Destpêk Yek ji paradoksên herî jandar a çanda mirovahiyê ev e: Gelên ku demek dirêj di bin zextê sîyasî, çandî û aborî de dijîn, pirî caran ji zimanê xwe yê dayîkê şerm dikin. Ev diyarde ku di lîteratûra civakî de weke şerma hundirîn anjî zordariya navxweyî (internalized oppression) û kolonîzasyona zihnî (colonization of the mind) tê zanîn, ne tenê zimanê mirov winda dike; nasname, bîr û çanda neteweyan jî tune dike. Bîrdoziya Bêahengiya Venasînî (Cognitive Dissonance) Dema takekesek di navbera du rastiyên dijber de dimîne - yên ku "zimanê min hêja ye" û "zimanê min bêkêr e" - hişê mirov hewl dide ku vê nakokiyê çareser bike. Pirî caran, ji ber ku hêza pergalê mezintir e ji hêza takekesî, mirov dest bi qebûlkirina nirxê neyînîbûna zimanê xwe dike. Ev pêvajo bi awayekî bêhişî û derhişî pêk tê û di demên zaroktiyê de, dema ku şexsîyet tê avakirin, herî bandordar e. Pergala Hegemonyayê Li gorî bîrdoziya Antonio Gramsci, hegemonyaya çandî dema ku çîn an kom...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی