi vê teknîkê, pergal ne tenê daneyên taybet
fêr dibin lê herwiha stratejî û rêbazên fêrbûnê jî fêr dibin.
Hînkerê Aşopî (Virtual Instructor) Pergalên û amadeyên perwerdehiyê
yên hatine çêkirin bi alîkariya Hişê Giştî yê Çêkirî ku dikarin li gorî
hewcedarî û pergala fêrbûna takekesî bên eyarkirin. Ev pergal di heyama
teknolojiyê de ji bo alîkariya fêrxwazan û mamosteyan tên bikaranîn. Bi vê
rêbazê, perwerde dikare li gorî hewcedariyên takekesî, bi awayekî demokrasîtir
û berfirehtir were dayîn.
Hînkirina Onlîn (Online
Learning) Rêbazek fêrbûna makîneyan ku model bi hişyarî ji daneyên
nû fêr dibe û xwe bi wan re dike. Ev rêbaz di hawîrdorên ku agahî bi lezgînî
diguherin de pir bikêr e.
Hînkirina Veguherînê (Transfer
Learning) Rêbazek fêrbûna makîneyan ku agahiyên ji karekî berê
fêrbûyî ji bo karek nû têne bikaranîn. Ev rêbaz dem û çavkaniyên hewce ji bo
fêrbûnê kêm dike.
Hiş (Consciousness) Têgiheke bingehîn e ku behsa haydariya mirov ji xwebûna
xwe, derdora xwe û serpêhatiyên xwe dike. William James wê weke "herîkîna
serpêhatiyê" (stream of experience) bi nav dike. Hiş yek ji mijarên herî
aloz ên felsefe û zanistê ye ku bi gelek rêbazan tê vekolîn û nîqaşkirin.
Hiş/Jîrî (İntelligence) Hêz û şiyana fêrbûn, têgihîştin, ramandin û
bikaranîna zanînê ji bo çareserkirina pirs û girêkan. Ev têgeh di warên cuda de
cuda tê şîrovekirin, lê bi giştî behsa kapasîteya venasînî û şiyana
adaptekirina xwe li gorî rewşan dike.
Hişdane (Consciousness) Rewşa hişyariya mirov ku behsa çiqasî ji derdora xwe,
xwe û serpêhatiyên xwe haydar e. Hişdane carinan weke hiş tê bikaranîn, lê di
vê ferhenga têgehan de weke hişyariya berdewam a mirov tê bikaranîn.
Hişê Civakî (Social Consciousness) Haydariya mirov ji pirs û girêk û
rewşên civakî. Kesên ku hişê civakî wan zêde ye, bêtir haydar in ji pirs û
girêkên weke newekhevî û pirs û girêkên din ên civakî. Ev têgeh behsa çiqasî
haydariya kesek ji pirs û girêk, mijar û lihevhatinên civakê heye, dike.
Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence AI) Pergalên
kompûterî yên ku têne programkirin da ku karên ku mirov bi hiş û zanîna xwe
dikare bike, bêyî alîkariya mirovan bikin. HÇ dikare reftar û tevgerên
hişmendane teqlîd bike, lê ev teqlîd ne wekhevî hişmendiya rasteqîn e.
Teknolojiya ku pergalên kompûterî dikarin karên ku bi gelemperî pêdivî bi hişê
mirovî hene, mîna fêrbûn, çareserkirina pirs û girêkan û biryardanê bicih
bînin. Qadeka zanistî û teknolojiyê ye ku pergalên kompûterê pêk tîne da ku
karên hiş û zîrekiyê yên mirov-wer weke fêrbûn, çareserkirina gelemşe û
girîftan û biryargirtina pêk bînin. Pergala kompûterî ya ku dikare karên ku bi
gelemperî hewceyî hişmendiya mirovî ne, bike. HÇ hem dikare behsa beşa akademîk
a lêkolînê bike, hem jî behsa pergalên teknîkî yên bi algorîtma û modelên
matematîkî dixebitin bike. Pergalên HÇ di gelek waran de tên bikaranîn
naskirina deng û rûyan, wergerandina zimanan, şopandina rê, tavsiyekirina
naverokê û hwd. HÇ dikare ji modelên sade (rulebased) heta hin modelên tevlihev
pêk bê ku dikarin bi mîlyonan parametrên statistîkî di hundurê xwe de
bihewînin. Zanîn û teknolojiya ku armanca wê ew e ku makîneyan bi
taybetmendiyên hişmendiya mirovan bixemilîne. Ev teknolojî makîneyan dikare wek
mirovan bifikire, fêr bibe, biryar bide û pirs û girêkan çareser bike. Hişê
çêkirî di gelek warên jiyanê de wek tibabetê, perwerdehiyê, bazirganiyê û
ewlehiyê de tête bikaranîn.
Hişê Çêkirî yê Çarçoveyî (Framed Artificial Intelligence) Ev model li
ser avakirina pergaleke ku dikare bi awayekî xweber çarçoveyên nû yên
têgihîştinê ava bike, disekine (Thórisson, 2012). Ev nêzîkatî hewl dide ku
pergal karibin çarçoveyên nû yên têgihîştinê ji bo çareserkirina pirs û girêkên
cuda û nû ava bikin, ne ku tenê di nav çarçoveyên ji berê ve diyarkirî de
bixebitin.
HÇya NoroSembolîk (NeuroSymbolic AI) Ev nêzîkatî hewl dide ku hêza
hînbûna kûr a torên noronî (neural networks) û mantiqê sembolîk bihevra bikar
bîne (Garcez û hevkarên xwe, 2019). Nêzîkatiya ku hînbûna kûr a torên noronî û
mantiqê sembolîk bi hev re bikar tîne. Ev model hewl dide ku hêzên herdu
nêzîkatiyan bihevra bikar bîne da ku pergalên bêtir bihêz û fêmbar ava bike. Ev
rêbaz dixwaze sûdên hînbûna kûr (şiyana naskirina paternan) û sûdên mantiqê
sembolîk (şiyana ramandinê bi awayekî berfireh û mantiqî) bi hev re bikar bîne.
HÇya Sînorkirî / Taybet (Narrow AI) Teknolojiya ku tenê dikare erkên
taybet ên diyarkirî pêk bîne. Ev cureya hişê çêkirî tenê ji bo erkên taybet tê
perwerdekirin û bikaranîn. Mînak, pergaleke ku tenê dikare şahmat bilîze yan jî
wêneyan nas bike, lê nikare bi awayekî giştî bifikire. Hişê çêkirî yê taybet ji
bo erkeke taybet û bi sînor hatiye perwerdekirin û tenê dikare wê erkê bi cih
bîne.
Hişê Çêkirî yê Venasînî (Cognitive Artificial Intelligence) Ev model
hewl dide ku prosesên hişmendî yên mirovî teqlîd bike û bi vî awayî pergaleke
hişmend a giştî ava bike (Langley û hevkarên xwe, 2009). Modeleke ku hewl dide
prosesên hişmendî yên mirovî teqlîd bike. Ev nêzîkatî li ser fêmkirina û
teqlîdkirina rêbazên ku mirov pê difikirin û fêr dibin, disekine. Di vê
nêzîkatiyê de, hewl tê dayîn ku pergal li gorî prensîbên derûnnasî û venasînê
bên avakirin da ku bikaribe wek mirov bifikire.
Hişê Çînî (Class Consciousness) Ji aliyê Karl Marx ve hatiye
geşkirin û behsa haydariya endamên çîneke civakî ji berjewendiyên xwe yên
hevpar û têkoşîna li dijî çînên din dike. Ev têgeh behsa çiqasî endamên çîneke
civakî haydar in ji rewşa xwe ya civakî û çiqasî berjewendiyên xwe diparêzin,
dike. Li gorî Marx, geşedana hişê çînî gaveke giring e ji bo çînên karkeran ku
ji bo berjewendiyên xwe têkoşîn bikin.
Hişê Dubareker (Recursive Intelligence) Cureyeke hişmendiyê ku dikare xwe
dubare bike û ji encamên xwe fêr bibe. Ev form a hişmendiyê li ser bingeha xwe
bi xwe dubarekirina fêrbûn û xwebaşkirinê ye. Bi vê şiyanê, pergal dikare ji
encamên xwe fêr bibe û li gorî wan şiyanên xwe yên ramandin û adaptebûnê baştir
bike.
Hişê Giştî yê Çêkirî – HGÇ (Artificial General Intelligence – AGI) Asta herî
bilind a hişê çêkirî ku dikare mîna mejiyê mirov di her warî de bifikire û
tevbigere. Ev yek hê negihîştiye rewşa rastîn û weke armanca siberojê tê dîtin.
Pergalên kompûterî yên ku dikarin hemû erkên hişmendî yên mirov pêk bînin.
Teknolojiya nû ku dikare li ser çendîn qadan xwedancihî bisekine weke dahûrîn,
pêşbînî, karanîn û fêrkirin. Modeleke HÇ ku dikare hemû karên hişî yên mirov
bike û şiyana wergirtina û bikaranîna zanîn û şiyanên nû heye. Herçend ev hîn
jî konseptek hîpotêtîk e û bi rastî nehatiye pêkanîn, lê, gelek lêkolîner li
ser vê mijarê dixebitin. Di navbera HÇ û HGÇ de ferqa sereke ew e ku HÇ dikare
bi tenê hin karên taybet bike, lê HGÇ dê bikaribe her karê hişî ku mirov dikare
bike, bike. Di niqaşên li dora HGÇ de, pirsên giring ên etîkî û ewlehiyê
derdikevin holê wek ka dê çawa be, dê çawa were kontrolkirin û bandora wê ya li
ser paşeroja mirovahiyê.
Hişê Hesabdar (Computational Intelligence) Ev nêzîkatî
li ser bikaranîna algorîtmayên pêşketî û teknîkên optîmîzasyonê disekine da ku
karibe pirs û girêkên aloz û tevlihev çareser bike (Engelbrecht, 2007).
Nêzîkatiya ku li ser bikaranîna algorîtmayên pêşketî û teknîkên optîmîzasyonê
disekine da ku karibe pirs û girêkên aloz û tevlihev çareser bike. Ev nêzîkatî
gelek caran ji bo çareserkirina pirs û girêkên ku bi rêbazên klasîk zehmet in,
tê bikaranîn. Hişê hesabdar bi taybetî di warên optîmîzasyon, naskirina
paternan û lêgerîna herî baş de tê bikaranîn.
Hişê Hestan (Emotional Intelligence) Hêz û şiyana naskirina, fêmkirina û
birêvebirina hestên xwe û yên takekesên din. Ev hêz û şiyan hem aliyên navxweyî
(naskirina hestên xwe) hem jî yên derxweyî (fêmkirina hestên takekesên din)
vedihewîne. Di nivîsê de weke EI an jî EQ jî hatiye referenskirin. Kesên ku
hişê hestan ê wan bilind e, dikarin bi awayekî çêtir têkiliyên civakî ava bikin
û bi problemên hestiyarî re bidin û bistînin.
Hişê Hevgirtî (Collective Intelligence) Hişmendiya ku ji hevkariya di
navbera mirov û makîneyan de derdikeve holê. Ev têgeh behsa hişmendiya ku ji
hevkariya komên mirovan û pergalên teknolojîk tê afirandin, dike. Bi vê
nêzîkatiyê, hem hêza mirovan hem jî ya teknolojiyê tê bikaranîn da ku encamên
herî baş ên ramandin û çareserkirinê werin bidestxistin.
Hişê Hevpar (Collective Consciousness) Ji aliyê Durkheim ve hatiye
geşkirin û behsa bawerî, nirx û hestên hevpar ên endamên civakekê dike. Ev
têgeh behsa çawa endamên civakê hest û ramanên hevpar dikin û çawa ev tişt
geşedana civakê pêk tînin, dike. Li gorî Durkheim, hişê hevpar yek ji hêzên
bingehîn e ku civakê bi hev ve girê dide.
Hişê Navkesayetî (Interpersonal Intelligence) Têgehek ji
bîrdoziya Gardner a hişmendiyên piralî ku hêz û şiyana fêmkirina kesên din,
hestên wan, handanên wan û armancên wan diyar dike. Ev şiyan ji bo têkiliyên
civakî û hevkariyê pir giring e. Kesên ku hişê navkesayetî ya wan bilind e,
dikarin bi awayekî çêtir bi kesên din re biaxivin, wan fêm bikin û pê re
bixebitin.
Hişê Navxweyî yê Kesayetiyê (Intrapersonal Intelligence) Têgehek ji
bîrdoziya Gardner a hişmendiyên piralî ku hêz û şiyana fêmkirina xwe, hest,
bawerî û handanên xwe diyar dike. Ev şiyan ji bo naskirina xwe û birêvebirina
hestên xwe pir giring e. Kesên ku hişê navxweyî yê kesayetiyê ya wan bilind e,
bi awayekî çêtir dikarin xwe nas bikin, hestên xwe kontrol bikin û armancên xwe
diyar bikin.
Hişê Sîmbiyotîk (Symbiotic Intelligence) Yekbûna hişmendiya mirovî û ya
makîneyî ku dibe sedema afirandina hişmendiyeke nû. Ev nêzîkatî li ser
hevkariya di navbera mirov û makîneyan de disekine û armanca wê afirandina
hişmendiyeke nû û bihêztir e ku ji her aliyê bi tenê çêtir kar bike. Ev têgeh
li ser bingeha baweriyek ku teknolojî û mirov dikarin bi hev re xwedî hêzeke
herî mezin bin.
Hişê Şaş (False Consciousness) Têgiheke marksîst e ku behsa rewşa
çînên bindest dike yên ku berjewendiyên xwe yên rastîn nas nakin û bêtir nirxên
çîna serdest wek nirxên xwe dibînin. Li gorî Marx, çînên bindest pirî caran
nikarin berjewendiyên xwe yên rastîn nas bikin ji ber ku hişmendiya wan ji
aliyê bîrdoziya serdest ve hatiye şêwandin. Ev rewş dibe sedema ku ew têkoşîna
çînî nekin û rewşa xwe ya bindest bidomînin.
Hişê Xwezayî (Natural Intelligence) Hêz û şiyanên mirovî yên ramandin,
hestiyarî, afirînderî û bikaranîna aqilê xwe yên ku bi xwezayî di mirovan de
hene, berevajî hişê çêkirî. Ev têgeh behsa hişmendiya ku bi rêya pêvajoya
tevgerî û adaptebûnê di mejiyê mirov û/yan jî organîzmayên din de pêk tê, dike.
Hişê xwezayî bi gelemperî ji aliyê adaptebûn, fêrbûn û tevgerên girêk û
kompleks ve tê nas kirin.
Hişmendî (Consciousness) Têgeha hişmendiyê bi giştî tê
wateya hebûna hiş, zanîn û agahdariya takekesekî an tiştekî ji bo xwe û derdorê
xwe. Di felsefe û zanistê de, hişmendî yek ji mijarên herî aloz û balkêş e.
Têgih û teoriyên li ser hişmendiyê pir cûr bi cûr in û ev mijar bi xwe xebat û
lêkolînên pir îlmî li ser tê kirin.
Hişmendî (Mindfulness) Hêz û şiyana hebûna di kêliya niha de, bi baldariya
têkûz û bêdawerî. Hişmendî baldariya li ser bîr, hest û hîsên fizîkî yên di
kêliyê de ye, bêyî ku daweriyê li ser wan bike. Ev cure baldarî ji bo
xwebaşkirina hişê kesane û baldariya kûr a li ser kêliyên jiyanê tê bikaranîn.
Hişmendî (Sati) (Mindfulness) Rewşa baldariya têkûz a li ser
kêlika niha, bêyî darazkirinê; di pratîkên Bûdîst de beşeka giring e û niha di
terapiyên nûjen de jî tê bikaranîn. Ev rewşa hişmendî dihêle ku mirov bi
awayekî bêhtir hevsengî û adaptebûnê bijî û tevbigere.
Hişmendîkirin (Intellectualization) Mekanîzmeke parastinê ye ku tê de
mirov ji bo ku ji hestên xwe yên neyînî dûr bikeve, mijarên hîsî bi awayekî
zanistî û bê hîs şîrove dike. Bi vê mekanîzmê, kesek hewl dide ku hestên xwe
yên weke xemgînî, tirs an xezeb bi rêya şîrovekirina zanistî û analîtîk veşêre
yan jî pê re bide û bistîne. Armanca mezin a hişê çêkirî ku makîneyek dikare
her karê hişmendiya mirovan bi awayekî par an jî çêtir pêk bîne. Ev asta hişê
çêkirî hê nehatiye gihîştin û yek ji armancên dirêj ên vê warê ye.
Hişmendiya Dîjîtal (Digital Mindfulness) Bikaranîna teknolojiyê bi awayekî
hişyar û hevsengî (balansdîtî); biryardayîna hişyar derbarê dema û çawaniya
bikaranîna amûrên dîjîtal. Ev têgeh behsa zanîna çawa û kengî bikaranîna
teknolojiyê û kengî pêdivî bi dûrbûna ji teknolojiyê heye, dike. Armanc ew e ku
teknolojî bibe alîkar, ne asteng, ji bo baştirkirina jiyana mirovan.
Hişmendiya Geşedanê (Growth Mindset) Bawerkirina ku şiyan û jêhatîbûn bi
hewldanê dikarin werin pêşxistin, li şûna ku biramanin ku ew tiştên sabît in.
Ev nêzîkatî dihêle ku mirov bawer bikin ku bi xebat û hewldanê, dikarin şiyanên
xwe bi rêya fêrbûna berdewam geş bikin. Ev nêrîn berevajî "hişmendiya
sabît" e ku dibêje şiyan û jêhatibûn ji dayîkbûnê ve tên diyarkirin û
naguherîn.
Hişmendiya Komê (Group Consciousness) Behsa bîr, bawerî û nirxên hevpar
ên endamên komekê dike. Têgiheke giring di derûnnasiya civakî de. Ev têgeh
nîşan dide ka endamên komekê çawa li ser heman mijar û nirxan difikirin û
tevdigerin. Hişmendiya komê dihêle ku kom bikaribe bi armancên hevpar û bi
îdentîteya hevpar çalakiyan pêk bîne.
Hişmendiya Mirovî (Human
Intelligence) Kapasîteya hişmendiya mirovan ku weke modelek ji bo
hişê çêkirî tête bikaranîn. Mirov hewl dide ku ev kapasîte bi makîneyan re
parve bike û wan bixemilîne.
HÇya Semantîk (Semantic AI) Cureyeke HÇê ye ku li ser fêmkirina
wateya têgehan û têkiliyên di navbera wan de disekine. Armanca wê ew e ku ne
tenê peyvan, lê wateya wan jî fêm bike. Di warê lêgerîn û pêşniyarkirina
agahiyan de tê bikaranîn. Ev teknolojî dihêle ku pergalên HÇ bikaribe fêm bike
ka çi tê gotin, ne tenê çi peyvên tên bikaranîn. Ev taybetî bi taybetî ji bo
lêgerînên online û pergalên rekomedasyonê giring e.
Hişmendiya Sinûrî / Venasîna Edge (Edge Computing)
Teknolojiya ku xebitandina daneyên li nêzîkî çavkaniya wan pêk tîne û ji ewrê
kêmtir pêwîst dike. Ev teknolojî lezgîna bersivdanê zêde dike û ji bo karûbarên
wek otomobîlên bêşofer û pergalên ewlehiyê pir giring e.
Hişmendiyaxwe ya kontrolkirî di kêliyê de (Controlled senseofself in the
moment) Hêz û şiyana baldariya li ser ezmûna xwe di kêliya niha de bi rengekî
kontrolkirî û bêdawerî. Ev têgeh reftar û tevgerîna bi agahî, nehukumdarî li
ser ezmûna navxweyî û hesta xwe dihewîne. Ev têgeh behsa şiyana hebûna di
kêliya niha de, lê herwiha şiyana kontrolkirina bertekên xwe jî dike.
Hişwendatî (Amnesia) Windabûna bîranînê ku ji ber sedemen cûda weke
trawma, nexweşî yan jî qezayê çêdibe. Ev rewş dikare demkî an jî demdirêj be û
dikare bandorê li ser bîranînên berê yan jî şiyana afirandina bîranînên nû
bike. Di derûnnasî û zanistiya mêjî de, hişwendatî dikare bi gelek awayan were
dabeşkirin, wek mînak hişwendatiya anterograd (windakirina şiyana afirandina
bîranînên nû) û hişwendatiya retrograd (windakirina bîranînên berê).
Hişyarkar (Admonishment) Tiştên ku dibe sedema hişyarbûna
mirov. Di bîrdoziya hînbûnê de weke "stimulus" (hişyaker) tê zanîn.
Hişyarkar dikare her tiştekî be ku li ser hest, ramandin û tevgerên mirovan
bandorê dike û wan hişyar dike. Ev dikare tiştekî xwezayî, civakî, derûnî an jî
fizîkî be.
Îlhama Laşî / Şênberkirina HÇê (Embodied AI) Hişê
çêkirî ku bi laşeke fîzîkî (robot) re têne xebitandin û bi hawîrdor re tevlihev
dibe. Ev cûre hişê çêkirî zêdetir wek mirovan bi hawîrdor re mijûl dibe.
Însûla (Insula) Beşek ji mêjî ye ku bi hest û agahdariya bedenî ve
têkildar e. Navendeke giring a ji bo fêm û têgihiştina hestan e. Însûla di
gelek pêvajoyên hestî de roleke giring dileyize û şiyana mirov a hêvkririn û
fêm û têgihiştina rewşa bedenî ya xwe dide. Ev beş herwiha di warê empatiyê de
jî giring e.
Înternetê Tiştan (Internet
of Things IoT) Tora amûrên fîzîkî yên ku bi sensor, nermalava û
girêdana înternetê ve girêdayî ne û dikarin dane berhev bikin û parve bikin. Ev
teknolojî di warê malên zîrek, bajêrên zîrek û pîşesaziyê de pir tête
bikaranîn.
Îskeletê Paşîn / Maşîna Encamkirî (Inference
Engine) Beşa pergaleke pisporî ku li ser bingeha rêbaz û
agahiyên di bingehê de hene, biryar û encam derxe. Ev îskelet agahiyên nû bi
rêbazên heyî ve girê dide û encamên nû çêdike.
Îstefadekarê Nasnameya / Bikarhênerê
Navrû (User Interface UI) Beşa pergalê ku bikarhêner bi wê re
têkilî çêdike. UI divê hêsan û fêmbar be da ku mirov bi hêsanî bi pergalê re
kar bike.
Îstefadekarê Nûbûn / Ezmûna
Bikarhêner (User Experience UX) Ezmûna tevahî ya bikarhêner dema ku bi pergaleke
hişê çêkirî re mijûl dibe. UX ji bo qebûlkirina teknolojiyên nû pir giring e.
Jiyana Taybet (Private Life) Beşa jiyanê ku ji ji civatê,
rayedarên dewletê an jî şirketan veşartî dimîne. Mafê jiyana kesane mafek bingehîn
e ku di gelek welatan de bi qanûnan tê parastin. Lê belê, di serdema dîjîtal
de, parastin û meşandina sînorên jiyana kesane dijwartir dibe. Hişê çêkirî, bi
taybetî dikare bandoreke mezin li ser jiyana kesane bike, bi rêya berhevkirin û
dahûrînkirina daneyên takekesî. Loma giring e ku teknolojiyên nû bi hestyarî ji
hêla etîkî ve werin bikaranîn û mafê jiyana kesane bê parastin.
Kalîteya Daneyê (Data
Quality) Astê rastîn, paktî û bikêrbûna daneyên ku ji bo fêrbûna
makîneyan têne bikaranîn. Kalîteya daneyê bi rasterast li ser performansa
modelê bandor dike.
Kapasîteya Venasînî (Cognitive Capacity) Hêz û şiyana sînorkirî ya mirov ji
bo fêm û têgihiştin, bîranîn û kirina karên hişmendî. Ev hêman giring e, ji ber
ku bandorê li ser kapasîteya biryardayînê dike û dikare bi hêmanên wek xwarinê,
razanê an jî taybetmendiyên genetîkî were bandorkirin. Kapasîteya hişmendî
dikare bi pratîk û berçavgirtina teknîkên wek medîtasyonê baştir bibe. Di warê
HÇê de, kapasîteya hişmendî bi piranî li gor asta performansa pergalê di karên
cuda de tê pîvandin, wek biryardan, astengderbaskirin, naskirina şikil û deng û
hwd.
Kêmasiyên Xelat / HÇya Lawaz (Weak
AI) Pergalên hişê çêkirî yên ku ji bo karekî an jî wareke taybetî hatine
çêkirin û li derveyî wê warê nikarin kar bikin. Piraniya pergalên îroyîn yên
hişê çêkirî di vê kategorîyê de ne.
Kereseya Neguhêrbar (Irreplaceable Ingredient) Hêmaneke ku
ji bo erkek yan jî afirandinekê pêwîst e û nikare were guhertin yan jî were
dîtin. Di warê ramandinê de, ev dikare behsa taybetmendiyên wiha yên ku di
hişmendiya mirov de hene û di HÇê de tune ne, bike.
Keskonên RA (VR Headset) Amûrên
taybet ên li ser serî têne kirin û dîmenên sêdîmensyonî nîşan didin. Ev keskon
bi alîkariya nîşangerên LED yan jêrsor (infrared) tevgerên bikarhêner
dişopînin.
Kişandina Agahiyê (Knowledge
Extraction) Pêvajoya derxistina agahiyên giring û bikêr ji navê
daneyên nevîsyayî yan jî nîvevîsyayî. Ev pêvajoyek giring e ji bo avahiya
bingehên agahiyê û pergalên pisporî.
Koma Daneyan (Dataset) Berhevoka rêkxistî ya agahiyên ku ji bo perwerdehiya
pergalên hişê çêkirî tên bikaranîn û hêz û şiyana wê heye ku model fêr bike.
Kompasa Hestiyarî (Emotional Compass) Hêz û şiyana mirov a ji bo
rêveberiya jiyana xwe li gorî hestên xwe. Ev şiyan dihêle ku mirov fêm bike ka
kengî û çawa bi bandora ku hestên wan li ser biryar û tevgerên wan dikin.
Kompûtera Kuantum (Quantum
Computing) Teknolojiya kompûterê ku li ser bingeha prensîbên fîzîka
kuantum karê dike û ji kompûterên klasîk pir zêdetir lezgîn e. Ev teknolojî di
warê hişê çêkirî de dê guherinek mezin pêk bîne.
Kompûterîbûn (Computerisation) Proses an jî rewşa ku hin kar û
pîşeyên mirovan ji aliyê kompûterê bi otomatîk bên kirin bi saya teknolojiyên
weke Hişê Giştî yê Çêkirî. Kompûterîbûn beşek ji veguherîna dîjîtal a civakê ye
û bi gelemperî ji bo zêdekirina hostetî û berhemdariyê tê bikaranîn, lê herwiha
dikare bibe sedema jidestdana hin kar û pîşeyan jî.
Kompûtîngê Ewr (Cloud
Computing) Teknolojiya ku çavkaniyên kompûterî weke bîra
hesabkirinê, hilanînê û nermalava bi rêya înternetê têne peşkêşkirin. Ev
teknolojî rêya ji xerîdara makîne û nermalava giran vedike û bi awayekî lezgîn
û bikaranîna li gorî hewcedariyê pêşkêşî dike.
Korteksa Piştênî (Cingulate Cortex) Beşek ji mêjî ye ku bi kontrola
hestan ve têkildar e. Navendeke giring ji bo biryardayîn û kontrola hestan. Ev
beş di warê ramandin, biryardayîn û kontrolkirina tevgeran de roleke giring
dileyize. Ev beş di warê baldarî û hişmendiyê de jî giring e.
Korteksa Piştênî ya Pêşîn (Anterior Cingulate Cortex) Beşeke mêjî
ye ku di navbera nîvqoqeyên mêjî de ye. Rol û erkên wê yên sereke ev in
kontrolkirina baldariyê, nirxandina şaşiyan, birêvebirina hestan û
alîkarîkirina di biryardayînê de. Bi taybetî di rewşên tevlihev de çalak dibe.
Ev beş bi taybetî di warê çalakiyên ku pêdivî bi biryardayîna aloz û kontrolkirina
tevgeran heye, aktîf dibe.
Korteksa Prefrontal (Prefrontal Cortex) Beşa pêşîn a mêjî ku bi biryardayîn
û kontrola tevgeran ve têkildar e. Navenda plansazî û kontrola tevgerên aloz û
tevlihev. Beşeke giring a mêjî ye ku li pêşiya mêjî cih digire. Ev beş
berpirsiyarê plansazî, biryardayîn, kontrolkirina tevgeran û nirxandina encaman
e. Herwiha di warê ramandinên girêk û kompleks û birêvebirina hestan de jî
roleke sereke dilîze.
Kûrahiya Ramanan (Depth of Thought) Şiyana mirov a ku dihêle em li ser
tiştekî bi kûrahî bifikirin û wateya wê derbixin. Ev pêvajo bi demê digire û bi
gelek aliyan ve girêdayî ye zanîn, ezmûn, hest û hwd. Ev taybetmendiyê HÇê tune
ye û yek ji ferqên sereke yên di navbera mirov û makîneyan de ye. Kûrahiya
ramanan dihêle ku mirov bikaribe lêkolîna kûr û afirînerî ya li ser tiştekî
bike, ne tenê agahdariyên li ser rûyê de.
