Skip to main content

Posts

CERIBANDINEK LI SER DERÛN Û GIYAN Û ŞÎN Û ŞÛNA TRAWMATÎK

Derûnnasî, zanisteke bi heybet e li can û cestê mirov, loma xweşhaliya ruh û giyanê rasterast pê ve têkildar e. Karesat, helçûn, hevçûn û pevçûn dibin diyardeyên derûnî û li ser pişta giyanê jî dibin barê derûnî. Loma di beramberî her helçûneke derûnî de derbirîneke reftarî heye. Ango helçûneke erênî an neyînî li ser tevgeran bandorker in. Mirov di binyada xwe de bûnewerekî nanok e û du cemserî (erênî-neyînî) ye û du-cemserî di hinava mirov de dibe yek, ger nekevin delavekî serê gelek nexweşiyan dibişkivînin. Erênî û neyîniya jiyan û giyanê di derûnê de digihêjin hev; şad-bad, şên-şîn, jîn-mirin, kêf-xem û hwd. Sazandina van jî di destê eziya eqlî (hiş-mend) de ye. An bi pêwendiya şewlî (tirsandin, toqandin) yan jî bi pêwendiya asoyî (ilm û zanîn) tê kontrolkirin; pêwendiya şewlî, pêwendiya herî hêsan e lêbelê trawmatîk e loma pêwendiyek şapînoz (pseudo rekation) e; pêwendiya asoyî, pêwendiya herî demdirêj e lêbelê pêwendiyek berhemdar e loma mirov kêf û çêjê digire lewre mirov kayînek...

Dîn be, dînê mala xwe be.

Mala me, gora me. Dîn be, dînê mala xwe be. Dinya bû tara bêjingê. Derîyo tu dar bî, li serê min star bî. Gayê sor heta ber kêrê sor e. Dest ser desta re heta erşê ezmanan. Di navbera nal û bizmar de xwe gihandin hev. Xwedê mala bêbext û fesadan xera bike. Heta barê qantirê giran nebe, nizane ker bavê wî ye. Mêran xwe avêtin kewaran, jin çûne hewaran. Penc e, eger hat genc e, eger nehat qenc e. Her ku kize, mêşan li wir vizevize. Destê qîzê yek dêran e, yek wêran e. Heya xwe karkir, dilê min sarkir. Bûkê tune zar û ziman, xesû tune bext û îman. Baran wê çi bike ji kevir, şîret wê çi bike ji dînê bi gir. Derba şûr mêrekî dikuje, derba gotinê hezarekî dikuje. Şûr mêrekî dikuje, ziman hezaran. Sed gotin bi gotinekê disekinin. Ji kar re sist e, ji dan re weke bist e. Çû kerê xwe bi ker da, perê xwe jî bi ser da. Heçî ji nîvê rê vegerayî ne poşman e. Bixwekirî, derman tunîne. Nan bide nanpêjan bila nanek zêde bî. Dewê ceribandî, çêtir e ji mastê n...