Destpêk
Derûnkolînerî, hemû bêçaretî, kemasî û pirsên girîng ên derûnî yên mirovan bi
zaroktiya wan ve girêdide. Bi taybetî jî ku temenê wan di navbera 0-6 salan de
be, radeya dijwariyê bilindtir dibe. Li gorî derûnkolîneriyê, bingeha nasname,
xwebûn, ezî (ego), kesayet, xwe-rêzdarî (self-esteem) û şexsiyet (character) di
serdema zaroktiyê de tê avêtin. Dîsa bingeha têkûziya hestan (sense of
completeness) jî di van salan de tê avêtin.
Derûnkolîner dibêjin ku eger ev di van salan de pêk neyê, di seranserê
jiyana xwe de em ê rastî gelek pirsgirêkên derûnî bên û pir zehmetiyan
bikişînin. Ev jî girîngiya jiyana zaroktiyê dide xuyakirin. Bi rastî jî dema ku
em li xwe difîkirin, gelek tiştên ku hatine serê me em zû ji bîr dikin, lê
tiştên zaroktiyê zûbizû ji bîra mirov naçin; weke ku di mîreyekê de xuya bikin,
li ber çavên mirov in.
Têgehên Bingehîn
Pir caran têgehên xwebûn, ezî, şexsiyet, nasname û kesayetî li şûna hevdu
tên bikaranîn. Lê gava ku em hinekî hûr û kûr li ser bifîkirin û di geşedana
wan ya derûnnasiyê de bipojînin, em ê cudahiya wan çêtir bibînin.
Mînak, Freud bi elmanî dinivîsand û di nivîsên xwe de qet "id",
"ego" û "super ego" bi kar neaniye; li şûna wan bi elmanî
"ich, es û über ich" (ez, ew û bilindezî) bi kar aniye. Wergêr gava
ku ji bo îngilîzî ji elmanî werger kiriye, latîniya wan bi kar aniye û bi vî
awayî "ego" (ez), "id" (nizmezî) û "super ego"
(bilindezî) belav bûye.
Ji aliyê zihnî (mental) ve, dema ku em dibêjin "ez", em qala
"ego"yê dikin. Lê dema ku em dibêjin "ezîtî", ji aliyê
zihnî û bejnûbal ve em qala xwebûnê (self) dikin. Ji bilî qada derûnnasiyê, bi
taybetî jî di nav gel de "ezîtî" weke kesê ku xwe diecibîne tê
bikaranîn.
Bi vî awayî, nasname û kesayet (personality) jî li şûna hevdu tên
bikaranîn. Nasname bêtir taybetmendiya yekî ye: nav, paşnav, zayend, reng,
netew û hwd. Ango taybetmendiyên ku yekî ji yên din cuda dikin. Lê kesayet bi
demê re dikemile û derdikeve holê. Di kesayetiyê de mirov bi hest, nêst,
helwest û bi tevgera xwe ji yên din cuda dibe.
Bîrdoziya Derûnxwebûnî ya Heinz
Kohut
Heinz Kohut di bîrdoziya xwe ya derûnxwebûnî (self psychology theory) de
behsa girîngiya geşedana xwebûnê dike û dibêje: Di serdema zaroktî û kamilbûnê
de, kemasî û pirsgirêkên ku di pêvajoya mîrêkirin (mirroring), xweyîkirina
veguherîner (transmuting internalization) û cihêbûn-takekesîbûnê
(separation-individuation) de derdikevin holê, rê li ber nexweşiyên xwebûnê
(self pathologies) vedikin.
Heman tişt ji bo avakirina nasnameyê (identity formation) ya zarok û
ciwanan jî derbasdar e. Weke ku tê zanîn, Erikson mijara avakirina nasnameyê
herî zêde bi kar aniye. Erikson bi xwe jî bîrdozgerekî derûnxwebûnî ye. Erikson
di destpêka xebatên xwe de pênaseya nasnameya eziyê (ego identity) bi kar
dianî, lê gava ku xebatên wî ber bi dawî ve çûn, got ku em dikarin li şûna
nasnameya eziyê "nasnameya xwebûnê" (self identity) bi kar bînin.
