Di vê sedsala me de bi milyonan zarok, jin, binavgîn û neyekser li
Kurdistanê û deverên kurdnişîn dibin qurbanên şer, dagirkerî, êrîşên hewayî,
bombebaran û pevçûnên çekdar. Ji bo berjewendiyên siyasî û îdeolojîk ên
dewletên dagirker re, ji bo kontrolkirina xaka Kurdistanê û tunekirin û
înkarkirina hebûna kurdan; pîr, ciwan, kal û jin dibin qurban. Ev pevçûn û êrîşên
berdewam birîn û trawmayeke kûr li ser zarok û ciwanên kurdan dike û dihêle. Lê
civatên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî van rewşên erjeng
bêdeng dimînin û destên xwe girêdayî nîşan didin. Hemû mafên wan ên mirovan û
bi taybetî hewcedariyên zarok û ciwanan hatine piştguhkirin.
Zarokên kurdan her roj şahidê wêrankirina malan, şaristanan û gundên xwe
dibin. Ew tirs û sawa mirin, şehîdkirina malbatê, tunebûna dêûbavên xwe,
lêdanên êrîşên hewayî, dengê firokeyên şer û bombebaran, tirs û xofê dixe dilê
wan. Gelek zarok û ciwan dêûbavên xwe, xuşk û birayên xwe, heval û dostên xwe
li ber çavên xwe winda kirine. Li ber çavên wan merivên wan hatine qetilkirin,
laşên wan di bin kavilan de mane. Li ser van hemû êş û janan, ti alîkariya
mirovî jê re nehatiye kirin. Ji ber şer û dagirkeriyê bênanûav, bêelektrîk,
bêderman, bêdibistan, bênexweşxane dimînin û hewcedariyeke wan a mezin bi
alîkariyên mirovî heye, lê ev alîkarî jî bi piranî ji wan re nayê kirin. Ji bo
ku bijîn bi awayekî tî, birçî, nexweş û hejar li ber xwe didin.
Di bin van şert û mercên giran de çewisandin, zordestî, pestandin,
dûrketina zorakan ji mal û warên xwe, windakirina xizmên xwe, mirina yan jî
darvekirina dêûbavê xwe, pêleberî, penaberî, jiyana di qampan de bi mirovên
xerîb re li ser xakeke nenas berê xwe dane jiyaneke nediyar. Ev rewşa wisa wan
zarok û ciwanan kambax, bênasname, bêwar, bêcîh, nediyar û nexuya dike. Ji ber
şerên erjeng ên li dijî kurdan, di civatê de xwe reben, tenê û bêkes hest
dikin.
Trawma û rûdanên trawmayî li Kurdistanê
Rûdanên trawmayî yên ku zarokên kurdan pê re rûbirû dimînin ev in: êrîşên
hewayî, bombebaran, şer û pevçûn, pêleberî, penaberî, koçberî, mirina nas û
dostan, qetilkirin, destdirêjî, tundî û şidet, têkveşandina malan û gundên wan,
windakirina mal û milk, dûrbûna ji dibistan û perwerdeyê. Ev rûdan ji niş̧ka ve
çê dibin û gef û tehdîd li jiyana wan û yên li derdora wan dikin.
Bi wan zarok û ciwanên kurdan ku di bin bandora şer û dagirkeriyê de mane
re hin nîşêtên NSPTê – Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (PTSD – Post
Traumatic Stress Disorder) tên xuykirin. Zarok û ciwan dibe ku rasterast hêrs
bibin û li hemberî her tiştî bertekên tûj nîşan bidin. Dibe ku xwe kêm û tenê
hest bikin û xwe an malbata xwe an jî neteweya kurd tawanbar bikin, her çend
tawan ji aliyê dagirkeran û êrîşkaran ve tê kirin. Ew hêrs û kîn ku derdikeve
derve dibe ku berê xwe bide endamên malbatê jî. Lê ew hêrs û kîn ku bera nava
xwe dide jî şik û guman di serê zarok û ciwanan de çêdike û xwe wek nayên
fêmkirin hest dikin.
Wekî din: sixletbûyî, vekêşayî, bêaramî, êrîşkarî, bêçaretî û hestên tenêtî
û bêkesiyê, qeyraniya hestan, helciniqîn, veciniqîn, enirîn, reftar û tevgerên
bi vî awayî tên xuyakirin. Ji bilî van, bê hemdî wan fikr û raman û xeyalên
nexweş di bîr û xêva wan de xwe nû dike, weke ku zindî bin wan tiştên hatine
serê wan hest dikin. Baldarî û konsantrasyona kesên bi vî awayî kême, xewa wan
ne bi pergal e û xewnên nebaş dibînin, pirsgirêkên xwarin û vexwarinê dijîn,
bêsedem ji bejn û bala xwe gilî û gazin dikin.
Herçiqasî hin zarok û ciwan rasterast şer û pevçûn nedîtibin jî lê bi rêya
guhdarîkirinê û bi temaşekirina vîdyo, nûçe, televîzyon û torên civakî (social
media) jî dikarin trawmayî bibin. Tirs heya radeyekê ji bo zarokan baş û
pêdiviyeke, lewre bi rêya tirsê xwe ji xetereyan diparêzin. Lê tirsa ku hiş û
mêjî ranake û nikaribe wê tirsê têxe firaxa an jî ku mêzina bîr, hiş û aqil, wê
demê pergala mêjî tevlîhev dibe û jiyana rojane yan jî fikr û ramanên normal ji
holê radibin û jiyana trawmayî derdikeve holê. Ev jî dibe sedema tirs û sawa
tîj, bêbawerî, bêçaretî û hestên tenêtî û bêkesiyê. Ji ber van tiştên trawmayî
jiyana zarok û ciwanan û geşbûna wan dikeve xetereyê yan jî geşbûna wan paş
dixe.
Zarok û ciwanên kurdan ku ji ber sedema trawmayê geşbûna wan ya fikr û
ramanê di paşde maye, di demên pêş de jiyana wan ya gihîştîbûnê dikeve xetereyê
û nikarin jiyaneke xwezayî bijîn. Bi gelemperî jiyana zarok û ciwanên bi vî
awayî bi pirsgirêkan didome. Zarok û ciwanên ku trawmayî bûne di demên pêş de
ji hêla derûnî ve mîna kesên normal tevnagerin û tendirustiya derûniya wan sist
dimîne.
Piştî rûdaneke trawmayê
Piştî rûdaneke trawmayê (trauma incidence) hemû mirov bertekan nîşan didin.
Ji van bertekan re dibêjin bertekên xwezayî (normal reaction). Li dû rûdanên
erjeng an jî li dû serpêhatiyên bi êş û jan, hestyarî û bertek tiştekî xwezayî
ye. Bi gelemperî di demeke kurt de bertekên trawmayê sivik dibin û mirov li
jiyana xwe ya rojana vedigere. Lê li Kurdistanê ji ber ku şer û êrîş berdewam
in û careke din dubare dibin, zarok û ciwan her carê ji nû ve trawmatîze dibin
û jiyana normal ne gengaz e.
Bi piranî bandora rûdanê li ser mirovan kêm bibe û ji kar û barên wan yê
rojane re nabe asteng jî di fikr û ramanan de rûdan didome. Lê ev fikr û raman
ji jiyana wan re nabe asteng û jiyana wan naxe xeteriyê. Bîranînên bi vî awayî
ji bo xweparastina mirov re pêwîst in. Bi vî awayî tanû, bîr (memory) û hiş û
mêjî ji bo rizgarkirina xwe bi kêrî xwe didin.
