Em bi hev re nebin bira, em ê bibin şîva gura.
Mirovê bê esil weke dara bê fesil.
Ne dizê ji malê, ne kurmê ji darê.
Goşt mîr e, nan wezîr e; yên din kizîr û mizîr e.
Hemî kubên sipî ne ziyaretin.
Bûka malê xweş xebitî, hesp girêda canî filitî.
Rehmek li rû, tirek li dû.
Ba bê şebeşa bidêr, ba neyê guha bidêr.
Ker heya deverekê qaşila dixwe.
Bav rezek da law, law nikarîbû goşiyek tirî bidayê.
Ez neçûm guherê, ez ketim cuherê.
A dest dike, dê û bav nake.
Dînîtiya xelkê hat û bat, a te bi şahid û îspat.
Zexel dere mexel.
Gayê zexel, dimîne li mexel.
Pere xwe li pera digre.
Taştê û firavîn wek mîran, şîv wek feqîran.
Zerê bi zerê, ev çi hezar kaxiz li serê.
Bi aqilê vala, jina xwe da hevala, pişta xwe da
kendala.
Axayê êlê ye, ezabê malê ye.
Bilbil kirine qefesa zêrîn, gotiye ax welat, ax welat.
Mistek axa kendalan, tasek ava newalan, dibe rewşa
malan, winda dike hezar eyb û aran.
Her kes bi benê xwe tê daliqandin.
Gotina bav û bapîran, çêtir e ji ya wezîran.
Derew dijminê Xwedê ye.
Qayiş tim li ser gayê xurt e.
Siwarê kera, nagihê dera.
Dev dixwe, rû fedî dike.
Para dayoxan kanî ye, para xwaroxan genî ye.
War ji wêr bixêrtir e.
Du parê xizaniyê ji nezaniyê ye.
Dinyanediyan dinya nedî, kulmek bilxura wan hebû kirin
eydî.
Siwarê dêlrûtê, sibê diçe êvarê zû tê.
Xwediyê xêra, dibe rebenê ber dêra.
Deriyê dewletê ji vir de fire ye, ji wê de teng e.
Tu diz bî şevê reş pir in.
Bila Xwedê yar be, bila şûrê te dar be.
Kul û keser li dilan e, xeftan û mîtan li milan e.
Keçelo navê min li te, kumê min li serê te.
Gotinê kalemêra, li hemberî kîsê zêra.
Kesê bê totik, gayê wî dibe golik, kerê wî dibe dahşik
û li kifleta xwe dide şonik.
Kesê aqil sivik, gayê wî dibe golik, kerê wî dibe
dahşik û li jina xwe dide mitik.
Gotinên pêşiyan, ne kitêbî ne, ne derewî ne, serpêhatî
ne.
Pez hebe wê bimire, mal hebe wê here.
Aşê dîna bê av digere.
Bi gur re dikûjin, bi şivan re dixwin, bi xwedî re
digrîn.
Ne bav be ne nav be, dera mêr lê, xêr û bêr lê.
Ne dijminê xeraba bin, dijminê xerabiyê bin.
Çirrî çirristan payîz çûye maye zivistan.
Kanûna pîrê heçî roja jê çû, nêçîr e.
Kanûn e ew kanûn e, berf tê ji erd û ezman e, qira ebd
û însan e.
Avûav çû.
Bide û bistîne.
Dikan sekan e.
Diranê xwe jê re tûj kiribû.
Emanet qiyamet.
Hema bi dev e!
Cila xwe ji avê derdixe.
Mangê belek ji bo roja reş e.
Yê deynekir mala yê deynkir xera kir.
Weke rûnê helandî.
Kêzê mêzê hemû yek rêzê.
Malê spî ji bo roja reş e.
Li te xweş e, li mi bîst û şeş e.
Nanxwûrê cilqetîn e.
Dinya pûç û betal e, ji kesî re nabe milk û war e.
Bi qaqa reş asê kirin.
Di nav zerp û zorê de hiştin.
Ha keçel Elî, ha Elî keçel.
Lingo bi qurbano.
De were vî kerî bide ber vî barî.
Ban û bangerek (gindorek) in.
Got: Te bext divê yan text? Got: Bext hebe wê text jî
hebe.
Bê dev û ziman e.
Yê wanî baş badîn e, ew jî hîz û diz û derewçîn e.
Ne bejn û bal e, ne kirt û mal e.
Çira li koran çi bike, şîret li pîran çi bike.
Pariyê xwe xweş kir, rûyê xwe reş kir.
Ji şimik, heta kumik.
Dawet daweta mîran, agir ketiye feqîran.
Ne serî ye, ne binî ye.
Ji talanê çi filitî ew kar e.
Tu li karê xwe nepirse, kes lê napirse.
Hîva ron bela ye, şeva reş kela mêra ye.
Mêrxas, axayê dem demî; nandar, axayê her demî.
Pere, bi bêhna fere.
Mal erzan bû, malê xwe bihefidîne; mal biha bû wijdanê
xwe bihefidîne.
Ji dûr, nagihê ber hûr.
Mirov teyrê bê per e.
Hikumet gurê kerê girêdayî ye.
