Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence – AI) di salên dawî de bi
lezûbez pêş ketiye û niha di gelek warên jiyana me de tê bikaranîn, ji xizmetên
saxlemî û tendirustiyê bigire heta perwerdehî û ragihandinê. Di warê saxlemî û
tendirustiya derûnî de, HÇ (AI) derfetên nû pêşkêş dike, lê her wiha pirsên
etîkî û xetereyên potansiyel jî derdixe holê. Di vê nivîsê de, em ê li ser
bandora HÇê ya li ser saxlemî û tendirustiya derûnî bisekinin.
Derfetên HÇê ji bo Saxlemî û tendirustiya Derûnî
Teşxîs û Midaxeleya Zû û Pêşwext
HÇ (AI) dikare di naskirina teşxîs û nîşanên zû û pêşwext ên nexweşiyên
derûnî de roleke girîng bilîze. Algorîtmayên HÇê dikarin daneyên mezin dahûrîn
bikin û alîkariya pisporên tendirustiyê bikin da ku nexweşî zûtir bên
teşxîskirin. Lêkolîna ji aliyê Kalmady û hevkarên wî (2021) ve hatî kirin nîşanî
me da ku modelên HÇê dikarin bi rêjeya %80 rast depresyonê teşxîs bikin tenê bi
dahûrînkirina deng û awayê axaftina mirovan. Ev hêz û şiyanbûna teşxîskirina pêşwext
dikare jiyana gelek kesan xilas bike, nemaze di rewşên wek depresyon û
nexweşiyên derûnî yên giran de ku ger zû neyên teşxîskirin, dikarin bibe sedema
encamên xirab.
Terapiya Şexsîkirî (Takekesî)
Pergalên HÇê dikarin agahiyên takekesî bikar bînin da ku bernameya terapiyê
ji bo her kesî taybet bikin ku dikare bibandortir be ji terapiyên standard. Ji
ber ku her mirov bi awayekî cuda tevdigere û nirxên wan ên cûda hene, terapiya
ku ji bo kesên takekesî tê amadekirin dikare bibandortir be. Mînak, sepana
"Wysa" ku ji aliyê Touchkin ve hatiye pêşxistin, ji teknîkên
HÇê û Terapiya Reftarî-Venasînî (Cognitive Behavioral Therapy - CBT) sûd
werdigire da ku ji bo her bikarhêner bernameya terapiyê taybet bike. Ev sepan (app)
li gorî rewşa derûnî ya bikarhêner, dîroka wî/wê û tevger û reftarên wî/wê
bernameya taybet çêdike.
Piştgiriya 24/7an
Chatbotên HÇê dikarin di her demê de ji bo piştgiriya derûnî amade bin ku
dikare ji bo kesên ku nikarin bigihîjin xizmetên terapiyê yên kevneşopî girîng
be. Di gelek welatên cîhanê de, xizmetên saxlemî û tendirustiya derûnî ne bes
in an jî zehf biha ne û gelek takekes nikarin bigihîjin vê piştgiriyê. Chatbota
bi navê "Woebot" ku ji aliyê tîmeke li Zanîngeha Stanford ve
hatiye pêşxistin, ji bo alîkariya kesên ku bi depresyon û rageşiyê (anxiety)
re mijûl in, di her demê de amade ye. Ev amûr dikare di şeva tarî de, di dema
ku terapîstên mirovî nekarîn bigihîjin, piştgiriya derûnî pêşkêş bike.
Lêkolînên Berfirehtir
HÇ dikare di dahûrînkirina daneyên mezin ên derbarê saxlemî û tendirustiya
derûnî de alîkar be ku dikare rê li ber fêm û têgihîştineke kûrtir a bêpergalî
û nexweşiyên derûnî veke. Bi teknolojiya HÇê, lêkoler dikarin mîlyonan daneyên
nexweşan dahûrîn bikin û alîkariyên nenas bibînin di nexweşiyên derûnî de.
Projeya "Mental Health Surveillance" ya Rêxistina Tendirustiyê
ya Cîhanê (World Health Organization - WHO) ji teknîkên HÇê sûd
werdigire da ku daneyên ji çavkaniyên cuda kom bike û rewşa saxlemî û tendirustiya
derûnî ya global çêtir fêm bike. Ev daneyên berfireh dikarin alîkar bin di geşedan
û pêşxistina dermanên nû û terapiyên bibandortir de.