Bertekên li gorî demê
Bertekên di navbera du rojan û mehekê de: bertekên siruştî (normal
reaction) an jî stresa tîj (acute stress) e.
Bertekên di navbera mehek û sê mehan de: derûntrawma (psychotrauma) an jî
nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (post traumatic stress disorder) ye.
Bertekên ku ji sê mehan zêdetir berdewam dikin: stresa domdar (chronic
stress) e.
Li gorî berjeng û nîşêtan, teşxîs û prognoz tê kirin. Mînak: di ser rûdanê
re mehek derbasbûbe lê weke roja rûdanê bertekan nîşan dide, li cihê rûdanê
nikaribe bisekine û ji bîranîna rûdanê bireve, ji her tiştî şik û guman,
hêrsbûna bê serûber hebe, ev nîşaneyên NSPTê ne.
Bandorên trawmayê
Trawma ji her alî ve bandorê dike li ser: jiyana rojane û berdewamiya
jiyanê, pergala xwe-parastina mirov û bertekan, qedir û qîmetdayîna jiyana
mirovan, merivantî, hevaltî û dostaniyê, derûniya mirovan, têkiliyên civakî û
baweriya bi dahatûyê.
Piştî trawmayê stres û bertekên wê
Bertek li gorî dijwariya rûdanê û li gorî kesayetî, temen, çand û herêman
bê guhertin jî bi gelemperî bi vî awayî xwe dide xuyakirin:
Hest (Emotion): Tirs û saw, lerz, şerm û fedî, bêçaretî, bêhêvitî,
şok (shock), tawanbarî û sûcdarî, bênirxitî, bêrûmetî, xwe-kêmdîtin, xemgînî,
şik û guman, poşmanî, tenêtî, biyanîbûn, waswas û sewesî, stres, tengezarî,
bêbawerî, zenûnî, hesta înkarkirinê û hwd.
Zihnî (Mental): Jibîrkirin, bîrkorî, xêvbûn, kêmasiya baldariyê, xewn
û xeyalên xeter, fikr û ramanên xwekûjiyê, di hiş û mêjiyê xwe de zindîkirin û
hişatina şikl û şemalê trawmayê, dubare û jinûvejiyîna trawmayê, razana bêhişî
(hypnotic trance), fikr û ramanên çewt, şik û gumanî, waswasî û hwd.
Fizîkî (Physical,): Serêşî, gêjbûn, mehdxelîn, hilmtengî, êş û jan a dil,
bêhncikyayî, xwarin û vexwarina kêm yan zêde, pirsgirêkên xewê, lerz û
ricifandin, zûhabûna ziman û qirikê, diltepînî (panic), diltengî, bedlandin,
zikêşî, êşên serî û tanûyê û hwd.
Reftarî (Behaviour): Bertekên ji niş̧ka ve, tenêtî, dûrketina ji civakê,
bêdengî, giriyê pir an jî bêgirîbûn, bêbaldarî, tevgerên bêhişî, nerînên
bêwate, êrîşkarî, tundî û hwd.
Lêveger (flashback): Dema ku mirov rûdaneke erjeng û dijwar dijî gelek
caran di hiş û mêjiyê mirov de ev rûdan xwe dubare dike. Mîna roja rûdanê
bertek tên nîşankirin. Ew tirs û sawa roja rûdanê li mirovan vedigere. Li
Kurdistanê, zarok bi piranî dengê firokeyên şer, teqîna silahan, bombebaran,
qîrîn û hewarên mirov bi vî awayî ji nû ve dijîn.
Rev û dûrketin (Avoidance): Ji her tiştê ku rûdanan tînin bîra
wan direvin. Cihê rûdanê, fikr û ramanên rûdanê, bîranînên rûdanê, ji hemû
rûdanên rûdanê dûr dikevin. Li Kurdistanê zarok gelek caran ji gundên xwe, ji
mal û warên xwe, ji herêmên bombebaran re ditirsin û naxwazin li wan cihan
vegerin.
Bandora trawmayê li ser zarok û
malbata wan li Kurdistanê
Bandorên rûdanên trawmatîk li ser zarokên kurdan û li ser malbata wan cuda
ne. Lê bertekên zarokan li gor bandora malbatê diyar dibe. Mirov dikare bibêje
ku radeya bertekên malbata zarokan radeya bertekên zarokan dide diyarkirin.
Gava dê û bav jî di bin bandora trawmayê de bin, ev rewş li ser zarokan ducarebir
dibe.
Bi gelemperî bertek
Hestên merazî: Çi zarok be û çi mezin be piştî rûdanên erjeng hest û
hestên xem û xemgîniyê bi wan re peyda dibe û dikevin bin bandora van hestan.
Li Kurdistanê, malbat gelek caran şahidê windakirina hevalan, haziran, xuşk û
birayan dibin û ev êş û jan domdar e.
Bêrîkirin û hesret: Windayiyên xwe bi stres, kerb û bi dilşewat bi bîr
anîn. Zarok jî û mezin jî pir li ber windayiyên xwe dikevin. Li dû mirî û
windayiyên xwe gelek êş û keseran dikişînin. Gelek zarokên kurdan dêûbavên xwe,
birayên xwe, xuşkên xwe di êrîşan de winda kirine.
Pirsgirêkên xewê: Him zarok û him jî mezin pirsgirêkên xewê dijîn. Xewn
û xeyalên xirab, kabûs, tirsa bitenêmayîn, xewa hindik yan pir. Zarok bi piranî
dengê firoke, bombebaran, teqîna silahan di xewnên xwe de dibînin.
Bêçaretî: Zarok xwe bêçare û bêparastin hest dikin.
Hewcedariyên wan yên bingehîn û ewlehiya wan bi saya hin kesên din tê
bicîhkirin. Ji ber vê yekê li gorî wan kesên ku li wan mêze dike rewşa wan tê
guhertin.
Ji bo zarokên 0-6 salî
Zarokên ku di bin 3 salî re bin li hemberî jiyana trawmatîk bi gelemperî
bertekên wan girî, bêaramî, pirsgirêkên xewê (kabûs, xewnên nexweş), ji xwarin
û vexwarinê ketin e. Gava ku dêûbavê wan ji cem wan derdiqete fêm dikin ku wê
bi tenê bimînin. Ji bo ku bi tenê nemînin pir li berxwe didin, ji biyaniyan
ditirsin û şahî û tevgerên xerîb dikin.
Zarokên dinavbera 3 û 6 salî de bin, ji bilî van bertekan vedigerin temenê
xwe yê berê. Ew serdema ku tê re derbasbûne dîsa dijîn: mêtandina tiliyan,
bixwedemîztin, lalitî, nenûkxwarin. Bi vî awayî li ewlehiya xwe ya berê
digerin. Wekî din, ji bo wan êrîşkarî, bêdengî, tenêtî tê xuyakirin.
Kêmzêde di 4 saliya zarokan de hestên wan yê tawanbariyê û fedîkoyiyê dest
pê dikin. Wekî din jî ji ber ku zarok ezperestin û xwe diparêzin, fikr û
ramanên wan yên şênber bi pêş de ne, xwe di navenda dinyê û rûdanan de dibînin.
Ev rewş dike ku zarok di jiyana trawmatîk de xwe berpirsiyar bigrin û xwe
gunehkar hest bikin, her çend rûdan ji aliyê dagirkeran ve hatibe kirin.
