Ehmed Huseynî (1955–10ê Adara 2026an) (Zimanê wî jî weke laşê wî bêwelat bû) Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
Destpêk
Ehmed Huseynî helbestvanekî kurd bû ku jiyana wî di navbera çend cîhan de
derbas bû: Amûda Rojava, Şama Sûriyê û Stokholma Swêdê. Ev rêwîtiya erdnîgarî
ne tenê rûdaneke jiyanî bû, di heman demê de birîneke derûnî ya kûr bû ku
xwe di hemû berhemên wî de nîşan da. Helbestên wî — bi taybetî Nimêjgeha
Xewnê, Dayîk û Çarçira — ne tenê wêjeya xemgîniyê ne; ew
belgeyên derûnî yên mirovekî di navbera welat û xerîbî, bîranîn û jiyana niha,
xeyalên windabûyî û rastiya neqebûlkirî de maye. Ez ê bi rêbaza derûnkolîniyê
(psychoanalysis), helbestvaniya Ehmed Huseynî ji çend aliyan ve binirxînim: ji
têgehên Freud ên malxulyaniyê (melancholia) û kompûlsiyona dûbare (repetition
compulsion), ji teoriya Lacan a ziman û nasnameya perçebûyî (fragmented
identity) û ji têgeha Vamik Volkan a birîn û trawmaya hilbijartî (chosen
trauma). Armanca sereke ew e ku em nîşan bidin ku Ehmed Huseynî helbesta xwe
weke qada dermankirin û terapiya derûnî bi kar aniye û çawa ev qad ji birîna
takekesî derbasî trawmaya hevpar (kolektif) a miletekî perçebûyî dibe.
Mijar û Nasnameya Perçebûyî
Helbestvaniya Ehmed Huseynî di bingeha xwe de krîza nasnameya perçebûyî
nîşanî me dide. Ew li Amûdê ji dayik bûye, li Şamê xwendiye, li Stokholmê
jiyana xwe derbas kiriye û li wir jî maye. Ev sê cîh — welat, bajêr, xerîbî —
di helbestan de wek "bendergehên xemgîn ên giyanê min" xwe
nîşanî me dide.
Lacan dibêje: mirov di zimanê din de xwe winda dike. Ehmed Huseynî
bi kurdî dinivîse lê di nav civaka Swêdî de dijî — ev perçebûn ne tenê
erdnîgarî, di bingeha xwe de zimanî, derûnî û giyanî ye.
Xeyala Dayikê û "Objet Petit
a" (Freud / Lacan)
Di helbesta "Dayîk" de û di "Nimêjgeha Xewnê"
de jî figûra jin/dayik weke xeyalek bêdest tê pêşkêşkirin.
Freud vê rewşê weke Malxulyanî û Şînûşûn "Mourning and
Melancholia" rave dike:
Mirov tiştekî ku winda kiriye qebûl nake, lê wî tişti di hundirê xwe
de dişewitîne.
Di helbestan de ev zelal e:
- "bîna
rihana destê te"
- "lêvên
te, sêvên te"
- "hineya
porê te"
Ev hemû hestên hîsî yên laşî ne — lê dûr in, negihîştî ne. Ehmed
Huseynî ne ji miriyekê, ji tiştekî ku ticarî tam nebûye şîn dike. Ew di derûnnasiyê
de jê re"malxulyanî" tê gotin, ne tenê xemgîniya şînûşûnê.
Welatê Winda û "Topography of
Loss" (Şîna Hevpar)
Di "Çarçira" de:
"te em bi şîrê şêran xapandin / te em di gerdenîka komarê de
civandin"
Ev ne tenê gilîyeke siyasî ye — ev xeyandina Bavê Mezin (Super-Egoya
kolektîf) e. Dewlet, dîrok, rêber — ew desthilatdariya ku mirov pê bawer
dike — wan xapandiye.
Derûnkolîner/Psîkanalîst Vamik Volkan ji vê re "chosen
trauma" (trawmaya hilbijartî) dibêje: Miletekî ku perçebûyî, trawma û birîna
dîrokî wek nasnameya xwe hildigire û ji bo nifşê siberojê bi rê dike ango
nifşguhêzî ye.
Ehmed Huseynî ev birîn di "xalê ku di qiçîna Tebaxê de bi mayinan
hatibû kuştin" de nîşan dide — kuştina takekesî û ya giştî di heman
demê de hatin yek.
Vegera Bêrawestan: Kompûlsiyona
dûbare (Repetition Compulsion)
Di "Nimêjgeha Xewnê" de peyveka yek tê dubarekirin:
"Dîsa... Dîsa... Dîsa..." (30 caran di helbesta yekê de)
Freud ji vê re "Wiederholungszwang" — "kompûlsiyona
dûbare" — dibêje. Mirov tiştê ku nikare çareser bike, dîsa û dîsa
dijî. Ev ne hilbijartin e, bêçariyeke derûnî ye.
Ehmed Huseynî xwe di nava bîranîna bêdawî de girtî dibîne. Ne dikare
ji bîranînê bireve, ne dikare tê venegere. Ev rewşa "trawma û nexweşiya
mişextiyê" (birîna celîbûnê) ye.
Ziman Wek Laşê Windabûyî
Ji nêrîna Lacan, ziman ne amûr e — ev nasnameya mirov bixwe ye. Ehmed
Huseynî bi kurdî dinivîse, lê kurdî di nav dewleta Sûriyê de qedexe bû.
Ango zimanê wî jî wek laşê wî bêwelat bû.
Di "Çend dîmenên xemgîn ên kurmanciya nivîskî" (2004) de
ev derheq rasterast dibe mijara xebata wî. Ew ziman ne tenê nas dike — li
gorî derûnkolîneriyê/psîkanalîzê, ew bi kurdî xwe ji nû ve dixwaze afirîne.
Encam
Helbestvaniya Ehmed Huseynî, dema bi nêrîna derûnkolînerî (psychoanalytic
lens) tê xwendin, xwe wek belgeyeke giranbiha ya derûnnasiya mişextiyê
(diaspora psychology) û êşa gelekî bindest nîşanî me dide. Bi têgeha malxulyaniyê
(melancholia), Ehmed Huseynî ne ji tiştekî ku winda kiriye, lê ji tiştekî ku
ticarî bi têkûzî negihîştiye şînê digire: welat, azadî, nasnameya bêpergal. Kompûlsiyona
dûbare (repetition compulsion) di dubarekirina bêdawiya "dîsa"yê de
xwe eşkere dike û nîşanî me dide ka mirov tiştê ku nikare çareser bike dîsa û
dîsa dijî. Ji nêrîna Lacan, zimanê kurdî ji bo Ehmed Huseynî ne amûrek e — ew
qada afirîna xwebûna xwe ya ji nû ve (re-creation of the self) ye, ji
ber ku welat û nasnameya wî tenê di vî zimanê qedexekirî de sax maye. Di dawiyê
de, bi têgeha Volkan a birîna hilbijartî (chosen trauma), tê dîtin ka Ehmed
Huseynî birîna dîrokî ya miletê kurd — kuştin, koçberî, qedexeya ziman — di
helbestan de wek nasnameya kolektîf hildide û ji nifşekî bo nifşekî din bi rê
dike. Ehmed Huseynî bi helbesta xwe derûnterapî û dermankirin ceribandiye, lê
ev dermankirin qediya neçûye; ji ber ku birîn, di dawiyê de, ji wî re bûye
welatê herî nêzîk.
Çavkanî
Freud, S. (1917). Mourning and melancholia. Di J. Strachey (Wer.), The
standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol.
14, rr. 243–258). Hogarth Press.
Huseynî, E. (2002). Dîwan: Berhemên giştî. Weşanên Avestayê.
Huseynî, E. (1990). Mistek ji şîna bêcir. Weşanên Komeleya Jinên
Kurdistanê.
Huseynî, E. (1993). Bi xewna we pênûsê dilorînim. Weşanên Jina Nû.
Lacan, J. (1977). Écrits: A selection (A. Sheridan, Wer.). Norton.
(Xebata eslî 1966 hatiye çapkirin)
Volkan, V. D. (2001). Transgenerational transmissions and chosen traumas:
An aspect of large-group identity. Group Analysis, 34(3),
395–416. https://doi.org/10.1177/05333160122077730
Volkan, V. D. (1997). Bloodlines: From ethnic pride to ethnic terrorism.
Farrar, Straus and Giroux.
Comments
Post a Comment