Lezgînî (Speed) Di warê HÇê de, şiyana hesabkirin û encamderxistina
di demeke kurt de ye. HÇ dikare di çend saniyeyan de mîlyonan hesabkirinan pêk
bîne, lê ev lezgînî bi tenê têr nake ji bo kûrahiya fikr û ramandinê. Lezgînî
yek ji taybetmendiyên sereke yên HÇê ye ku berevajî mirov e, lê ev nayê wateya
ku dê pergalên HÇê ji ber vê lezgîniyê bikaribe her erkê hişmendî pêk bîne.
Zimannasî (Linguistics) Beşa zanistê ku lêkolîna ziman dike. Ziman pergalek e
ku dihêle mirov pêwendiyê bi rêya sembol û dengan bikin. Têkiliya HÇ bi zimannasiyê
re giring e, ji ber ku pergalên ku dikarin bi rêya zimên bi mirovan re têkilî
deynin, divê fêmbikin ka ziman çawa dixebite. Warên sereke yên zimannasiyê
dengnasî, morfolojî (pêkhatenasî), sentaks (rêzimannasî), semantîk (wateyê) û
pragmatîk (bikaranîna zimên di rewşên rastîn de) in. Modelên zimên ên HÇyên
demên dawî, wek transformers, şoreşek çêkiriye di warê çawaniya fêmkirin û
afirandina zimanê natural ji hêla kompûteran ve.
Mafên Veşartî (Privacy Rights) Mafên ku parastina agahiyên kesane
û azadiya mirov ji kontrola kesên din diyar dikin. Di cihana dîjîtal de, mafên
kesane gelek caran dikeve bin gefê ji ber berhevkirin û bikaranîna agahiyên
kesane ji hêla kompaniyên mezin û hikûmetan ve. Herwiha, HÇ dikare van gef û
xeteran zêdetir bike ji ber kapasîteya wan a ji bo pêşbînîkirina reftar û
tevgerên takekesî.
Mantiqê Xwerû (Pure Logic) Hêz û şiyana ramandin û biryardayîna
li ser bingeha tenê qanûnên mantiqî û bê bandora hest û çandê. Mantiqê xwerû li
ser bingeha rêbazên ramandinê yên formal e û pirî caran di warê matematîk û
felsefeyê de tê bikaranîn.
Masûlkeya Venasînî (Cognitive Muscle) Têgehek şîbandî ye ku behsa şiyana
mirov a ramandinê dike û çawa ev şiyan bi bikaranîn û exersîzan dikare bê
pêşxistin, mîna masûlkeyên bedenî. Bi vê têgehê, tê gotin ku pêşxistina şiyana
ramandinê hewce ye ku berdewam were bikaranîn û exersîzkirin.
Mejiyên Yên-din (Other Minds) Di felsefeyê de, ev têgeh tê wateya
kêşeya ku em çawa dikarin bizanibin ka takekesên din jî xwedî hiş û zanîn in.
Ji ber ku em nikarin rasterast bikevin nav hiş û zanîna takekesên din, em tenê
dikarin li ser bingeha tevger û ragihandinên wan texmîn bikin. Ev yek yek ji
pirs û girêkên bingehîn ên di felsefe û derûnnasiyê de ye.
Mijûliya bi xwe re (Self
preoccupation) Rewşek ku mirov zêde li ser xwe, kêmasiyên xwe an jî
problemên xwe difkire. Ev têgeh neçarîtî, tenêbûn û zêdenasname dihewîne û
dikare bandoreke neyînî li ser tendirustiya derûnî bike. Lêkolînên derbarê
mijûliya bi xwe re destnîşan dikin ku mirovên ku zêde li ser kêmasî û pirs û
girêkên xwe difkirin, zêdetir tûşî depresyon û stresê dibin.
Mîkrostîmûlasyona Mêjî (Brain Microstimulation)
Teknîkeke ku
tê de bi karanîna pêlên elektrîkê yên biçûk, çalakiya mêjî tê kontrolkirin. Ev
teknîk dikare ji bo kontrolkirina tevger û reftarên ajalan were bikaranîn. Bi
vê teknîkê, lêkolîner dikarin têkiliya di navbera çalakiya noronî û tevgerên
fizîkî de çêtir fêm bikin.
Moda Bilind (High Computation Mode) Moda ku
bersivên herî kûr û berfireh dide lê demeke dirêjtir digire. Di vê modê de,
pergalên Hişê Çêkirî bi kar tînin hemû kapasîteya xwe ya hesabkirinê ji bo
çareserkirina pirs û girêkên tevlihev.
Moda Navîn (Medium Computation Mode)
Moda ku
hevsengiyê di navbera lez û kûrahiyê de pêk tîne. Ev mod ji bo piraniya
bikaranînên rojane yên HÇ tê tercihkirin.
Moda Nizm (Low Computation Mode) Moda ku
bersivên bilez dide lê ne ewqas kûr e. Ev mod ji bo pirsên hêsan û bilez tê
bikaranîn.
Model (Model)
Nûnerkirina matematîkî yan jî lojîkî ya diyardeyek an jî pergalekê. Di warê
hişê çêkirî de, model encama pêvajoya fêrbûnê ye û ji bo pêşbînî û biryardanê
tête bikaranîn.
Modelên Kompûterî (Computational
Models) Pergalên matematîkî û algorîtmîk in ku ji bo şirovekirin û pêşbînîkirina
fenomenên tevlihev tên bikaranîn. Ev model di gelek waran de tên bikaranîn, wek
mînak di zanistên kompûterê, fîzîk, biyolojî û civakî de.
Modelên Zimanê Mezin (Large Language
Models LLM) Pergalên Hişê Çêkirî yên ku dikarin ziman fêm bikin û
biafirînin, mîna ChatGPT û GPT3. Ev model bi mîlyonan dokument û nivîsan
dixwînin û fêr dibin ka mirov çawa zimên bi kar tînin. Dikarin nivîsan
biafirînin, bersiva pirsan bidin û zimên wergerînin.
Nasîna Nexşeyan (Pattern
Recognition) Kapasîteya naskirina rêbaz û modelên di daneyan de. Ev
teknolojî di warê naskirina wêne, deng û nivîsê de pir tête bikaranîn.
Nirxên Navxweyî (Internal Values) Bawerî û
prensîbên ku takekesek wan ji bo xwe giring dibîne û dibin bingeha biryar û
tevger û reftarên wî/wê. Nirxên navxweyî di geşedana kesayetiyê de roleke giring
dilîzin û bandorê li ser hilbijartinên exlaqî dikin.
Noronên Neynikî (Mirror Neurons) Xaneyên mêjî
yên ku di dema temaşekirina tevgerên kesên din de çalak (aktif) dibin. Pergala
bingehîn a ji bo hevdilî û fêrbûna civakî. Noronên neynikî destûr didin mêjî ku
tevgerên ku tê temaşekirin bi awayekî matiqî "teqlîd" bike.
Noronnasiya (Neurology) Zanista ku
li ser pergala noronan (demar) û mêjî lêkolîn dike. Ev beş ji bo fêhmkirina
hişmendiyê gelek giring e, ji ber ku hişmendî bi çalakiya mêjî ve girêdayî ye.
Noronnas li ser nexweşî û pirs û girêkên demar û mêjî dixebitin.
Norotransmîter (Neurotransmitter) Madeyên
kîmyewî ne ku di mêjî de ragihandinê di navbera noronan de pêk tînin. Her
norotransmîter erkeke cuda bi cih tîne û bi hev re pergaleke tevlihev a
ragihandinê ava dikin. Ev made di hemû pêvajoyên mêjî de (raman, bîranîn, hest,
hwd.) roleke giring dilîzin. Mînakên giring ên norotransmîteran dopamîn,
serotonîn, norepînefrîn û GABA ne.
Norovenasînî (Neurocognitive) Têgeha ku
çalakiya mêjî û pêvajoyên hişmendiyê yên weke fêrbûn, bîranîn û biryardayînê
vedibêje. Norovenasînî hewl dide têkiliya di navbera strukturên mêjî û erk û
fonksiyonên hişmendî de ronî bike.
Norozindeweriya Hevdiliyê
(Neurobiology Of Empathy) Zinderwernasiya bingehên norozindewerî ên hevdiliyê.
Ev zanist hewl dide fêm bike ka çawa structura mêjî û pergalên noronan (demar)
di pêvajoya hevdiliyê de rol dilîzin.
Nûansên Hestiyarî (Emotional
Nuances) Cudahiyên nerm û zirav di nav hestan de. Fêmkirina nûansên hestiyarî ji bo
têkiliyên mirovî û pergalên Hişê Çêkirî yên pêşketî giring e.
O3 Modela sereke
ya nû ya OpenAI ku xwedî hêza herî mezin a ramanê ye. Ev model bi şiyanên
hesabkirinê yên pêşketî dikare pirs û girêkên tevlihev çareser bike û
têkiliyeke xwezayîtir bi bikarhêneran re deyne.
O3biçûk Guhertoka
biçûktir û çalaktir a O3yê ku ji bo bikaranîna rojane hatiye amadekirin. Ev
model ji bo bikarhêneran derfetê peyda dike ku bi bikaranîna kêmtir a
çavkaniyan heman kalîteya bersivan werbigirin.
OpenAI Kompaniya
pêşeng di warê hişê çêkirî de ku O3 û O3biçûk afirandiye. OpenAI di sala 2015an
de hate damezirandin û di warê pêşxistina modelên zimanê mezin de pêşengtiyê
dike.
Optîmîzasyon (Optimization)
Pêvajoya dîtina çareserê herî baş ji bo pirs û girêkekê. Di warê hişê
çêkirî de, optîmîzasyon ji bo çêtirkirina performansa modelên fêrbûnê tête
bikaranîn.
Parastina Taybetmendiyan û Daneyan
(Privacy and Data Protection) Bi zêdebûna bikaranîna HGÇ,
parastina daneyan û taybetmendiya takekesane dê bibe mijareke hê giringtir
(Zuboff, 2019). Mijarên girêdayî parastina agahiyên takekesî û daneyan di
pergalên HGÇ de. Bi zêdebûna bikaranîna HGÇ, parastina van agahiyan dibe
mijareke hê giringtir.
