Skip to main content

XWEBÛN Û NASNAME

Destpêk

Derûnkolînerî, hemû bêçaretî, kemasî û pirsên girîng ên derûnî yên mirovan bi zaroktiya wan ve girêdide. Bi taybetî jî ku temenê wan di navbera 0-6 salan de be, radeya dijwariyê bilindtir dibe. Li gorî derûnkolîneriyê, bingeha nasname, xwebûn, ezî (ego), kesayet, xwe-rêzdarî (self-esteem) û şexsiyet (character) di serdema zaroktiyê de tê avêtin. Dîsa bingeha têkûziya hestan (sense of completeness) jî di van salan de tê avêtin.

Derûnkolîner dibêjin ku eger ev di van salan de pêk neyê, di seranserê jiyana xwe de em ê rastî gelek pirsgirêkên derûnî bên û pir zehmetiyan bikişînin. Ev jî girîngiya jiyana zaroktiyê dide xuyakirin. Bi rastî jî dema ku em li xwe difîkirin, gelek tiştên ku hatine serê me em zû ji bîr dikin, lê tiştên zaroktiyê zûbizû ji bîra mirov naçin; weke ku di mîreyekê de xuya bikin, li ber çavên mirov in.

Têgehên Bingehîn

Pir caran têgehên xwebûn, ezî, şexsiyet, nasname û kesayetî li şûna hevdu tên bikaranîn. Lê gava ku em hinekî hûr û kûr li ser bifîkirin û di geşedana wan ya derûnnasiyê de bipojînin, em ê cudahiya wan çêtir bibînin.

Mînak, Freud bi elmanî dinivîsand û di nivîsên xwe de qet "id", "ego" û "super ego" bi kar neaniye; li şûna wan bi elmanî "ich, es û über ich" (ez, ew û bilindezî) bi kar aniye. Wergêr gava ku ji bo îngilîzî ji elmanî werger kiriye, latîniya wan bi kar aniye û bi vî awayî "ego" (ez), "id" (nizmezî) û "super ego" (bilindezî) belav bûye.

Ji aliyê zihnî (mental) ve, dema ku em dibêjin "ez", em qala "ego"yê dikin. Lê dema ku em dibêjin "ezîtî", ji aliyê zihnî û bejnûbal ve em qala xwebûnê (self) dikin. Ji bilî qada derûnnasiyê, bi taybetî jî di nav gel de "ezîtî" weke kesê ku xwe diecibîne tê bikaranîn.

Bi vî awayî, nasname û kesayet (personality) jî li şûna hevdu tên bikaranîn. Nasname bêtir taybetmendiya yekî ye: nav, paşnav, zayend, reng, netew û hwd. Ango taybetmendiyên ku yekî ji yên din cuda dikin. Lê kesayet bi demê re dikemile û derdikeve holê. Di kesayetiyê de mirov bi hest, nêst, helwest û bi tevgera xwe ji yên din cuda dibe.

Bîrdoziya Derûnxwebûnî ya Heinz Kohut

Heinz Kohut di bîrdoziya xwe ya derûnxwebûnî (self psychology theory) de behsa girîngiya geşedana xwebûnê dike û dibêje: Di serdema zaroktî û kamilbûnê de, kemasî û pirsgirêkên ku di pêvajoya mîrêkirin (mirroring), xweyîkirina veguherîner (transmuting internalization) û cihêbûn-takekesîbûnê (separation-individuation) de derdikevin holê, rê li ber nexweşiyên xwebûnê (self pathologies) vedikin.

Heman tişt ji bo avakirina nasnameyê (identity formation) ya zarok û ciwanan jî derbasdar e. Weke ku tê zanîn, Erikson mijara avakirina nasnameyê herî zêde bi kar aniye. Erikson bi xwe jî bîrdozgerekî derûnxwebûnî ye. Erikson di destpêka xebatên xwe de pênaseya nasnameya eziyê (ego identity) bi kar dianî, lê gava ku xebatên wî ber bi dawî ve çûn, got ku em dikarin li şûna nasnameya eziyê "nasnameya xwebûnê" (self identity) bi kar bînin.

