Destpêk
Têgeha
banvenasînî ku bi gelemperî weke "ramîna li ser ramandinê" an
"zanîna li ser zanînê" tê pênasekirin, di warê derûnnasiyê de yek ji
wan têgehên herî girîng e ku di sedsala 20an de geş bûye. Ev têgeh ku di
xebatên feylesofên sedsala 17an ên weke Spinoza (1632-1677) de weke destpêkê
xuya dike, bi lêkolînên derûnî yên nûjen re bûye mijareke sereke ya lêkolînê.
Banvenasînî
ne tenê fêm û têgihîştina pêvajoyên ramîna takekesane ye, lê di heman demê de
rêkûpêkkirina vê pêvajoyê jî di nava xwe de vedihewîne. Di salên dawî de, qada
banvenasînî bi zêdebûna xebatên bîrdozî û ezmûnî re ku ev têgeh di têgihîştina
hişê mirovî de rolek bingehîn dilîze. Niha ev têgeh ne tenê di warê derûnnasiya
venasînî de, lê herwiha di qadên perwerdehiyê, derûnnasiya klînîkî û geşedanê
de jî weke mijareke sereke tê nirxandin.
Banvenasînî çi ye?
Banvenasînî,
li gorî pênaseya Flavell (1979), zanîna takekesekî ya li ser pêvajoyên xwebûna
xwe ya venasînî (cognitive processes) û kontrolkirina van pêvajoyan e. Nelson
(1989) banvenasîniyê weke celebek taybetî ya zanînê pênase dike ku tê de
takekes ne tenê li ser tiştên ku dizane difikire, lê herwiha awayê karanîna vê
zanînê jî birêve dibe. Ev têgeh di warê derûnnasiya venasînî de cihê xwe
girtiye û bi taybetî di perwerdehî, derûnnasiya geşedanê û derûnnasiya klînîkî
de bûye mijareke girîng.
Banvenasînî
di bingeha xwe de ji çend aliyên girîng pêk tê ku ev jî di têgihîştina hişê
mirovî de roleke mezin dilîzin. Takekes bi banvenasîniyê dikare bizanibe ka ew
di kîjan warî de bihêz e û di kîjan warî de qels e, çawa dikare stratejiyên xwe
yên fêrbûnê baştir bike û çawa dikare performansa xwe binirxîne û baştir bike.
Ev hêz û şiyan ne tenê di qada perwerdehiyê de, lê di her qada jiyanê de jî
girîng in.
Aliyên Bingehîn ên Banvenasînî
Banvenasînî
ji sê aliyên bingehîn pêk tê ku ev jî di lêkolînên nûjen de bi awayekî berfireh
hatine pejirandin:
Zanîna
Banvenasînî (Metacognitive Knowledge) zanîna li ser
pêvajoyên venasînî yên takekesane ye. Ev zanîn ji sê beşan pêk tê: Zanîna li
ser takekesî (ka ew çawa fêr dibe, kîjan stratejî ji wî re çêtir dixebitin),
zanîna li ser kar û armancên venasînî (ka kîjan karên venasînî çiqasî zor in),
û zanîna li ser stratejiyên venasînî (ka kîjan rêbaz ji bo kîjan mebestê çêtir
in). Mînak, takekesek dikare bizanibe ku ew di bîranîna navan de ne jêhatî ye,
lê di çareserkirina kêşeyên bîrkariyê de serkeftî ye. Ev zanîn bi gelemperî
stabîl e û di demê de pêş dikeve, lê carinan dikare ne rast be, ji ber ku
baweriyên takekesane dibe ku bermeqlûbê rastiyê be.
Çavdêriya
Banvenasînî (Metacognitive Monitoring) pêvajoya şopandina
rewşa venasînî ya takekesane ye ku di dema çalakiyeke venasînî de diqewime. Ev
şopandin weke pergaleke kontrolê kar dike ku takekes dikare bi rêya wê
binirxîne ka ew çiqasî bi serkeftî ye di çalakiya xwe ya venasînî de. Mînak,
dema ku xwendekarek kitêbekê dixwîne, dikare bi rêya çavdêriya banvenasînî
binirxîne ka ew têgihîştiye an na, an jî dikare bizanibe ka ew çiqasî amade ye
ji bo ezmûn û îmtîhanekê. Ev şopandin ji bo biryargirtinên paşîn ên li ser
stratejiyên venasînî bingehekê peyda dike.
