(Ceribandinek) Lêkolînên derûnasiyê yên dawî destnîşan dikin ku bîranînên zaroktiyê ne tenê weke çîrokên derbasbûyî ne, lêbelê ew weke xişt û kevirên bingehîn ên siberoja mirov in. Di warê derûnasiya nûjen de, ev bîranîn êdî weke hêmaneke çalak têne dîtin ku her roj bandorê li ser biryar, tevger û têkiliyên mirov dikin. Di vê çarçoveyê de, pisporên derûnasiyê destnîşan dikin ku her serpêhatiya zaroktiyê, çi erênî çi neyînî, di derê hiş (derhişî) de cihê xwe digire û di demên cuda yên jiyanê de xwe nîşanî mirov dide. Di warê geşedana mejî de, lêkolînan eşkere kiriye ku di dema zaroktiyê de mejî bi awayekî gelek bihêz û çalak bîranînan tomar dike. Ev tomarkirin ne tenê weke wêneyek an dîmenek e, lêbelê weke pergaleke aloz û tevlihev a girêdayî hest, bîhn, deng û heta tam û çêjan e. Ev yeka hanê dibe sedem ku piştî bi salan jî dema mirov rastî bîhneke taybet tê an dengekî dibihîze, dikare vebigere wan rojan û heman hestan ji nû ve bijî. Ev mekanîzma aloz û tevlihev a mejî, ku jê re ...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی