Mala me, gora me.
Dîn be, dînê mala xwe be.
Dinya bû tara bêjingê.
Derîyo tu dar bî, li serê min star bî.
Gayê sor heta ber kêrê sor e.
Dest ser desta re heta erşê ezmanan.
Di navbera nal û bizmar de xwe gihandin hev.
Xwedê mala bêbext û fesadan xera bike.
Heta barê qantirê giran nebe, nizane ker bavê wî ye.
Mêran xwe avêtin kewaran, jin çûne hewaran.
Penc e, eger hat genc e, eger nehat qenc e.
Her ku kize, mêşan li wir vizevize.
Destê qîzê yek dêran e, yek wêran e.
Heya xwe karkir, dilê min sarkir.
Bûkê tune zar û ziman, xesû tune bext û îman.
Baran wê çi bike ji kevir, şîret wê çi bike ji dînê bi
gir.
Derba şûr mêrekî dikuje, derba gotinê hezarekî dikuje.
Şûr mêrekî dikuje, ziman hezaran.
Sed gotin bi gotinekê disekinin.
Ji kar re sist e, ji dan re weke bist e.
Çû kerê xwe bi ker da, perê xwe jî bi ser da.
Heçî ji nîvê rê vegerayî ne poşman e.
Bixwekirî, derman tunîne.
Nan bide nanpêjan bila nanek zêde bî.
Dewê ceribandî, çêtir e ji mastê neceribandî.
Bila kincê baş li bejna min be û qur qura zikê min be.
Gazî pîra çilbisk bikin, kul û derda jê pirs bikin.
Nokê tê li ser kokê.
Zikbirçî, qûntazî, dev benîşt dixwazî.
Şel şîne lê tişt di mal de nîne.
Şêr bi lepê xwe, mêr bi destê xwe.
Hezar dot, hezar firot, negihîşte xeta cot.
Devî hebe wê bibe dar, xwelî li serê yê bê war.
Hebe şilik û milik, nebe keser û kulik.
Jin e, lê kirasê mêran qetandiye.
Jin kela mêran e, jin dayîka şêran e.
Jin mêra hiltînin jî, datînin jî.
Jin dil bike, dê dîwara qul bike.
Avahiya mala bi jina ye.
Jin kaniya jînê ye, mêr agirê dinê ye.
Jin gol e, mêr çem e.
Avana malekê, şana êlekê.
Tûrê parsekan ticarî tije nabe.
Çiqasî şareza ye, ewqasî şerpeza ye.
Diz xwemal e, dirik û dirbend betal e.
Nermikê di bin kayê de ye.
Tu dibê qey bi melêba kayê dikin xwarê.
Xerîb, hevalê wextê ne.
Ruhn be nan dire, tîr be dan dire.
Li pêş zimên ne çiya hene ne gelî.
Dimsa yekî rijiya, go bila bibe xêra miriya
Şûv reş kirin, dilê xwe xweş kirin.
Mirov ne xwediyê dilê xwe ye.
Av neherime, masî nayên girtin.
Çi bê serê mere ji zimanê mere ye.
Mirovê ketî, bi xebatê dibe berketî.
Hundirê wî tijî mişk û mar e.
Av çiqasî di gola de bimîne, ewqasî genî dibe.
Hûr binêre, kûr binêre, dûr binêre.
Gotinekê bêje, wek sêla nan bipêje.
Derba ku nan dibire, şûr nabire.
Serdest li der e, bindest li ber e.
Mirov, miriyên ji saxan e.
Kinikim ji malan re, dirêjim ji şalan re.
Em xursî ne, ji malbatê em tivingçî ne, duwazdeh mal
in, sêzdeh rûsipî ne.
Bîra me avdar e, xortê me sazdar e, dengbêjê me navdar
e.
Xebatkarê xweyo, şîrînê li ber dilê xelkêyo.
Erdekî hişk û ezmanekî ziwa.
Siwaran siwar leqandin, pesindaran xwe bi qayişa
hespan xapandin.
Kezeba gurê har e, ne dibê ar e û ne dibê sar e.
Zarok perdên sipî ne, nexşên xweş lê dîne.
Simêl sorê mere hebin, kezî zerê xelkê pirin.
Mala eliyê xişo, ba dibe û baran dişo, serî qûç e û
binî pûç e.
Kurtanê min li pişta min e, li vî welatî nebe bila li
welatekî din be.
Dengê def û zirnê gumegum e, serê xort û keçan bi şaş
û kum e.
Ya ser bi ser e, ya zêr li ser e, ya rêx li ser e yan
jî xwelî li ser e.
Li serê kaşa hêl hêlê meke, ya pîs bi hevalê xwe meke,
dê bê pêşiya te ji bîr meke.
Pê hebin, pêlav zaf in.
Teq teq sitûnê, yek çû, yek kete şûnê.
Qaz bi refê xwe re baz e.
Dîn ji dîlanê, zarok ji lîstikê têr nabin.
Heyva gulanê, gamêşê qeranê, ne li vir û ne li gola Wanê.
Şerê berazan di nav garisê me de dibe.
Difirre per pê ve nîne, dirre pê pê ve nîne.
Kodka zêrîn, çûye bi dû kevçiyên darîn ketiye.
Bûk jî ji me, tûtik jî ji me.
Mere ji beroşa xwe têr nebe, mere ji beroşa xelkê têr
nabe.
Reheke tahl û şêrîn di zimên de heye, te tahl kir tahl
dibe, te şêrîn kir şêrîn dibe.
Hêmoka şikakî rojê bi hawakî.
Kêr heta tûj dibe, gelek çakûçan dixwe.
Roj bi bêjingê, rastî bi derewan nayên veşartin.
Kûçikê birçî, kî parîkî nên bidê wê li ber deriyê wî
biewtî.
Derdê te ne ji bena dibe ne jî ji werîsa.
Ev şivana ji vî pezî re pir e, ev gavana ji vê naxirê
re pir e, ev giriya ji vî mirî re pir e.
Wek pisîka tu pêl terîyê ke.
Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe.
Gîha di bin keviran de, berf li ser çiyan namîne.
Bergîr digrin hev, ker li wê navê zîtoka dixwin.
Karê nebe tune ye.
Mirov her tiştî weke dilê xwe dizane.
Heta ku bahr nebe şîr, caş nabin êl û eşîr.
Ji tana re mirov xwe davêje bahrê.
Dev ji devan direvînin, dibin hezar dev.
Omê agir berda komê, xwe da kaxa zomê.
Bûye kerê di aşê qabê de, carekê ceh xwariye, her roj
dire û tê.
Çima ez kumê sorim, li serê her kesî bi dorim.
Bira biratî ye, bazar beyanî ye.
Hinek ji malê xwe, hinek ji canê xwe.
Ê sebirî debirî.
Kurd, gilî û gazinên xwe li hev dikin, û dibêjin
"kes li me xwedî dernakeve"...
... ji nîskê dike gîsk.
Nîska min fûriya, girara min rijiya.
Ne zad di malê de, ne ka di kadînê de, ne xem di dil
de.
Konê mirov ji qesra xelkê çêtir e.
Dar ji ziravî dişkê, mirov ji stûrî dişkê.
Dar ji ziravî ditewe, mirov ji stûrî ditewe.
Kesê jinekê bîne, divê tûrek perê wî yan jî barek
derewê wî hebe.
Kirasê pîsa heft in, yekî li xwe dikin, şeşa li hevalê
xwe dikin.
Kirasê mirovan tê guhertin, lê xeyseta mirovan nayê
guhertin.
Dilê bêkesan li ser hemû kesî dişewite.
Sal û zeman weke bawişkan tên û diçin...
Bavê xwe kuştiye, û bi gora wî sûnd xwariye.
Dibê, te dinya çawa dî? Dibê, li gorî dilê xwe.
Bigire qedrê kal û pîran, çi feqîran çi mîran, ne li
xweşiyê, ne li mirinê naçe ji bîran.
Ker bi gem û hevsar e, mêr bi soz û biryar e.
Jin derkete ser serî, dê avête ber derî.
Carekê dewla mirov dikeve avê.
Serdest li bindestan didin, bindest her tiştê xwe di
ber wan de didin.
Wêde têm heytehol e, şara piştê dor bi gol e, dê xatûn
e qîz tol e.
Bi şev bûk e, bi roj pepûk e.
Gava ez ciwan bûm, bi tîr û kevan bûm;
Gava ez pîr bûm, notirvanê şikeva hevîr bûm
Ne şekirê şamê, ne rûnê helebê.
Teyrê teyr warê bav û kalên xwe dizane.
Gora xwe bi destê xwe kolan.
Salê carek bi siltanî, mehê carek bi mêvanî, rojê
carek bi dilmanî.
Kê kir kê nekir, sêwiyê bê dê û bav kir.
Ji navê rabû şermet, winda bû rêz û hûrmet.
Fileh e, li mala xwe ye, çi bi te ye?
Simbêl bi pisîkê ve jî he ye.
Sibeha seyd e, êvara xeyd e.
Serqoto li ber baranê, pêxwaso li ber garanê.
Kezebê! Xwe bavêje neqebê, sê siwar tên bi xezebê.
Mêr jî hene mêrkok jî hene, jin jî hene jinkok jî
hene.
Qelenê mitirba didî, qîza êlan dixwazî.
Mala nan dayî tinebûnê nabîne.
Bimîn li ser nan û mast, bêje gotina rast.
Zilamek hebû, dema nanê wî hebû, dewê wî tune bû, dema
dew hebû, nan tune bû; dema her du jî hebûn, ew ne li mal bû.
Aşiq birçî dibin qala nanê dawetan dikin.
Hevîr tirş nebû ye, tenûr dada ye.
Ji teresbûna kûçikê me, rovî qula xwe li ber dîwarê me
çêkiriye.
Kevir û kuçik li mi barîn, xêr û xweşî li te barîn.
Tu kûçik bi jî, bi qewmê xwe re be.
Zeman ev zeman bû, Heso gavan bû, pisîk pehlewan bû.
Pisîk ne li mal e, mişk bavê kal e.
Xwe ne ji dêrê dike ne jî ji mizgeftê.
Heger rêber Silorî û Tilorî be, wê dawî jî wilo bi
kilorî be.
Hayê li min hayê, hevirmêş hatiye bi livayê, xwediyê
livayê kor e nayê rayê.
Ne bav axîna law ji bîr dike û ne jî mar teriya qut ji
bîr dike.
Brîna li hogira, derba li kevira.
Heta qeliya me hebû, mamik bûka me bû; roja qeliya me
xelas bû, mamik çirtek da xwe, ji me derbas bû.
Ji dijminê xwe yê dijmin metirse, ji dostê xwe yê
dijmin bitirse.
Miriyê xelkê mirin, me porê xwe verû, dema miriyê me
mirin, me dest avêt porê xwe, por bi me ve nemabû.
Bextê pêşîn, warê hêşîn.
Li serê kaşa hêl hêlê neke, ya pîs bi hevalê xwe neke,
wê bê pêşiya te ji bîr neke.
Teyrek heye ku hemû teyr wî didin ber nikila, ew jî
çêlikên xwe dide ber nikila.
Bi şev şemamok e, bi roj pîrebok e.
Li bejnê nêrî bi zêran kirî, laçik rakir xertikê gurî.
Mirov nigê xwe li nigê feqîran negerîne.
Qereçiya welatê xwe, nadim bi xatûna welatê xelkê.
Wexta gîha bû, kes ne xuya bû, dema bû firîk Hesê û
Hemê bûn şirîk.
Me hêştir nedîtine li rêzê, qey me pişkûl jî nedîtine
li pirêzê.
Heyfa bizina kol ji ya bi qiloç re namîne.
Gîha di bin keviran de namîne.
Bitirî ji gayê cot re namîne.
Sîr ji pîvazê lome dike.
Ahê (axîn) vî destî, ji vî destî re namîne.
Kurdîtiya dema dema, wek xenzîrên devê çema.
Ha mirazê bê dil, ha kirasê bê mil.
Mezin melisîn, biçûk reqisîn.
Kundirê mîranî, xweştir e ji şekir û şêranî, kesek
tehma kundir hilneanî, ji xeynî arşiya romanî.
Kor dibê çavekî bi ron, birçî dibê parîkî bi don.
Bi kulmek xwê gol şor nabe, bi tozek ax çav kor nabe.
Pariyê xwe xweş kir, rûyê xwe reş kir.
Benîştê dîna ji ritlê ye.
Min dinya tev hilanî û danî, pîrî hat û çû ciwanî, û
min tiştek jê negirt û nehilanî.
Dawet ferikî, berbû hetikî.
Îro sar û serma ye, sibe def û zirne ye, dusib daweta
me ye.
Gurî (keçel) bi heqê xwe helawê dixwe.
Rûnê genî li ser nanê xwedî ye.
Pirika me li serê me didin.
Li ber tayê tolikê direqise.
Berî bigihîje avê, daw û delingê xwe hilnede navê.
Dewsa şûr û tîran xweş dibe, lê ya gotina nexweş xweş
nabe.
Hebê şilik û milik, nebê keser û kulik.
Ne feqîrê pozbilind, ne mêvanê mal di gund û ne yê di
civatê de dibêjê jina mi rind.
Axa li kêfê ye, mal maye li bin berfê ye.
Axayê me bû pilo, şîva kerê me bû çilo
Pîrek mîrek in, zilam xulam in.
Dar û kulavê min, rehme li dê û bavê min.
Kula dilan e, xeftanê milan e
Xwezî bi dehê kanûnê, berê xwe bida sosin û beybûnê
Di navbera gotin û kirinê de, gelî û newal hene.
Ev hîn nîna ye, tirnîna hîn maye.
Bila zirav û dirêj be, ne qut û qalind be.
Berê bixwe, paşê bişêkirîne.
Çivîka wîtwîtanî û bihara ber zivistanî, te mala xwe
xera kir û ya min jî li ser danî.
Bi darê zorê, hezkirin nayê torê.
Zîpim zîpedar im, serma li dar im, dijminê gîskê jar
im.
Qird belaş dîlanê nake.
Navê giran li ser gundê wêran.
Li ber kerê reş, danîn qaşilê şebeş. Got, min divê
welatê xweş.
Bila ez di kulavê xwe de bim, ne di birca xelkê de
bim.
Bazar bila li şûvê be ne li prêzê be.
Birayê ji dê ye, silavan dide yê li pê ye, ew jî ji bo
lomê xelkê ye.
Ya bike û neberize, ya bide û nelerize.
Rasto bi rastiya xwe, xwaro bi stûyê xweyî şikestî.
Fata por bi rişk e, bi qiruşekî palehiyê dike, bi du
qiruşan jî qincurka ji xwe dike.
Berûyê darekê ne, pîvazê mişarekê ne.
Serma ye potik bav û bira ye.
Rovî nediçû qûlê, hejik jî bi deriya xwe ve girêda.
Ê çûye Xwedê birehmîne, ê mayî Xwedê bistirîne.
Şahidê rovî teriya rovî ye.
Bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkê ye.
Qedrê gulê çi dizane, kerbeş divê kerê reş.
Darê ji binî nebire.
Dar li mila, êş li dila dikeve.
Devî zû dibin dar, xwelî li serê wî kesê bêwar.
Dar û devî bi guh in.
Keçik weke sêva li dar e.
Ku Xwedê yar be bila şurê te dar be.
Mîh bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe.
Mîh dikale, berx li mal e.
Ji kera weyî ku manker horî ne.
Zilamek hebû, dema nanê wî hebû dewê wî tunebû, dema
nan hebû dew tunebû, dema herdû hebûn ew ne li mal bû.
Timayo, ji hevalan mayo.
Weke destmala ser destan e.
Par li me dida dara, îsal xwe nagire li ser çardara.
Xwelî li serê axê, çaxa pişkûl bû malxwê.
Xelk û alem ji xwe re mal û dewletê çêdikin, ez û te
xwe tûj dikin.
Qîzek nazand, gundek bezand.
Kefenê xwe çirand.
Tu bi vê qûşê, naçî Mûşê.
Ne feqîrê bitirî, ne zengînê diz û ne maqûlê derewçîn.
Ne feqîrê pozbilind,
Ne mêvanê maldigund,
Ne maqûlê devbikund,
Ne jî mirovê ku di civatê de bêje;
jina min rind.
Lomekaro, gunehkaro.
Tima ye, li cihê xwe maye
Kî dike, kî dixwe
Tev bikin, tev bixwin
Berxa virnî gotiye: "Bidin min şîr, bavêjin ser
berfa pîr."
Şam xweş e, ji şamiyan re
Cih ji ciha xweştir heye
Her warek, biharek
Dinya kes e, nabê bes e
Kes nabêje: "Mendo, kerê te bi çend o?"
Sal sal e, mal mal e
Ji pezê pir, maye kavirê kur
Nizanî loma xizanî
Hêk bi xwê re xweş e
Xêrkiro, di mala xwe de nemiro
Bilind nenere, nizim nekeve
Bi qelebê mitirba, keça eşîrê nayê xwestin
Kêzikên kendalan dibêjin: "Em xweşiktir in ji
ximşê xezalan."
Bizin jî ya me ye, kizin jî ya me ye.
Birîna xwe bi destê xwe derman bike.
Kes nabêje dewê min tirş e, newala min jî bi qirş e.
Lêhatin, jêhatinê çêtir e.
Rêberî, baştir e ji rêncberî.
Kêm bijî, mêr bijî.
Xulamê mala xwe be, çêtir e ku tu axê ser sifra xelkê
be.
Xwedê kesî neke deyndarê nûpêketya.
Baş heye, baştir heye û baştirîn heye.
Devî dibin dar.
Heta xanim xemilî, dol û dîlan kemilî.
Heta min aqilê xwe nas kir, min malik li xwe xilas
kir.
Nanek nanek dibe arvanek.
Ba jî tê, baran jî tê.
Ji zimanê min tê serê min.
Bilive lêv e, zanim çi li dêv e.
Gotin mîna qalikê pîvazê ye ji ber hev derdikeve
Nanê camêran bi deyn e.
Rast e, dew birayê mast e.
Negere li kaş, nebîne xewnê şaş.
Goşt bê hestî nabe.
Gul bê sitirî nabe.
Zêr bidin dest zêrnasa.
Pîrê, dewr û dewran çû ji bîrê.
Xam xas nabe, xas xam nabe.
Esil dar e, çek sitar e.
Nanê malê ji rûyê kevaniyê tê xwarinê.
Dil heye dil e, dil heye bilbil e.
Diz bê şop nabe.
Dev geş e lê zik reş e.
Dermanê dila; dew e,
Yê çava nerm dike; xew e,
Yê li civatê mirov rezîl dike; derew e.
Keçelo navê min li te, kumê min li serê te.
Pez, dewleta bi lez û bez.
Dibêje lê napêje.
Etar, ji bêrîka xwe dipeyîve.
Dew bû derman, cew bû kitan.
Ne xema min e,
Ne dema min e,
Qirçeqirça beniştê min e.
Ta mirinê, her kirinê.
Kiro xwaro,
Nekiro nexwaro.
Te xwariye nanê sêlekê,
Min xwariye nanê êlekê.
Zêrker bi zêr zane.
Pesin, fortê qelsan in.
Em Alûcî ne, çardeh mal in, sêzdeh rûspî ne.
Dar nîn e ku ba lê nede.
Barê giran, barê mêran.
Timahkaro, gunehkaro.
Zik têr e, çav birçî ye.
Zirbav nabe bav, bav nabe zirbav.
Kur li milan e,
Kul li dilan e.
Ne qîza kenok, ne lawê gerok.
Berê xûşkan li bira ne,
Berê biran li jinan e,
Berê jinan li çiyan e.
Kon li ser benekî namîne.
Yên guhê xwe nedin mezinan, pê ve tên şaxê bizinan.
Hêka îro ji mirîşka sibê baştir e.
Serê keçel di kum de baş e.
Kevçiyê feqîran qul e.
Dîkê baş di hêka xwe de azan dide.
Kerê me çû seferê, heft sal çû, kerê me hat kerê berê.
Dema nan tê, gûyê sêwiyan tê.
Bi roj rojî ye, bi şev kovî ye.
Dinya dem e, hemû kul û xem e.
Her tişt li heyamê dinêre lê heyam li ti tiştî nanêre.
Kon ew kon e lê war ne ew war e.
War ew war e lê bihar ne ew bihar e.
Kevir di cihê xwe de giran e.
Bizina bizin e, gava ku mexel tê cihê xwe xweş dike.
Dil fireh be, cih fireh e.
Cih ji dila teng e.
Serê bêsermiyan, jê çêdibe derdê bêderman.
Dewlet nikare tifaqê bîne, tifaq dikare dewletê bîne.
Heval hene yên rojên xweş in,
heval hene yên rojên reş in.
Heval, hevalê tengiyê ye.
Birîna li hevala, qula li kendala
Hevalê ne-baş, mirov jî bi xwe re ne-baş dike.
Bi başan re bigere tê baş bibe,
bi ne-başan re bigere tê ne-baş bibe.
Hevaltî divê ji dil be, ne bo zik be.
Heval divê hevalê dil be, ne hevalê nên be.
Hevalê ketiya tune.
Hevaltiya bi mara re her bi xeter e.
Nan û kêr, hevalê mêr.
Her kes bi hevalê xwe re digere.
Hevalê rêkê,
Ewladê dêkê.
Sê hevalê mirov hene;
1- Hevalê canê mirov
2- Hevalê malê mirov
3- Hevalê namusa mirov
Comments
Post a Comment