Kontrola
Banvenasînî (Metacognitive Control) rêkûpêkkirina
pêvajoyên venasînî ye ku dikare berdewamî, rawestandin an guhertina stratejiyên
venasînî vebihewîne. Ev kontrol li ser bingeha agahiyên ku ji çavdêriya banvenasînî
tên girtin, biryarê li ser stratejiyên venasînî dide. Mînak, eger xwendekarek
bi rêya çavdêriyê bibîne ku stratejiya wî ya xwendinê ne bi bandor e, dibe ku
ew stratejiyeke nû hilbijêre, weke çêkirina notan, dubarekirina zêdetir an
bikaranîna teknîkên bîranînê.
Ev sê pîvan
bi hev re têkildar in û pergaleke şîkarî û dînamîk ava dikin ku di wê de her
pîvan bandorê li yên din dike. Çavdêrî agahiyan ji bo kontrolê peyda dike,
kontrol stratejiyên nû cih be cih dike û ev stratejiyên nû jî bandorê li zanîna
banvenasînî dike.
Modelên Bîrdozî yên Banvenasînî
Dunlosky û
Narens (1996) modelek pêşxistin ku têkiliya di navbera aliyên cihêreng ên
banvenasînî de rave dikin. Di vê modelê de, asta-ban (meta-level)
modeleke venasînî ya asta-heyberê (object-level) vedihewîne.
Asta-heyberê çalakiyên venasînî yên bingehîn temsîl dike, weke xwendin,
çareserkirina kêşeyekê, bîranîn an ramandin. Asta-ban vê astê dişopîne û
kontrol dike.
Agahiyên ku
ji asta-heyberê tên, bi rêya fonksiyona şopandinê ji asta-banê re têne şandin.
Asta-ban van agahiyan şîrove dike û bi fonksiyona kontrolê van çalakiyan bi
rêkûpêk dike. Ev model weke pergaleke xeleka paşvegaranê (feedback loop)
dixebite ku tê de agahî ji jêr ber jor dibe û kontrol ji jor ber jêr dibe.
Ev model ji
bo têgihîştina awayê ku takekes pêvajoyên xwebûna xwe yên venasînî dişopîne û
rêve dibe girîng e. Mînak, dema ku takekes dixwîne (asta-heyberê), ew dikare
binirxîne ka ew çiqasî baş têdigihîje (çavdêriya banvenasînî) û li gorî vê
nirxandinê dikare biryar bide ka ew ê stratejiya xwe biguherîne an na (kontrola
banvenasînî).
Rêbazên Nirxandina Banvenasînî
Nirxandina
banvenasînî mijareke tevlihev e ji ber ku ev pêvajo carinan di nava hişê
takekesane de diqewime û carinan zor e ku were nirxandin. Lêkoler çend rêbazan
ji bo nirxandina banvenasînî pêşxistine ku li gorî dema berhevkirina daneyan û
awayê ku agahî tê berhevkirin cihêreng in.
Pîvanên
Hevdemî (Concurrent Measures) ev rêbaz di dema çalakiya venasînî de
agahiyan berhev dikin. Mînakên vê yekê protokolên ramîna bi deng in ku takekes
di dema çalakiyê de ramanên xwe bi deng diyar dike, tomarên çavdêriyê ku tevger
û reftarên çavan dişopînin an jî kêşeyên ku di dema çalakiyê de têne pirsin. Ev
rêbaz di destnîşankirina pêvajoyên venasînî yên demkî de bi bandor in û agahiyên
zindî li ser banvenasîniyê didin. Lê ev rêbaz dikarin bandorê li performansa
takekesane bikin, ji ber ku dibe ku çalakiya banvenasînî bandorê li çalakiya
bingehîn bike.
Pîvanên
Ne-hevdemî (Non-concurrent Measures) agahiyên piştî qedandina çalakiyê an berî
destpêkirina wê berhev dikin. Pîvanên pêşverû, weke pirsnameyên xwe-raporkirinê
an pêşbîniyên li ser performansê, armanc dikin ku zanîna takekesane ya li ser
jêhatîbûnên wî yên venasînî binirxînin. Pîvanên paşverû, weke nirxandinên piştî
kar an bertek û refleksiyonên li ser performansê, li ser çalakiya ku hatiye têkûzkirin
disekinin. Ev pîvan ne bandorkar in li ser performansê, lê dibe ku ne ewqasî
rast bin ji ber ku takekes dibe ku ne hemû tiştên ku di dema çalakiyê de
diqewimin bi bîr bîne.
