Destpêk
Hest yek ji mijarên herî girîng ên derûnnasiyê ye ku di jiyana me ya rojane
de cihekî taybet dagir dike. Dema ku em li jiyana xwe ya rojane dinêrin, em
dibînin ku hemû kiryar û biryarên me bi rasterî ji hêla hestan ve têne
rêberîkirin. Ji bo nimûne, dema ku em bi kesekî re hevdîtinê dikin, hestên me
yên weke dilxweşî, tirs an jî nîgeranî (rageşî) diyar dikin ka em ê çawa
tevbigerin. Armanca vê vê nivîsê ew e ku bi awayekî hêsan bi cihana aloz a
hestan re me hev-nas bike û fêm bikin bê ka ev hêzên navxweyî çawa li ser
jiyana me bandorê dikin.
Hest ne tenê ezmûnên takekesî ne, lê di heman demê de ew mekanîzmayên
bingehîn ên jiyana civakî ne jî. Ew me dibin digel hevalan, malbat û civakê. Ew
alîkariya me dikin ku em fêm bikin ka takekesên din çi hîs dikin û me digihînin
wan rewşan ku em dikarin bi wan re hestdarbûnê parve bikin.
Pênase û Bingehên Hestan
Hest bi îngilîzî (emotion) tê gotin, ezmûnek e ku taybetmendiyeke wijdanî tê
de heye û di bingeha xwe de derûnî ye. Dema ku em li vê pênaseyê dinêrin, divê
em têbigihêjin ku hest ne tenê tiştekî ku em di serê xwe de hîs dikin e, lê ew
tevgerek e ku di nav laşê me de jî guherînên fîzîkî çêdike. Ew di reftar û
fonksiyonên fîzyolojîk de xwe nîşan dide ku ev jî wateya wê ye ku hest ne tenê
mijareke derûnî ye, lê ew bandoreke rasterî li ser laşê me jî dike.
Peyva wijdanî îşaret bi aliyê çêj, xweşî, êş û janê dike ku ev yek nîşan
dide ka em çawa hestan têdigihîjin. Lê derbirîn "di bingehê xwe de
derûnî" ye tê wateya ku ew ji derûnê tê û aliyê fîzyolojîk weke birçîbûnê hilnagire
nav xwe. Ev jî destnîşan dike ku her çend hest di laşê me de bandorên fîzîkî
çêbikin jî çavkaniya wan di derûnê de ye.
Bîrdoziyên Sereke yên Hestan
Derûnnasên cihê yên sedsala borî bîrdoziyên curbicur ji bo şîrovekirina
awayê çêbûn û xebitandina hestan pêşxistin. Ev bîrdoziyan aliyên curbicur ên vê
mijarê ronî kirin û ji me re rêyên cuda yên fêmkirina hestan nîşan dan.
Bîrdoziya James-Lange ku ji aliyê William James, derûnnasê navdar ê amerîkî
û Carl Lange, zanayê fîzyolojiyê yê danîmarkî ve hatiye pêşxistin, rêbazeke
cuda ya nêzîkbûnê ji mijarê re nîşan da. Li gorî vê bîrdoziyê, bersivên laşî
beriya hestê tên. Ev tê wateya wê ku dema ku em rastî tiştekî dikevin, laşê me
berî ku em hest bikin, bersivê dide. Bo nimûne, dema ku em rastî tiştekî
tirsnak dikevin, dilê me dest bi birçîbûnê dike, destên me dişewitin û paşê em
hesta tirsê hîs dikin. Ev teorî cudahiya mezin ji rêbaza kevneşopî ya ramanbûnê
nîşan da ku pêştir wisa difikirîn ku berî hemû tiştî hest çêdibe û paşê laş
bersiv dide.