Ji bo zarokên 7-12 salî
Herçiqasî ku hest, tevger, fikr, bîr û baweriya wan bi pêş keti be jî
xwekontrolkirin bi hêz be jî li hemberî jiyana trawmatîk û rûdanên şer û
pevçûnan dibe ku qels bikevin û bertekên bi vî şiklî derbikevin holê: li
serdema geşbûna berê vegerîn, bixwedemîztin, tevger û gotinên ne ji rêzê, tirsa
tenêmayîn, kabûs, pirgirêkên baldarî û konsantrasyonê, lîstikên ku şer û
pevçûnan dubare dike, berdewamiya hevokên trawmatîk, jinûvexeyalkirin.
Bertekên trawma û stresê:
Bêaramî û bêhizûrî, dilsarî û diltengî, dûrketina ji civakê, tirs û sawa
windakirina malbatê, derneketina derî malê, pirsgirêkên bejin û balê (fîzîkî û
fîzyolojîk), pirsgirêkên dibistanê (fêrbûna dijwar, bêdomdariya dibistanê,
nemana dibistanan), şer û pevçûna bi hevalan re, bêbaldarî û tevgera zêde,
kêmbûna eleqeyê, tenêmayîn, xweîzolekirin, devjixweberdan, destjixweberdan,
êrîşkarî, dijwarî û tundî, xewn û xeyalên xerîb û ecêb, dubarejiyîna rûdanên
trawmayê, tevgerên ecêb û sosret, tepiş̧korî, destpelixti, bixwernedîtbûn,
helimşo, fikr û ramanên xwekuştinê, daxwaz û xwesteka mirinê.
Hin zarokên ku di van temenan de ji ber ku tiştekî nekirine xwe tawanbar
hest dikin, mînak zarokên ku li dibistanê bûn dema êrîşek li gundê wan hate
kirin û malbata wan mir. Zarokên biçûk mirinê mîna vegerê dibînin, lê zarokên
7-12 salî dizanin ku mirî vegerin tune ye.
Ji bo zarokên 13-18 salî (ciwan)
Ciwan ji bo ku xwe û nasname xwe nas bikin li berxwe didin û di nava
lêgerînekê de ne. Li Kurdistanê, ciwanên kurdan hem di lêgerîna nasnameya xwe
de ne hem jî bandora înkarkirina netewiya wan, dagirkerî, zulm û zordestî li
ser wan heye. Ger em ji ber jiyana trawmatîk tevgerên gihîştî ji wan bixwazin,
dibe ku ew bi tevliheviyekê rû bi rû bimînin (tevliheviya nasnameyê,
tevliheviya xwenasînê). Bi tirsa ku hin endamên malbata xwe û azadiya xwe dê
winda bikin xemgîn dibin, xwe tenê dibînin û hestên keser û bêçaretiyê hest
dikin.
Bi van ciwanan re ev pirsgirêk tên dîtin: kêmbûna eleqe, baldarî, serêşî û
zikêşiyê, madxelandin, pirsgirêkên xewê (kabûs, xewn û xeyalên nexweş),
merazîbûn (depression) û bêaramî. Ev ciwanên wisa ji ber ku di demek dirêj de
nikarin serdestiyê li jiyana trawmayê bikin, berê xwe didin hin tevgerên xeter:
êrîşkar, tund, îsyankar û dibe ku tevgerên biyanî derkevin holê.
Hin bertekên trawma û stresê:
Merazîbûn, perîşî, bêaramî, xem û xemgînî, pirsgirêkên xwarin û vexwarinê,
qidûmşikestin, bêtaqetî, matbûn, bêxewî, tawanbarî, xwekêmdîtin û hestyarî,
bêhêvîbûn, bac û qehr, devjixweberdan, fikr û ramanên mirinê, tolhildan û
êrîşkarî, xweîzolekirina ji malbat û civakê, tenêmayîn, pirsgirêkên bejin û
balê (serêşî, zikêşî, dilêşî, diltepînî), dûrketina ji mirovan, merezî, perîşî,
liberxweketin, dilmayîn, dilsarî, taswasî, fikr û ramanên xwekuştinê, dizî,
karûbarên ne li rê, pirsgirêkên xew û razanê, pirsgirêkên dibistanê,
tevliheviya hiş û mêjî tevliheviya fikr û ramanan, êrîşkarî û tundî, şer û pevçûnên
bê sebeb, neaxaftin û bêdengiya hilbijêr, tilyak (bikaranîna madeyên nexweş
weke eroîn, araq, esrar), destdirêjî bêbaldarî, hiş̧windatî, destpelixtî,
bêaramî, berdewamiya şîn û girî, karûbarên xeternak.
Bandora trawmayê li ser malbatê li Kurdistanê
Rûbirûmayîna bi trawmayê re bingeha avaniya malbatê û têkiliyê wan yên bi
derdora wan re vediguherîne. Dezgeha malbatê ya civakî dihedime, ew hezkirin û
axaftinên bi kêf û şahî serobino dibin. Trawma roleke pir xerab li ser jiyana
rojane ya malbatê dilîze. Ev dûçarmayîna bi trawmayê re car caran pergala
malbatê ya bi aheng û bi rêkûpêk xera dike. Bi taybetî li Kurdistanê ku malbat
gelek caran ji mal û warên xwe hatine derkirin, di qampan de dijîn, li welatên
biyanî penaberî bûne, ev rewş piraniya malbatan tesîr kiriye.
Ev jî dibe sedema ku ferq di navbera zarok, ciwan û mezinan de nemîne. Bi
vî awayî endamên malbatê ji hêla hest û têkiliyê ve ji hev dûr dikevin, ji
piştgiriya mirov, xizm, heval, hogir, cîranan bêpar dimînin. Ev hest û têkiliya
jihevdûrketinê xwe li seranserê jiyana endamên malbatê radipêçe.
Ji ber wan rûdanên trawmayî dibe ku di nava malbatê de pevçûn, xeyd,
devjenî, dilhiştin û li ser tiştên bi kêrnehatî heftûheşt bên kirin. Ev jî rê
li ber dûrketina ji malbatê vedike.
Wekî din: Hewcedarî û ewlehiya zarokan zêde dibe. Xwestek û daxwazên
endamên malbatê pir dibin, bêhtir qedir û qîmet dixwazin. Ji ber rûdanên
trawmayê dibe ku şert û mercên malbatê ji şahî û kêfxweşiyê re ne guncav be.
Dibe ku ji ber windayiyên daringî û madî, arîşî û manewî, şikl û şemalê
şîngirtina endamên malbatê ne wekhev be. Ji ber şêweya cuda dibe ku malbat bi
hev bikeve. Tengasiya aborî dibe ku rê li ber tengezariya malbatê veke. Ji ber
sedemên aborî danûstandina malbatê bi derdora wan re qels dibe.
Hin rêyên alîkariya derûnî
Karûbarê alîkariya derûnî karê herî pêwîst û girînge. Ev alîkariya derûnî
divê ji hêla zanyar û pîsporên derûnî ve bê kirin. Bi taybetî jî alîkarî kesên
ku di warê derûntrawmayê (psychotrauma) de perwerde dîtibin were meşandin.
Lewre mijara trawma mijareke pir peljen e. Her peyv û gotina ku ji devê derûnterapîst
(pychotherapist) derdikeve bandorê li qurban û stembarê trawmayê (victims of
trauma) dike. Ji ber van divê mirov bi baldarî tevbigere.
Gava Yekem: Ewlehî û Bawerî
Bêewlehî qedir û qîmeta tiştekî tuneye. Ku ewlehî tune be dest û lingê
mirovan ji her alî ve girêdayiye. Ewlehî û bawerî ji her tiştî re destpêk û
bingeh e. Li Kurdistanê, ewlehî ji ber êrîş û şerên berdewam pir dijwar e, lê
divê kesên ku bi zarok û ciwanên trawmatîze re dixebitin cihekî ewle ji bo wan biafirînin.