Lêkolerên
weke Veenman (2005) tekez dikin ku bikaranîna pîvanên pirjimar wêneyeke
berfirehtir peyda dike, ji ber ku her rêbaz avantaj û dezavantajên xwe hene. Ev
nêzîkatiya pirjimar dikare têgihîştineke têkûztir ji banvenasîniyê re peyda
bike.
Geşebûna Dibistana Banvenasînî
Li gorî
Dunlosky û Metcalfe (2009), xebatên banvenasînî nîşanî me didin ku nêzîkatiyeke
nû ku weke dibistana banvenasînî (metacognitive school) tê
binavkirin, di zanistên derûnî de derdikeve holê. Ev dibistan wisa armanc dike
ku têgihîştina hişê mirovî bi rêya lêkolîna ramîna li ser ramandinê kûrtir
bike.
Berevajî
metafora kompûterê ku hişê mirovî weke pergaleke mekanîkî ya pêvajoya agahiyan
dibîne, nêzîkatiya banvenasînî ya hişê mirovî weke pergalek xwe-şopandinê û
xwe-rêkûpêkkirinê dibîne. Ev nêzîkatî modeleke venasînî ya berfirehtir pêşkêş
dike ku balê dikişîne ser ka takekes çawa li ser pêvajoyên xwe yên ramandinê
difikire û wan kontrol dike.
Ev dibistan
tekez dike ku hişê mirovî ne tenê pergaleke pêvajoya agahiyan e, lê herwiha
pergaleke ku dikare li ser hebûna xwe binirxîne, xwebûna xwe binirxîne û ‘xwe’ bi
rêve bibe. Ev dîtinek nû ya li ser hişê mirovî di gelek warî de bandoreke mezin
çêkiriye û rêyên nû yên têgihîştina ramandin û fêrbûnê vekirine.
Bandora Banvenasînî di Qadên Cihêreng de
Derûnnasiya Perwerdehiyê
Di
derûnnasiya perwerdehiyê de, banvenasînî bi nêzîkatiya konstrûktîvîst re
têkildar e ku xwendekaran weke ajalên çalak ên fêrbûnê dibîne. Xwendekarên ku
xwedî jêhatîbûnên banvenasînî yên bihêz in, dikarin stratejiyên fêrbûnê yên
bandordar hilbijêrin, performansa xwe bi awayekî rast binirxînin û li gorî
hewcedariyê veguherînan di stratejiyên xwe de bikin.
Mînak,
xwendekarek ku dibîne ku xwendina wî ya pasîf ne bi bandor e, dibe ku dest bi
çêkirina notan, bikaranîna teknîkên bîranînê an jî stratejiyên xwendina çalak
bike. Ev hêz û şiyana xwe-rêkûpêkkirinê di baştirkirina performansa xwendekarî
û pêşvebirina jêhatîbûnên fêrbûnê de roleke mezin dilîze. Xwendekarên ku
jêhatîbûnên banvenasînî yên baş hene, bi gelemperî di ezmûn û îmtîhanên xwe de
serkeftineke mezin distînin û dikarin fêrbûna xwe bi awayekî serbixwe birêve
bibin.
Derûnnasiya Klînîkî
Di
derûnnasiya klînîkî de, lêkolîn li ser têkiliya di navbera pêvajoyên
banvenasînî û nexweşiyên derûnî û giyanî de disekine. Lêkoler lêkolîn dikin ka
çawa pêvajoyên banvenasînî dikarin di têgihîştina û dermankirina nexweşiyên
weke depresyonê, nexweşiyên fikarê, obsesîf-kompûlsîf û gelek nexweşiyên derûnî
û giyanî yên din de bibin alîkar.
Mînak, di
depresyonê de, nexweş carinan di hêz û şiyana xwe ya çavdêriya banvenasînî de
kêmasî hene û nikarin performansa xwe ya venasînî bi rastî binirxînin. Ev yek
dibe sedema ku ew xwe zêdetir rexne bikin û li dijî xwebûna xwe hest bikin.
Destwerdanên ku armanc dikin jêhatîbûnên banvenasînî baştir bikin, di dermankirina
van şiyanan de potansiyeleke mezin destnîşan bidin û dikarin weke beşek ji
dermankirina giştî bêne bikaranîn.
Geşedana Venasînî
Nêzîkatiya
banvenasînî di warê geşedana venasînî de jî bandoreke wê ya kûr heye. Ev
nêzîkatî wisa rave dike ka takekes çawa di nav çalakiyên xwe yên venasînî de
têgihîştinê bi dest dixe û çawa ev hêz û şiyan bi temen re geş dibin. Lêkolîn
nîşanî me didin ku zarok di salên destpêkê de jêhatîbûnên banvenasînî yên
bingehîn hene, lê ev jêhatîbûn bi temen re geş dibin û hêdîhêdî tevlihevtir
dibin.
Mînak,
zarokên biçûk dikarin binirxînin ka ew tiştekî fêm dike an na, lê ew dikarin hin
stratejiyên fêrbûnê hilbijêrin an jî binirxînin ka kîjan stratejî ji wan re
çêtir dixebite. Bi mezinbûnê re, ew van jêhatîbunan geş dikin û dikarin
stratejiyên tevlihevtir bikar bînin. Ev geşedan ne tenê ji bo fêrbûna di
dibistanê de, lê ji bo hemû jiyana takekes girîng e.
Teknolojî û Banvenasînî
Di serdema
teknolojiyê de, lêkolerên nû dixwazin bizanin ka teknolojî çawa dikare ji bo
pêşxistina jêhatîbûnên banvenasînî bê bikaranîn. Pergalên fêrbûna elektronîkî,
bernameyên kompûterê û platformên onlineê dikarin bêne çêkirin da ku
jêhatîbûnên banvenasînî yên bikarhêneran pêşxin.
Mînak,
pergalên ku dikarin şopandina performansê bikin û li takekes nîşan bidin ka ew
di kîjan warî de qels e û kîjan stratejî dikare bikar bîne ji bo baştirkirina
performansê. Ev pergal dikarin xelateke (feedback) demkî bidin û takekes alîkar
bikin ku jêhatîbûnên xwe yên banvenasînî geş bike.
Siberojên Lêkolîna Banvenasînî
Qada
banvenasînî hêj jî di geşedanê de ye û gelek warên ku hewceyî lêkolînê ne hene.
Yek ji wan warên girîng ew e ku têkiliya di navbera banvenasînî û teknolojiya
nû de were lêkolîn kirin. Çawa teknolojiya hişê çêkirî (artificial
intelligence), pergalên fêrbûna elektronîkî û platformên dijîtal dikarin ji
bo pêşxistina jêhatîbûnên banvenasînî bêne bikaranîn?
Herwiha,
lêkolînên li ser têkiliya di navbera çand û banvenasînî de jî girîng in. Ka
jêhatîbûnên banvenasînî li gorî çandên cihêreng vediguhere? Kîjan hêmanên çandî
di geşedana banvenasînî de bandordar in? Ev kêşe bi taybetî di cîhana
globalîzekirî ya îro de girîng e ku mirov bi çandên cihêreng re têkiliyê
datîne.
Wareke din a
girîng jî lêkolîna li ser têkiliya di navbera norozanîn (neuroscience) û
banvenasînî de ye. Çawa pêvajoyên banvenasînî di noronan de diqewimin? Kîjan
beşên noronê di van pêvajoyan de tevlî dibin? Ev lêkolîn dikare bibe alîkar ji
bo têgihîştina kêmasiyên banvenasînî û çêkirina rêbazên dermankirinê.
Encam
Têgeha
banvenasînî di têgihîştina hişê mirovî de nêzîkatiyek nû û berfireh pêşkêş dike
ku ne tenê ji aliyê bîrdozî ve, lê herwiha ji aliyê pratîkî ve jî girîng e. Ev
têgeh ku zanîna li ser zanînê û rêkûpêkkirina pêvajoyên venasînî vedihewîne, di
warên weke derûnnasiya perwerdehiyê, klînîkî, geşedanê û teknolojiyê de
bandoreke kûr çêkiriye.
Zêdebûna
xebatên banvenasînî û belavbûna wan li qadên cihêreng nîşanî me dide ku ev
nêzîkatî xwedî potansiyeleke mezin e ji bo pêşvebirina zanistên derûnî û
giyanî. Banvenasînî ne tenê têgeheke bîrdozî ye, lê herwiha amûrek pratîkî ye
ku dikare di baştirkirina jiyana rojane, perwerdehiyê û siheta derûnî û giyanî
de bê bikaranîn.