Têkiliya Xwebûn û Nasnameyê
Derûnkolîner, aloziya nasnameyê (identity confusion) jî bi nexweşiya
xwebûnê ve girêdidin û dibêjin: Îmaja xwebûnê (self-images) bi saya nasnameya
xwebûnê têkûz dibe. Îmaja xwebûnê tê wateya berdewamiya hevgirtina hestên
xwebûnê, û ev jî di heman demê de bi pênaseya xwebûnê re têkildar e. Ev têkilî
bi heybaran (object), bi derdora civakî, nasnameya civakî, nasnameya karûbar,
nasnameya zayendiyê û hwd. re tê dîtin.
Mirov nikare xwebûn û nasnameyê ji hevdu cuda bifikire, ji ber ku bi saya
hestên nasnameyê û pergala xwebûnê, berdewamiya hestan têkûz dibe. Nasname, di
heman demê de, pêwendiya xwebûnê bi heybaran û derdora civakî re çêdike û vê
pêwendiyê bi wan dide nasîn.
Xwebûn (Self)
Heinz Kohut di pirtûka xwe ya bi navê "The Restoration of the
Self" (Nûkirina Xwebûnê) de hin erkên nûjen li ser eziyê zêde kirine û
têgeha "self"ê (xwebûn) derxistiye holê. Kohut li ser têgehên
derûnkolîneriyê guherinên bingehîn pêk anîne.
Kohut di vê pirtûka xwe de dibêje: Di encama danûstandina xwebûn û
heybera-xwebûnê (self-object) de, xwebûneke qewîn tê avakirin. Heinz Hartmann
jî "xwebûn"ê ji bo nasîna jiyana navxweyî pêşniyaz dike. Kohut jî
mîna Hartmann difikire û dibêje: Xwebûn, berhevkara têgehan û navenda rûdanan
e.
Pitik ji bo ku ji aliyê giyanî (spiritual) ve jiyana xwe berdewam bikin,
hewcedariya wan bi heybera xwebûnê, ango bi kesekî duyem heye. Zeximbûna
hevgirtina xwebûnê bi rêya têkiliya xwebûn û heybera-xwebûnê ve pêkan e. Ev
têkilî ji geşedana derûnî re bingeh e.
Pitik bi demê re heybera xwebûnê dihêlîne, ji vê re em dibêjin xweyîkirina
veguherîner (transmuting internalization). Kêm-zêde em dikarin bibêjin ku
xwebûn ji temsîla heybaran (object representation) pêk tê. Xwebûn gelek caran
tê wateya xweferqkirin, ango xwenasîn (self-consciousness) jî.
Têkiliya Dê û Pitikan
Dê ji bo pitikan heybera xwebûnê ye, ango pitik xwebûna dêya xwe bi kar
tîne. Gava nêzîkdayîna dê bi hevdilî (empathy) be, dikare hesta-xwebûnê
(self-sense) ya pitikan geş bike û bi pêş ve bibe. Di pêwendiya dê û pitikan
de, gava nêzîkdayîna dê bi hevdilî be, pitik jiyan û rewşaderûnî ya heybera
xwebûnê weke ya xwe dibîne.
Bi awayekî din, dê ji bo pitikan mîrek e. Kohut ji vê re dibêje mîrêkirin
(mirroring). Ev erka mîrêkirinê bingeha xwebûna pitikan ava dike. Pitik
taybetmendiyên ku ji aliyê dê ve tên mîrêkirin, li gorî dilê xwe hildibijêrin.
Kohut ji vê pêvajoyê re dibêje xweyîkirina veguherîner; ev jî fersendê dide
pitikan ku xwebûnê di avaniya derûnî de bi cih û zexim bike.
Nexweşiyên Xwebûnê
Kohut dibêje: Ew kesên ku ji derve alîkariyeke heybera xwebûnê nebînin; xwe
bêqîmet, bêker, bêçare, kêm û weke ku kontrola xwe windakirine his dikin. Kohut
vê rewşê weke aloziya xwebûnê (disturbance of self) bi nav dike.
Kohut van nexweşiyên xwebûnê di pênc vebiran de vedikole:
- Dînîtî
(psychoses)
- Rewşa
tixûbî (borderline condition)
- Kesayetiyên
şîzoid û paranoid (schizoid and paranoid personalities)
- Bêpergaliya
reftariyên narsîstîk (narcissistic behavior disorder)
- Bêpergaliya
kesayetiya narsîstîk (narcissistic personality disorder)
Kohut dibêje: Hem di bêpergaliya kesayetiya narsîstîk û hem jî di
bêpergaliya reftariyên narsîstîk de, kemasî û qelsbûn di xwebûnê de tên dîtin.
