Skip to main content

Posts

DI BÎRDOZIYA DERÛNKOLÎNERIYÊ DE, AVABÛNA ‘XWE’BÛNÊ Û TÊKILIYÊN MIROVÎ

( Dahûrîna tak-î-kes, ‘xwe’bûn û yên-din) Destpêk Bîrdoziya derûnkolînerî (psîkoanaletîk) li ser bingeha têgihîştina avabûna derûniya mirovî û têkiliyên wî bi yên-din re ava bûye. Ev teorî diyar dike ku mirov weke hebûneke fîzyo-derûnî ji dayik dibe û di geşedana hebûn û xwebûna xwe de dikeve rewşeke psîko-fîzyolojîk. Di vê pêvajoyê de, têkiliya di navbera "xwebûn" (self) û "der-xwebûnê" (yên-din) de bingeha avabûna cihana derûnî û kirdewariyê pêk tîne. Avabûn û damezrandina xwebûnê (ezî, ego) bi avabûn û damezrandina "der-xwebûnê" (der-ezî) re dest bi destê hev diçe. Di bîrdoziya derûnkolîneriyê de girîngiya têgeha "heyber"ê bi giranî ji vê rewşê tê, ji ber ku avabûna cihana derûnî bi awayekî ku ne gengaz e bi rengekî din be, li ser bingeha têkiliyên heyberê yên navxweyîkirinê (internalized) ava dibe. Mirov ji "xweza"yê (siruşt) dest pê dike û bi rêya têkiliyên xwe bi yên-din re dibe hebûneke ku diaxive, dilîze, xeyal dike û ...

ŞÎN Û ŞÛN DI NÊRÎNEKE DERÛNKOLÎNERÎ (PSÎKANALÎZ) DE DAHÛRÎNEKE DERÛNŞÎKARÎ (PSÎKODÎNAMÎK)

  Destpêk Di jiyana mirov de wendabûn, veqetîn û şîn û şûn pêvajoyeke berdewam û aloz û girîft in. Ev têgeh ne tenê bi mirinê ve girêdayî ye, lê hemû cureyên ji-dest-dayînê, veguhertinan û veguhêrîn û transformasyonên jiyanê (derûn û giyan) vedigire. Derûnkolînerî (psîkanalîz) vê pêvajoyê weke pêvajoyeke bingehîn a geşedana derûnî û giyanî dinirxîne. Şîn û şûn têgîneke kûr e ku çawa mirov têkiliyên xwebûna xwe bi wendabiriyê re deyne û vê ezmûn û tecrûbeyê çawa metabolîze bike, destnîşan dike. Ev pêvajo ne tenê li ser êş, jan û kederê disekine, lê herweha li ser potansiyela geşedanê, veguhertin û transformasyonê û afirandinê jî disekine. Bîrdoziya Freud; Wenda, Veguherîn (Transformasyon) û Derûnkolînerî (Psîkanalîz) Sigmund Freud di gotara xwe ya "Şîn û Şûn û Melankolî" de têgîneke bingehîn a derûnî derheqê şîn û şûnê pêşkêş dike. Ji bo Freud, veqetîn û wendabûn ne tenê serpêhatî û tecrûbeyeke neyînî nin, lêbelê derfeteke mezin a geşedana derûnî û giyanî ne. Freud...

NIHIÇK, HÊZA BINGEHÎN A REFTAR Û HANDANÊ

Destpêk Di warê derûnnasiyê (psychology) de, têgeha "nihiçk"ê (drive) roleke girîng dilîze di fêm û têgihiştina tevger, reftar, handan û motîvasyona mirov û ajalan de. Nihiçk weke hêzeke navxweyî (hundurîn) tê pênase kirin ku organîzmayê ber bi çalakiyeke taybet ve dajo. Ev mekanîzmayeke motîvasyonê ya bingehîn e ku di parastina hevsengiya fîzyolojîk û derûnî de roleke sereke dilîze. Cûreyên Nihiçkan Di derûnnasiyê de, gelek cûreyên nihiçkan hene ku dikarin di çend kategoriyên sereke de bên dabeşkirin. Ji wan nihiçkên yekemane (primary drive) hene ku ji bo jiyîna organîzmayê pêwîst in û bi giştî bi hewcedariyên fîzyolojîk ve girêdayî ne. Weke mînak, nihiçka birçîbûnê (hunger drive), nihiçka tîbûnê (thirst drive) û nihiçka xewê (sleep drive) di vê kategoriyê de cih digirin. Di heman demê de, nihiçkên duyemane (secondary drive) jî hene ku bi rêya fêrbûnê peyda dibin û bi nihiçkên yekemane ve girêdayî ne. Nihiçka serkeftinê (achievement drive), nihiçka civakî (social dri...