Ji xelkê re ...
Ji xelkê re masîgir e, ji
min re kosîgir e.
Ji xelkê re edet e, ji min
re qebhet e.
Ji xelkê re cih û war e, ji
min re erdê sar e.
Ji xelkê re dengbêj e, ji
xwe re ker û gêj e.
Ji xelkê re find û şemal e,
ji xwe re dawidê şekal e.
Ji xelkê re hevîr in, ji xwe
re kevir in.
Ji xelkê re şîr in, ji xwe
re şûr in.
Ji xelkê re yar e, ji min re
neyar e.
Ji xelkê re xerat e, ji xwe
re malmîrat e.
Ji xelkê re hût e, ji xwe re
kût e.
Ji xelkê re gul e, ji xwe ra
kul e.
Ji xelkê re rêzane, ji xwe
re nezane.
Ji xelkê re jîr e, ji xwer
kwîr e.
Ji xelkê re baran in, ji xwe
re teyrok in.
Ji xelkê re hêkan dike, ji
me re zelqan dikin.
Ji xelkê qoç in, ji xwe re
biqiloç in.
Ji xelkê re aş in, ji xwe re
şaş in.
Ji xelkê re dost û yar in,
ji xwe re gur û mar in.
Ji xelkê re dost û yar e, ji
xwe re gurê har e.
Ji xelkê re zîv û zêr in, ji
xwe re şêr û mêr in.
Ji xelkê re pirbêj e, ji me
re ker û gêj e.
Lextê me dixwe, ji xelkê re
hêka dike.
Ji xelkê re hût e, ji xwe re pût e.
Ji xelkê re yar in, ji hev
re gur û mar in.
Ji xelkê re zêrê zer e, di malê de gurr agir e.
Ji xelkê re camêr û mêvandar in, ji xwe re xayîn û
çavnebar in.
Ji hinekan re hok e, ji hinekan re kok e.
Kerê ko ji xelkê re dizire.
Ji xelkê re behr e, ji min re jehr e.
Ji xelkê re gul e, ji xwe re derd û kul e.
Dewê xelkê kezaba me hênik
nake.
Berxên xelkê ji meriv re
nabin beran.
Siwarê hespê xelkê hertim
peya ye.
Xweliya xwe nadim bi weliyê
xelkê.
Dînîtiya xelkê hat û bat, a
te bi şahid û îspat.
Dewletbûna xelkê edet e, ya
me qebahet e.
Heramê meriv, ji helalê
xelkê çêtir e.
Xwezîka nexweşê nav nivînan
bama, lêbelê ne xulamê xelkê bama.
Cerê xweyê tije, li cerê
xelkêyê vala mexe.
Feqîrê gundê xwe be, ne
axayê xelkê be.
Hespê xwe, çekê xwe û welatê
xwe, meke destê xelkê.
Xelkê ji xwer mêr kir, me jî
dox bêr kir.
Kerê me re ji hespê xelkê
çêtir e.
Xebata ji bo xelkê weke ava
li ser selikê.
Gavanê meriv, ji axayê xelkê
çêtir e.
Kuştiyo, di ber xelkê de.
Seyê me ye, li ber derê xelkê
direye.
Bila mirov li cihê xwe feqîr
be, ne ku li cihê xelkê mîr be.
Xatûna malê ye, teşîrêsa
xelkê ye.
Belayê xelkê ji dûr tê, ya
min ji ber qulpa tûr tê.
Xelk bû beg, em bûn legleg.
Bavê mirov kizîr be, bavê xelkê wezîr be; mirov bavê
pê nade.
Bi xwe kir vesiya, bi xelkê kir westiya.
Riya xwe meke destê xelkê.
Te kûçkê xwe têr nekir, wê
here ber deriyê xelkê.
Gazinên xelkê, zortir in ji
ezabê qebrê.
Mirov kêleka birêx nîşanê
xelkê nade.
Berxê xelkê ji mirov re
nabin beran.
Derziya me, ji şûjina xelkê
çêtir e.
Ê xelkê sor û zer e, ê te ji
adetan der e.
Ku mirov nanê xwe têxe tûrê
xelkê, mirov birçî dimîne.
Xelk dihere tiştan tîne, Elîkoro
dihere mişkan tîne.
Qirdê xelkê lata diqelêşe,
yê me beqa reş bi me de vedireşe.
Tu xwe nepesinîne, bila xelk
te bipesinîne.
Ew jî çaroxa xwe davêje nava
solên xelkê.
Kuştiyo, di ber xelkê de.
Bi tajiyê xelkê nêçîr nabe.
Herçiyê ku hesk bi dest e, xelk jê re bindest e.
Xelk mal û dewlet
diafirîne, axayê me kolosê xwe dixemilîne.
Zimanê xelkê, nabe zimanê merov.
Xwe meke benîşt û meke devê xelkê.
Hajî bi min hajî, gundê vajî, xelkê xerîb di nav
xwemalan de najî.
Payîzokên me ji stranên
xelkê çêtir e.
Nanê ceh ji kurtêlên xelkê çêtir e.
Devê xelkê ne doxîn e
tu bigire bişidîne.
Ne kurtêlên xelkê diqedin, ne jî zikê meriv diqete.
Diya xelkê, nabe diya
merov.
Comments
Post a Comment