Bîrdoziya Cannon-Bard hatiye pêşxistin dema ku Walter Cannon rexne li bîrdoziya
James-Lange girt û teoriyeke din pêşniyar kir ku paşê Philip Bard hinekî
guhertin tê de kir. Li gorî vê bîrdoziyê, agahî ji rûdanê re diçe beşa talamûsê
ya mejî û di heman demê de diçe qişrê mejî, ku hestê çêdike. Ev teorî destnîşan
dike ku hest û bersivên laşî ne bi rêzê ne, lê di heman demê de çêdibin. Bi vî
awayî ev teorî navbeynî di navbera bîrdoziya James-Lange û rêbazên din de ava
dike.
Bîrdoziya venasînî (cognitive) ya modern encama raman û ezmûnên komek
derûnnasan e weke Magda Arnold û Albert Ellis. Ev teorî teqezî li ser rola
ramanbûnê di geşkirina hestan de dike. Li gorî vê bîrdoziyê, şîrovekirina
hestan bi du gavan derbas dibe. Yekem gav şîrovekirina rûdanê ye weke ku di
jîngehê de heye, yanî em ê çawa wê rûdanê fêm bikin. Dûyem gav jî şîrovekirina
wê rûdanê ye ku ji laş tê ji ber tevgera pergala xweser a noronê (rehê), yanî
em ê çawa li bersivên laşê xwe binêrin. Ev teorî girîngiya ramanbûnê di
çêkirina hestan de destnîşan dike û nîşan dide ku çawa şîrovekirina heman rûdanê
ji aliyê mirovên curbicur ve dikare encamên curbicur biafirîne.
Hestên Xweş û Nexweş
Hestên xweş ew hest in ku bi erênî bandorê li laş dikin, çalakiya mejî geş
dikin û derfetê didin mirov ku li hember dijwarî û pirs û girêkên jiyanê xwe
bidomîne. Ew han didin mirov ku zêdetir hewl bide ji bo serketina wan
zehmetiyan ku di jiyana giştî û pîşeyî de rû bi rû dibe. Ev hest bi taybetî
dema ku takekes di tengaviya ramanî (hizrî) de be û pêwîst be ku hemû hêzên xwe
yên laşî ji bo bidestxistina hêviyên xwe bikar bîne, geş dibin û hêz didin mirovî.
Ev hestên erênî hin guherînên laşî yên berbiçav bi xwe re tînin weke
kêmbûna mîzê di xwînê de û daketina rêjeya fosfat û klorîda sodyûmê di laş de.
Ev guherînên kîmyayî nîşan didin ku laş di rewşeke aramî de ye û amade ye ji bo
karên çêtir. Lê dirêjbûna zêde ya vê rewşê jî dibe sedem ku mirov qelew bibe ji
ber ku laş di rewşeke xweş de ye û xwe baş hîs dike. Berbiçavtirîn hestên xweş
kêfxweşî, şadî, geşbînî (optimism), hêvî, germahî û kelecan in ku ev hemû jî
rola erênî di jiyana mirov de bilîzin.
Hestên nexweş ji aliyê din ve ew hest in ku çalakiya zêhnî disekinînin û
dibe sedema ku takekes baweriya xwe bi xwe namîne û stûxwar dibe li hember
zehmetî û dijwariyan. Ev hest mirovî zêde aciz û bêhêz dihesînin û riya
pêşketina wan digirin. Berbiçavtirîn hestên nexweş tirs, saw, rageşî (anxiety),
depresyon û dilgiranî ne ku ev jî dikarin jiyana mirov bi awayekî neyînî bandor
bikin.
Ev hestên neyînî jî hin guherînên laşî yên berbiçav bi xwe re tînin ku
berevajî guherînên laşî yên hestên erênî û xweş in. Ev guherîn pêk tên ji
zêdebûna rêjeya mîzê di xwînê de û bilindûna rêjeya fosfat û klorîda sodyûmê di
laş de ku ev nîşan dide ku laş di rewşeke şer û têkoşînê de ye. Dirêjbûna vê
rewşê dibe sedem ku mirov lawaz bibe ji ber ku laş zêde hêz û şiyanê xerc dike.
Jiyana Rojane
Ji bo ku em van têgînan baştir fêm bikin, em li mînakeke ji jiyana rojane binêrin.
