Sawa mirinê ji du peyvên yûnanî "thanatos" û "phobos" pêk tê û wek tanatofobî tê nasîn. Ev rewş û halet tirseke kûr e ku mirov ji ber zanîna ku rojekê dê jiyana wî bi dawî bibe hest pê dike. Di vê rewşê de mirov bi domdarî ramanên neyînî yên derheqê mirinê difikire û xem û saweke mezin dijî. Mirin di nava xwe de, êşkişandin, nediyarbûn, tenêtî, windakirina laş, windakirina merivan, windakirina hişmendî û windabûna nasnameya takekesî vedihewîne.
Sawa mirinê ji dayikbûnê ve di
nava mirovan de heye û di rastiyê de nîşana arezûya jiyanê ye. Li gorî Jung,
tiştê ku sawa mirinê çêdike sawa jiyanê ye. Sedema sawa jiyanê jî ew e ku takekes
di jiyana xwe de nikare yekbûnekê peyda bike û ji aliyê derûnî û civakî ve
nikare lihevhatinekê bi dest xîne. Fromm sawa mirinê dike du beş: ya ewil sawa
mirinê ya asayî ye ku her mirov bi awayekî xwezayî hest pê dike, ya duda jî
sawa mirinê ya patolojîk e ku bi domdarî takekes dilmayî dike û xwedî
taybetmendiyên derhişî, bêhişî û bêaqiliyê ye. Ev cure saw pirî caran di encama
sernekeftinên jiyanê de tê jiyîn.
Herçiqas sawa mirinê û xema
mirinê pirî caran wek heman tişt têne bikaranîn jî, di rastiyê de cûdahiyek di
navbera wan de heye. Sawa mirinê baweriya ku mirin tiştekî tirsnak û xerab e
nîşan dide, dema xema mirinê bi temamî tirsîna ji mirinê û înkarkirina wê
vedibêje.
Li gorî xebata Freud a sala
1915an, ji ber ku em mirinê bi rastî nizanin û nikarin xeyal bikin, em di
derhişiya xwe de wisa bawer dikin ku mirov nemirî ne. Lê Hoffmann li hemberî vê
pirseke girîng dike: "Madem em bi nemirîbûna xwe bawer dikin, çima em
saziyên wek exlaq û olî ji bo derdxistina mirina yê din pêşve tînin?"
Freud û psîkanalîstên din dibêjin ku di binê sawa mirinê de saw û xemek din jî
heye. Heger em di derhişiya xwe de nemirîbûnê diparêzin, wê demê sawa mirinê ya
ku em dibêjin divê forma veguheriyayî ya tirsek din be.
Freud bi navgînên mirin û jiyanê
jî nêzîkî mijarê dibe. Navgîna jiyanê ew hêz e ku tiştan kom dike û mezin dike,
navgîna mirinê jî ew hêz e ku tiştan parçe parçe dike û di dawiyê de winda
dike. Dibêje ku mirov xwedî aliyekî ye ku forma bêcan digere û rewşa
xirabkariyê derdikeve. Di rastiyê de şîkar û dînamîka jiyanê ya ku derdikeve
tenê dema ku em mirin dê bi dawî bibe.
Li gorî teoriya zanînî, sawa
mirinê ji ramana takekesî ya derheqê mirinê pêk tê û xema mirinê beşek ji xema berfireh
e. Nêrîna zanînî dibêje ku ji bo mirin û ramana derheqê mirinê, zanîn û hesta
ji bo birêvebirina saw û xemê rêbaza herî baş ya ruberûbûnê ye. Bi zîq û zûra
jiyanê takekes li ser xema mirinê ya xwe hişyar dibe û bi awayekî bandordar bi
wê re rûberû dibe.
Li gorî Becker hemû tevger û
reftarên mirovan ji xema mirinê derdikevin û sawa mirinê hem mirov vediguherîne
hem jî han û motîve dike. Li gorî Yalom jî bi qebûlkirina ramana mirinê takekes
di jiyana xwe de veguherinên kakilî çê dike. Mezintirîn gefa li hemberî jiyana
me mirin e û hişmendiya mirinbûna me, me bêparastin dike.
Xem û sawa mirinê di civatê de
berbelav e û asta wê li gorî rewşa takekes cûda dibe. Herçiqas em mirinê înkâr
bikin û ramanên mirinê bitepisînin jî, xem û saw bi temamî ji holê ranabe. Sawa
mirinê bi awayekî derhişî di hundurê kesan de cih digire û domdar e. Wisa tê
bawerkirin ku çavkaniyeke sereke ya şêwazên xema giştî sawa mirinê ye.
Helwestên me li hemberî mirinê ji
jîngeh û civaka me, ji baweriyên felsefî û ji wateya ku em ji jiyanê fêm dikin
bandora xwe li me digire. Van helwestan bi rêya tevger û reftarên me bandorê li
me dikin.
Kesên ku di kontrolkirina sawa
mirinê de zehmetiyan dikişînin divê piştgiriya derûnî an derûnbijîşkî bistînin
û kontrolkirina sawa mirinê fêr bibin. Ji bilî wê hebûna armanc û wateya jiyana
takekes, zanîna qîmeta jiyana xwe û bilind bûna asta başitiyê di nava hêmanên
ku sawa mirinê kêm dike de ye.
Li gorî lêkolînan, mirov çiqas bi
hestên xwe û jiyana xwe re li hevhatî be, sawa mirinê ya wî ewqas kêm û qels dibe.
Bi kurtasî mirov dema ku bala xwe bide vê kêliyê ku tê de ye û paşeroja jiyana
xwe, ji aliyê armancdarbûnê ve jiyana xwe erênî binirxîne, jiyana xwe qebûl
bike û bi evîndariya hestyar ku li ser alîkarîdana kesên din zûr û fokus bike
nêzîkî jiyanê dibe, û saw û xema mirinê kêmtir dibe.
Çavkanî
https://my.clevelandclinic.org/health/diseases/22830-thanatophobia-fear-of-death
Comments
Post a Comment