Xetereyên Potansiyel ên HÇê (AI) ji bo Saxlemî û
tendirustiya Derûnî
Windakirina Têkiliyên Mirovî
Zêdebûna bikaranîna HÇê di warê tendirustiya derûnî de dikare bibe sedema
kêmbûna têkiliyên rû bi rû ku ji bo tendirustiya derûnî gelekî girîng in.
Têkiliya mirov bi mirov, hevdilî (empatî) û fêmkirina konteksta çandî û civakî
hê jî hin daxwazên girîng ên tedawiya derûnî ne ku teknolojî nikare bi temamî
cihê wan bigire. Lêkolîna ji aliyê Turkle (2017) ve hatî kirin balê dikişîne
ser xetera ku mirov dikarin "bêhtir bi teknolojiyê ve girêdayî û ji hev
dûr" bibin bi zêdebûna bikaranîna HÇê di têkiliyên mirovî de. Dema ku
mirov bêhtir bi makîneyan re axivin û ji têkiliyên rast ên mirovî dûr dikevin,
dibe ku tenêtî û bêkesiya derûnî zêde bibe.
Pirsên Etîkî û Nepenîtiyê
Bikaranîna HÇê di warê saxlemî û tendirustiya derûnî de pirsên girîng ên
etîkî û nepenîtiyê (privacy) derdixe holê. Agahiyên derûnî gelekî peljen
û takekesane ne û daxwaza parastina wan ji her cure sûîstîfadeya potansiyel
heye. Gelo agahiyên takekesane yên derûnî çawa tên parastin? Kî dikaribe vê
agahiyê bibîne û bikar bîne? Di sala 2018an de, hate aşkerekirin ku sepana
saxlemî û tendirustiya derûnî bi navê xeletî hate niqaşkirin agahiyên bikarhêneran
bi şirketên sêyem re parve kiriye ku bû sedema nîqaşên cidî li ser nepenîtiya
agahiyên derûnî. Ev rûdanên wisa nîşanî me didin ku divê rêziknameyên tund ên
parastina daneyên derûnî hebe.
Biryarên Şaş
Tevî ku HÇ dikare di teşxîsê de alîkar be, xetera biryarên şaş jî heye,
nemaze di rewşên aloz ên derûnî de ku konteksta civakî û çandî girîng e.
Algorîtmayên HÇê li gorî daneyên ku ji wan re tê dayîn fêr dibin û eger di wan
daneyan de alîgirî (bias) hebe, algorîtma jî dê van alîgiriyan ji xwe re
bigire. Lêkolîna ji aliyê Zou û Schiebinger (2018) ve hatî kirin nîşanî me da
ku algorîtmayên HÇê dikarin biryarên nîjadperest (racist) an
zayendperest (sexist) bidin eger di daneyên perwerdehiyê de alîgirî
hebe. Ji ber vê yekê, girîng e ku daneyên ku ji bo perwerdehiya HÇê têne
bikaranîn ji hemû koman û çandan beşdar bin.
Zêdebûna Stresê ya Teknolojîk
Hebûna berdewam a HÇê di jiyana me de dikare bibe sedema stresê û
xemgîniyê, nemaze ji bo kesên ku bi teknolojiyê re ne rehet in. Dema ku
teknolojî zêde dibe û mirov her dem divê bi amûrên dijîtal re têkiliyê çêbikin,
dibe ku hesta barkêşkirin û westiyayî peyda bibe. Têgeha "technostress"
ku ji aliyê Brod (1984) ve hatiye pêşxistin, îro bêhtir guncav e bi zêdebûna
bikaranîna HÇê di jiyana rojane de. Kesên pîr an jî ên ku perwerdehiya
teknolojîk kêm dîtiye, dikarin di rûberûbûna bi pergalên HÇê de zehmetiyan
bikşînin û ev jî dikare bibe sedema stresê.
Lêkolînên Dawî
HÇ û Depresyon
Lêkolîna ji aliyê Inkster û hevkarên wî (2021) ve hatî kirin nîşanî me da
ku bikaranîna sepanên HÇê (AI)-based dikare di kêmkirina nîşanên
depresyonê de alîkar be. Lêkolînê dît ku bikarhênerên sepana
"Wysa" piştî du hefteyan pêşketineke girîng di rewşa xwe ya derûnî de
nîşanî me dan. Ev encam nîşanî me dide ku teknolojiya HÇê dikare wek alîkarek
bibandor ji bo tedawiya depresyonê bi kar bê, nemaze ji bo kesên ku nikarin
bigihîjin terapiya kevneşopî.
HÇ û Rageşî
Fitzpatrick û hevkarên wî (2017) dîtin ku chatbotên HÇê dikarin di
kêmkirina nîşanên rageşiyê de bi qasî terapiya rû bi rû bibandor bin. Lêkolînê nîşanî
me da ku bikarhênerên chatbota "Woebot" piştî du hefteyan
kêmbûneke girîng di nîşanên rageşiyê de tecrûbe kirin. Ev encam gelekî balkêş
e, ji ber ku nîşanî me dide ku teknolojiya HÇê dikare bi qasî terapîstên mirovî
bibandor be, lê belê bi lêçûneke kêmtir û di dema kêmtir de.
HÇ û Xwe-kuştin
Lêkolîna Pestian û hevkarên wî (2020) nîşanî me da ku algorîtmayên HÇê
dikarin di pêşbînîkirina rîska xwe-kuştinê de alîkar bin, bi dahûrînkirina hêmanan
ku dibe ku mirov ji dest bidin. Lêkolînê dît ku modelên HÇê dikarin bi rêjeya
%80-90 rast rîska xwe-kuştinê pêşbînî bikin. Ev tomareke gelekî girîng e, ji
ber ku eger em bikaribin rîska xwe-kuştinê zûtir nas bikin, em dikarin
midaxeleya zû bikin û jiyana mirov xilas bikin. Pergalên HÇê dikarin ji dahûrînkirina
axaftina mirov, nivîsên wan li ser medyaya civakî û reftar û tevgerên derûnî
sûd wergirin da ku kesên di xeterê de nas bikin.
HÇ û Terapiya Reftarî-Venasînî
Twomey û hevkarên wî (2020) dîtin ku platformên HÇ-powered yên
terapiya reftarî-venasînî dikarin bibandor bin di tedawiya depresyon û rageşiyê
de. Lêkolînê nîşanî me da ku bikarhênerên platformên HÇ-based TRV
pêşketineke hevşibî ya bikarhênerên TRVya kevneşopî nîşanî me dan. Ev encam
nîşanî me dide ku teknolojiya HÇê dikare TRV bi awayekî bibandor pêşkêş bike ku
dikare bibe çareseriyeke giştir ji bo tedawiya derûnî.
Nîqaş
Bikaranîna HÇê di warê saxlemî û tendirustiya derûnî de hem derfet hem jî
xetereyên potansiyel pêşkêş dike. Li aliyekî, HÇ dikare bibe alîkar di
zûtirkirina teşxîs û pêşkêşkirina tedawiyên şexsîkirî de, herwiha dikare
piştgiriya 24/7an pêşkêş bike û lêkolînên berfirehtir li ser nexweşiyên derûnî
pêşve bibe. Li aliyê din, xetereyên wek windakirina têkiliyên mirovî, pirsên
etîkî û nepenîtiyê, biryarên şaş û zêdebûna stresê ya teknolojîk hene.
Ji bo ku em bikaribin ji HÇê di warê tendirustiya derûnî de bi awayekî
bihaydar sûd wergirin, pêwîst e ku em van pirsên girîng binirxînin: Çawa em
dikarin HÇê bi awayekî bikar bînin ku têkiliyên mirovî xurt bike, ne ku wan
qels bike? Yek ji çareseriyên pêşniyarkirî ev e ku HÇ wek alîkar ji bo
terapîstên mirovî were bikaranîn, ne wek cihgir. Bi vî awayî, em dikarin ji hêz
û şiyanên dahûrînkirina daneyên HÇ sûd wergirin, di heman demê de têkiliya hevdilîn
(empatîk) a mirov bi mirov jî biparêzin.