Gava Duyem: Hewcedariyên Lezgîn
Piştî ku cih û warek bi ewle hate dîtin û baweriya stembaran bi mirovan
çêbû, divê alîkariya wan mîna xwarin, vexwarin, kinc û hewcedariyên şexsî bê
kirin. Di vê alîkariyê de divê mirov li gorî heq û hiqûqê tevbigere. Li
Kurdistanê gelek zarok bêxwarin, bêkinc, bêderman dimînin û ev hewcedariyên
bingehîn divê di pêşî de bên bicîhkirin.
Gava Sêyem: Zanyarî û Agahdarî
Divê mirov derheqê van stembarên trawmayê de bibe xwediyê hin agahî û
zanyariyan: çand, xwarin û vexwarin, ol, tabû û totem, dîrok, rewş, ziman,
nasname. Mirov bê şert û merc li wan guhdarî bike û qebûl bike. Divê mirov li
hemberî çand, ol, ziman, tabû û totemên wan rêzdar be. Li Kurdistanê, nasname û
zimana kurdî ji bo zarokan pir girîng e û divê ev bibe beşeke ji alîkariya
derûnî.
Gava Çarem: Alîkariya Derûnî
Berî her tiştî divê mirov derheqê pirsgirêk, kêşe, arîşe, kul û keser, êş û
janên wan bi agahdar û rêzdar be. Alîkariya derûnî piştî destûr û xwesteka wan
dikare destpê bike. Lêkolîner û pîsporên trawmayê dibêjin piştî van gavan
rêjeya kesên ku hewcedariya wan bi alîkariya derûnî heye pir kêm dibe.
Domdarî, hevgirtin û lihevanîna
hestan
Piştî rûdanên trawmayî mirov ji her alî ve ji hev dikeve û birîndar dibin.
Lê bi taybetî ji aliyê hestan ve pir êş û janê dikişînin. Ji bo ku hestên wan
ji nû ve bên geşkirin, divê têkiliyên wan, fikr û ramanên wan bi jiyanê,
derdorê, heval û hogiran re dîsa bên girêdan.
Ji bo vê jî
divê: Tevgera bejin û balê (masûlke, laş, ser, pî), ji aliyê hestan ve
jinûvebiserxwevehatin, sererastkirina pergala xweparastinê û pergala fikr û
ramanan, reftar û tevgerên çewt ji nû ve di ber çavan re bên derbaskirin û
xebitandin.
Ji bo van
tiştên: Berpirsiyariyên hindik û rindik bidin wan, gavbigav bi pêşde biçin û bi
pergalî têkiliya di navbera malbatê û civakê de hêzdar bikin, têkiliyên mirovî
piştguh nekin, heya ji we tê xurttir bikin, karûbarên ku jê hez dikin û yên li
gorî wan bidin wan, wan nêzî hezkiriyên wan bikin. Ev ewlehî û baweriya wan
hêzdartir dike, pêwendiyê ava dike û geş dike. Bi wan re lîstikên ku jiyanê bi
wan xweş dike û hestan geş dike bilîzin. Di rewşa trawmayî de wan bi tenê
nehêlin û bêyî dê û bavên wan tevnegerin. Di bertekên çewt de (êrîşkarî, ken û
girî, hêrsbûn, lerz, tirs, saw, veciqandin, qêrîn, hewar) bi aramî tevbigerin û
jibîr nekin ku ev bertek bertekên xwezayî ne.
Bi vî awayî stembarê trawmayê bi tena serê xwe namînin û xwe bêxwedî hest
nakin. Ev jî hêzdariyê dide berxwedana wan ya li hemberî rûdanên trawmayê.
Qeweta xwe ya laş, bejin û bal, fikr û raman û mêjî winda nakin û dev ji xwe
bernadin. Li xwe û li derdora xwe guhdarî dikin. Rade û rêjeya stresa wan kêm
dibe. Xwarin, vexwarin û xewnên wan bi pergal dibin.
Ji bo çareseriya rûdanên trawmayî hin
pêşniyarî ji bo malbatan li Kurdistanê
Lêkolîneran bi taybetî li ser malbatên ku bi nûşiyanî (resilience) li
hemberî rûdanên trawmatîk li ber xwe dabûn darxistin. Di vê xebata xwe de gelek
cureyên nûşiyaniyê ferq kirin. Di encama xebata xwe de taybetiyên nûşiyaniya
van malbatan wisa rêz kirine:
1. Pejirandina rewşa trawma û stresê
Pejirandin (acceptance) û qebûlkirina rewşa trawmatîk ji bo guhertin û
sererastkirina rûdanên xeter hêz û qewetê dide mirovan. Di xebata lêkolîneran
de jî hate dîtin ku ew malbatên li hemberi rûdanên trawmatîk nûşiyan bûne xwe
pirsgirêkên xwe red nekirine, bêhtir rewşa xwe pejirandine û li hemberî wê
tekoşiyane. Jixwe nepejirandîn bi kêrî tiştekî nayê, ji bilî stresê pêve.
2. Çareserî û tevgera bi hev re
Ji bo ku pêwendiya di navbera malbatê bi hêztir û qewettir bibe divê malbat
bi hevre li rê û rêçikên çareseriya pirsgirêkan bigere. Divê li şûna ku li
sûcdarekî bigere, li çareseriya pirsgirêkên xwe û yên malbata xwe bigere. Ev
malbat dê bêhtir li ser çareseriyan bifikire û demên xwe bi pirsên
"çi", "çima" û "ji bo çi" derbas neke. Malbatên
bi vî awayî serê xwe bi xem û xemgîniyê naêşînin, li şûna stresê li çareseriyên
bêhnfirehiyê digerin. Ev jî rêya wan a nûşiyaniyê vedike. Hêrs, êrîşkarî, qehr
û bac çareseriya pirsgirêkan hêsantir nake.
3. Yekîtî û dilgermiya nav malbatê
Malbat ji bo ku ji xwe re rêyeke nû peyda bike û nêrînek nû biafirîne, bi
fikr û ramanên erênî (positive) bi derdora xwe re dikeve têkiliyê. Ev jî di nav
malbatê de yekitî û dilgermiyekê ava dike. Bi vî awayî endamên malbatê bi
nêrîneke xweşbînî li hevdu mêze dikin, nêzî rûdanan dibin û alîkariya hevdu
dikin. Ji "xwezî"yê dûr dikevin (xwezî ev nehata serê me, xwezî me
wisa nekira).
4. Di nav malbatê de danûstandineke
zelal heye
Di nava malbatên wisa de xwe-îzolekirin (self-isolation) tuneye. Hezkirin û
hevgirtin di nava endamên malbatê de heye. Ev hezkirin û hevgirtin hêza xwe ji
têkiliyên eşkere û zelal distîne. Jixwe di hin lêkolînan de jî derketiye holê
ku têkiliya eşkere û bi dilgermî ji stresê re derman e. Ev jî dilgermî û
hezkirina nav malbatê xurt dike û pêwendiyên wan bi hêztir dike.
Pir caran hin malbat piştî rûdanên trawmatîk ji bo ku zarokên xwe ji
bandora rûdanan biparêzin wan dişînin cem nas û dostên xwe. Bi vî awayî bandora
rûdanê kêm nabe, berovajî dibe ku bandora wê zêdetir bibe. Bi taybetî zarokên
ku temenê wan biçûk li teniş̧ta dêûbavên xwe bimînin wê ji bo wan hîn çêtir be.
Lewre ewlebûn û baweriya zarokan di nav malbatê de bi hêztir e.
5. Li gorî rewşa malbatê hewcedarî
tê hilbijartin
Danûstandina eşkere û zelal, fêmkirina rewşê û hewcedariyên malbatê
hêsantir dike. Ew malbatên ku bi vî awayî tevdigerin bi hêsanî û bi asayî
dikarin bi rûdanên trawmatîk û bi stresa trawmayê re têbikoşin.
Endamên malbatê hestên xwe û hewcedariyên xwe bê tirs û saw bi zelalî
radixin berçavan. Ev bi rêya lihevguhdarîkirinê derdikeve holê. Endamên malbatê
yên ku zor û zehmetiyan dikişînin, bi xêra van danûstandin û hewcedariyan hayê
wan ji wan çêdibe.
Carinan jî endamên malbatê ji bo demeke kin divê hin çareseriyan bibînin.
Weke bikaranîna dermanên hiş̧bir. Ev dermanên wisa dibe ku ji bo demeke kurt bi
kêrî hin tiştên werin, lê ji bo demeke dirêj dibe ku rê li ber tilyakê
(addiction) (cixare, araq, esrar, eroîn, ekstazî) vekin. Bi vî awayî arîşeyên
pirsgirêkên wan xirboqî dibin.
Hin malbat hene ku nizanin dê çawa li hemberî rûdanên trawmatîk tevbigerin
û nizanin ku dê çawa alîkariyê bixwazin. Di rewşên wisa de rol û alîkariya
derûnnas (psychologist) û derûnbijîş̧k (psychiatrist) pir girîng e.
6. Di navbera endamên malbatê de
ewlebûn û bawerî heye
Endamên malbatê ji bo ku bi hêsanî û bi rastî danûstandinê bikin, divê bi
dilrehetî bikaribin li hevdu ewle bibin û ji hevdu bawer bikin. Ji bo vê jî
divê di navbera wan de têkiliyên nazdar û dilgerm hebin. Rê û rêbazên tund û
zext ên ku berê di nava malbatê de hebûn û piştî rûdanên trawmatîk berdewam
bûbin, dibe ku rewşa malbatê girantir bike.
Li hemberî vê rewşê, danûstandinên nazdar, lêgerînên alîkariyê, berxwedanên
li hemberî pirsgirêkan, hilbijartinên hewcedariyan û karûbarên hevpar têkilî,
ewlehî û baweriyên nav malbatê hêsantir dikin.
7. Ji bo siberojê bi hêvî ne û
nêrîneke wan a erênî heye
Ji bo ku di nav endamên malbatê de ewlehî û bawerî bi hêsanî bê avakirin û
were sazkirin, divê ji bo sibêrojê hêviyeke erênî bê çêkirin. Rûdanên trawmatîk
çiqasî erjeng û dijwar bin jî divê endamên malbatê ji bo siberojên xwe bi hêvî
bin. Li Kurdistanê, her çend rewş pir dijwar e jî hêviya azadî, serbixweyî û
jiyaneke ewle divê her dem zindî bimîne.
Lewre bêhêvîbûn zerar û ziyanê dide reftar û tevgerên mirovan. Di malbateke
bipergal de dilgermî û pejirandineke bê şert û merc heye. Têkilî û pêwendiyên
dêûbavan bi zarokan re her dem xweş in. Bêhêvîbûn û nêrînên neyînî qet nayên
dîtin.
Parastina zarokan ji rûdanên
trawmayî û alîkariya wan
Ji bo ku hêz û qeweta berxwedanê bi zarokan re hebe û li hemberî rûdanên ku
tirs û sawê bi zarokan re çêdikin bi ser kevin, divê zarok li hemberî rûdanên
trawmatîk bi hêsanî li berxwe bidin. Ev hêz û qewet bi alîkariya malbat û
derdorê ava dibe. Piştî rûdanên erjeng û dijwar di dilên zarokan de tirs û saw
çê dibe. Ev tirs û saw bi fikr û ramanan dê yan kêm bibin an jî wê zêdetir
bibin.
Ji bo ku ev tirs û sawa dil zêde nebe: Bê şert û merc zarokên xwe
bipejirînin, ji wan hez bikin û li wan guhdarî bikin. Zûbizû biryarên xwe
nedin. Zextên giran li ser bîr û baweriyên zarokan nekin. Divê zarok bi xwe
bawer bin û bikaribin xwe kontrol bikin. Ev ji bo tendirustiya wan ya derûnî
pêwîst e. Ji bo ku zarok bi xwe bawer bin di tevger, rê û rêbazên xwe de hevgirtî
bin. Bila gotin û kirinên we mîna hev bin. Li şûna zarokan pirsgirêkên wan
çareser nekin. Heger ew nikarîbin çareser bikin jî hûn tenê rê û rêçikên
çareseriyan fêrî wan bikin. Dûvre jî alîkariyên xwe amade bikin. Her tiştên
xweş rê li ber xweşiyê venakin. Ku malbat ji van xweşiyan re ne amade be dibe
ku ev bibin nexweşî.
Carinan bêdengî û carinan jî deng bi kêrî gelek tiştên tê. Di rewşên wisa
xerab de ji rabirdûyê zêdetir li ser dahatûya wan biaxifin. Bernameyên xwe li
gorî vê çêbikin. Wan ji alîkariyên civakî bêpar nehêlin. Têkiliyên bi heval,
dost û hogiran re berdewam bikin. Bi qerf û henekan dilê wan xweş bikin. Li ser
metodên aramî û xweşbiniyê serê xwe biêşînin. Li rê û rêçikên fikr û ramanên
xweş û geşiyê rawestin. Bi nêrînên erênî xebatan bikin. Saw û taswasiyan bi xwe
re çênakin. Lîstikên ku derûniya mirovan aramî dikin ji bîr nekin, weke
derûnşano (psychodrama) û lîstikên ku derûniya mirovan aram dikin.
Zarok ji bo çi naxwazin biaxifin
Piştî rûdanên trawmatîk dibe ku hin zarok nema biaxifin û bêdeng bimînin an
jî bi zanebûn neaxifin û bêdeng bimînin. Di derûnnasiyê de em ji vê re dibêjin
bêdengiya hilbijêr (selective mutism). Ku rewş li gorî dilê wan be û bixwazin
dikarin biaxifin. Lê ji ber hin sedeman dibe ku bêdeng dimînin.
Dibe ku zarok: Xwe bi vî awayî li hemberî derve diparêzin. Naxwazin ku li
ser jiyana xwe ya taybet biaxifin. Fêrî axaftina li derveyî malbatê nebûbin.
Nizanin dê çawa şîroveya hestên xwe bikin û kul û derdên xwe bêjin. Ji ber tirs
û sawa ku dê rûdanên trawmatîk dîsa werin serê wan û weke berê êş û janê
bikşînin, bêdeng dimînin û naaxifin. Bi mirovên derdora xwe ewle nebin û dilê
wan li wan kesan nerûne. Ji mirovên gihîştî bitirsin û bi wan bawer nebin. Bîr
û baweriyên wan hilweşiya bin, nexwazin bi kul û derdên xwe derdora xwe xemgîn
bikin. Xwebixwe dibêjin: "Gotin û negotina min tiştekî naguherîne."
Divê mirov cudabûna rewşa zarokan û taybetmendiyên wan ji bîr nekin. Zarok
rengo rengo ne di her warî de, weke ku tê zanîn cîhan û fantaziyên zarokan ne
hêsanin.
Piştî trawmayê têkilî û pêwendiyên
bi zarokan re
Têkiliya bi zarokên ku rûdanên erjeng û dijwar derbas kiribin re ne hêsan
e. Kar û barekî giran e û pisporî jê re divê. Bi van zarokên ku li hemberî
bertekên derve hesas û nazdarbûne re, têkiliyeke çewt an jî axaftineke ne li rê
dikare her tiştî serobino bike. Lê axaftineke bi zanyarî ku ji aliyên pisporên
trawmayê ve bê kirin dibe ku gelek tiştên di jiyana zarokan de biguhere.
Bi van zarokan re danûstandineke rast: pejirandina hestên zarokan li ser
rûdanan êş û jana wan siviktir dike. Ev jî ji bo çareseriyê dibe destpêk e. Bi
parvekirina hestên xwe re zarok xwe bêhtir baş û aram hest dikin. Bi vî awayî
dikarin li ser rûdanan bi zanebûn bifikirin û ji xwe re rê û rêçikên nû
biafirînin. Ev jî nêrîneke erênî di fikr û ramanên wan de dê çêbike.
Bi têkiliyê re zarok ferq dikin û dibînin ku weke wan hin kesên din jî hene
û tiştên nebaş hatine serê wan jî. Ew jî xemgînbûne, giriyane, hêrsbûne.
BIKIN:
Ji dil bin û rast bin. Ji biryarên mirovan re rêzdar bin û wan rexne nekin.
Bila hayê we ji pêşbiryar û ji pêşdarazê hebe û wan ji mêjiyên xwe biavêjin. Di
serê sedê de mirov dibe ku alîkariyê nexwazin, lê dema ku xwestin jî rê û
rêçikên alîkariyê pêşkêş bikin. Ji tiştên wan yên veşartî (xefî, mahremiyet)
hirmet bigirin û veşartî bihêlin. Li gorî çand, temen, ziman û zayenda wan bi
wan re têkiliyan deynin. Hêdî û fahmbar bi wan re biaxifin. Di têkiliyên xwe de
nazdar bin û nelezînin. Bi baldarî guhdarî bikin. Li çavên wan binêrin. Di dema
qerf û henekan de qerf û henekên xwe bikin. Ji bo fêmkirinê pirsan bipirsin. Bi
tevgera xwe xwe bidin hîs kirin ku hûn li wan guhdarî dikin. Pêşniyarên rast
bikin, bila pêşniyarên we di cih û di dema xwe de bin. Bi pirsên pêşvebûyî
pirsan bipirsin. Bi hevdilî (empathy) û bi sebir tevbigerin. Bi dengekî nazdarî
biaxafin û di axaftina xwe de nelezînin. Bila zimanê we xwerû û watebar be.
Pêşniyarên rastî û rasteqînî bikin. Bila pêşniyarên we zelal bin. Bi zarokan re
danûstandinan rûbirû bikin. Ku hewcedarî hebe li teniş̧ta zarokan rûnin. Divê
mirov bi sinc û rewiş̧t, bi nirxdarî (ethics) tevbigerin.
NEKIN:
Axaftin û peyvê di nêvî de nebirin. Rexne nekin û kêm nebînin. Zêde
neaxifin. Derheqê tu kesan de şîroveyan nekin. Bi gotinên mirovan nekenin û
henekên xwe bi wan nekin. Gava ku hûn guhdarî dikin bi tiştekî din re mijûl
nebin. Tenê bila bala we li ser axaftinê be. Ji tevgerên êrîşkar dûr bisekinin.
Ji bo biryar û şîroveyan zorê nedin tu kesî. Hestên xwe neveşêrin. Berevaniyê
nekin. Tenê guhdarî bikin. Dema ku yek giriya netirsin. Aram û dilrehet bin. Li
ser peyv û gotinan gengaşiyê nekin. Wek yekî/ê alîkar têkiliyên xwe bi nebaşî
bikarneyînin. Ji bo alîkariyên xwe diyariyan daxwaz nekin û ji wan qenciyan
hêvî nekin. Agahiyên çewt, soz û peymanên ku hûn nikarîbin bi cih bînin nedin.
Pesnên xwe û pesnên alîkariyên xwe nedin. Bi zorê alîkariyan pêşkeşî wan nekin.
Bi tevgerên xwe wan bêhizûr û bêkêf nekin. Serpêhatiyên mirovan bi kesî re
parvenekin. Ji ber tevger û hestên mirovan wan rexne û tawanbar nekin. Ji
tiş̧tên wan yên veşartî hirmet nebigin.
Taybetiyên kesên ku li hemberî
rûdanên trawmayî hêza berxwedana xwe winda nakin
Pisporên trawmayê li ser kesên ku li hemberî rûdanên erjeng û dijwar
(erdhej, şer, qeze, destdirêjî mirin, windayiyên jiniş̧kave) li berxwe didin û
hêz û hêviya xwe diparêzin lêkolînan dikin. Di encamên lêkolînên xwe de ev
taybetiyên hevpar dîtine:
Bi xwe bawer in, bandorên rûdanan çiqas mezin bin jî hêviyên xwe ji
pêşerojê qut nakin. Her dem bi fikr û ramanên erênî li pirsgirêkên xwe dinêrin.
Bi hêzên xwe yên serkeftinê bawer in. Rûdanan di serê xwe de biçûk an mezin
nakin û bi serbestî difikirin û tevdigerin. Di têkiliyên xwe û di danûstandinên
xwe de bi nêrînên erênî tevdigerin. Di kar û barên xwe de birêkûpêk in. Di
pêwendî û têkiliyên xwe de bi rasteqînî tevdigerin. Fikr, raman û gotinên xwe
bi zelalî vedibêjin. Hirmetê didin fikr û ramanên kesên din. Bi plansazî
karûbarên xwe dikin û bi sebir in. Bi hevdilî (empathy) li kesên din guhdarî
dikin. Di her rewşê de ji bo jiyanê armancên wan yên cuda hene.
Trawma û êş û janên ku zarokên kurdan dikişînin ne tenê êş û janên takekesî
ne, ew êş û janên neteweyekî ne ku ji sedsalan ve li hemberî înkar, dagirkerî û
zulman berxwedanê dike. Ji ber vê, çareseriya trawmayê divê hem li ser asta
takekesî hem jî li ser asta civakî û neteweyî were kirin. Parastina zimana
kurdî, çanda kurdî, nasnameya kurdî û hêviya azadî û serbixweyî ji bo zarokên
me girîng e. Ev zarok ne tenê stembarên trawmayê ne, ew însan in ku dê dahatûya
gelê me ava bikin. Ji ber vê divê em bi baldarî, bi hezkirin, bi hêvî û bi
fikrên erênî wan biparêzin û alîkariya wan bikin.
Encam
Zarok û ciwanên kurdan di sedsala me de di bin bandora trawmayeke kûr de
dijîn. Şer, dagirkerî, êrîşên hewayî, bombebaran, koçberî û penaberiya zoraki
bandoreke neyînî li ser geşbûna wan ya derûnî, hestî, civakî û fikrî dihêle.
Van zarokan di jiyana xwe de êş û janên mezin dîtine: windakirina dêûbav û
endamên malbatê, tunebûna mal û warê, dûrketina ji dibistan û perwerdeyê,
jiyana di bin zextên civakî û siyasî de.
Bandorên trawmayê li ser zarokên kurdan ne tenê li ser asta takekesî xuya
dibe, lê li ser asta neteweyî jî bandoreke domdar heye. Ev zarok ku îro di bin
bandora trawmayê de ne, dahatûya gelê kurd ê ava bikin. Ji ber vê, alîkariya
derûnî, piştgiriya civakî û parastina mafên wan ên bingehîn ne tenê erk û
berpirsiyariyeke mirovî ye, lê hewcedariyeke neteweyî ye jî.
