Xwendineke
Derûnkolînerî — Nêrînek Psîkanalîtîk, Civaknasî û der-kolonyal
Destpêk
Edebiyat ne
tenê hilberîna hûnerî ye — ew meydan û qada civakî ye (literary field)
ku têkiliyên hêzê, nasnameyê û ‘bîr’anînê tê de têne jiyîn û hilberandin.
Ferzan Şêr di pirtûka xwe ya Yamalı Peyzaj (2025) de, bi dahûrînek rêzdar
û berfireh, edebiyata romana kurdî ya ji 1935ê heta 2017ê lêkolîn dike. Ev
xebat ne tenê katalogeyek dîrokî ye — ew nîşaneyek derûnterapî, dermankirin û
têkoşîna sembolîk e ku di navbera zimanzanî, kolonyalîzm û nasnameyê de cih
digire.
Ji bo ku em vê
xebatê bi kûrahî bixwînin, pêwistiya me bi çarçoveyek teoriyê ya pirjimar heye:
psîkanalîza Freud û Lacan ji bo têgehên derûnî, civaknasiya Pierre Bourdieu ji
bo têgeha qada edebî (literary field) û sermiyanên sembolîk (symbolic
capital), nêrîna Pascale Casanova ji bo têgehkirina pergala edebiyata
cîhanî (world republic of letters), ya José Carlos Mariátegui ji bo
têkiliya çanda xwecihî û kolonyalîzmê, ya Alexander Beecroft ji bo ekolojiyên
edebî (literary ecologies) û ya Barbara Harlow ji bo edebiyata bergiriyê
(resistance literature) têde cih digirin.
Gava ku em van
nêrînan li hev tînin, tabloya ku xwe nîşan dide ew e: Edebiyata Kurdî ne tenê
di bin zexteke dewletî ya derveyî de, lê di heman demê de di nava krîzeke
navendî de ye ku hem ji desthilata kolonyal, hem ji avahiya xemsariya hundurîn,
hem jî ji qedexeya sembolîk tê. Şêr, bi lêkolîna xwe, vê qadê mîna nexşeyeke
trawmayê (trauma map) xêz dike.
Krîza
Nasnameyê (Identity Crisis) û Xwebûna Parçebûyî (Fragmented Self)
Ferzan Şêr, di
lêkolîna xwe de, cihê xwe di sê aliyên cuda de tarîf dike: zanîna zeviyê,
nivîsandina afirîner û rexneyê û neçariya nivîsandina bi Tirkî. Ev sê alî ne
tenê kategoriyên metodolojîk in — ew nîşana parçebûna nasnameyê (fragmentation
of identity) ya nivîskarekî kurdî ye ku di navbera zimanê xwe û zimanê
dagirker de maye. Neçariya nivîsandina bi Tirkî, di têgeha Lacan de, wekî
xwestek û arezûya Yê-din (desire of the Other) tê xwendin: mirov ji bo
ku bê bihîstin, zimanê desthilatê qebûl dike û bi vî awayî xwebûna xwe perçe
dike.
Pierre Bourdieu
ev rewş bi têgeha habîtus rave dike: takekesên ku di qadên sembolîk ên
li derveyî çanda xwe de mezin dibin, laşê hizrê û binyada zihnê (mental
structure) xwebûna xwe li gorî qanûnên qada dagirker pêk tînin. Nivîskarê
Kurd ku bi Tirkî dinivîse ne tenê zimanekî din hilbijartiye — ew sermiyanên
sembolîk yên xwebûna xwe li gorî pergalek biyaniyan ji nû ve çêkiriye û bi vî
awayî di nava nasnameyeke duali (dual identity) de maye ku ne yekgirtî
ye û ne jî bi tevahî ya biyaniyan e.
Navê pirtûkê — Peyzaja
Pînekirî — bi xwe nîşanek semptomê ye. Di psîkanalîzê de semptom ne tenê
nexweşî ye; ew rêya ku rastiya xwebûna xwe bi awayekî nixumandî dide xuyanîkirinê.
Peyzaja Kurd a pînekirî ye, ji ber ku nasnameya kurd jî pînekirî ye: ne
yekgirtî, ne têkûz, her tim di bin zexta qedexeya Bavê Sembolîk (Law of the
Symbolic Father) de — ku li vir dewlet û desthilata siyasî ye. Alexander
Beecroft (2015) jî van ekolojiyên edebî yên ku di nav pergalên ziman û hêzê de perçe
dibin wekî nîşanên qeşengtiya ecêb ango kozmopoetîka marjînalîteyê (cosmopoetics
of marginality) bi nav dike.
Tepisandin
(Repression) û Zimanê Windabûyî (Lost Language)
Ku ji 1935ê û
vir ve edebiyata Kurdî di bin çend ekolên perçeyî de maye, ev ne tenê rastiyeke
dîrokî ye — ew tabloya tepisandina hevpar (collective repression) e.
Civak, wekî takekesek, tiştên ku nikare der bike di derhişiya (unconscious)
xwe de vedişêre. Zimanê Kurdî yê ku ji ber tawan û cezabûnê nehatiye bikaranîn,
têgehên ku nehatine nivîsandin, dengên ku nehatine bihîstin û bilindkirin —
hemû bûne beşê wê arşîva derhişî (unconscious archive) a ku pirtûka Şêr
hewl dide veke.
Di têgeha
Bourdieu de, ev windabûna zimên windabûna sermyanê çandî (cultural capital)
ye. Dema ku zimanê dayikê nayê bikaranîn, nizanbûna dubarekirî ya civakê ve tê
bihandin û bi vî awayî herka (doxa) ya erk û rêzê li gorî zimanê
desthilatê tê danîn. Bourdieu (1991) di Ziman û Hêza Sembolîk (Language and
Symbolic Power) de destnîşan dike ku ziman qadeke têkoşînê ye ku tê de hêz
û şiyan tê xwestin, weqifandin û ji nû ve hilberandin.
Têgehek di
psîkanalîzê de: vegera yê tepisandî (the return of the repressed) — yê
çewisandî vedigere. Edebiyata Kurdî jî herçiqasî hatibe qedexekirin û
şewitandin jî li cihên nedîtî dîsa xwe nîşanî me daye: bi şêwirên devkî, bi
dengbêjan, bi çîrokên ji nifşekî bo nifşekî derbas bûne. Ev vegera ya çewisandî
ye. Barbara Harlow (1987) di Edibiyata Bergiriyê (Resistance Literature)
de heman dîmenê di edebiyatên miletên bindest de nas dike: edebiyat wekî
amûreke bergiriyê, ne tenê wekî afirandineke hûnerî tê bikaranîn.
Girêka
Kolonyal (Colonial Complex) û Nefreta Hundurîn (Internalized Hatred)
Ku weşanxaneyên
Kurd ji nivîskarên Kurd re mafê telîfê nadin, lê ji biyanî re mêr û camêr in —
ev diyardeyeke balkêş a tepisandina navendî ye. Frantz Fanon vê wiha rave
dikir: civaka kolonîkirî, nirxên kolonîker di hundurê xwe de dihêle û wan li
ser xwe û hev-miletên xwe sepandine. Nivîskarên Kurd ji aliyê saziyên Kurd ve qedr
û qîmeta wan nayên girtin — ne ji ber ku ew ne layiqî qedirûqîmetê ne, lê ji
ber ku nasnameya kêm û bênirx (inferior) a ku kolonîzasyon çandiye hîn
jî di bêhişî, binhişî û derhişiyê de dijî.
José Carlos
Mariátegui (1928), di analîza wî ya li ser wêjeya Amerîkaya Latîn de, vê
paradoksa yekalî bi hûrbûnî vedibêje: rewşenbîrên xwecihî yên ku di nava pergalên
kolonyal de hatine perwerdekirin, pirî caran ziman û estetîkên kolonîzer wekî
havênê estetîkê (aesthetic standard) dipejirînin. Ev yek di edebiyata Kurdî
de jî xwe nîşanî me dide: ew nivîskar ku arezû û xwestinê dikin ku bi Kurdî
binivîsîn, hîn jî di bin çavên rexneyeke Tirkî-girêdayî de tên nirxandin.
Pascale
Casanova (2004) di Komara Edebiyata Cîhanî (The World Republic of Letters)
de ev têkiliya newekhev çawa dixebite vedigêre: edebiyatên biçûk (minor
literatures) her tim li gorî merkezên mezin têne nirxandin û ziman û çandên
wan weke perîferîk (peripheral) têne danîn. Edebiyata Kurdî di vê çarçoveyê
de ne tenê li ser binê mêtingeriya dewletê ye — ew jî li ser binê saziya
edebiyata cîhanî ya ku ji nêrîna navendên mezin hatiye ava kirin e.