Pirsa din ev e ku çawa em dikarin ewlehiya agahiyên takekesane yên derûnî
di pergalên HÇê de misoger bikin? Pêwîst e ku qanûn û rêziknameyên taybet ji bo
parastina agahiyên derûnî di pergalên HÇê de bên pêşxistin. Ev qanûn divê
destnîşan bikin ka kî dikaribe agahiyên derûnî bibîne, çawa ev agahî têne
parastin û kîjan ceza ji bo kesên ku vê nepenîtiyê binpê dikin heye.
Çi cure perwerdehî ji bo pisporên saxlemî û tendirustiya derûnî pêwîst e da
ku bi awayekî bibandor bi HÇê re bixebitin? Pêwîst e ku bernameya perwerdehiyê
ya taybet ji bo terapîstan derbarê bikaranîna HÇê di karê wan de bê pêşxistin.
Terapîst divê fêr bibin ka çawa teknolojiya HÇê dikar bike û çawa ew dikare di
tedawiya wan de were bikaranîn, her wiha divê hay ji sînorên HÇê hebin.
Çawa em dikarin alîgiriyên di algorîtmayên HÇê de kêm bikin û misoger bikin
ku ev pergal ji bo hemû koman wekhev in? Pêwîst e ku daneyên perwerdehiyê yên
cûrbecûr bên bikaranîn û kontrolkirina berdewam a encamên algorîtmayan ji bo
alîgiriyan bê kirin. Eger algorîtma tenê li ser daneyên ji komeke cuda hatî
perwerdekirin, dê ji bo komên din çêtir nexebite.
Herî dawî, çawa em dikarin "technostress"ê kêm bikin û
misoger bikin ku bikaranîna HÇê di warê tendirustiya derûnî de nabe sedema
stresê? Pêwîst e ku interfaceên bikarhêner-dost bên pêşxistin û
perwerdehiya teknolojiyê ji bo bikarhênerên potansiyel bê pêşkêşkirin. Pergalên
HÇ divê bi awayekî hêsan û xweşik werin çêkirin da ku her kes, ji her temen û
asta teknolojîk, bikaribe bi wan re bikar bîne.
Encam
HÇ potansiyelek mezin ji bo geşe û pêşxistina xizmetên saxlemî û tendirustiya
derûnî pêşkêş dike. Ew dikare bibe alîkar di zûtirkirina teşxîs, pêşkêşkirina
tedawiyên şexsîkirî, pêşkêşkirina piştgiriya 24/7an û pêşxistina lêkolînên
berfirehtir de. Lê belê, divê em hay ji xetereyên potansiyel jî hebin, wek
windakirina têkiliyên mirovî, pirsên etîkî û nepenîtiyê, xetera biryarên şaş û
zêdebûna stresê ya teknolojîk.
Di siberojê de, dibe ku em modelek "hevkariya mirov û HÇê"
bibînin ku tê de hêz û şiyanên mirovî yên hevdilî (empatî) û fêmkirina
kontekstê bi hêz û şiyana HÇê ya dahûrînkirina daneyan re tên kombînkirin. Ev
model dikare rê li ber xizmetên saxlemî û tendirustiya derûnî yên pêşketîtir
veke ku hem bibandor in hem jî mirovî ne. Di vê modelê de, HÇ dê wek alîkarek
ji bo terapîstên mirovî bixebite, ne wek cihgir û bi vî awayî em dikarin ji
çêtirîn taybetiyên her du dinyayan sûd wergirin.
Ji bo pêşxistina bikaranîna bihaydar a HÇê di warê saxlemî û tendirustiya
derûnî de, pêwîst e ku çend gavên girîng bên avêtin. Pêwîst e ku qanûn û
rêziknameyên taybet ji bo parastina agahiyên derûnî di pergalên HÇê de bên
pêşxistin, da ku nepenîtiya nexweşan were parastin û agahiyên wan di xeterê de
nebin. Bernameya perwerdehiyê ya taybet ji bo pisporên saxlemî û tendirustiya
derûnî derbarê bikaranîna HÇê divê bê pêşxistin, da ku ew bikaribin bi awayekî
bibandor ji vê teknolojiyê sûd wergirin. Lêkolînên berdewam li ser bandora demdirêjî
ya bikaranîna HÇê di warê saxlemî û tendirustiya derûnî de divê bên kirin, ji
ber ku teknolojî bi lezûbez pêş dikevin û divê em bizanin ka encamên demdirêj ên
bikaranîna wê çi ne. Nîqaşên civakî li ser rola HÇê di saxlemî û tendirustiya
derûnî de divê bên han û teşwîqkirin da ku hemû alî - pispor, nexweş,
pêşdebirên teknolojiyê û hwd. - beşdar bibin û dengê xwe bidin.