Lêkolîn û tecrûbeyên cîhanî nîşan dide ku zarok û ciwan dikarin ji bandora
trawmayê rizgar bibin û jiyaneke siruştî bijîn, lê ji bo vê jî hewcedariya wan
bi ewlehiyê, baweriyê, hezkirin, guhdarîkirinê û alîkariya pisporî heye.
Malbatên ku di nav de yekîtî, dilgermî, danûstandineke zelal û hêviya erênî
heye dikarin zarokên xwe ji bandorên kûr ên trawmayê biparêzin.
Li Kurdistanê, ji ber ku şer û pevçûn berdewam in û rûdanên trawmayî dubare
dibin, hewcedarî bi alîkariya domdar û saziyên pispor ên trawmayê heye. Pêwîst
e ku rêxistinên navnetewî, rêxistinên mafên mirovan, civata navnetewî û hemû
hêzên demokratîk li hemberî van rewşên erjeng bêdeng nemînin û ji bo parastina
zarok û ciwanên kurdan, ji bo mafên wan ên bingehîn û ji bo dahatûyeke bi hêvî
kar bikin.
Her wisa, girîng e ku nasname, ziman, çand û dîroka kurdî di pêvajoya
alîkariya derûnî de bê parastin û bi hêzdar bê kirin. Lewre ev hêman ji bo
zarok û ciwanan ne tenê nasnameya wan a takekesî ye, lê bingeha jiyana wan a
hevpar û neteweyî ye jî. Hêviya azadî, serbixweyî û jiyaneke bi hêvî divê her
dem di dilên zarok û ciwanên kurdan de zindî bimîne.
ÇAVKANÎ
- Davison,
G.C. & Neale, J.M. - Abnormal Psychology
- Ainsworth,
M. - Attachment Theory - http://www.simplypsychology.org/mary-ainsworth.html
- War
Trauma Foundation - www.wartrauma.nl
- Coalition
to Stop the Use of Child Soldiers - www.childrenandwar.org
- International
Society for Traumatic Stress Studies - www.trauma.org
- National
Child Traumatic Stress Network - www.nctsn.org
- World
Health Organization (WHO) - Psychological First Aid for
Trauma Victims
- UNICEF -
Reports on Impact of War on Children
- Van der
Kolk, B.A. - The Body Keeps the Score: Brain, Mind, and
Body in the Healing of Trauma
- Herman,
J.L. - Trauma and Recovery: The Aftermath of Violence
Termên
Sereke
Trawma (Trauma) Rûdanên
erjeng, dijwar û giran ên ku ji niş̧ka ve çê dibin û gef û tehdîd li jiyana
mirovan dikin. Ev rûdan êş û janeke mezin li derûniya mirovan dihêlin û pergala
xweparastina wan tarûmar dike. Mînak: şer û pevçûn, êrîşên hewayî, bombebaran,
qezayên giran, destdirêjî mirin, koçberî û penaberiya zoraki, erdhej.
Rûdanên Trawmayî (Traumatic Events) Ew
serpêhatiyên ku mirov rasterast an jî bi rêya dîtin û bihîstinê pê re rûbirû
dimîne û bandoreke kûr li ser derûniya wan dihêle. Van rûdanan dikarin jiyana
normal a mirovan têk bidin û birînên domdar li ser derûniyê bihêlin.
Stembarên Trawmayê (Victims of
Trauma) Ew kes û mirovên ku rûdanên trawmayî hatine serê wan û di bin bandora van
rûdanan de dijîn. Ev mirov hewcedariya alîkariya derûnî, tendirustiyê, civakî û
aborî hene.
NSPT - Nexweşiya Stresê Ya Piştî
Trawmayê (PTSD – Post-Traumatic Stress Disorder) Nexweşiyeke
derûnî ye ku piştî rûdaneke trawmayî derdikeve holê. Nîşaneyên wê:
jinûvebîranîna rûdanê bi awayekî tîr û tûj, kabûs, tirs û saw, hêrs û êrîşkarî,
bêaramî û xemgînî, dûrketina ji civakê, pirsgirêkên xewê, hestên bêçaretiyê. Ev
rewş ji sê mehan zêdetir didome û hewcedariya alîkariya pisporî heye.
Stresa Tîj (Acute Stress) Bertekên ku
di navbera du rojan û mehekê de piştî rûdanek trawmayî derdikevin holê. Ev
bertekên xwezayî ne û bi gelemperî di demeke kurt de sivik dibin. Mînak: tirs,
xemgînî, girî, bêaramî, pirsgirêkên xewê. Ev rewş normal e û pêwîstiya dermanan
an alîkariya giştî nake.
Stresa Domdar (Chronic Stress) Gava
bertekên trawmayê ji sê mehan zêdetir berdewam dikin û mirov nikare li jiyana
xwe ya normal vegere. Ev rewş hewcedariya alîkariya pisporî ye û dibe ku bi
derman û derûnterapiyê (psychotherapy) bê çareserkirin.
Derûntrawma (Psychotrauma) Birînên
derûnî yên ku ji ber rûdanên erjeng li ser mirov dimînin. Ev birîn bandor li
ser jiyana rojane, têkiliyên civakî, fikr û raman, hest û tevger û geşbûna
derûnî dike. Derûntrawma dikare hemû jiyana mirov tesîr bike.
Bertekên Xwezayî (Normal Reaction) Ew bertek û
hestên ku hemû mirov piştî rûdaneke trawmayî nîşan didin. Mînak: tirs, şerm,
xemgînî, hêrs, girî, bêaramî, pirsgirêkên xewê. Ev bertekên siruştî ne û ne
nîşaneya nexweşiyê ne. Her mirov li hemberî rûdanên erjeng bi vî awayî bertek
nîşan dide.
Lêveger (Flashback) Jinûvejiyîna
rûdanê di hiş û mêjiyê mirov de bi awayekî zindî û tîr. Mirov weke ku dîsa di
nav rûdanê de ye hest dike û hemû tirs û sawa wê rojê vedigere. Deng, bîhn,
wêne yan jî têkiliyên din dikarin lêveger bi xwe re bînin. Mînak: zarokên kurdan
dengê firokeyên şer dibihîzin û weke ku bombebaran dîsa dibe hest dikin.
Rev û Dûrketın (Avoidance) Dûrketina ji
her tiştê ku rûdanê tîne bîra mirov. Cihên rûdanê, mirovên pê re girêdayî,
axaftin li ser rûdanê, bîranînên rûdanê. Ev yek ji nîşaneyên NSPTê ye. Mirov
hewl dide ku her tiştê ku wê rûdanê bîne bîra wî/wê dûr bixe.
Jinûvebîranîna Trawmayê /
Dubaretrawmatîzebûn (Re-traumatization) Dema mirov careke din di bin bandora
rûdanê de dimîne yan jî rûdanek nû derdikeve holê ku bîranînên kevin radixe. Ev
rewş êş û jana rûdana berê dîsa zindî dike. Li Kurdistanê, ji ber ku êrîş û şer
dubare dibin, zarok gelek caran ji nû ve trawmatîze dibin.
Bêdengiya Hilbijêr (Selective Mutism)
Dema zarok
an mirov piştî rûdanek trawmayî bi zanebûn naaxifin. Ev ne ji ber ku nikarin
biaxifin, lê ji ber tirs, saw, şerm yan jî ji bo xweparastinê vê rêyê
hildibijêrin. Zarok li cem hin kesan an jî li hin cihan diaxivin, lê li cihên
din bêdeng dimînin.