Di siberojê
de, yekkirina nêzîkatiyên banvenasînî bi bîrdoziyên din ên derûnî û giyanî re
dikare têgihîştina me ya li ser hişê mirovî hîn kûrtir bike. Lêkolînên li ser
banvenasînî divê berdewam bikin da ku ev potansiyel bi giştî were bikaranîn û
ev zanîn di xizmetiya mirovahiyê de bê bikaranîn. Bi vî awayî, banvenasînî
dikare bibe alîkareke girîng ji bo çêkirina civakeke ku tê de mirov dikarin
jêhatîbûnên xwe yên venasînî baştir bikin û jiyaneke bêtir bi qalîte bijîn.
Çavkanî
Brown, A. L. (1987). Metacognition,
executive control, self-regulation, and other more mysterious mechanisms.
In F. E. Weinert & R. H. Kluwe (Eds.), Metacognition, motivation and
understanding (pp. 65–116). Lawrence Erlbaum Associates.
Dunlosky,
J., & Metcalfe, J. (2009). Metacognition. Sage Publications.
Flavell, J.
H. (1979).
Metacognition and cognitive monitoring: A new area of cognitive-developmental
inquiry. American Psychologist, 34(10), 906–911.
Nelson, T.
O. (1989). Metacognition:
Core issues. Allyn & Bacon.
Nelson, T.
O., & Narens, L. (1996). Why investigate metacognition? In J. Metcalfe
& A. P. Shimamura (Eds.), Metacognition: Knowing about knowing (pp.
1–25). MIT Press.
Perkins, D.
N. (1999). The
many faces of constructivism. Educational Leadership, 57(3), 6–11.
Rubin, D. C. (1999). Memory
in oral traditions: The cognitive psychology of epic, ballads, and counting-out
rhymes. Oxford University Press.
Veenman, M.
V. J. (2005). The assessment of metacognitive skills: What can be learned from
multi-method designs? In C. Artelt & B. Moschner (Eds.), Lernstrategien
und Metakognition: Implikationen für Forschung und Praxis (pp. 77–99).
Waxmann.
Termên sereke
Asta-banê (Meta-level)
Asta bilind a ramandinê ya ku weke "çavdêrê navxweyî (hundurîn)" kar
dike. Ev ast çalakiyên venasînî yên asta-heyberê dişopîne, dinirxîne û kontrol
dike. Mînak, dema ku hûn dixwînin û di heman demê de difikirin "Ma ez ê vê
baş fêm dikim?", hûn di asta-banê de ne.
Asta-heyberê (Object-level)
Asta çalakiyên venasînî yên rasterast û bingehîn in. Ev asta xwendin, nivîsîn,
bîrkirin, bîranîn û çareserkirina kêşeyan vedihewîne. Dema ku hûn tenê li ser
karê xwe yê venasînî difikirin bê ku li ser prosesa xwebûna xwe binirxînin, hûn
di asta-heyberê de ne.
Banvenasînî (Metacognition)
Têgeha bingehîn a nivîsê: "zanîna li ser zanînê" an "ramîna
li ser ramandinê". Ev hêz û şiyana mirovî ye ku dikare li ser pêvajoyên
xwe yên hişî binirxîne, wan fêm bike û kontrol bike. Mînak, zarokek ku dibêje
"Ez di bîranîna hejmaran de ne baş im, lê di çîrokan de bihêz im"
banvenasîniyê bikar tîne.
Çavdêriya
Banvenasînî (Metacognitive Monitoring) Pergala navxweyî (hundurîn)
ya ku performansa me ya venasînî bi awayekî domdar dişopîne. Ev weke
"çavdêrê navxweyî" ye ku her dem dipirse: "Çawa diçe? Çiqasî baş
im? Divê ez tiştekî biguherînim?" Mînak, dema xwendekarek di dema xwendinê
de hest dike ku ew têgihiştinê windaye, ev çavdêriya banvenasîniyê ye.
Derûnnasiya
Geşedanê (Developmental Psychology) Warê zanistî ye ku lêkolîn dike ka mirov
ji dayikbûnê heta mirinê çawa diguhere û geş dibe. Di warê banvenasînî de, ev
beş li ser geşedana hêz û şiyanên "ramîna li ser ramandinê" di
zarokatî û ciwantiyê de disekine.