Lê di bêpergaliya kesayetiya narsîstîk de bêpergaliya xwebûnê (self disorder)
girantir e.
Sîndromên Nexweşiya Xwebûnê
Li gorî cudahiya helwesta heybera xwebûnê, Kohut sîndromên nexweşiyê wisa
dabeş dike:
- Xwebûna
kêmhişyarkirî (under-stimulated self)
- Xwebûna
jihevketî (fragmenting self)
- Xwebûna
zêde-hişyarkirî (over-stimulated self)
- Xwebûna
zêde-bargiranî (over-burdened self)
Nasname (Identity)
Têgeha nasnameyê bi hezarsalan e ku di nav govenda feylesofan de li serê
govandê ye. Ji "xwe nas bike!" ya Socrates bigirin, heta roja me bi
sedan zanyaran li ser vê têgehê lêkolîn, nirxandin, şîrove û gengaşî kirine.
Avakirina Nasnameyê
Avakirina nasnameyê bi hesta berdewamiya aîdbûnê dest pê dike û bi hezbûna
yekgirtiya xwewekdîtinên (identification) pêşwext bi cih dibe. Dema ku hêvî û
gumana yekî ji xwewekdîtinê nemine, avakirina nasnameyê dest pê dike.
Derûnnas bi giştî bi pirsa "Ez kî me?" li bersiva nasnameyê
digerin. Ango bi çavên xwe "xwe" çawa dîtin e. Hîma nasnameyê di
xwewekdîtinên nasên mirov de veşartî ye. Jixwe destpêka nasnameyê bi saya
xwewekdîtinên mirovên derdorê tê destpêkirin.
Hin derûnkolîner dibêjin ev destpêk di zikê dê de dest pê dike. Zarok di
zikê dêya xwe de pêwendiyê bi derdora xwe re datîne û bi hiş an derhiş pira
xwewekdîtinê ava dike. Divê em bi bîr bînin ku zarok yekoyeko derdora xwe kopî
(copy) nake; tenê serpêhatiyên derdora xwe di nav "xwe" de dihêlîne û
wekheviyeke hevpar (collective identical) bi derdora xwe re saz dike.
Qonaxên Erik Erikson
Erik Erikson bi xebatên xwe yên li ser avakirina nasname û kesayetiyê bi
nav û deng e. Erikson bîrdoziya geşedana derûncivakiyê (theory of psychosocial
development) bi heşt qonaxan dinirxîne. Van qonaxan di qada zanistiyê de pir
deng vedan, ji ber vê yekê gelek kesan ev weke "Qonaxên Erikson"
(Erikson's Stages) bi nav kirin.
Erikson pênc qonaxên geşedana derûnzayendî yên Freud (Freud's five stages
of psychosexual development) ji hevdu veqetand û li tevahiya jiyanê belav kir.
Pênc Qonaxên Freud
- (0-1
sal) Qonaxa devkî (oral stage)
- (1-3
sal) Qonaxa anûsê (anal stage)
- (3-6
sal) Qonaxa talîk (phallic stage)
- (7-11
sal) Qonaxa veşartinê (latency stage)
- (12+
sal) Qonaxa genîtal (genital stage)
Li gorî Erikson, nasname herçiqas di serdema kamilbûn (puberty) û ciwaniyê
(adolescence) de bê avakirin jî, ji binyata îdeolojiya derdorê jî ji eziyê re
dibe bingeh. Lewre mirov nikare zarok û ciwanan ji îdeolojiya derdorê xalî bike
û eziyê di cihekî taybet de xwedî bike.
Nasnameya Civakî û Neteweyi
Edith Jacobson di pirtûka xwe ya bi navê "The Self and the Object
World" (Xwebûn û Cîhana Heybaran) de, fîkr û ramanên Erikson bi pêş ve
dibe û dibêje: Li ser geşbûna hesta nasnameyê, heval û dibistan jî bi bandor
in. Karnên ji heman temen û zayendê pêk tên, bi serpêhatiyên xwe hesta
nasnameya takekesiyê zexmtir dikin.