Pêjin / Pêhesîn (Intuition) Zanîna
navxweyî an fêm û têgihiştina ku bêyî raman û fikrîna hişyar an argûmanên
mantiqî tê holê; hesta derûnî ya "zanînê". Pêjin dikare di rewşên
tevlihev de rê nîşanî mirov bide, lê carinan jî dikare bibe sedema şaşiyan.
Pergala Noronên Neynikî (Mirror
Neuron System) Koma noronên di mêjî de ku di dema temaşekirina
tevgerên kesên din de weke ku mirov bi xwe wan tevgeran dike aktîf dibin. Ev pergal
di pêvajoyên weke hevdilî, fêrbûna civakî û fêm û têgihiştina tevgerên kesên
din de roleke giring dilîze.
Pergalên ÇendAcenteyî (MultiAgent
Systems) Ev nêzîkatî li ser hevkariya di navbera gelek acenteyên hişmend ên cuda de
disekine da ku karibe pirs û girêkên aloz û tevlihev çareser bike (Wooldridge,
2009). Pergalên ku li ser hevkariya di navbera gelek acenteyên hişmend ên cuda
de disekinin. Ev nêzîkatî dihêle ku pirs û girêkên aloz bi rêya hevkarî û
danûstandina di navbera gelek acenteyên serbixwe de bên çareserkirin.
Pergalên Hestiyarî û Venasînî
(Emotional and Cognitive Systems) Pergalên di mêjî de ku bi rêvebirina
hestan û pêvajoyên hişmendiyê re têkildar in. Ev pergal bi hev re dixebitin da
ku tecrubeyên hişmendî û hestiyarî yên mirov pêk bînin.
Pergalên Hişê Çêkirî yên Giştî
(Artificial General Intelligence Systems) Projeyên weke OpenCog (Goertzel,
2014) û DeepMinds AGI research hewl didin ku pergalên HGÇ yên giştî ava bikin.
Armanca van projeyan afirandina pergelên hişmend ên ku dikarin di hemû waran de
weke mirov bifikirin û biryar bidin.
Pergalên Pispor (Expert Systems) Pergalên
hişê çêkirî yên ku ji bo biryardana di warên pispor de hatine dîzaynkirin. Ev
pergal bi gelemperî li ser bingeha rêzikên ku ji aliyê pisporan ve hatine
diyarkirin, dixebitin. Pergalên pispor di warên weke bijîşkî, aborî û
endezyariyê de tên bikaranîn.
Pergalên HerîkînaKar (Workflow
Systems) Pergalên ku pergalên kar bi awayekî otomatîk rêve dibin û
organize dikin. Ev pergal bi karanîna hişê çêkirî karûbarên rûtîn otomatîk
dikin.
Pêşbînî (Prediction)
Bi karanîna modelên matematîkî û agahiyên berê, texmîna diyardeyên siberojê. Ev
yek ji armancên sereke yên hişê çêkirî ye.
Pêvajokirina Paralel (Parallel
Processing) Teknolojiya ku gelek karan bi heman demî pêk tîne û bi
vî rengî lezgîna xebitandinê zêde dike. Ev teknolojî di warê hişê çêkirî de ji
bo xebitandina modelên giran pir giring e.
Pêvajoya Agahiyê (Information
Processing) Pêvajoya ku tê de agahî tê girtin, tomarkirin,
guhertin û bikaranîn. Ev têgeh di zanista kompûterê û psîkolojiyê de giring e û
têkiliya di navbera mêjî û kompûterê de dide xuyakirin.
Danberhişiya Rewşenbîrî / Pêvajoya
Hişmendiyê (Intellectual Reasoning) Pêvajoya bikaranîna aqil û mantiqê
ji bo çareserkirina pirs û girêkan û biryardanê. Pêvajoya hişmendiyê dihêle ku
mirov ji tecrubeyan fêr bibin û adapteyî rewşên nû bibin.
Pêvajoya Ezmûnî (Text
Processing) Pêvajoya dahûrînkirina û xebitandina daneyên tîkstî. Ev
pêvajoyek giring e ji bo fêmkirina ziman xwezayî û derxistina agahiyê ji navê
docoran.
Pêvajoya Venasînî (Cognitive Process)
Pêvajoyên
hişmendî yên weke bîranîn, fêrbûn û biryardanê. Hemû çalakiyên mêjî yên
têkildarî ramandin û fêrbûnê. Ev pêvajo bingeha hişmendiya mirov pêk tînin û di
pêşxistina pergalên Hişê Çêkirî de roleke giring dilîzin.
HÇya Ravebar (Explainable
AI) Pergalên hişê çêkirî yên ku biryar û encamên xwe ji mirovan re
şirove dikin. Ev teknolojî ji bo bawerî û şefafiyê pir giring e.
Pêvajoya Zimanê Xwezayî (Natural
Language Processing) Teknolojiya ku dike ku pergal bikaribin bi mirov re bi
awayekî xwezayî têkilî deynin. Ev teknolojî bingeha modelên zimanê mezin û
şîreta vîrtûel pêk tîne û dihêle ku pergalên kompûterê ziman fêm bikin û
biafirînin.
Pêvajoyên Venasînî (Cognitive
Processes) Hemû çalakiyên hiş ên weke bîranîn, fêrbûn, biryardan
û çareserkirina pirs û girêkan. Ev pêvajo dihêlin ku mirov cihanê fêm bikin û
adapteyî wan bibin.
Pirsgirêka Hevahengiyê (Alignment
Problem) Pirs û girêka piştrasbûna ku armancên HGÇ bi yên mirovahiyê re hevaheng in.
Ev yek yek ji mijarên herî giring ên etîkî di warê pêşxistina HGÇ de ye, ji ber
ku pergaleke HGÇ ya ku bi armancên mirovahiyê re ne hevaheng e, dikare bibe
xetereke mezin.
Pirsgirêkên Biryardanê (Decision Making
Issues) Divê were diyarkirin ka kî dê ji biryar û encamên pergalên HGÇ berpirsiyar
be (Dignum, 2019). Mijarên ku eleqedarî biryardana pergalên HGÇ ne. Ev pirs û
girêk hem li ser çawaniya biryardana pergalê û hem jî li ser berpirsiyariya
encamên van biryaran disekinin.
Pirsgirêkên Dadwerî û Wekheviyê
(Justice and Equality Issues) HGÇ dikare ferqên di navbera wan
takekesên ku gihîştina wan a vê teknolojiyê heye û yên ku tune ye, kûrtir bike
(ONeil, 2016). Mijarên ku eleqedarî bandora HGÇ li ser wekheviya civakî ne. HGÇ
dikare ferqên di navbera wan takekesên ku gihîştina wan a vê teknolojiyê heye û
yên ku tune ye, kûrtir bike ku ev yek dibe sedema pirs û girêkên dadwerî û
wekheviyê.
Pîşeyên Di Bin Xetereyê de (Jobs at
Risk) Pîşeyên weke şofêr, pilotê balafirê, neşterger û bernamenivîs ku dikarin di
demên pêş de têkevin bin bandora otomatîkbûn û Hişê Çêkirî. Bi geşedana
teknolojiya otomatîkbûnê, mirov di van waran de dikarin karê xwe winda bikin.
Pîşeyên/Karên Nû (New Jobs) Pîşeyên nû
yên bi geşedana Hişê Çêkirî û teknolojiyên nû derdikevin weke endezyarên
kompûterê, sêwiranvanên lîstikên vîdyoyê û analîstên daneyan. Tevî ku hin kar
dikarin bikevin bin xetereyê, teknolojiya nû dikare derfetên nû jî peyda bike.
Plastîsîteya Noronî (Neural Plasticity)
Hêz û şiyana
mêjî ya ku xwe li gorî serpêhatî û fêrbûnên nû vebiguherîne. Ev taybetmendî dihêle
ku mêjî bi domdarî xwe nû bike û adapteyî rewşên nû bibe. Ev yek ji
taybetmendiyên herî giring ên mejiyê mirov e.
Polîtîkayên Ewlehiyê (Security
Policies) Rêbaz û prensîbên ku ji bo parastina bikarhêneran û pêşîlêgirtina bersivên
xeter têne bikaranîn. Polîtîkayên ewlehiyê di warê Hişê Çêkirî de ji bo
parastina agahiyên şexsî û ewlehiya pergalê pir giring in.
Proseskirina Agahiyan (Information
Processing) Bîrdoziya ku dibêje mêjiyê mirov weke kompîterekê
agahiyan digire, berhev dike û şîrove dike. Ev model di psîkolojiya kognitîf de
tê bikaranîn ji bo fêmkirina ka çawa mêjî kar dike.
Qanûna Moore (Moores Law) Teoriya ku
dibêje hêza hesabkirinê ya kompûteran her du salan duqat dibe. Ev qanûn ji
aliyê Gordon Moore ve di sala 1965an de hatibû pêşbînîkirin û ji wê demê ve bi
giştî rast derketiye.
Radyolojî (Radiology) Bikaranîna
teknîkên wênekêşanê di tibê de. Hişê Çêkirî, bi taybetî pergalên fêrbûna kûr,
di vî warî de geşedanên giring pêk anîne û dikarin di diyarkirina nexweşiyan de
alîkariya radyologan bikin.
Raman (Thought) Ji nû ve
çêkirina xweaxaftinê. Raman pêvajoya mentil a ku em bi wê difikirin û mantiq bi
kar tînin. Ev yek ji taybetmendiyên bingehîn ên hişmendiyê ye.
Rastekirina Agahiyê (Data
Validation) Pêvajoya kontrolkirina rastî û rêkûpêktiya daneyên ku ji bo
modelên fêrbûnê têne bikaranîn. Ev pêvajoyek giring e ji bo çêtirkirina
kalîteya modelê.
Rastiya Aşopî (RA) / Virtual Reality (VR) Teknolojiyeke
ku bikarhêner tê nav jiyaneke dîjîtal a bitêkûzî binavkirî ye ku ji jiyana
rastîn cuda ye. Bi alîkariya amûrên taybet, bikarhêner dikare xwe di nav
cihanekî sêdîmesyonî de hîs bike.
Razên Nepêşbînîkirî (Unpredicted
Mysteries) Rûdanên ku nikarin bên pêşbînîkirin û dikarin wateyên
kûr bidin jiyanên me; tiştên ku li derxweyî hêza me ya fêmkirin û fêm û
têgihiştinê ne. Ev têgeh giringiya kişif û serpêhatiyên nepêşbînîkirî di jiyana
mirov de destnîşan dike.
Reftara Derhişî (Unconscious
Behavior) Beşê hişê me ku em jê haydar nînin lê bandorê li raman, fikir, tevger û
reftarên me dike; tevger û reftarên ku em bêyî raman û fikrîna hişyar pêk
tînin. Teoriyên Freud li ser derûniya derhişî bandoreke mezin li ser fêmkirina
me ya derûniya mirov kiriye.
Rêjeya Hestan (Emotional Quotient) Termek e ku
ji bo hişê hestan (emotional intelligence) tê bikaranîn. Weke ku di nivîsa me
de jî hatibû diyarkirin, carinan ji hişê hestan re EQ tê gotin. Rêjeya hestan
şiyana mirov a fêm û têgihiştina û birêvebirina hestên xwe û yên din nîşan
dide.
Rengvedan / Refleksiyon (Reflection)
Pêvajoya
raman û fikrîna kûr li ser ezmûn, raman, fikir an hestên xwe ji bo fêrbûn û fêm
û têgihiştinê. Rengvedan dihêle ku mirov ji tecrubeyan fêr bibin û xwe pêşve
bibin.
Rêveberiya Enerjiyê (Energy
Management) Bi saya Hişê Çêkirî dikarin rêveberî û optimîzekirina
bikaranîna enerjiyê bên pêşxistin. Pergalên HÇyê dikarin bikaranîna enerjiyê di
avahiyan, pergalên elektrîkê û hwd. de optîmîze bikin.
Rêveberiya Hestan (Emotional
Regulation) Pêvajoya kontrolkirina û birêvebirina hestên xwe. Ev
şiyan ji bo têkiliyên mirovî yên tendirust û biryardana baş pir giring e.
Rêveberiya hestan di pêşxistina hişê hestan de roleke sereke dilîze.
Robotîk (Robotics)
Zanîn û teknolojiya çêkirina robotan ku dikarin karên fîzîkî pêk bînin. Bi
tevlîhevbûna bi hişê çêkirî re, robot dikarin karên zêdetir tevlihev û zîrek pêk
bînin.
Ronahîbûn (Enlightenment) Tevgera
çandî û felsefeya sedsala 18em ku giranî dida aqil û zanistê. Ronahîbûn
bandoreke mezin li ser geşedana civaka nûjen kiriye û bingeha gelek nirxên ku
îro jî em giring dibînin, daniye.
Ronesans (Renaissance) Serdema
vejîn û ronahiyê ya di dîroka Ewropayê de (sedsalên 1417em). Ev serdem bi
geşedanên giring di warê huner, zanist û felsefeyê de tê naskirin û bandoreke
mezin li ser geşedana civaka nûjen kiriye.
Rûxsariya Hestiyarî (Emotional Aspects)
Aliyên
têkildarî hest û rewşên derûnî. Kapasîteya fêm û têgihiştina û rêvebirina
hestan. Ev rûxsar di têkiliyên mirovî û biryardana exlaqî de roleke giring
dilîze.
Sendroma Xapîner (Imposter Syndrome)
Rewşa derûnî
ku di wê de mirov hest dike ku ew ne heqdarê serkeftinên xwe ye an liyaqeta
statuya xwe nîne, bi tirsa ku dê weke "xapîner" were eşkerekirin.
Gelek mirov, tevî ku bi rastî jî serkeftî ne, vê sendromê tecrube dikin.
Sendroma Xapîner a ji ber HÇ (AI Induced
Imposter Syndrome) Cureyeke taybetî ya sendroma xapîner ku dema mirov
zêde li ser amûrên hişê çêkirî girêdayî dimîne û hest dike ku pisporiya wan kêm
dibe an nirxê wan winda dibe. Bi geşedana HÇyê, ev sendrom di nav gelek
pîşemendên curbicur de tê dîtin.
Sensor (Sensor)
Amûrên ku agahiyên ji hawîrdor berhev dikin û vediguhezînin daneyên
dijîtal. Sensorên di warê hişê çêkirî de wek çavên û guhên pergalên zîrek in.
Sensorên Hestiyar Amûrên ku
tevgerên bikarhêner dişopînin. Ev sensor dikarin tevgerên serî, çavan, destan û
laş bikarhêner nas bikin û van agahiyan bişînin kompûterê.
Serdema Dîjîtal (Digital Age) Serdema ku
bi bikaranîna berfireh a teknolojiya dîjîtal tê nasîn. Em niha di vê serdemê de
dijîn û Hişê Çêkirî yek ji teknolojiyên bingehîn ên vê serdemê ye.
Serotonîn (Serotonin) Norotransmîterek
e ku bandoreke mezin li ser xweşbînî, xew, xwarin û rewşa derûnî dike. Asta
normal a serotonînê ji bo tendirustiya derûnî pir giring e. Kêmbûna wê dikare
bibe sedema depresyon û pirs û girêkên din ên derûnî.
Serpêhatiyên/Ezmûnên Takekesane ya
Fêrbûnê (Personalized Learning Experience) Pergalên perwerdehiyê ku bi
alîkariya Hişê Çêkirî dikarin li gorî qabiliyetên û hewcedariyên takekesî bên
eyarkirin. Ev geşedan dikare şoreşeke mezin di warê perwerdehiyê de pêk bîne.
Sîberog (Cyborg) Têgeha ku tê
de aliyên zindewerî û aliyên çêkirî (robotîk an HÇ) bi hev re têne
tevlihevkirin. Sîberog dikare mirov an ajalên ku bi pergalên çêkirî ve hatine
entegrekirin be. Ev têgeh hem di zanistê de û hem jî di huner û çanda popûler
de tê bikaranîn.
Sîborgên HÇya ajalan (Animal AI
Cyborgs) Pergalên ku tê de aliyên zindewerî (ajal) û aliyên hişê çêkirî (HÇ) bi hev
re têne tevlihevkirin. Ev teknolojî dikare rê li ber geşedanên nû veke, wek
mînak di warê lêkolînên zindewerî û tibî de.
Sîmûlasyonên Pêşketî (Advanced
Simulations) Modelên aşopî (virtual) yên ku rewşên rastîn şibîne
dikin. Ev model dikarin ji bo meşq û perwerdehiyê, lêkolînên zanistî û
pêşbînîkirina encamên guhartinên civakî û jîngehî bên bikaranîn.
Pergalê Pisporî (Expert
System) Bernameyek hişê çêkirî ku agahî û ezmûna pisporên mirovî li
wareke taybetî lasayî dike. Ev pergal bi rêbazên mantiqî û bingehên agahiyê
karê dikin.
Stratejiya Berevaniyê (Defense
Strategy) Bi saya Hişê Çêkirî pergalên parastinê yên xweser û stratejî û plansaziya
leşkerî dikarin bên pêşxistin. HÇ dikare di dahûrînkirina daneyan,
pêşbînîkirina tehdîdan û birêvebirina pergalên berevaniyê de were bikaranîn.
Stratejiyên Pratîkî (Practical
Strategies) Di nivîsê de, çar gav hene ku ji bo rûbirûbûna
sendroma xapîner a ji ber HÇyê tên pêşniyarkirin. Ev stratejî dikarin ji bo
kesên ku bi vê sendromê re têdikoşin, alîkar bin.
Şiyanên Hesabkirinê (Computational
Abilities) Kapasîteya ku çalakiyên hesabkirinê yên tevlihev, wek
mînak algorithm û modelên matematîkî, bên bi cih anîn. Ev şiyan bingeha
teknolojiyên Hişê Çêkirî pêk tînin.
Şoreşa Duyem ya Teknolojîk (Second
Machine Age) Geşedana teknolojiyên nû yên weke Hişê Giştî yê Çêkirî
ku dikarin bandoreke giring li ser jiyan û kar û pîşeyên mirovan bike. Ev şoreş
dikare hem fersend û hem jî xetereyên mezin ji bo civaka mirovî pêk bîne.
Têkiliya Mirovî (Human Connection) Pêwendiyên
ku di navbera mirovan de tên avakirin. Têkiliyên mirovî bingeha civaka me pêk
tînin û ji bo tendirustiya derûnî pir giring in. Bi geşedana teknolojiyê,
têkiliyên mirovî jî diguherin.
Têkiliyek Navbera / Platforma Xaç (Crossplatform)
Pergalên ku li ser gelek platformên cuda kar dikin. Ev taybetmendî ji bo
belavkirina teknolojiyên hişê çêkirî pir giring e.
Têkiliyên Civakî (Social Interactions)
Danûstandinên
di navbera mirovan de. Hemû cureyên têkiliyên di nav civakê de. Têkiliyên
civakî dikarin formal an jî neformal bin û dikarin di warên curbicur de
(malbat, kar, perwerdehî, hwd.) pêk bên.
Teknolojiya Zimanê Xwezayî (Natural
Language Technology) Beşek ji hişê çêkirî ye ku bi taybetî li ser fêmkirin
û bikaranîna zimanê mirovî dixebite. Ev teknolojî bingeha şêwirdarên vîrtûel,
pergalên wergerandinê û dahûrîna hestên dixwîne pêk tîne.
Têkûzkarî (Complementarity) Têgeh ku
diyar dike ka çawa mirov û Hişê Çêkirî (HÇ) dikarin bi hev re kar bikin da ku
hevdu têkûz bikin, li şûna ku li şûna hev bin. Ev têgeh giring e ji bo
fêmkirina pêwendiya hevkariyê di navbera mirov û teknolojiyê de ku tê de her
alî dikare xalên lawaz ên aliyê din temam bike. Mînak, HÇ dikare daneyên mezin
bi lez dahûrîn bike lê mirov dikare ji aliyê nirx û etîkê ve biryarên çêtir
bide.