Ku %68ê nivîskarên
Kurd pirtûka xwe bi xwe çap dikin û %99ê wan mafê telîfê nagirin, ev ne tenê
pirsgirêkeke aborî ye — ew îşareta xwe-tune-hesibandinê (self-annihilation)
ye. Mirov pirtûkekê dinivîse, lê mafê hebûna wê wekî tiştekî nirxdar nas nake.
Ew Winnicott'ê bîr tîne: Xwebûna sexte (false self) — xwebûna derewîn ku
ji bo mêze û pejirandina yê-din tê avakirin, lê nasnameya rastî têk dibe.
Bavê
Windabûyî (Absent Father) û Trawmaya Nifşî (Transgenerational Trauma)
Ekola Hawar,
ekola Kafkasyayê — rewşenbîrên ku hatin kuştin, sirgûnkirin an di nava partiyên
siyasî de heliyan. Ji nifşekî bo nifşekî, trawmaya bêbavbûnê (paternal
absence trauma) hat veguheztin. Di psîkanalîzê de bav ne tenê kesayetek
biyolojîk e — ew sembolê pêbawerbûnê, zanîna berdewam û nasnameya hevpar e.
Kurd, di her nifşê de, vî bavê sembolîk (symbolic father) winda dikin:
rewşenbîr tên kuştin, helbestvan tên sirgûn kirin, dîrok tê şewitandin.
Alexander
Beecroft (2015), di nêrîna xwe ya li ser ekolojiyên edebî de, destnîşan dike ku
ekolojiyên ku di wan de berdewamiya nivîsandinê tê qût û qutandin — wekî
ekolojiya Kurdî — ne tenê di warê estetîkê de dikişin, lê di warê bîra hevpar (collective
memory) de jî dikişin. Windabûna rewşenbîran ne tenê windabûna takekesan e
— ew windabûna vegotina kevneşopiyê (narrative tradition) e.
Û her winda
bûna bavê sembolîk valahî û xelayeke malxulyayî (melancholic void) ava
dike. Freud di navbera şîn (mourning) û malxulyaniyê (melancholia)
de cudatiyê dike: di şînê de mirov dizane çi winda kiriye û di dawiyê de jê
vediqete. Di malxulyaniyê de mirov nikare jê veqete, ji ber ku tiştê winda bûyî
bi tevahî hîn nehatiye qebûlkirin. Wêjeya Kurdî hîn jî di vê malxulyaniya
dîrokî (historical melancholia) de ye — şînûşûna rewşenbîrên winda
nehatiye kirin, ji ber ku windabûn hîn jî berdewam e.
Têkiliya Jin
û Çewisandina Duqat (Double Repression)
Beşa Jin
Jiyan Bênavî belkî ya herî derûnkolînerî ya pirtûkê ye. Li hember 137
nivîskarên mêr, tenê 9 nivîskarên jin — ev jimare ne tenê kêmbûnek e, ew dîmenê
çewisandina duqat (double repression) e: jin hem wekî Kurd, hem jî wekî
jin di bin du sansurên sembolîk (symbolic censorship) de dimîne.
Bourdieu (2001)
di Serdestiya Mêran (Masculine Domination) de vê dîmena çewisandin û
tuntûjiyaa biçûkkirî (symbolic violence) rave dike: jinan, mîna her koma
bindest, bi xwe re baweriya xwebûnêrê ya ku ji aliyê saziyên desthilatê ve
hatiye çandin hildigirin. Ev ne tenê rewşeke civakî ya derve ye — ew avahiyek e
ku di nava bedena hizrê ango laşe venasînî (cognitive body) de hatiye
cih kirin.
Casanova (2004)
jî van nivîskarên jin ên ji edebiyatên biçûk wekî xwedan duqatiya neçarbûnê
ango mecbûriyeta ducarî (double obligation) bi nav dike: ew hem neçarî
ne ku îspat bikin ku xwedan nirxê edebî yê cîhanî ne, hem jî neçarî ne ku di
nava çanda xwe de cih bigirin. Ev yek ji bo jinên Kurd sêqat e: ew hem Kurd,
hem jin û hem jî li gorî normên edebiyata mêrxasî (masculine literary canon)
têne nirxandin.
Lacan dipirse: "Çi
dixwaze jin?" — lê di civaka me de ev pirsa xwe jî nehatiye kirin. Jin
bûye heybera arezû (object of desire) ya siyasetê: sloganan têde cih
digire, teoriyê têde cih digire, lê dema ku ew bixwaze bibe kirdeya axivîner (speaking
subject) — bixwaze pirtûkekê binivîse, bixwaze dengê xwe bide — deriyê
sembolîk (symbolic gate) tê girtin.
Rûmet û
Mirina Eziyê (Ego Death) û Têkoşîna Pejirandinê
Têgeha Rûmetê
ya ku Şêr pêşniyar dike, di psîkanalîzê de bi têgehên îdeala eziyê (ego-ideal)
û bilindeziyê (superego) re girêdayî ye. Rûmet ne tenê rêzgirtin e — ew
pejirandina hebûna mirovî ye. Dema rewşenbîrên Kurd vê Rûmetê nagirin, dema ku
ji aliyê saziyên xwe ve nayên dîtin, ev ne tenê pirsgirêkeke aborî ye — ew
mirina sembolîk (symbolic death) e.
Mariátegui
(1928) di analîza xwe ya li ser rewşenbîrên Andean de jî heman zewqa bêrûmetiyê
rave dike: rewşenbîrên ku ne ji aliyê kolonîzer û ne jî ji aliyê civaka xwe ve
têne pejirandin, di valahiyeke nasnameyê de dimînin ku dikare bibe sedema
bêxwebûn û bîyanîbûnê (alienation). Di edebiyata Kurdî de jî ev paradoks
xuyaye: ew takekes ku bi Kurdî dinivîse qedrûqîmeta wî/wê nayê girtin, ew takekes
ku bi Tirkî dinivîse nasnameya xwe ji dest dide.
Hegel jî vê
dizanibû: têkoşîna ji bo pejirandinê (struggle for recognition)
bingeh a têkiliya mirovî ye. Kurd ji dewletê pejirandinê dixwazin û nagirin —
ev tê zanîn. Lê gava saziyên Kurd jî vê pejirandinê ji rewşenbîrên Kurd re
nadin, birîna narsîsîstîk (narcissistic wound) ducar dibe û rewşenbîr di
navbera du bêpejirandinan de dimîne.
Encam:
Dahûrîna Wekî Terapiya Hevpar (Collective Therapy)
Peyzaja
Pînekirî di rastiyê de ne tenê lêkolînek e — ew hewldanek dahûrîna hevpar (collective
analysis) e. Wekî çawa psîkanalîst nexweşê xwe davêje ber neynikê da ku xwe
û xwebûna xwe bibîne, Şêr jî wêjeya Kurdî davêje ber neynikê. Û wekî di dermankirinê
de, dîtina rastiyê dijwar e, vê êşê dide — lê pêwistî ye.
Ji nêrîna
Bourdieu, pirtûk hewl dide qadeke edebî ya Kurdî (Kurdish literary field)
ya serbixwe ava bike — qadeke ku xwedan destûrên rexneyê, nirxandinê û
pejirandinê be, ku bi xweserî ji qadên din (siyasî, kolonyalî, mêrxasî) cuda
bimîne. Ev ne xewnek wêjeyî tenê ye — ew şertê hebûna nasnameyeke edebî ya azad
e.
Ji nêrîna
Casanova, pirtûk hewl dide edebiyata Kurdî di nava pergala edebiyata cîhanî de
bi cih bike: ne wekî perîferîk (peripheral), lê wekî edebiyateke xwedan
dîrok, estetîk û mêtodolojiya xwe. Casanova destnîşan dike ku edebiyatên biçûk
dikarin serweriya merkezên mezin bişkênin tenê eger ku pêşî saziyên navendî yên
xwe û xwebûna xwe ava bikin — û ev xebat gaveke di wê rêyê de ye.
Ji nêrîna
Beecroft, qadeke edebî ya sax ango ekolojiya wêjeyî ya zindî (living
literary ecology) pêwistiya wê bi pêwendiya di navbera nivîskar, xwîner,
rexneger û saziyên weşanê de heye. Pirtûka Şêr, bi nîşankirina kêmasiyên van
pêwendiyan, hêviya avakirina van pêwendiyan jî hildigire.
Pêvajoya
şagirtiya xebatkirinê (working-through) ku Freud jê re digot, ew e: ne
ji bo ku êş bêtir bê hesibandin, lê ji bo ku ji bo êşê cihekî sembolîk were
vekirin û ew êş bibe beşê jiyanê — ne ya ku jiyanê têk dibe. Peyzaja Pînekirî
jî bi vê nêrînê, gaveke pêwistî ya vê şagirtiya xebatkirina hevpar (collective
working-through) e ku wêjeya Kurdî — û civaka Kurdî ya berfireh — pêdiviya
wê pê heye.
Di dawiyê de,
xebata Şêr ji me re vî tiştî dibêje: jan û êşa edebiyata Kurdî ne tenê
pirsgirêkeke çandî û zimanî ye — ew pirsgirêkeke mirovî ye. Û her pirsgirêkeke
mirovî dikare, bi rêya zanîn û naskirinê bê veguheztin.
Çavkanî
Beecroft, A.
(2015). An ecology of world literature: From antiquity to the present day.
Verso.
Bourdieu, P.
(1991). Language and symbolic power. (J. B. Thompson, Ed.; G. Raymond
& M. Adamson, Trans.). Harvard University Press.
Bourdieu, P.
(2001). Masculine domination. (R. Nice, Trans.). Stanford University
Press.
Bourdieu, P.
(1993). The field of cultural production: Essays on art and literature.
Columbia University Press.
Casanova, P.
(2004). The world republic of letters. (M. B. DeBevoise, Trans.).
Harvard University Press.
Fanon, F.
(2004). The wretched of the earth. (R. Philcox, Trans.). Grove Press.
(Xebata eslî hatiye weşandin 1961)
Freud, S.
(1957). Mourning and melancholia. In J. Strachey (Ed. & Trans.), The
standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol.
14, pp. 237–258). Hogarth Press. (Xebata eslî hatiye weşandin 1917)
Harlow, B.
(1987). Resistance literature. Methuen.
Lacan, J.
(1977). Écrits: A selection. (A. Sheridan, Trans.). Norton.
Mariátegui, J.
C. (1971). Seven interpretive essays on Peruvian reality. (M. Urquidi,
Trans.). University of Texas Press. (Xebata eslî hatiye weşandin 1928)
Şêr, F. (2025).
Yamalı peyzaj: Kürtçe roman yazımının özerk bir alan olarak oluşumu
(1935–2017). (Çapa 1ê). Nûbihar.
Termên Sereke – bi Hişê Çêkirî – HÇ (AI) hatiye çêkirin.
|
Derhişî |
Unconscious |
Freud |
|
Di psîkanalîzê de derhiş ew beşa
hizrê ye ku bi xwe ve nayê dîtin lê li ser tevger, xewn û sembolan bandorê
dike. Freud bawer dikir ku êş, trawma û xwestekên çewisandî di derhişê de
têne depokirin. Di nivîsa Şêr de, derhişa hevpar a civaka Kurdî têgehên
windabûyî, zimanê qedexekirî û bîranînên nehatine gotin digire. |
||
|
Tepisandin |
Repression |
Freud |
|
Mekanîzmayek berevaniyê ya
derhişî ye ku giranî, êş an xwestekên qebûlnekirî ji bîranîna xuyayî dûr
dixe. Civak jî mîna takekesekî dikare tepisandinê bi rêya tabu, qedexe û
sansurê pêk bîne. Edebiyata Kurdî ya qedexekirî mînakeke tepisandina hevpar (collective
repression) e. |
||
|
Vegera yê tepisandî |
Return of the Repressed |
Freud |
|
Tiştên di derhişê de hatine
depokirin her tim rêyeke veqetandî dibînin ku vegerin: bi semptoman, xewnan,
şaşbûnên zimên an reftarên neçarî. Di wêjeya Kurdî de ev vegera bi şêwirên
devkî, dengbêjî û çîrokên nifşî (intergenerational narratives) xuyaye. |
||
|
Şîn û Melankolî |
Mourning and Melancholia |
Freud |
|
Di şînê de mirov dizane çi winda
kiriye û di dawiyê de jê vediqete. Di malxulyaniyê de windabûn bi tevahî
nehatiye qebûlkirin, lewma êş berdewam e. Wêjeya Kurdî di vê melankoliya
dîrokî de ye: ji ber ku windabûna rewşenbîr, ziman û çandê hîn jî berdewam e,
şîna wê nehatiye kirin. |
||
|
Bavê Sembolîk / Qanûna Bav |
Symbolic Father / Law of
the Father |
Lacan |
|
Di têgeha Lacan de bav ne tenê
kesayetek biyolojîk e, lê sembolê qanûn, rêzik û saziyê ye. Gava rewşenbîrên Kurdî
têne kuştin an sirgûn kirin, ne tenê kes winda dibe — ew berdewamiya zanîn û nasnameya
hevpar jî winda dibe. Ev Bavê Sembolîk di her nifşê de ji nû ve tê
windakirin. |
||
|
Arezû û Xwesteka Yê-Din |
Desire of the Other |
Lacan |
|
Mirov xwebûna xwe û xwestekên xwe
li gorî yê-din (the Other) — sazî, desthilat an civak — pêk tîne.
Nivîskarê Kurd ku neçar e bi Tirkî binivîse, xwesteka desthilatê qebûl dike û
nasnameya xwe li gorî yê-din ji nû ve çêdike. |
||
|
Xwebûna Sexte/Derewîn |
False Self |
Winnicott |
|
D. W. Winnicott ev têgeh pêşxist:
dema ku zarok ji bo pejirandina dê û bavê xwe xwebûneke derewîn (false
self) ava dike, nasnameya rastî tê zexmkirin. Di asta civakî de,
nivîskarê ku mafê telîfê nagire û xebata xwe wekî tiştekî bêqîmet dibîne, di
nava vê xwebûna derewîn de dijî. |
||
|
Çewisandina Duqat |
Double Repression |
Fanon / Lacan |
|
Jin di civaka kolonîkirî de di
bin du sansurên sembolîk de dimîne: ya kolonyalîzmê û ya serdestiya mêr. Ev
çewisandina duqat di edebiyata Kurdî de xwe nîşan dide: li hember 137
nivîskarên mêr, tenê 9 nivîskarên jin di pirtûka Şêr de cih digirin. |
||
|
Birîna Narsîsîstîk |
Narcissistic Wound |
Freud / Lacan |
|
Gava pejirandina hestyarî û
sembolîk nayê dayîn, xwebûna mirov birînek kûr vedigire. Rewşenbîrê Kurdî ku
ne ji dewlet û ne ji saziyên Kurd pejirandin distîne, di nava du birînên
narsîsîstîk de dimîne. |
||
|
Qada Edebî |
Literary Field |
Bourdieu |
|
Bourdieu qad (field) wekî
cihê têkoşînê ji bo sermiyanên sembolîk rave dike. Qada edebî qadeke xweser e
ku tê de nivîskar, weşanxane, rexneger û xwîner têkiliyên hêzê pêk tînin.
Edebiyata Kurdî qadeke qels e ji ber ku saziyên wê yên navendî — weşanxane,
kovar, rexnegeh — hîn nehatine ava kirin. |
||
|
Sermayeya Sembolîk |
Symbolic Capital |
Bourdieu |
|
Nirx, rûmet û pejirandina ku di
nava qadeke diyar de tê dayîn. Di edebiyatê de ev dikare xelat, rexnegirî û
naskirina civakî be. Nivîskarên Kurd ji ber kêmbûna saziyên xwe, sermayeya
sembolîk a kêm distînin û ev wan di rewşeke bêhêz de dihêle. |
||
|
Habîtus |
Habitus |
Bourdieu |
|
Saziya laşê hizrê (mental
structure) ya ku di nav civakê de tê avakirin û reftarên takekesî birêve
dibe. Nivîskarên Kurd ên di pergalên kolonyal de mezin bûne, pir caran habîtus-eke
ku nirxên desthilatdar di nava xwe de hilgirtiye pêk tînin, ev jî dikare bibe
sedema xwekêmxistinê (self-deprecation). |
||
|
Tundûtijiya Sembolîk |
Symbolic Violence |
Bourdieu |
|
Formeke tundûtijiyê ye ku ne bi
hêza laşî, lê bi navgîniya normên civakî, ziman û saziyên çandî tê sepandin.
