Anomî, di vê serdema ku medyaya civakî jiyana me dorpêç kiriye de, têgeheke bingehîn e ku divê em fêm bikin û têbigihêjin. Bi kurtasî, anomî tê wateya jihevketina rêbazên civakî û têkçûna têkiliyên di navbera mirovan de. Di encama vê rewşê de, mirov hesta xwebûn û aîdiyetê winda dikin û xwe ji civakê dûr dixin/dibînin. Di serdema dîjîtal a îro de, em weke mirovahiyê rastî veguherîneke radîkal tên ku di dîrokê de mînakê wê pir kêm hatine dîtin. Cîhana me êdî ne ew cîhana berê ye ku sînorên wê diyarbûn û mirov dikarîbû bi hêsanî cihê xwe tê de bibîne. Îro, di nav pêlên bêdawî yên agahiyan de, rastî û nerastî, heqîqet û derew tevlihev bûne. Her roj, bi hezaran nûçe, wêne û vîdiyo ji ekranên me diherikin û her yek ji wan hewl dide ku bala me bikişîne, mejiyê me dagir bike û perspektîfa me ya li ser cîhanê biguherîne. Di vê tevliheviyê de, derûniya civakî û têkiliyên mirovî jî bi awayekî kûr tên veguhertin. Medyaya civakî ku soz û peyman dabû dê mirovahiyê bîne cem hev û têkiliyên civakî xu...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی