Bilind mefire, da ku tu nizim nekevî. Diranê xwe veşêre, kûçik li hestiyan digere. Mîh firot bi heftan, dûyê wê kirî bi heştan. Gur hate nav malan, wey li halê feqîr û jaran. Wa dikim dê dimire, ha dikim bav dimire. Got: "Kîjan millet baş e?" Got: "Mirovê baş baş e." Çiqas dinya li hev dikeve, tiştek ji me re bi ser dikeve. Bûye çêleka sor, şîre xwe dide dawiye lingê xwe lê dixe. Kevan hindî dar e, xwarin goşt e ya din jahr e, jin dotmam e ya din yar e. Abor daye eborê. Adar e, dew li dar e, şivan li mal e, kebanî bi kar û bar e. Afirê gamêşa bû warê kelşemêşa. Agir bi serê min ketiye, tu jî li ber rûnê xwe diqijirînî. Agirê bin kayê ye Agir pêkeve bêhna pîso jê nayê. Apê Sorbirçî, ji destê wî gurî derket kete destê vî hirçî. Apê Faris, niha tu nemirî, tuyê bêyî nav garis! Ar û pelûr e, xuy û xeyset qebûl e. Aş bi xeyalekî, qeraş bi xeyalekî. Aş digere, çeqçeqok diranê xwe dişkîne. Av li Nêrwan e, fêde li Teqwan e. Ava zim...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی