Skip to main content

R A M A N (Di navber afirîn û vaca bûnê de)

R A M A N

R A M A N1

 

« Di navber afirîn2 û vaca bûnê de »


Raman di binatîya xwe de du celebin: xweser û riçder. Ramana xweser ew e ku havila mêjû, zanîn û tecriba mirov e, û ji hevyarîya wan çar dibe. Herçî ramana riçder, riça ji derve, yanê ji alî hinekên jîrtir ve tê û di serê mirov de tête çandin. Ev celeb raman, goreyî xurtîya xwe di can û gîyan de cih digire, paşê kirin, an anînciha wê ji mirov re dibe kameke bingehî.


Raman xweser dibe, riçder dibe, bi qasî kûrahîya ku di can û gîyan de rehên xwe berdane, şopîne xurt li ser jîna mirov dihêle. Çi dema ramanê, di can û gîyan de cih girt, derxistina gelekî dijware. Heke hilkirê wê ji çandîyê ne xurtir be, an canê ku ramanê tê de riç berdayî ne qelstir be, an ramangîr3 ne zana û azadîperest be, ne mikûne ku bikarî ramanekê di canê ramangîr de bi derxî.


Bê şik raman tiştine demdarin û ne herhe4 ne. Raman ji bo rewşekê, dozekê an demekê ji mêjûyekî çar dibe, û ji bo wê rewş, doz û demê bi kêr tê.


Ramana ku ji bo rewşekê çak be, ji rewşeke din re ne çak e, a ku ji bo dozekê baş, ji dozeke dîtir re ne baş dibe, a ku ji bo demekê rind, demeke din kirêt dibe. Ji lewre  em nikarin  ji  ramanê re  rûçikekî herhe bidin. Çi gava rewş, doz an dem, hate guhartin, raman jî hîdî hîdî bihayê xwe wenda dike û berî dide mirinê; di cihê ku baş de, ne baş dibe û di warê ku kar bû de dibe xisar.


Raman çawan vaca dibe5


Ramana ku hergav vaca bûye, û vaca dibe, û mikûna vaca bûna heye, ramana riçdere. Li jor me ji bo çarbûna ramanê halet dabûm xuya kirin; rewş, doz û dem. G ava haletê ku raman çar bûye hate guhartin,  bihayê  xwe wenda  dike û roj bi  roj ber ve mirinê diçe û dimire. Ramana mirî  heke  neyê berdan, wek cendekê mirî ku binax ne bûye bîn dikevê, û dibe sebebê gelek nexweşîyan.

 

Yê ku naxwaze qîma xwe bi rastîya han bîne tenê ramangîrê nezan ê ku ji ramaneke xweser bêpare. Ji ber ku nikare ramaneke mezin û hêja di serê xwe biçûk û bêkêr de bi cih bike, bi herdu destan bi ramana kevin û 'vaca digire. Wek mirovê ku nikare ji xwe re avahîyeke baş av a ke, newêre dev ji xirçikê6 ku bi ser de hilweşîye berde û herre li ber baranê raweste.


Heya ramangîr bikare xwe razî bike, a rastir, xwe bixapîne, ji bo ku durvekî  nuh bide ramanê, hin tişt bi ser ve zêde dike. Wek mirovê ku kumê xwe ê kevin û perritî bi pirtaline reş û sor û zer pîneke, nizam ew kum çiqas kirêt dibe?! Cava raman kete durvekî din, û zedeyî jê çê bûn, dibe ramaneke vaca. Ji ber ku raman wek tacan tiştine giranbiha ne,  pîne pê  nakevin. Nemaze ku paresteyên ramanê nezan bin,û pînekerên w êne jêhatî bin, raman di v aca bûnê de durveki pirr kirêt distîne. Ew ramana ku piştî derbas bûna nîrê (1) ew afirandî bi durvê  xwe yê  pêşîn berî dabû kirêt  bûnê, dema durvê wê tête guhartin bi carekê tirş û tehl dibe. Bi qasî ku rêya qencîyê bû, dibe rêya xerabî û kambaxîyê.

 

Ji ber ku raman hêdî hêdî kirêt dibe, heke ramangîr ne jîr û zana be, bîra kirêtbûna ramana ku pê girtî nabe û xisarên ku ji vaca bûna ramanê tên ji sebebine din dizane. Her û her qencîyên ku ji roja pêşîn ji ramanê hatine, dide  ber çavên xwe û  naxwaze jê  bi dûrkeve.

 

Wek kesê ku xoşewîstekî1 bimire û nexwaze cen- dekê veşêre. Bêhna kirêt a ku ji c'endek tê ji sebebine din bizane û her xweşî, qencî û çelengîya xoşewîstê mirî

bîne ber çavên xwe û xwe bi wê bixapîne! . .

Mafir em bav û dîyên xwe ên mirî binax dikin, divê em bi ramanên mirî negirin û wan binax bikin, Ji bo lcesên xweş ne raste bi ramanên mirî bigirin. Rahîştina ramanên mirî ku me bikuje bi kêrî tiştekî nayê.

 



1 Raman.  fikre.

2 Afirîn.  çar bûn xuliqîn.

3 Ramangîr. Kesê ku bi fikrekê bavver dibe û pê digire.

4 Herhe.  tiştê ku her hebe, daîmî.

5 Ramana vaca.  fikra ku  dema wê dibore  û durvê wê tête

guhartin, fikra ters-

6 Xirçik. avahîya ku hîşkeber çê dibe* bcrgav beri ji hilwêşinê ye

 

1 xoşewîst.  berdilî, eziz.

 

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...