Derûnnasiya
Klînîkî (Clinical Psychology) Warê derûnnasiyê ku nexweşiyên derûnî û
rêbazên dermankirina wan lêkolîn dike. Di banvenasînî de, ev war li ser
girêdana di navbera kêmasiyên banvenasînî û nexweşiyên weke depresyon û fikarê
disekine.
Derûnnasiya
Perwerdehiyê (Educational Psychology) Warê ku pêvajoyên
fêrbûn û perwerdehiyê di qadên formal û înformal de lêkolîn dike. Banvenasînî
di vî warî de weke amûreke bihêz a ji bo baştirkirina serkeftina xwendekarî tê
bikaranîn.
Derûnnasiya
Venasînî (Cognitive Psychology) Warê derûnnasiyê ku pêvajoyên hişî yên
bingehîn ên weke bîrkirin, bîranîn, têgihîştin, ramandin û fêrbûn lêkolîn dike.
Banvenasînî ji vî warî derketiye û yek ji têgehên wê yên bingehîn e.
Dibistana
Banvenasînî (Metacognitive School) Nêzîkatiya zanistî ya
nû ya ku hişê mirovî ne weke makîneyekê, lê weke pergaleke xwe-şopandinê û
xwe-rêkûpêkkirinê dibîne. Ev dibistan ji şerê dijî metafora "hişê mirovî
weke kompûter" derketiye.
Fonksiyona
Kontrolê (Control Function) Fonksiyona ku biryaran li ser stratejî û
çalakiyên venasînî dide. Ev fonksiyon li gorî agahiyên ji çavdêriyê hatî,
biryar dide ka stratejî biguhere, bihêle, an jî bi awayekî din rêve bibe.
Fonksiyona
Şopandinê (Monitoring Function) Fonksiyona ku rewşa niha ya venasînî dişopîne
û dinirxîne. Weke sensora ku domdar agahiyan li ser performans û pêşkeftinê
berhev dike û ji asta-banê re dişîne.
Geşedana
Venasînî (Cognitive Development) Pêvajoya ku hêz û şiyanên venasînî yên
mirovî bi temen û ezmûnê re geş dibin û başdir dibin. Di zarokatiyê de
banvenasînî hêdî hêdî geş dibe û di mezinbûnê de tevlihevtir dibe.
Jêhatîbûnên
Banvenasînî (Metacognitive Skills) Kom jêhatîbûnên pratîkî
ku mirov dikare fêr bibe û bi kar bîne ji bo şopandina û kontrolkirina
pêvajoyên xwe yên venasînî. Mînak, zanîna ka meriv çawa xwe dinirxîne, stratejî
hilbijêre, an jî fêrbûna xwe plankirin dike.
Kontrola
Banvenasînî (Metacognitive Control) Rêkûpêkkirina çalak a
pêvajoyên venasînî. Ev yek biryarên li ser stratejî dide: "divê ez
berdewam bikim, biguhîrim an jî rawestim?" Mînak, xwendekarek ku dibîne
stratejiya wî ya xwendinê ne bi bandor e û dest bi rêbazeke nû dike.
Nêzîkatiya
Konstrûktîvîst (Constructivist Approach) Nêzîkatiya
perwerdehiyê ku dibêje mirov ne tenê agahiyan distîne, lê wan ava dike û
çêdike. Di vê nêzîkatiyê de, banvenasînî weke amûreke girîng a avakirina zanînê
tê dîtin.
Pêvajoyên
Banvenasînî (Metacognitive Processes) Pêvajoyên çalak û
dînamîk ên ku rêkûpêkkirina çalakiyên venasînî vedihewînin. Ev pêvajo di jiyana
rojane de bi awayekî xweber diqewimin û dikarin bi rêberiyê bêne geşkirin.
Pêvajoyên
Venasînî (Cognitive Processes) Pêvajoyên hişî yên bingehîn weke bîrkirin,
bîranîn, fêrbûn, têgihîştin û çareserkirina kêşeyan. Ev pêvajo ji hêla
pêvajoyên banvenasînî ve têne şopandin û rêkûpêkkirin.
Pergala
Xwe-rêkûpêkkirinê (Self-regulation System) Pergala giştî (tevahî)
ya ku mirov dikare tevger û reftara xwe kontrol bike, armancên xwe danîne û li
gorî wan xwe rêve bibe. Banvenasînî beşeke girîng a vê pergalê ye.