Têkiliya Xwebûn û Nasnameyê

Derûnkolîner, aloziya nasnameyê (identity confusion) jî bi nexweşiya xwebûnê ve girêdidin û dibêjin: Îmaja xwebûnê (self-images) bi saya nasnameya xwebûnê têkûz dibe. Îmaja xwebûnê tê wateya berdewamiya hevgirtina hestên xwebûnê, û ev jî di heman demê de bi pênaseya xwebûnê re têkildar e. Ev têkilî bi heybaran (object), bi derdora civakî, nasnameya civakî, nasnameya karûbar, nasnameya zayendiyê û hwd. re tê dîtin.

Mirov nikare xwebûn û nasnameyê ji hevdu cuda bifikire, ji ber ku bi saya hestên nasnameyê û pergala xwebûnê, berdewamiya hestan têkûz dibe. Nasname, di heman demê de, pêwendiya xwebûnê bi heybaran û derdora civakî re çêdike û vê pêwendiyê bi wan dide nasîn.

Xwebûn (Self)

Heinz Kohut di pirtûka xwe ya bi navê "The Restoration of the Self" (Nûkirina Xwebûnê) de hin erkên nûjen li ser eziyê zêde kirine û têgeha "self"ê (xwebûn) derxistiye holê. Kohut li ser têgehên derûnkolîneriyê guherinên bingehîn pêk anîne.

Kohut di vê pirtûka xwe de dibêje: Di encama danûstandina xwebûn û heybera-xwebûnê (self-object) de, xwebûneke qewîn tê avakirin. Heinz Hartmann jî "xwebûn"ê ji bo nasîna jiyana navxweyî pêşniyaz dike. Kohut jî mîna Hartmann difikire û dibêje: Xwebûn, berhevkara têgehan û navenda rûdanan e.

Pitik ji bo ku ji aliyê giyanî (spiritual) ve jiyana xwe berdewam bikin, hewcedariya wan bi heybera xwebûnê, ango bi kesekî duyem heye. Zeximbûna hevgirtina xwebûnê bi rêya têkiliya xwebûn û heybera-xwebûnê ve pêkan e. Ev têkilî ji geşedana derûnî re bingeh e.

Pitik bi demê re heybera xwebûnê dihêlîne, ji vê re em dibêjin xweyîkirina veguherîner (transmuting internalization). Kêm-zêde em dikarin bibêjin ku xwebûn ji temsîla heybaran (object representation) pêk tê. Xwebûn gelek caran tê wateya xweferqkirin, ango xwenasîn (self-consciousness) jî.

Têkiliya Dê û Pitikan

Dê ji bo pitikan heybera xwebûnê ye, ango pitik xwebûna dêya xwe bi kar tîne. Gava nêzîkdayîna dê bi hevdilî (empathy) be, dikare hesta-xwebûnê (self-sense) ya pitikan geş bike û bi pêş ve bibe. Di pêwendiya dê û pitikan de, gava nêzîkdayîna dê bi hevdilî be, pitik jiyan û rewşaderûnî ya heybera xwebûnê weke ya xwe dibîne.

Bi awayekî din, dê ji bo pitikan mîrek e. Kohut ji vê re dibêje mîrêkirin (mirroring). Ev erka mîrêkirinê bingeha xwebûna pitikan ava dike. Pitik taybetmendiyên ku ji aliyê dê ve tên mîrêkirin, li gorî dilê xwe hildibijêrin. Kohut ji vê pêvajoyê re dibêje xweyîkirina veguherîner; ev jî fersendê dide pitikan ku xwebûnê di avaniya derûnî de bi cih û zexim bike.

Nexweşiyên Xwebûnê

Kohut dibêje: Ew kesên ku ji derve alîkariyeke heybera xwebûnê nebînin; xwe bêqîmet, bêker, bêçare, kêm û weke ku kontrola xwe windakirine his dikin. Kohut vê rewşê weke aloziya xwebûnê (disturbance of self) bi nav dike.

Kohut van nexweşiyên xwebûnê di pênc vebiran de vedikole:

  1. Dînîtî (psychoses)
  2. Rewşa tixûbî (borderline condition)
  3. Kesayetiyên şîzoid û paranoid (schizoid and paranoid personalities)
  4. Bêpergaliya reftariyên narsîstîk (narcissistic behavior disorder)
  5. Bêpergaliya kesayetiya narsîstîk (narcissistic personality disorder)

Kohut dibêje: Hem di bêpergaliya kesayetiya narsîstîk û hem jî di bêpergaliya reftariyên narsîstîk de, kemasî û qelsbûn di xwebûnê de tên dîtin. Lê di bêpergaliya kesayetiya narsîstîk de bêpergaliya xwebûnê (self disorder) girantir e.