Derûnterapîst (Psychotherapist) Ew pisporên
derûnî yên ku alîkariya kesên bi trawmayê re dikin. Divê van kesan perwerde û
zanyariya taybet li ser derûntrawma, derûnterapî û rêbazên çareseriyê hebe.
Derûnterapîst dikare derûnnas (psychologist), derûnbijîşk (psychiatrist) yan jî
karkerê civakî be.
Derûnterapî (Psychotherapy) Çareseriya
derûnî ya bi axaftin, guhdarîkirinê û rêbazên taybet. Ji bo kesên ku di bin
bandora trawmayê de ne ev rêya sereke ya alîkariyê ye. Cure û awayên cuda hene:
derûndermaniya danûstandinê, derûndermaniya livgerînê, derûndermaniya girêdanê,
derûndermaniya hiş û tevger (sensorimotor psychotherapy).
Hevdilî (Empathy) Têgihiştina
hestên kesekî din û xwe danîna cihê wan. Ji bo alîkariya derûnî pir girîng e ku
mirov bi hevdilî li stembarên trawmayê guhdarî bike. Hevdilî tê wê wateyê ku
mirov bi kul û derdên kesekî din hest bike û li gorî wan tevbigere.
Nêrînên Erênî / Xweşbînî (Positive
Outlook) Bi hêvî û xweşbînî li jiyanê û siberojê mêzekirin. Ev yek ji bo serkeftina
li hemberî trawmayê pir girîng e. Nêrînên erênî dibe ku jiyana mirov biguherîne
û rêya sazkirina ji nû ve veke.
Nûşiyanî / Hêza Berxwedanê (Resilience)
Hêza mirovan
a ku dikare li hemberî rûdanên dijwar li ber xwe bide û ji wan rizgar bibe.
Malbat û mirovên ku taybetiyên nûşiyaniyê bi xwe re hene zûtir ji bandora
trawmayê derdikevin û dikarin jiyaneke normal bidomînin. Nûşiyanî ne tenê
taybetiyeke takekesî ye, lê taybetiyeke civakî û çandî ye jî.
Yekîtî û Dilgermî (Unity and
Compassion) Di nav malbatê de hevgirtin, hezkirin û hevpiştgiriya
bi hêz. Ev yek ji bo berxwedana li hemberî trawmayê bingehek girîng e. Malbatên
ku di nav de yekîtî û dilgermî heye dikarin bêhtir li hemberî dijwariyê li ber
xwe bidin.
Ewlebûn û Bawerî (Safety and Trust) Hesta
ewlehiyê û baweriya bi mirov û derdorê. Ji bo kesên bi trawmayê re ev destpêka
her alîkariyê ye. Bê ewlebûnê mirov nikare xwe ji nû ve ava bike. Ewlebûn hem
ewlehiya laşî ye (bê êrîş û xeter) hem jî ewlehiya derûnî ye (hesta aramiyê û
ewlebûnê).
Depresyon (Depression) Xemgîniya
domdar, bêhêvîbûn û windabûna eleqeyê ji jiyanê. Yek ji encamên NSPTê ye.
Nîşaneyên merazîbûnê: xemgînî, bêhêvîbûn, windabûna eleqeyê ji tiştên berê bi
kêf, xwarin û vexwarina kêm yan zêde, xewa kêm yan zêde, hestên bênirxitiyê,
fikrên mirinê.
Êrîşkarî (Aggression) Hêrs û
tundiya bê serûber. Gelek caran piştî trawmayê weke bertek derdikeve holê.
Mirov nikare hêrsa xwe kontrol bike û bi awayekî tûj bertek nîşan dide.
Êrîşkarî dikare berê xwe bide endamên malbatê, hevalan yan jî xwe.
Kabûs (Nightmare) Xewnên xerîb
û tirsdar ên ku rûdanê an jî xeteriyê dubare dikin. Yek ji nîşaneyên NSPTê ye.
Zarok gelek caran bi şev ji kabûsan radibixêvin, digirîn û naxwazin dîsa
bixevin.
Diltepînî (Panic) Tirsa zû û
dijwar a ku bi ricifandina dil, hilmtengî, lerz û hesta mirinê re tê. Dibe ku
ji ber rûdanên trawmayî derkeve holê. Di dema diltepînê de mirov hest dike ku
dê bimire yan jî kontrola xwe winda bike.
Xweîzolekirin (Self-isolation) Dûrketina ji
mirov û civakê, bi tenê jiyan. Piştî trawmayê gelek kes xwe îzole dikin ji ber
ku naxwazin bi kul û derdên xwe kesî xemgîn bikin yan jî bi mirovên ewle nabin.
Xweîzolekirin rewşa mirov girantir dike.
Derûnşano (Psychodrama) Rêbazeke
çareseriyê ye ku bi lîstikê, şano û tevgerê mirov dikare hestên xwe derbixîne û
rûdanên tarûmarkirî çareser bike. Bi taybetî ji bo zarok û ciwan pir kêrhatî
ye.
Pejirandin (Acceptance) Qebûlkirina
rewşê weke ku ye. Gava yekem a çareseriya trawmayê pejirandina wê ye, ne
înkarkirin. Dema mirov rewşê pejirandibe dikare dest bi kar û xebatan bike ji
bo guhertin û çareseriyê.
Bengî, Tilyak (Addiction) Girêdana bi
madeyên xerab re weke araq, esrar, eroîn, ekstazî, tablet, cixare. Gelek kes
piştî trawmayê dest bi van madeyan dikin ji bo êş û jana xwe kêm bikin, lê ev
pirsgirêkan girantir dike û sazkirina ji nû ve dijwartir dike.
Tawanbarî (Guilt) Hesta ku mirov xwe ji bo rûdanê
berpirsiyar digire. Gelek kesên bi trawmayê re xwe tawanbar hest dikin her çend
ev ne rastî be jî. Mînak: zarok hest dike ku "heke ez wisa nekira wê ev
neyê serê me."
Baldarî (Concentration) Hişyarî û
bala xwe dayîna tiştekî. Piştî trawmayê baldarî kêm dibe û mirov nikare bala
xwe bide kar, xwendin yan jî axaftinê. Ev rewş bi taybetî di dibistanê de
pirsgirêk ji zarokan re çêdike.
Bîr (Memory) Bîranîn û
bîratiyê. Piştî trawmayê bîr dibe ku ne baş bixebite. Hin tiştên mirov bi
zelalî bi bîr tîne (rûdana trawmayî), lê hin tiştên din ji bîr dike (bîranînên
berê, agahiyên nû).
Înkar (Denial) Qebûlnekirin
û redkirina rastiyê. Hin mirov piştî rûdanên erjeng rûdanê qebûl nakin û weke
ku tune ye tevdigerin. Înkar ji bo demeke kurt dikare alîkariyê bike, lê ji bo
demeke dirêj zerar dide.
Hêvî (Hope) Baweriya bi
dahatûyeke çêtir. Hêvî ji bo sazkirina ji nû ve û jiyana bi hêvî pir girîng e.
Bêhêvîbûn dikare bibe sedema merazîbûnê û fikrên xwekuştinê.
Nasname (Identity) Zanîn û
têgihiştina hebûn û xwebûna xwe: Ez kî me? Ji kîjan gel, ziman, çand, dîrokê
me? Bi taybetî ji bo ciwan û zarokan nasname pir girîng e. Li Kurdistanê,
nasname hem nasnameya takekesî ye hem jî nasnameya neteweyî ye.
Comments
Post a Comment