Tenêmatî (Singularity) Pêşbîniya ku
teknolojî dê li gorî xwe biqede û em nêzî qonaxeke nû ya geşedana mirov û
teknolojiyê bibin. Ev têgeh destnîşan dike ku HÇ wê rojekê ewqas pêşkeve ku
bikaribe HÇya xwe ya hê jîrtir biafirîne û ev dê bibe sedema geşkirineke
teknolojîk a bi leztir ku mirov nikarin pêşbînî bikin. Hin zanist vê wek
guhertineke bingehîn a civaka mirovî dibînin, lê yên din bi guman in.
Terapiya Venasînî (Cognitive
Therapy) Cureyekî dermankirin û şêwirmendiya derûnî ye ku li ser guherandina fikir û
reftarên neyînî dixebite. Ev terapiya ku ji aliyê Dr. Aaron Beck ve hatiye
pêşxistin, hewl dide ku modelên ramanên çewt û xwegirî nas bike û wan bi
ramanên erênîtir û rasttir biguherîne. Ji bo dermana xemgînî, stres, tirs û
gelek nexweşiyên din ên derûnî tê bikaranîn. Ev rêbaz giringiyê dide pêwendiya
di navbera raman, hest û tevgeran de.
Tesadif / lêrasthatinî (serendipity)
Dîtina
tiştên balkêş an bi nirx bi awayekî tesadifî dema ku mirov li tiştên din
digere. Ev têgeh diyar dike ku carinan vekirîbûn ji bo serpêhatiyên nenas
dikare bibe sedema vedîtinên giring an geşedanên mezin. Di zanist, teknolojî û
afirandinê de gelek vedîtinên mezin bi tesadifî çêbûne, wek penisilin û têgehên
din ên giring.
Tora Neronî (Neural
Network) Pergaleke hesabî ku li ser bingeha karkirina mejiya
mirovan û neronên wê hatiye avakirin. Ev tor ji gelek hêmanên biçûk ên bi hev
ve girêdayî pêk tê ku bi wan re agahî tê xebitandin û fêrbûn pêk tê.
Tora Neronî ya Çêkirî (Artificial
Neural Network) Pergaleke hesabî ku li ser bingeha karkirina mejiya
mirovan û neronên wê hatiye avakirin. Ev tor ji gelek hêmanên biçûk ên bi hev
ve girêdayî pêk tê ku bi wan re agahî tê xebitandin û fêrbûn pêk tê. Ev
teknolojî di naskirina deng, wêne û nivîsê de pir bi ser dikeve.
Torên Noronî (Neural Networks) Modelên
hesabkirinê yên ku ji struktura mejiyê mirov îlham digirin. Ev tor ji gelek
yekîneyên hesabkirinê (noron) pêk tên ku bi hev re dixebitin da ku agahiyan bi
rê ve bibin û fêr bibin. Torên noronî bingeha piraniya pergalên Hişê Çêkirî ne
û ji bo naskirina nexşe, wergerandin, peşniyarkirina agahiyên nû û gelek karên
din tên bikaranîn. Pergalên pêşkeftî yên îro wek GPT û BERT li ser torên noronî
yên kûr hatine avakirin.
Trimpêlên Xweser (Autonomous
Vehicle) Wesayîteke mîna otomobîl, balafir an jî qaik ku dikare bi xweserî û bê
alîkariya mirovan bimeşe û birêve biçe. Ev amûr bi kamerayen, radarên, sensoran
û algorîtmayên HÇyê dixebitin da ku dorohêla xwe fêm bikin û biryarên ewledar
ên birêveçûnê bidin. Bi geşedana vê teknolojiyê, tê hêvîkirin ku qezayên
trafîkê kêm bibin û dem û enerjî bê xilas kirin.
Veçerxî (Recycling) Vegerandina
materyalan ji bo bikaranîna dubare. Ev pêvajo dihêle ku em çavkaniyên xwezayî
biparêzin, çopê kêm bikin û bandora xwe ya li ser hawîrdorê kêm bikin. Di
veçerxînê de, maddeyên wek plastîk, kaxez, cam û metal tên berhevkirin,
parvekirin û veguhestin bo berhemên nû. Ev stratejiya giring a parastina
hawîrdorê ye ku dikare bandora xerab a li ser guherîna avhewayê kêm bike.
Veguherîner (Transformers) Modeleke
hînbûna kûr a ku di warê pêvajoya zimanê xwezayî de tê bikaranîn. Veguherîner
bi taybetî ji ber mekanîzmaya xwe ya baldariyê (attention mechanism) navdar in
ku dihêle model giringiya beşên cuda yên inputê (daxil) bipîve. Ev model
bingeha gelek geşedanên mezin ên di warê pêvajoya zimanê xwezayî de ye.
Veguherîner guncana hevokan baştir fêm dikin û bersivên mantiqîtir didin ji ber
ku dikarin pêwendiyên dûrtir ên di navbera peyvan de nas bikin.
Veguhertina Avhewayê (Climate
Change) Guherînên demdirêj di rewşa avhewayê de. Ev guhertin di encama çalakiyên
mirovî de, bi taybetî bikaranîna sotemeniyên fosilî ku xazên serayê li
atmosferê zêde dikin, çêdibin. Encamên veguhertina avhewayê germahiya zêde ya
global, helîna qeşayê, zêdebûna asta deryayê, guhertin di modelên barînê de,
rûdanên avhewaya tund û zêdebûna şewatan e. Ev guhertin bandoreke mezin li ser
jiyana hemû zindeweran dike.
Venasîn (Cognitive) Pêvajoyên
derûnî yên weke fikirîn, fêrbûn, bîranîn û biryardayînê. Venasîn hemû kiryarên mêjî
yên ku dibin sedema zanîn û fêmkirinê dihewîne, wek baldarî, bîranîn, fêrbûn,
çareserkirina pirs û girêkan û biryardan. Lêkolîna venasînê ji bo fêmkirina ka
çawa mirov agahiyan bi dest dixin, wan şîrove dikin û bikar tînin giring e.
Venasîna Civakî (Social Cognition) Ev beşek ji
venasînê ye ku bi taybetî li ser ka mirov çawa agahiyên civakî fêm dikin,
şîrove dikin û bi kar tînin hûr dibe. Venasîna civakî dihêle ku em hest, raman
û armancên kesên din fêm bikin, pêşbînî bikin û bi wan re têkiliyên baş deynin.
Di vê qadê de, lêkolîner li ser mijarên wek şêweya ku em zanyariyên derbarê
kesên din de berhev dikin, çawa em wan zanyariyan şîrove dikin û çawa bikar
tînin bo rêvebirina têkiliyên xwe, dixebitin.
Venasîna Mirov (Human Cognition) Kapasîteya
mejiyê mirov a ji bo fêrbûn, bîranîn û biryardanê. Hemû pêvajoyên hişmendî yên
mirov dihewîne, wek baldarî, bîranîn, ziman, çareserkirina pirs û girêkan,
biryardan û hwd. Ev beşeke giring a psikolojiyê ye ku hewl dide fêm bike ka
mirov çawa agahiyan bi dest dixin, wan hildigirin, guhertinan dikin û bikar
tînin. Lêkolînên li ser vê mijarê ji bo fêmkirina bingeha zanistî ya reftara
mirov giring in.
Venasînî Û Hişmendî (Cognition And
Consciousness) Pêvajoyên mêjî ne ku fêm û têgihiştin, fêmkirin,
bîranîn û hişyariyê pêk tînin. Ev pêvajo hemû bi hev re şiyana me ya ramandin û
fêmkirinê pêk tînin. Di heman demê de bi hest û bîranînên me ve jî têkildar in.
Hişmendî jî hêza haydariya kesekî ji xwe û derdora xwe ye ku dihêle ku mirov
hest, raman û serpêhatiyên xwe bi awayekî hişyar tecrûbe bike.
Venêrîna Mirovî (Human Agency) Kapasîteya
mirov ku biryaran bide, çalakiyan pêk bîne û bi hişyarî bandorê li cihana xwe
bike. Ev têgeh girêdayî azadî û berpirsyariyê ye. Venêrîna mirovî dihêle ku em
li gor hêvî, bawerî û armancên xwe tevbigerin û destnîşan dike ku em ne tenê
qurbaniyên mercên derveyî ne. Di felsefeya exlaqî de, ev têgeh ji bo fêm û
têgihiştina berpirsiyarî û rastiyan giring e.
Xaza Serayê (Greenhouse Gas) Xazên ku
dibin sedema germ bûna atmosferê. Van xazan tîrêjên tavê digirin û nahêlin ku
germahî ji atmosferê derkeve, mîna camên xaniyekî serayê. Dîoksîda karbon
(CO₂), metan (CH₄), oksîda nîtrikê (N₂O) û fluorokarbon hin ji xazên serayê yên
herî giring in. Zêdebûna van xazan bi sedema çalakiyên mirovî re bûye sedema
germahiya global û guhertina avhewayê.
Xurtkereya Venasînî (Cognitive
Enhancer) Derman an teknîkên ku dibin sedema zêdebûna şiyanên hişmendî yên mirov. Ev
dikarin derman bin wek modafinîl ku baldariyê zêde dikin an jî teknîkên wek
stimulasyona magnetîkê ya transkraniyal (TMS) ku çalakiya mêjî zêde dike. Di vê
demê de lêkolîn li ser vê mijarê zêde dibin, lê pirsên etîkî jî derdixin holê
derbarê bikaranîna van teknîkan de.
Xwe-agahî (Self-awareness) Hêz û şiyana
naskirina hest, hîs û reftar û tevgerên xwe. Ev pêngava yekem e di geşedana
hişê hestan de û bingeha pêşvebirina gelek hêz û şiyanên din ên takekesane ye.
Xweagahî ji bo birêvebirina hestan, ragihandina kêrhatî û avakirina têkiliyên
tendirust pêwîst e. Ew dihêle ku mirov sedemên tevgerên xwe fêm bike û di
ramanên xwe de guhertinan çêke.