Bi vî awayî, em dikarin ji derfetên ku HÇê pêşkêş dike sûd wergirin, di
heman demê de xwe ji xetereyên potansiyel biparêzin û tendirustiya derûnî ya
civakê baştir bikin. Armanca sereke divê her dem başkirina jiyana
mirovan be û teknolojî divê wek amrazek ji bo gihîştina vê armancê were
bikaranîn, ne wek armancê bi xwe.
Gotina Dawî
Ev lêkolîn nîşanî me dide ku Hişê Çêkirî potansiyeleke mezin ji bo geşedan
û pêşxistina xizmetên tendirustiya derûnî pêşkêş dike, lê di heman demê de metirsî
û xetereyên cidî jî derdixe holê. Ji bo ku em bikaribin ji vê teknolojiyê bi
awayekî erênî û bihaydar sûd wergirin, pêwîst e ku em bi baldarî nêzîkî vê
mijarê bibin û di her gavê de nirxên mirovî û etîkî biparêzin.
Pêşketin û geşedanên di warê HÇê de bi lez didomin û dibe ku di siberojê de
derfetên nû derkevin holê ku em îro nikaribin wan pêşbînî bikin. Teknolojiya HÇê
dikare rêyên nû yên tedawiya derûnî veke, lê divê em her dem hay ji xetereyên
potansiyel hebin û bi baldarî pêş bixin. Ji ber vê yekê, girîng e ku lêkolînên
berdewam di vî warî de bên kirin û nîqaşên etîkî bi awayekî vekirî bên
meşandin, da ku em bikaribin di navbera derfet û xetereyê de hevsengiyeke baş
çêbikin.
Herî dawî, divê em ji bîr nekin ku armanca sereke ya bikaranîna HÇê di warê
tendirustiya derûnî de divê her dem başkirina jiyana mirovan be. Teknolojî ne
armanc e, lê amrazek e ji bo gihîştina vê armancê. Bi vê perspektîfê, em
dikarin ji derfetên ku HÇê pêşkêş dike sûd wergirin, di heman demê de nirxên
mirovî û etîkî jî biparêzin û misoger bikin ku pêşketin û geşedanên teknolojîk
ji bo başbûna jiyana hemû mirovan bên bikaranîn.
Dema ku em bi vî awayî nêzîkî bikaranîna HÇê di warê tendirustiya derûnî de bibin, em dikarin siberojekê çêbikin ku tê de teknolojî û mirovahî bi hev re dixebitin ji bo çêkirina civakeke tendirustir û bextewertir. Ev ne tenê bersiva daxwazên îroyîn e, lê her wiha veguheztina nirxên me yên mirovî û etîkî bo nifşên siberojê ye.
Termên Sereke
Hişê Çêkirî
(HÇ) / Artificial Intelligence (AI): Teknolojiya ku makîneyan dikare
kar û fikirînên ku hewceyê hişmendiya mirovî hene bi cih bîne. Ev pergal ji algorîtma
û modêlên hînbûnê (machine learning) pêk tê ku dikarin daneyên mezin dahûrîn
bikin, alîkariyan bibînin û biryaran bidin.
Algorîtma / Algorithm: Rêbazeke bîrkarî
an jî qonaxên diyarkirî ku ji bo çareserkirina pirsgirêkekê an jî encameke
diyarkirî di komputeran de têne bikaranîn. Di HÇê de, algorîtma bi dahûrînkirina
daneyan fêr dibe û biryaran dide.
Terapiya
Reftarî-Venasînî (TRV) / Cognitive Behavioral Therapy (CBT): Cureyek
terapiya derûnî ye ku li ser guherandina ramanan û tevgerên neyînî disekine.
Armanca vê terapiyê ev e ku kesên ku bi nexweşiyên derûnî wek depresyon û rageşiyê
re mijûl in, bikaribe hestên xwe çêtir bi rê ve bibin.