Sîndromên Nexweşiya Xwebûnê

Li gorî cudahiya helwesta heybera xwebûnê, Kohut sîndromên nexweşiyê wisa dabeş dike:

  1. Xwebûna kêmhişyarkirî (under-stimulated self)
  2. Xwebûna jihevketî (fragmenting self)
  3. Xwebûna zêde-hişyarkirî (over-stimulated self)
  4. Xwebûna zêde-bargiranî (over-burdened self)

Nasname (Identity)

Têgeha nasnameyê bi hezarsalan e ku di nav govenda feylesofan de li serê govandê ye. Ji "xwe nas bike!" ya Socrates bigirin, heta roja me bi sedan zanyaran li ser vê têgehê lêkolîn, nirxandin, şîrove û gengaşî kirine.

Avakirina Nasnameyê

Avakirina nasnameyê bi hesta berdewamiya aîdbûnê dest pê dike û bi hezbûna yekgirtiya xwewekdîtinên (identification) pêşwext bi cih dibe. Dema ku hêvî û gumana yekî ji xwewekdîtinê nemine, avakirina nasnameyê dest pê dike.

Derûnnas bi giştî bi pirsa "Ez kî me?" li bersiva nasnameyê digerin. Ango bi çavên xwe "xwe" çawa dîtin e. Hîma nasnameyê di xwewekdîtinên nasên mirov de veşartî ye. Jixwe destpêka nasnameyê bi saya xwewekdîtinên mirovên derdorê tê destpêkirin.

Hin derûnkolîner dibêjin ev destpêk di zikê dê de dest pê dike. Zarok di zikê dêya xwe de pêwendiyê bi derdora xwe re datîne û bi hiş an derhiş pira xwewekdîtinê ava dike. Divê em bi bîr bînin ku zarok yekoyeko derdora xwe kopî (copy) nake; tenê serpêhatiyên derdora xwe di nav "xwe" de dihêlîne û wekheviyeke hevpar (collective identical) bi derdora xwe re saz dike.

Qonaxên Erik Erikson

Erik Erikson bi xebatên xwe yên li ser avakirina nasname û kesayetiyê bi nav û deng e. Erikson bîrdoziya geşedana derûncivakiyê (theory of psychosocial development) bi heşt qonaxan dinirxîne. Van qonaxan di qada zanistiyê de pir deng vedan, ji ber vê yekê gelek kesan ev weke "Qonaxên Erikson" (Erikson's Stages) bi nav kirin.

Erikson pênc qonaxên geşedana derûnzayendî yên Freud (Freud's five stages of psychosexual development) ji hevdu veqetand û li tevahiya jiyanê belav kir.

Pênc Qonaxên Freud

  1. (0-1 sal) Qonaxa devkî (oral stage)
  2. (1-3 sal) Qonaxa anûsê (anal stage)
  3. (3-6 sal) Qonaxa talîk (phallic stage)
  4. (7-11 sal) Qonaxa veşartinê (latency stage)
  5. (12+ sal) Qonaxa genîtal (genital stage)

Li gorî Erikson, nasname herçiqas di serdema kamilbûn (puberty) û ciwaniyê (adolescence) de bê avakirin jî, ji binyata îdeolojiya derdorê jî ji eziyê re dibe bingeh. Lewre mirov nikare zarok û ciwanan ji îdeolojiya derdorê xalî bike û eziyê di cihekî taybet de xwedî bike.

Nasnameya Civakî û Neteweyi

Edith Jacobson di pirtûka xwe ya bi navê "The Self and the Object World" (Xwebûn û Cîhana Heybaran) de, fîkr û ramanên Erikson bi pêş ve dibe û dibêje: Li ser geşbûna hesta nasnameyê, heval û dibistan jî bi bandor in. Karnên ji heman temen û zayendê pêk tên, bi serpêhatiyên xwe hesta nasnameya takekesiyê zexmtir dikin.