Eger wêneyek asayî û tirsnak di berdema me de xuya bike, yanî eger pêwendiya wê
bi wan tiştan re hebe ku berê êş dane laş an jî me tirsandine, wê demê di
derûnê de hesta tirsê geş dike. Piştî wê geşkirinê, hesta mêrxasiyê an jî hesta
tirs û sawê çêdike ku ev jî li gorî cûreya xwezaya laş, hêza derûnê an jî li
gorî wê yekê ku me berê kiriye vediguhere.
Çi berevanî ji xwe be an jî revîn û bazdan be, dema ku em xwe li hember
tiştekî ziyandar û metirsîdar dibînin, ew tişt wisa li mejiyê her kesî dike ku
amade be da ku beşek ji wêneyên vegerok ên hundurê rijandinê bişîne wan rehên
ku ji bo zivirîn û livandina lingan ji bo revînê tên bikaranîn. Ev mekanîzma
giyanî nîşan dide ku çawa laş û derûn bi hev re dixebitin ji bo parastina me.
Hêdî hêdî em rastî tiştekî balkêş tên ku heman sedem dikare hestên curbicur
li ba mirovan geş bike. Heman ew wêneya ku tiştê tirsnak li ser rijandinê
çêdike û dibe sedema tirsandina hin kesan, dikare li ba hin kesên din mêrxasî û
wêrekiyê geş bike. Sedema vê yekê ew e ku mejiyên hemû kesan heman amadebûnê
nînin. Tevgera wê rijandinê ya ku li ba hin kesan tirsê geş dike, li ba hin
kesên din dibe sedema ku derûn û giyan bikevin kunên din ên mejî ku beşek ji
wan giyanan tê veguhastin ji bo wan rehên ku ji bo livandina dest ji bo
berevanîkirina xwe tên bikaranîn.
Hest û Raman
Di kiryarên metabolîk ên derûnnasiyê de gelek pêvajoyên dijber di dem û
jîngeha diyarkirî de hene ji bo rêkxistina hevsengiya takekesî. Dema ku organên
aloz ên derûnî dikevin kar, her dem kiryarek pêçekiryarek heye ku rengvedana vê
aloziyê ye. Her axaftinek nîşandan û derbîrîna reftar û tevgereke diyarkirî ya
mirov e ku ev jî nîşan dide ka mirov di nav hestan de çawa tevdigere.
Di gel wê axaftina reftarî de du aliyên eşkere û veşartî di heman demê de
hene ku mirov dibe ku li derve tiştekî nîşan bide lê li hundir tiştekî din hîs
bike. Xemgînî û nexemgînî di mirov de dijî hev gulaş dikin ji bo serketina
reftar û tevgerên diyarkirî. Ev jî nîşan dide ku hest ne her dem tiştekî hêsan
e û mirov dikare di heman demê de hestên curbicur bijî.
Divê em hay jê hebin ku encama sereke ya hestan li ser mirov ew e ku derûnê
han dide û amade dike da ku wan tiştan werbigire ku laş jê re amade kiriye. Bo
nimûne, hestkirina bi mêrxasiyê han dide derûnê ku berxwe bide, bi hestên din
jî bi heman awayî ye ku her yek ji wan mirovî ji bo kiryareke taybetî amade
dike.
Sedemên sereke yên hestan çi ne? Dibe ku carinan hest karê derûnê be ku bi
israr be li ser anîna ber çavan a vî tiştî an wî tiştî an xûyekî taybet bi
tiştekî diyarkirî an ew wêneyên ku bê mebest di mejî de pêş dikevin. Her wekî
dema ku em hest dikin xemgîn in an dilxweş in bêyî ku em sedema rasterî ya wê
bizanin. Ev nîşan dide ku hest ne her dem li ser bingeheke eşkere ava dibin.