Pîvanên
Hevdemî (Concurrent Measures) Rêbazên lêkolînê ku di dema çalakiya venasînî
de agahiyan berhev dikin. Mînak, daxwaza ji kesekî re ku di dema xwendinê de
ramanên xwe bi deng bibêje. Ev rêbaz agahiyên zindî didin lê dikarin bandorê li
performansê bikin.
Pîvanên
Ne-hevdemî (Non-concurrent Measures) Rêbazên lêkolînê ku agahiyan berî an
piştî çalakiya venasînî berhev dikin. Mînak, pirsname an hevpeyvînên li ser
ezmûna çalakiyê. Ev rêbaz li ser performansê bandorê nakin lê dibe ku ne ewqasî
zelal bin.
Protokolên
Ramîna bi Deng (Think-aloud Protocols) Rêbaza lêkolînê ya ku
takekes daxwaz li wî/wê tê kirin ku di dema çalakiyeke venasînî de hemû ramanên
xwe bi deng bibêje. Ev rêbaz ji bo têgihîştina pêvajoyên venasînî û banvenasînî
pir bikêr e.
Stratejiyên
Venasînî (Cognitive Strategies) Rêbaz û teknîkên ku mirov bikar tîne ji bo
çareserkirina kêşeyan, fêrbûnê an jî pêkanîna karên venasînî. Mînak, çêkirina
nexşeyan, dubarekirina agahiyan, an bikaranîna teknîkên bîranînê.
Takekes (Individual)
Kesê takekesî; mirovê weke tak ku xwedî taybetî û ezmûnên xwebûna xwe ye. Di banvenasînî
de, her takekes awayê xwe yê taybetî yê şopandin û kontrolkirina pêvajoyên
venasînî heye.
Teknîkên
Bîranînê (Memory Techniques) Rêbaz û stratejiyên taybet ku ji bo
baştirkirina bîranînê û parastina agahiyan di bîrê de têne bikaranîn. Mînak,
çêkirina girêdanên, bikaranîna wêne û hestiyaran an dubarekirina bi rêbazên
cihêreng.
Têgihîştina
Hişê Mirovî (Understanding of Human Mind) Zanîn û
têgihîştina giştî li ser awayê ku hişê mirovî dixebite, agahiyan pêvajo dike û
biryaran dide. Ev zanîn di warê banvenasînî de pir girîng e.
Venasîn (Cognition) Hemû
pêvajoyên hişî yên bingehîn ên weke ramandin, zanîn, têgihîştin, nirxandin û
biryardayîn. Banvenasînî li ser van pêvajoyan tê zêdekirin weke asteke jorîn a
şopandina wan.
Xwe-nirxandin (Self-assessment)
Pêvajoya ku takekes performansa xwe, zanîna xwe an jî pêşketina xwe dinirxîne.
Ev beşeke girîng a banvenasînî ye ku dihêle mirov fêm bike ka ew li kîjan
dereceye ye.
Xwe-raportkirin (Self-reporting)
Rêbaza ku takekes agahiyan li ser rewş, hest, ramandin an ezmûnên xwe ji
lêkolerên an kesên din re dide. Di lêkolînên banvenasînî de pir tê bikaranîn.
Xwe-rêkûpêkkirin (Self-regulation)
Hêz û şiyana mirovî ya kontrolkirina tevger û reftara xwe, hestên xwe û
biryargirtina xwe. Ev hêz û şiyaneke bingehîn e ku bi rêya banvenasînî tê geşkirin
û bikaranîn.
Zanîna
Banvenasînî (Metacognitive Knowledge) Zanîna takekesekî li
ser hêz û şiyan, kêmasî û taybetiyên xwe yên venasînî. Ev zanîn ji sê beşan pêk
tê: Zanîna li ser xwebûna xwe weke xwendekar, zanîna li ser kar û armancan û
zanîna li ser stratejî û rêbazan.
Zanistên
Derûnî (Psychological Sciences) Warê berfireh ê zanistî ku mirov,
tevger û reftara wî, hişê wî û jiyana wî ya civakî lêkolîn dike. Banvenasînî
yek ji warên sereke yên van zanistan e û di gelek beşên wan de bandoreke mezin
kiriye.
Comments
Post a Comment