Em Naxwazin xwe bi ziman ve
biwestînin. Tê bîra min - eva min di du-sê ciyan de nivîsandiye - berî vê bi
çel-heftê salî, rojekê, em, ev Berê Yekê, rûnişti bûn. Rûniştineke taybet bû.
Gotin:
- Werin, em
her yek zimanekî biyanî hîn bibin ku em pê xizmetê welatê xwe bikin.
Hineka got:
- Em ê
Almanî hîn bibin.
Hineka got:
- Firansizî.
Hineka got:
- îngilîzî.
Ji min pirsîn, gotin:
- Tu wê çi
hîn bibî?
Min got:
- Kurmancî.
"Ha-ha…"
gî keniyan. Gotin:
- Ma tu
Kurmancî nizanî?
Min got:
- Law! baş
e! Ereb Erebî nizanin? Tirk Tirkî nizanin? Faris Farisî nizanin? Deh-duwanzdeh
salan dixwînin, bi deh hezaran kitabên wan hene, kovarên wan hene, dîsa wek
camêran nizanin binivîsînin. Law! ma çî we heye? Zimanê we ne hatiye civandin û
hên hun dibêjin:"Em Kurmancî dizanin?"
Ev merivana
ên ku mirine, bîranînên xwe bi Tirkî nivîsandine û hineka jî bi Kurmancî
nivîsandine, herimandine, berdane. Apo, ên pêşiyên me ne xwestin têxin serê
milet ku zimanê xwe hîn bibin, ji zimanê xwe hez bikin. A niha, xortên me yên
îro kêmên wan xwe bi ziman ra diwestînin. Derin
zimanekî biyanî dixwînin bi salan û ê xwe nikarin bixwînin. Têne cem min,
hinekên wan muhendis in, hinekên wan avokat in, hinekên wan tuxtor in, dixwazin
Kurmancî hîn bibin. Çend dersa dibin û berdidin. Lê, zimanê biyanî bi peran
dibin, ê min ez belaş didim. Zimanê biyanî bi salan dibin, lê Kurmancî çend
royan tenê xwe hîn dikin!
Bela me ev e: Kurmancên me hên zimanê xwe nas nekirine. Niha, hinek xortên me
hene hewes pê ra çê bûne, gî dixwazin bibin şa'ir. Law, bavo, zimanê xwe berê
hîn bibin. Berî çend rojan yek navê wî S. hate cem min, bi qasî dîwanekê
nivîsandiye. Di warê ziman de gî şikestî ye. A, niha, berî hun werin cem min.
Me helbestên yekî rast dikirin. Apo, tînin cem min şi'rên xwe û dixwazin ez
bêjim: "Baş e". Law, ne baş e. Gava ez bêm "Baş e", me'na
xwe ez bêbextiyê dikim. Û gava ez bêm "Ne baş e", dixeyidin. Min jê
ra gotiye: "Law, hinek dilxwazî li cem te heye, bixebite, hinek ş'ir pirr
bixwîne û, paşê, bi Kurmancî xweş binivîsîne. Tu ne îmlayê dizanî û ne înşayê
dizanî. Tu wê di ku ra bibî şa'ir?". Îca, rabûye xwe xeyidiye û dilê xwe
ji min hilaniye û gotiye: "Evana ên ku têne cem te, serên xwe ji te ra
datînin, loma tu hana ji xwe hez dikî". Îca, xortên me ev in, ha! De ewê
çawa hîn bibin? Tu nizanî. Gava tu dibêjî: "Bavo, ev xelet e", qebûl
nakin. Niha, Cegerxwîn heft dîwanên wî hene. Gava tu bêjî ne dizanî binivîsîne,
wê rabin kevira li texin.
Apo, zimanê me di nava destên xelkê
de xira bûye. Pirsên Erebî û Tirkî gelekî ketinê ne. Îro kesê ku dixwaze ziman
paqij bike, divê berî gî Erebî û Tirkî bizane. Mesela birayên me yên Sovyet,
Tirkî û Erebî nizanin. Pirsên Erebî û Tirkî ketine nava zimanê wan herwekî di
nava zimanê me de ne. Ev ne sûcê wan e, sûcê kesên ku bi Erebî û Tirkî dizanin
e, bi ziman mijûl dibin û paqij nakin.
Kurmancên me hînbûne ku şevekê
rabin ziman hîn bûne, şevekê rabin ku xelas bûne, çima şêxan ew welê hîn kiri
bûn, hînî keremetan ew kiri bûn. Welê nabe, law! Divê bixebitin. Şuxil wê bi
xebatê bibe. Xebat jî jê ra west dixwaze. Em kînga bikarin xwe ji van ramanên
kevin xelas bikin, em ê bikarin hebekî pêşde herin. Em dibên: "Em gişî
zanin". Em giş xwe li zanatiyê dikine xwedî. Zanatî ne ew e. Bê xebat kesek
zana bûye? A, niha, hun diherin Rûsiya ji bo çi? Ma Rûsiya welatê we ye? Na. Ne
hun derin ku hun tiştan bizanin? Derin Firans a, Emerîka, lê li vira naxebitin.
Tên cem min hinekî wan muhendis in… Mesela
rast ev e ku îro zimanê me bi kêrî jiyana wan nayê. Çi gava hewceyê bibin, wê,
wê çaxê, hîn bibin.
Bi Xwedê, ziman mîna çav e. Ziman
mîna çav e. Divê em ji zimanê xwe ra dilsoz bin. Bi qasî ku em ji miletê xwe ra
dilsoz in, divê em ji zimanê xwe ra jî wilo bin. Civaknasek dibê: "Gava tu
bixwazî dereca welatparêziya însanekî nas bikî, binêre çiqas der bi zimanê xwe
ra bendewar e". Bi qasî ku ji zimanê xwe ra bendewar e, ewqasî ji miletê
xwe hez dike, çima, apo, miletî ziman û 'adet e. Xwîna me gişka weke hev e.
Kesên me yên ku bi ziman zanin tune
ne. Ziman di nava hezar û çarsed 'eşîr de belav bûye. Bela me ya mezin xwendayê
me rabûye neyartiya zimanê xwe kiriye. Mala wan ne ava be!
Qîza min, peyayê ku xwe bifroşe ji
jinka kerxanê xirabtir e, çima jinka kerxanê xwe difroşe, ew miletê xwe
difroşe. Tu xwe bifroşî li ku û milet bifroşî li ku!
Çavkanî:
Mamed CIMO, hevpeyvînên salên 1984-1988an
Comments
Post a Comment