Hestên Taybet
Çavnebarî (jealousy) cûreyek ji cûreyên tirsê ye ku girêdayî xwestina
parastina xwedîtiya qenciyeke diyarkirî ye. Çavnebarî ji hêza wan sedeman
çavkanî nagire ku wisa li me dikin em wisa bifikirin ku em wê qenciyê ji dest
didin, lê ji xwezayî ew rêzgirtina ku me ji wê qenciyê re heye. Her ev jî wisa
li me dike ku em biçûktirîn babeta cihê nîgeraniyê jî lêbikolin û weke sedemeke
mezin a ji destdana qenciyê li ber çav bigirin.
Hêvî amadebûneke derûnê ye da ku xwe qanih bike bi wê yekê ku ew tiştên ku
ew hez jê dike jê re pêk tên. Sedema wê amadebûnê tevgereke taybettir a derûn û
giyanê ne, ew jî tevgereke dilxweşî û xwestinê ye ku tevlihev bûne. Lê tirs
amadebûneke din a derûnê ye ku derûnê tîne ser wê baweriyê ku ew tiştê ku ew
dixwaze jê re pêk nayê. Ya balkêş ew e ku digel ku ev du hest dijî hev in, lê
em dikarin wan bi hev re li gel hev bînin û di heman demê de hêvî û tirsê
bijîn.
Rûmet meyleke di derûnê de ye ne tenê ji bo rêzgirtina ji wî tiştê ku rêzê
lê digire, lê meyleke ji bo ku digel tirseke biçûk jî stûxwarî wî tiştî bibe da
ku wisa lê bike di berjewendiya wî de be. Ev hest bi taybetî dema ku mirov
tiştekî girîng bi ser xe tîne an jî bi tiştekî ku kiriye rêz dibe, geş dibe.
Dilovanî cûreyek ji cûreyên dilgiraniyan e ku tevlihevî xweşewîstî an
qencîxwaziyê ye li hember wan kesên ku rastî êş û azarê hatine û em wan ne
hêjayî wê êş û azarê dibînin. Loma dilovanî berevajî çavnebariyê ye ji aliyê
babeta wan ve. Her wiha ji tinazpêkirinê (pity) jî cuda ye ji ber ku bi awayên
cuda li meseleyê dinêrin û dilovanî xwestina alîkariyê bi xwe re tîne.
Spasdarî (gratitude) cûreyek ji cûreyên xweşewîstiyê ye ku geşbûna wê bi
sedema kirina karekî diyarkirî ye ji aliyê wan kesan ve ku em ji wan hez dikin.
Em wisa dibînin ku bi kirina wî karî qenciyek li hember me kiriye an bi kêmanî
niyeta qencîgihandina me hebûye. Bi vî awayî spasdarî helgirê heman tiştê
qencîxwaziyê ye. Digel wê yekê jî spasdarî li ser karekî tê avakirin ku taybet
e bi me û em hez dikin qenciya wê vegerînin. Loma bi piranî di derûna wan kesan
de çêdibe ku xanedan û comerd in.
Eger hest ji sînorê asayî yê xwe derkevin wê demê dibe sedema têkçûna hestê
ku di encama komek hêmanên navxweyî û derve de hest rastî têkçûn û tevliheviyê
tên. Wê demê ziyaneke mezin li derûna mirov dide û takekes bi sedema wê tevliheviyê
rastî komek asteng û pirsgirêk û nexweşiyên derûnî tê. Ev rewş dema ku dirêj
dike, dikare bandorên cidî li ser tendirustiya giştî ya mirov bike.
Qonaxên Pêvajoya Hestan
Qonaxa têgihîştinê pêngava yekem e ku di wê de takekes têdigihîje rûdana ku
hestê geş dike. Di vê qonaxê de mirov bi zanînên xwe yên berê agahiyê şîrove
dike û fêm dike ka çi qewimî ye.
Qonaxa nirxandinê jî pêngava dûyem e ku di wê de takekes radibe bi
biryardanê li ser rûdanê bi wê yekê ku rûdan xweş e û cihê dilniyayiyê ye an jî
pirsgirêk û metirsî ye. Ev nirxandin bi zêde girîng e ji ber ku diyar dike ka
çi cure hestê ê geş bibe.
Qonaxa hestê di encama têgihîştina takekesî bi rûdanê û nirxandin û
helsengandinê de çêdibe û xwestinek derket holê ji bo çûna pêş û nêzîkbûnê an
jî çûna paş û dûrketinê ji rûdanê. Ev xwestin bingeha karkirina paşîn e.
Qonaxa derbîrînê wê demê dest pê dike ku guherînên fîzyolojîk ên navxweyî
rû didin. Ev jî amadekariyek e ji bo karkirinê bi wê yekê ku guncaw be digel
helwesta rûdanê. Di vê qonaxê de laş xwe ji bo karkirinê amade dike.
Qonaxa karkirinê qonaxa dawîn e ku di wê de takekes radibe bi karkirin û
bersivdanê weke êrîşkirin, revîn an jî dilxweşbûn û çûna pêş ji kesekî an
tirsîn û paşvekişîn ji tiştekî. Ev qonax encama hemû qonaxên berê ye û nîşan
dide ka mirov ê çawa tevbigere.
Erkên Girîng
Erkê manê (survival) yek ji erkên herî bingehîn ên hestan e. Bi milyonan
sal e xweza geşe bi hestên me dide ku ev jî encama pêvajoya ewlehiyê ye. Di
encama wê de em dibînin ku hest hêzeke veşartî hildigirin û me haydar dikin di
dema alozî û derbasnebûna pêdiviyên me de. Ev bi pergala rêberker (adaptive
system) tê binavkirin. Ev pergal zindeweran di dema alozî û metirsiyên de
haydar dike û alîkariya wan dike ji bo xweguncandina digel daxwazên rewşê.
Erkê wergirtina biryarê (decision making) jî yek ji erkên girîng e ku
geşkirina hestê bi rêje û miqdarê pêwîst alîkariya me dike di biryardanê de.
Hest ne tenê ji me re didin ka em ê çawa hîs bikin, lê wan jî rê li me nîşan
didin ka em ê çi bikin.
Erkê pêwendiyê digel kesên din jî girîng e ji ber ku hest bingeha hemû
pêwendiyên civakî ne. Bi hestên xwe em dikarin fêm bikin ka takekesên din çi
hîs dikin û bi wan re têkiliyek baş ava bikin.
Encam
Hest yek ji hêzên herî bandordar ên jiyana mirov in ku ne tenê ezmûnên
takekesî ne, lê di heman demê de ew mekanîzmayên bingehîn ên jiyana civakî ne
jî. Ew ji destpêka jiyana me heta dawiyê bi me re ne û li her kiryar û biryara
me bandorê dikin. Têgihîştina hestan û awayê xebitandina wan alîkariya me dike
ku em jiyaneke baştir bijîn, pêwendiyên xweştir ava bikin û di rewşên dijwar de
jî xwe kontrol bikin.
Hestên xweş û nexweş her du jî cihê xwe di jiyana me de heye û divê em fêr
bibin ka çawa bi wan re bigerin. Ne hemû hest xerab in, ne jî hemû hest baş in.
A girîng ew e ku em fêm bikin ka kengî û çawa ew çêdibin û em ê çawa bersiva wan
bidin. Bi vî awayî em dikarin ji hêza wan sûd werbigirin û ziyanan kêm bikin.
Di dawiyê de, divê em qebûl bikin ku hest beşeke siruştî (xwezayî) ya
jiyana mirov e û divê em bi wan re neçin, lê fêr bibin ka çawa bi wan re bijîn.
Bi têgihîştina van pêvajoyan em dikarin jiyaneke hevseng û dilxweş bijîn.
Çavkanî:
1-
chrome-extension://efaidnbmnnnibpcajpcglclefindmkaj/https://online.uwa.edu/wp-content/uploads/2019/04/Science-of-Emotion-Guide-UWA.pdf
2-
chrome-extension://efaidnbmnnnibpcajpcglclefindmkaj/https://emotion.wisc.edu/wp-content/uploads/sites/1353/2020/11/James_1884_What_is_an_Emotion.pdf
Comments
Post a Comment