Depresyon / Depression: Nexweşiyek
derûnî ye ku mirov di nav de xemgînî, windabûna eleqeyê û hesta bêhêz bûnê bi
ser de tê. Depresyon dikare bandorê li jiyana rojane, kar û têkiliyên civakî
bike.
Rageşî / Anxiety: Rewşeke
derûnî ye ku mirov hesta tirs, nîgeranî û giran hebûna dil bi ser de tê. Rageşî
dikare nîşanên fîzîkî wek lêdana bilez a dilî, xwêdanê zêde û pirsgirêkên razan
jî derbas bike.
Chatbot / Chatbot:
Bernameyeke HÇê ye ku dikare bi mirov re bi nivîsê an dengî re axive. Di warê
tendirustiya derûnî de, chatbotên terapiyê bi bikarhêneran re diaxivin û
piştgiriya derûnî pêşkêş dikin.
Sepan / Application: Bernameyek
teknolojîk e ku li ser têlefonên mobîl an tabletan tê barkirin û ji bo armanc û
xizmetên cuda tê bikaanîn. Di vê lêkolînê de, appên tendirustiya derûnî
têne nîqaşkirin.
Nepenîtî / Privacy: Mafê mirov
ku agahiyên kesane yên wî/wê ji çavên din bên parastin. Di warê tendirustiya
derûnî de, nepenîtiya agahiyên peljen gelekî girîng e.
Alîgirî / Bias: Alîgirî an
meyla ku di pergalên HÇ de derdikeve, nemaze dema ku daneyên perwerdehiyê ne
wekhev in an ji komeke diyarkirî zêdetir tên. Alîgirî dikare bibe sedema
biryarên neyînî û nadadperwerî.
Teşxîs / Diagnosis: Pêvajoya
naskirina nexweşiyekê bi lêkolîna nîşan û belgeyan. Di tendirustiyê de, teşxîsa
rast ji bo tedawiya bibandor gelekî girîng e.
Dane / Data: Agahî an
daneyên ku ji lêkolîn, çavdêrî, an têketinên bikarhêneran têne berhevkirin. Di
HÇ de, dane (data) ji bo perwerdehiya algorîtma û dahûrînan tê
bikaranîn.
Model / Model: Di HÇê de,
modelek bîrkarî ye ku ji daneyên perwerdehiyê fêr dibe û dikare pêşbînî bike an
biryaran bide. Modelên HÇ ji bo teşxîs û tedawiya nexweşiyên derûnî têne
bikaranîn.
Çavkanî
- Inkster, B., Sarda, S., &
Subramanian, V. (2021). An empathy-driven,
conversational artificial intelligence for mental health support. Frontiers
in Psychiatry, 12, 576654.
- Fitzpatrick, K. K., Darcy, A.,
& Vierhile, M. (2017). Delivering cognitive behavior
therapy to young adults with symptoms of depression and anxiety using a
fully automated conversational agent (Woebot): A randomized controlled
trial. JMIR Mental Health, 4(2), e19.
- Pestian, J., Sorter, M.,
Connolly, B., Bretonnel Cohen, K., McCullumsmith, C., Gee, J. T., ...
& Schilling, K. (2020). A machine learning approach to
identifying the thought markers of suicidal subjects: A prospective multicenter
trial. Suicide and Life-Threatening Behavior, 50(3), 758-770.
- Luxton, D. D. (2014).
Artificial intelligence in psychological practice: Current and future
applications and implications. Professional Psychology: Research and
Practice, 45(5), 332-339.
- Fiske, A., Henningsen, P.,
& Buyx, A. (2019). Your robot therapist will see you now: Ethical
implications of embodied artificial intelligence in psychiatry,
psychology, and psychotherapy. Journal of Medical Internet Research,
21(5), e13216.
- Kalmady, S. V., Greiner, R.,
Agrawal, R., Shivakumar, V., Narayanaswamy, J. C., Brown, M. R., ... &
Venkatasubramanian, G. (2021). Towards artificial
intelligence in mental health by improving schizophrenia prediction with
multiple brain parcellation ensemble-learning. NPJ Schizophrenia,
7(1), 1-13.
Comments
Post a Comment