Xwe-axaftin (Self-Talk) Axaftina
navxweyî ku mirov bi xwe re dike, nemaze di xeleka sendroma xapîner de, axaftina
neyînî ya ku divê were ji nû ve çêkirin. Xweaxaftin bandoreke mezin li ser
hest, tevger û biryarên mirov dike. Xweaxaftina neyînî (wek "Ez nikarin vê
bikim") dikare bibe sedema xemgînî û stresê, lê xweaxaftina erênî (wek
"Ez ê hewl bidim û kar bikim") dikare hêz û baweriyê bide.
Xwe-bexşîn (Self-compassion) Nêzîkbûna bi
qencî, fêmkarî û bêdawerî li xwe û serpêhatiyên xwe. Xwebexşîn sê hêmanên
bingehîn dihewîne xweqencî, mirovahiya hevpar û hişmendî. Lêkolînan nîşan daye
ku kesên xwebexşîn kêmtir bi pirs û girêkên derûnî re rû bi rû dibin û bêtir
dilxweşî û karîna li ber xwe danê nîşan didin. Ev nêzîkatiyeke giring e ji bo
çêtirkirina tendirustiya derûnî.
Xwe-derbaskirin (Self-transcendence)
Hêz û şiyana
derbasbûna ji xwe û peywendîdanînê bi tiştên mezintir, wek têkiliyên bi kesên
din re, bi xwezayê re an jî bi aliyên manewî yên jiyanê re. Ev têgeh şadî, evîn
û watebûnê dihewîne. Xwederbaskirin dikare bi tevlîbûna li civakê, çalakiyên
manewî an jî serpêhatiyên hunerî re were tecrûbekirin û bi giştî bi hêstên kûr
ên bextewarî û wateyê ve girêdayî ye.
Xwe-hişmendî (self- Consciousness) Hêz û şiyana
fêm û têgihiştina li ser hest, hizir û tevger û reftarên xwebûna xwe; zanîna li
ser hebûn û xwebûna xwe û naskirina xwetêderxistina xwebûna xwe. Ev rê dide
mirov ku ew xwe bi awayekî objektîf binirxîne û ji hêmanên neyînî yên xwe û yên
li hawirdorê haydar be. Xwehişmendî ji bo geşedana kesayetî, çêtirkirina
têkiliyan û gihîştina armancên takekesî gelekî giring e.
Xwe-hişyarî (Self-awareness) Hêz û şiyana
mirov a ku dihêle em ji hebûna xwe û ramanên xwe haydar bin. Ev taybetmendî
dihêle ku em bikaribin li ser xwe û ramanên xwe bifikirin û wan binirxînin. Di
HÇyê de ev taybetmendî tune ye û nikare bi rastî xwehişyariyê pêş bixe.
Xwehişyarî ji bo pêşvebirina empatiyê, birêvebirina hestan û avakirina
têkiliyên tendirust di nav civakê de giring e.
Xwe-nasîn (Self-recognition) Karbûna
kesekî an tiştekî ku xwe nas bike û bibîne. Bo nimûne, dema ku ajalek xwe di
neynikê de nas dike, ev nîşanek e ku ew xwedî hişmendiyeke pêşketî ye. Ev
ceribandin bi gelemperî bo zanîna asta hişmendiyê di ajalan û zarokan de tê
bikaranîn. Tenê hejmareke kêm a ajalan, wek şempanze, fîl û delfîn, dikarin di
testa neynikê de serkeftî bin ku nîşan dide ku ew xwedan hişmendiyeke pêşketî
ne.
Xweserî (autonomy) Hêz û şiyana
rêvebirina xwe bi xwe; azadbûna ji bandor an kontrola derxweyî (derveyî). Di
derûnnasiyê (psîkolojiyê) de weke pêdiviyeke mirovî ya bingehîn tê dîtin.
Xweserî tê vê wateyê ku mirov dikare biryarên xwe bide û jiyana xwe kontrol
bike. Ew giring e ji bo pêşvebirina hesta bextiyarî û dilşadiyê û ji bo ku
mirov tendirust be û bi bawerî mezin bibe.
Zanîna Derketî (Emergent Knowledge) Zanîna nû ku
ji têkiliya aloz û tevlihev a di navbera pergalên cuda de derdikeve. Ev têgeh destnîşan
dike ku dema ku hêmanên cuda bi hev re dixebitin, encamên ku ji hemû hêmanên
cuda cuda cuda zêdetir in, derdikeve holê. Di pergalên HÇyê de, zanîna derketî
dikare ji têkiliya di navbera algorîtma, dane û pêwendiyên di navbera wan de
derkeve holê.
Zanista Mêjî / Norozanist
(Neuroscience) Lêkolîna zanistî ya pergala nervê, bi taybetî ya mêjî.
Ev qad xwe dispêre dîsîplînên cuda wek biyolojî, kîmya, fizîk, psîkolojî û
kompyuterê. Norozanist dixwazin fêm bikin ka mêjî çawa dixebite û çawa
pêvajoyên wê yên hestkirin, bîrkirin û biryardanê pêk tên. Ev zanîn ji bo
fêmkirina nexweşiyên mêjî û pêşxistina teknolojiyên nû giring e.
Zêdekirina Daneyê (Data
Augmentation) Teknolojiya zêdekirina daneyên pêvajoya fêrbûnê bi
rêbazên wek zivirrandin, guhertin û tevlîhevkirina daneyên heyî. Ev teknolojî
performansa modelê çêtir dike.
Zimanê Xwezayî (Natural
Language) Zimanê ku mirov di jiyana rojane de bikar tîne û ne zimanê
çêkirî an jî bernameyê ye. Fêmkirina ziman xwezayî yek ji warên giring ên hişê
çêkirî ye.
Zimanê Xwezayî (Natural Language) Zimanê ku em
mirov di jiyana rojane de bikar tînin. Di warê teknolojiyê de, ev term tê
wateya ku kompûter dikare zimanê mirov fêm bike û bersivan bide. Pêvajoya
zimanê xwezayî (NLP) qadek e ku lêkolînerên HÇyê lê dixebitin da ku makîne
bikaribin nuanse û tevliheviya zimanê mirov fêm bikin. Ev teknolojî bingeha
chatbotên îroyîn û pergalên wergerandinê ye.
Zincîra Blok (Blockchain)
Teknolojiya ku daneyên di navenda ye belavkirî de bi awayekî ewle û bêguhertinê
tomar dike. Her blok daneyên berê bi xwe ve girê dide û ev zincîr pir dijwar e
ku were xapandin an jî biguhere. Ev teknolojî di warê darayî û îtîbarnameyan de
pir tête bikaranîn.
Zincîra Fikirînê (Chain Of Thought) Rêbazeke di
HÇyê de ku modelên zimanê mezin pêvajoyek gavbigav a ramandinê dişopînin,
beriya ku bigihîjin encamekê. Ev teknîk dihêle ku HÇ pirs û girêkên aloz bi gavên
çareserkirinê parve bike û encamên baştir pêşkêş bike. Bi vê rêbazê, model
encamên navberê dihesibîne û difikire, mîna mirovekî û encamên pêbawertir
pêşkêş dike.
Zincîra Ramanê (Chain of Thought) Teknîkeke
HÇê ye ku pirs û girêkan parve dike û bi gavên biçûk çareser dike. Weke mirov
ku gav bi gav li ser pirs û girêkekê difikirin, ev teknîk jî hewl dide ku
pêvajoya ramandinê bişibîne. Di çareserkirina pirs û girêkên tevlihev de tê
bikaranîn. Ev rêbaz ji bo pirsên matematîkî, ramandin û pirs û girêkên mentiqî
bi taybetî bikêr e, ji ber ku dihêle ku model veguherînên pêvajoyê nîşan bide.
Zincîra Ramanê ya Taybet (Special
Thought Chain) Rêbaza ku O3 bikar tîne ji bo ku berî bersivdanê hemû
daneyên pêwendîdar dahûrîn bike û biryareke rast bide. Ev rêbaz alîkariya HÇyê
dike ku pirs û girêkên tevlihev bi awayekî kûrtir dahûrîne û biryarên çêtir
bide. Ev teknîk taybet nîşan dide ku model dikare çavkaniyên xwe yên
hesabkirinê li şûna ramandineke rasterast bikarbîne.
Zîncureyî (Biodiversity) Curbecuriya
jiyanê li ser rûyê erdê. Ev termê hemû cureyên zindeweran, deverên ekolojîk û
genên ku li ser rûyê erdê hene, dihewîne. Zîncureyî ji bo tendirustiya ekopergalê
gelekî giring e, lewra dihêle ku pergalên ekolojîk li ber guhertinan xurt bin.
Windabûna zîncureyiyê ku îro bi leztir dibe, ji bo jiyanê li ser rûyê erdê
tehdîdeke mezin e.
Zivistana Hişê Çêkirî (AI Winter) Demeke ku
eleqe û fonên ji bo lêkolîna hişê çêkirî kêm bûn. Ev term ji bo dema ku
texmînên zêde optimîst pêk nehatin û veberhêner û lêkoler ji qadê vekişiyan, tê
bikaranîn. Du zivistanên HÇyê yên giring di salên 1970an û 1990an de çêbûn. Di
van deman de pêşkeftin di teknolojiyê de gelekî hêdî bû û gumanên mezin derbarê
şiyana HÇyê de hebûn. Ev deman me hîn dikin ku em texmînên xwe yên teknolojîk
bi baldarî pêşkêş bikin.
Zona Emanet (Trust
Zone) Warê ewlehiyê ku agahiyên herî giring û hestiyar têne
parastin. Di warê hişê çêkirî de, ev zon ji bo parastina modelên giring û
daneyên bikarhêner tête bikaranîn.
Ferhenga Derûnnasiyê (Dictionary of
Psychology)
https://online.pubhtml5.com/oawgi/chnn/
https://drive.google.com/file/d/1JGrAqsqv5sUN9JZqyq0scdYW9YcR13-q/view?usp=drivesdk
Comments
Post a Comment