Cureyên Nasnameyê
Madan Sarup di pirtûka xwe ya bi navê "Identity, Culture and the
Postmodern World" (Nasname, Çand û Cîhana Postmodern) de dibêje ku bi
giştî du cure nasname hene:
- Li gorî
kevneşopan (traditionalists): Zayend, çîn, çand, ziman,
netew û hwd. bi hev re dixebitin û nasnameyeke hevgirtî, yekpare û
neguherbar ava dikin.
- Li gorî
nerîna nûjen: Divê nasname di nav pêvajoyeke berdewam de, hem
ji aliyê derûnî û hem jî ji aliyê civakî ve bê nirxandin.
Li gorî têgihîştina nasnameya çîrokî (narrative identity), her ku em behsa
çîroka jiyana xwe dikin, em pê re jî nasnameya xwe ava dikin.
Nasnameya Neteweyî
Nasnameya neteweyî (national identity) binyateke ku ji aliyê hin kesên
xuyayî ve ji bo armancekê tê şewandin û tê rêvebirin e. Bêguman ev armanca
avakirina nasnameya neteweyî pêvajoyeke polîtîk e ku pê neteweyekê bê sazkirin.
Divê em bizanîbin ku di rastiyê de avakirina çandeke hevpar an jî
karakterekî neteweyî ewqasî ne hêsan e û pêvajoyeke aloz e. Lewre nasnameya neteweyî
pêvajoyeke wisa ye ku her dem lê tê pirsîn, pirs jê tê kirin û ji nû ve tê
tarîfkirin û tê nasîn.
Bandora Teknolojiyê li ser Nasnameyê
Bi pêşketina teknolojiyê, êdî civakeke teknolojîk ava bûye. Lewre di civakê
de wateya cih/şûn/war nemaye an jî pir kêm bûye. Şûnwarên ku nasnameyê hebûna
xwe li ser ava dikir, bi teknolojiyê guherî û ji nû ve şewe û teşe girt.
Derûnnas û civaknasê Sherry Turkle di warê bikaranîna teknolojiyê de gelek
xebatên giranbiha kirine. Yek ji wan xebatan jî bandora civînên onlayn (online
communities) li ser avakirina nasnameya kesayetiyê ye. Di vê xebata xwe de bi
hûrgulî behsa avakirina "online persona" (takekesiya onlayn) û
bikaranîna wê ya di jiyana rojane de, pirsgirêk û encamên wê dike.
Kes bi nasnameyên onlayn (online identities) xwebûna xwe li gorî rûyên xwe
û rewşa "yên din" ve diguherîne. Ev lêkolîn dide pejirandin ku jiyana
onlayn bûye jiyaneke duyemane.
Encam
Heinz Kohut di bin banê derûnxwebûniyê (self psychology) de xwebûnê bi
geşedana bîrdozî ya derûnkolînerî ya nûjen dinirxîne. Gava ku yekem car ev
bîrdozî derket holê, xwebûn di nav eziyê de weke temsîla xwebûnê (self
representation) dihat fîkîrîn. Dûvre weke tiştekî serbixwe hate nirxandin û
lêkolîn.
Di encamên van xebatan de, Kohut têgeha heybera xwebûnê derxist holê.
Heybera xwebûnê parçeyekî xwebûnê ye ku ji dê, bav û ji kesên derdora zarokan
pêk tê.
Weke encam, mirov dikare bibêje ku hesta nasnameyê têgeheke ku xwe bi
berdewamiya hesta xwebûnê tîne zimên. Di heman demê de, bi heyberên xwebûnê û
bi têkiliya civakî xwe dinase û dide nasîn. Ango cihê nasnameyê di nav xwebûnê
de cihekî taybet e.
Çavkanî
- Kohut,
H. (1987). The Analysis of the Self (Dahûrandina Xwebûnê).
International Universities Press.
- Kohut,
H. (1988). The Restoration of the Self (Restorasyona Xwebûnê).
International Universities Press.
- Kohut,
H. (1978). Disorders of Self and Their Treatment. International Journal
of Psycho-Analysis.
- Erikson,
E. H. (1968). Identity, Youth and Crisis (Nasname, Ciwan û Qeyran).
W.W. Norton Company.
- Greenberg, J. R., & Mitchell, A. S. (1983). Object Relations in Psychoanalytic Theory. Harvard University Press
- Sarup,
M. (2005). Identity, Culture and the Postmodern World. Edinburgh
University Press.
Comments
Post a Comment