Skip to main content

Posts

NOBELA ZANÎNÊN KOMPÛTERIYÊ

Xelata Turing Ji bo Mîmarên Fêrbûna Qeyîmkirinê Destpêk Xelata ACM A.M. Turing ku yek ji xelatên herî prestîj ên qada zanîna kompûterê ye û bi rêkûpêk "Nobela zanîna kompûterê" tê zanîn û danîn, di sala 2024an de ji Andrew G. Barto û Richard S. Sutton re hat standin. Ev herdu zanyaran bi beşdariyên xwe yên vekirî di qada hişê çêkirî ( artificial intelligence ) de û bi danîna bingehên têgihîştî û algorîtm ên fêrbûna qeyîmkirinê ( reinforcement learning ) ev xelata girîng qezenc kirin. Navê Xelatê û Girîngiya Wê Xelata Turing navê bîrkar û zanayê kompûterê yê îngilîz Alan M. Turing (1912-1954) hilgirtiye û ji aliyê Google ve bi 1 milyon dolar tê dayîn. Alan Turing di sala 1950an de gotara xwe ya navdar "Computing Machinery and Intelligence" (Hiş û Makîneyên Hesabkirinê) nivîsand û pirsî "Gelo makîne dikarin bifikirin?" û ji bo yekem caran bi rêbazeke zanistî şirove kir. Fêrbûna Qeyîmkirinê û Girîngiya Wê Di qada hişê çêkirî HÇ ( AI ) de bo perg...

Sawa Mirinê (Tanatofobî)

Sawa mirinê ji du peyvên yûnanî "thanatos" û "phobos" pêk tê û wek tanatofobî tê nasîn. Ev rewş û halet tirseke kûr e ku mirov ji ber zanîna ku rojekê dê jiyana wî bi dawî bibe hest pê dike. Di vê rewşê de mirov bi domdarî ramanên neyînî yên derheqê mirinê difikire û xem û saweke mezin dijî. Mirin di nava xwe de, êşkişandin, nediyarbûn, tenêtî, windakirina laş, windakirina merivan, windakirina hişmendî û windabûna nasnameya takekesî vedihewîne. Sawa mirinê ji dayikbûnê ve di nava mirovan de heye û di rastiyê de nîşana arezûya jiyanê ye. Li gorî Jung, tiştê ku sawa mirinê çêdike sawa jiyanê ye. Sedema sawa jiyanê jî ew e ku takekes di jiyana xwe de nikare yekbûnekê peyda bike û ji aliyê derûnî û civakî ve nikare lihevhatinekê bi dest xîne. Fromm sawa mirinê dike du beş: ya ewil sawa mirinê ya asayî ye ku her mirov bi awayekî xwezayî hest pê dike, ya duda jî sawa mirinê ya patolojîk e ku bi domdarî takekes dilmayî dike û xwedî taybetmendiyên derhişî, bêhişî û bêaqil...

BANVENASÎNÎ (METACOGNITION)

Destpêk Têgeha banvenasînî ku bi gelemperî weke "ramîna li ser ramandinê" an "zanîna li ser zanînê" tê pênasekirin, di warê derûnnasiyê de yek ji wan têgehên herî girîng e ku di sedsala 20an de geş bûye. Ev têgeh ku di xebatên feylesofên sedsala 17an ên weke Spinoza (1632-1677) de weke destpêkê xuya dike, bi lêkolînên derûnî yên nûjen re bûye mijareke sereke ya lêkolînê. Banvenasînî ne tenê fêm û têgihîştina pêvajoyên ramîna takekesane ye, lê di heman demê de rêkûpêkkirina vê pêvajoyê jî di nava xwe de vedihewîne. Di salên dawî de, qada banvenasînî bi zêdebûna xebatên bîrdozî û ezmûnî re ku ev têgeh di têgihîştina hişê mirovî de rolek bingehîn dilîze. Niha ev têgeh ne tenê di warê derûnnasiya venasînî de, lê herwiha di qadên perwerdehiyê, derûnnasiya klînîkî û geşedanê de jî weke mijareke sereke tê nirxandin. Banvenasînî çi ye? Banvenasînî, li gorî pênaseya Flavell (1979), zanîna takekesekî ya li ser pêvajoyên xwebûna xwe ya venasînî (cognitive processes) ...