Ji ber ku bindest bi xwe van normên bindestiyê wekî xwezayî dipejirîne,
tundûtijiya sembolîk xwe vedişêre. Bêpejirandina mafê telîfê ji nivîskarên
Kurd mînakeke vê tundûtijiyê ye. |
||
|
Herka Çanda Serdest |
Doxa |
Bourdieu |
|
Baweriyên nepirsîn ên ku di nava
qadekê de wekî xwezayî û rast têne qebûlkirin. Di civaka kolonîkirî de doxa
pir caran nirxên kolonîzer wekî standard dipejirîne. Dema nivîskarên
Kurd zimanê Tirkî wekî zimanê edebiyata "rast" dibînin, ev nîşana
doxaya kolonyal e. |
||
|
Pergala Edebiyata Cîhanî |
World Republic of Letters |
Casanova |
|
Pascale Casanova destnîşan dike
ku edebiyatên cîhanî ne wekhev in — ew di nava hiyerarşiyeke navendî de
hatine rêzkirin ku tê de edebiyatên mezin (Frensî, Îngilîzî, Almanî) hêzê
dixin destê xwe. Edebiyatên biçûk (minor literatures) neçarî ne ku
pêşî ji aliyê navendên mezin ve werin qebûlkirin da ku di pergalê de cih
bigirin. |
||
|
Edebiyata Biçûk |
Minor Literature |
Deleuze-Guattari / Casanova |
|
Têgehek ku ji aliyê Deleuze û
Guattari ve ji bo edebiyata Kafka hatiye pêşxistin û ji aliyê Casanova ve ji
bo edebiyatên kolonîkirî hatiye berfirehkirin. Edebiyata biçûk ne edebiyata
gelekî biçûk e — ew edebiyata gelekî ye ku di nava zimaneke mezin de dijî an
di bin zexta wê de e. Edebiyata Kurdî di vê çarçoveyê de ye. |
||
|
Ekolojiya Edebî |
Literary Ecology |
Beecroft |
|
Alexander Beecroft edebiyat wekî
ekolojiyeke zindî rave dike ku tê de nivîskar, xwîner, ziman û sazî di
navbera hev de pêwendiyên jiyanî ava dikin. Dema ev pêwendî tên qutandin —
wekî kuştina rewşenbîran an qedexekirina zimên — ekolojî perçe dibe û
bîranîna hevpar tê windakirin. |
||
|
Edebiyata Berxwedanê |
Resistance Literature |
Harlow |
|
Barbara Harlow destnîşan dike ku
edebiyata gelan ên bindest ne tenê afirandinek estetîk e — ew amûreke siyasî
ya berxwedanê ye. Çîrokên devkî, dengbêjî û wêjeya Kurdî ya di bin qedexeyê
de berdewam kiriye mînakên vê ekolojiyê ne. |
||
|
Paradoksa Rewşenbîrê
Kolonîkirî |
Colonial Intellectual
Paradox |
Mariátegui |
|
José Carlos Mariátegui destnîşan
kir ku rewşenbîrên xwecihî yên ku di saziyên kolonyal de hatine
perwerdekirin, estetîk û nirxên kolonîzer wekî meya rast dipejirînin. Ev yeka
di edebiyata Kurdî de jî diyar e: ew nivîskar ku bi Kurdî dinivîsîn ji aliyê
pergala rexneyê ya Tirkî-navendî ve kêm têne nirxandin. |
||
|
Nefreta Navxweyîn (Hundurîn) / Girêka Kolonyal |
Internalized Hatred /
Colonial Complex |
Fanon |
|
Frantz Fanon ev têgeh di
çarçoveya kolonîzasyonê de pêşxist: civaka kolonîkirî nirxên kolonîzer di
hundurê xwe de dihêle û wan li ser xwe û hev-milletên xwe sepandine. Di
edebiyata Kurdî de ev diyar dibe: saziyên Kurd ji nivîskarên xwe re mafê
telîfê nadin, lê ji biyanî re cömerd in. |
||
|
Têkoşîna Ji Bo Pejirandinê |
Struggle for Recognition |
Hegel |
|
Hegel di Fenomenolojiya Ruhê
de destnîşan kir ku nasnameya mirovî tenê bi navgîniya pejirandina yê-din tê
avakirin. Kurd hem ji dewlet û hem ji saziyên xwe re dipejirîn û nagirin — ev
windabûna duqat ya pejirandinê birîneke dîrokî ava kiriye. |
||
Comments
Post a Comment