Cureyên Nasnameyê

Madan Sarup di pirtûka xwe ya bi navê "Identity, Culture and the Postmodern World" (Nasname, Çand û Cîhana Postmodern) de dibêje ku bi giştî du cure nasname hene:

  1. Li gorî kevneşopan (traditionalists): Zayend, çîn, çand, ziman, netew û hwd. bi hev re dixebitin û nasnameyeke hevgirtî, yekpare û neguherbar ava dikin.
  2. Li gorî nerîna nûjen: Divê nasname di nav pêvajoyeke berdewam de, hem ji aliyê derûnî û hem jî ji aliyê civakî ve bê nirxandin.

Li gorî têgihîştina nasnameya çîrokî (narrative identity), her ku em behsa çîroka jiyana xwe dikin, em pê re jî nasnameya xwe ava dikin.

Nasnameya Neteweyî

Nasnameya neteweyî (national identity) binyateke ku ji aliyê hin kesên xuyayî ve ji bo armancekê tê şewandin û tê rêvebirin e. Bêguman ev armanca avakirina nasnameya neteweyî pêvajoyeke polîtîk e ku pê neteweyekê bê sazkirin.

Divê em bizanîbin ku di rastiyê de avakirina çandeke hevpar an jî karakterekî neteweyî ewqasî ne hêsan e û pêvajoyeke aloz e. Lewre nasnameya neteweyî pêvajoyeke wisa ye ku her dem lê tê pirsîn, pirs jê tê kirin û ji nû ve tê tarîfkirin û tê nasîn.

Bandora Teknolojiyê li ser Nasnameyê

Bi pêşketina teknolojiyê, êdî civakeke teknolojîk ava bûye. Lewre di civakê de wateya cih/şûn/war nemaye an jî pir kêm bûye. Şûnwarên ku nasnameyê hebûna xwe li ser ava dikir, bi teknolojiyê guherî û ji nû ve şewe û teşe girt.

Derûnnas û civaknasê Sherry Turkle di warê bikaranîna teknolojiyê de gelek xebatên giranbiha kirine. Yek ji wan xebatan jî bandora civînên onlayn (online communities) li ser avakirina nasnameya kesayetiyê ye. Di vê xebata xwe de bi hûrgulî behsa avakirina "online persona" (takekesiya onlayn) û bikaranîna wê ya di jiyana rojane de, pirsgirêk û encamên wê dike.

Kes bi nasnameyên onlayn (online identities) xwebûna xwe li gorî rûyên xwe û rewşa "yên din" ve diguherîne. Ev lêkolîn dide pejirandin ku jiyana onlayn bûye jiyaneke duyemane.

Encam

Heinz Kohut di bin banê derûnxwebûniyê (self psychology) de xwebûnê bi geşedana bîrdozî ya derûnkolînerî ya nûjen dinirxîne. Gava ku yekem car ev bîrdozî derket holê, xwebûn di nav eziyê de weke temsîla xwebûnê (self representation) dihat fîkîrîn. Dûvre weke tiştekî serbixwe hate nirxandin û lêkolîn.

Di encamên van xebatan de, Kohut têgeha heybera xwebûnê derxist holê. Heybera xwebûnê parçeyekî xwebûnê ye ku ji dê, bav û ji kesên derdora zarokan pêk tê.

Weke encam, mirov dikare bibêje ku hesta nasnameyê têgeheke ku xwe bi berdewamiya hesta xwebûnê tîne zimên. Di heman demê de, bi heyberên xwebûnê û bi têkiliya civakî xwe dinase û dide nasîn. Ango cihê nasnameyê di nav xwebûnê de cihekî taybet e.

 


Çavkanî

  1. Kohut, H. (1987). The Analysis of the Self (Dahûrandina Xwebûnê). International Universities Press.
  2. Kohut, H. (1988). The Restoration of the Self (Restorasyona Xwebûnê). International Universities Press.
  3. Kohut, H. (1978). Disorders of Self and Their Treatment. International Journal of Psycho-Analysis.
  4. Erikson, E. H. (1968). Identity, Youth and Crisis (Nasname, Ciwan û Qeyran). W.W. Norton Company.
  5. Greenberg, J. R., & Mitchell, A. S. (1983). Object Relations in Psychoanalytic Theory. Harvard University Press
  6. Sarup, M. (2005). Identity, Culture and the Postmodern World. Edinburgh University Press.

 

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...