Masî ji avê têr nabe.
Lengekî, bide xatirê şengekî.
Devê xwe ji her kesî re vemeke.
Seba zêrekê, xera dikin dêrekê.
Agir pêkeve, bi xwe nahise.
Pez tê birrînê, dew tê kirînê.
Hin malkir in, hin malxur in.
Şahidê rovî, teriya rovî ye.
Dem û dewran ket ser bertîla, gû ket halê feqîra.
Xew nema li çûka, heya nema li bûka.
Xeraba bibîne, başa bi bîr bîne.
Avê çiqas bikeynî jî rûn bi ser nakeve.
Tu bi şenga re bigere tu yê şeng be, tu bi lenga re
bigere tu yê leng be.
Silametî ji milametiyê çêtir e.
Hewî heriqî, cawî xeriqî.
Ger nebî kûçik, pera naxî hûçik.
Kêzka kendalan, dibe delaliya malan.
Car dire ser caran, tebîet nare ji ser mirovan.
Ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne.
Mirov bi kerbê, hesin bi zengê (xera dibe).
Xerakirin rehet e, avakirin zor e.
Ez dibêjim hirç va ye, tu dibêjî rêç va ye!
Ez dibêjim hirç, tu dibêjî rêç.
Agir xweş e lê dûyê wê reş e.
Berê sitar, dûre debar.
Dema genim zer dibin, das bi qedir dibin.
Bila mirov bêkes be lê ne bênefs be.
Çavê miriya li destê saxa ye.
Mastê miya ye, rûspîtiya kebaniya ye.
Diyariya şivana benîştê kizwana.
Heta kefa destê mirov reş nebe, tama devê mirov xweş
nabe.
Dûr here, dirûst here.
Çêyî wenda ne, xirabî xuya ne.
Berberî bi rextê piştê re û bi hevîrê teştê re nabe.
Mirov xura xwe bi destê xwe nexurîne xura mirov naçe.
Bila mirov wehîdê hebûnê be, ne yê tunebûnê be.
Ne xwe ji dêrê dike, ne jî ji mizgeftê.
Berfa hûr e dawî dûr e, berfa gir e dawî vir e.
Car li cara tê, kerê boz li bara tê.
Dost mero digrînin, dijmin mero dikenînin (serî li
mero digerînin).
Yê elimî ji yê cehimî xerabtir e.
Felek ne bavê kesî ye.
Dinya ne sal û carek e.
Dîkê salê, dixwe serê malxwê malê.
Bigere gunda, bibîne rinda.
Bi kodikê deve nayê avdan.
Dew hebe dewkil pirr in.
Nan hebe nanpêj pirr in.
Sêla me kevir e, ji mineta xelkê çêtir e.
Galgalê çolê, bavê golê.
Derdê qerêş, av here ser êş.
Derdê pîrê pilor e, derdê hebo gebol e.
Derdê pîrê lolik e.
Derew sêwî ne, tu bi ku de bişîne bi wê de dere.
Dinya rindik, temen hindik.
Cîna av tune, cîna qam tune.
Dostê kûçik tajî ne.
Êl yeman e, beg yeman e?!
Êl; hoz, kom, bir
Yeman; jêhatî, zîrek
Agirê dilan, agirê sêlan.
Ziko têro, milo şêro.
Bazar bêdeng, mirî bê bang û serdar bê zor nabin.
Ray li her tiştî dibe, li dil û kezebê nabe.
Erdê xoza ye, sal salna ye, car carna ye.
Ji ereba re nebê merheba, tev sola tê ser kurk û eba.
Ne êla bê serî, ne şivanê bê kerî û ne mala bê derî.
Kes bi derdê kesî nizane.
Beden bedena sirtê ye, law lawê çirtê ye.
Ne esil çav û kildan e, esil duhêl û badan e.
Îş ne xeml û xêz e, îş mirov duhêla birêse.
Roj ket aliyê Mêrdînê, dewara bajo kadînê; roj ket
aliyê Cizîrê, dewara bajo ber nîrê.
Siqa biqa heqa.
Teyrê baş e bi refê xwe re.
Çêlikê maran bê jahr nabe.
Zîtikên pereyan hene.
Nîne bixwe nan û jajî, xwedî dike tûle û tajî.
Tasa mîran li erdê ket, çi şikest, çi neşikest, deng
li dinê ket.
Tas hat û çingiya, çi rast, çi derew.
Derdê me, ne ji bena re dibe, ne jî ji werîsa re.
Ne ben li derdê me tê, ne werîs lê tê.
Werîs diqete, dibe çar serî.
Şîveke bi helalî çêtir e ji qutê salekê bi heramî.
Axîna vî destî ji wî destî re namîne.
Derdê Silo savar e.
Bavê keçan siltan e.
Kûr bajo, hûr bajo, dûr bajo.
Nan ji baniyê, av ji kaniyê.
Bi darê zorê, pîrê davêjin bîrê.
Mirovê bê xîret, ne dinya, ne axret.
Kurtanê kerê çênabe ji edlese, ji zilaman re gotineke
bes e.
Me berê xwe didayê gul bû û me pişta xwe didayê kulm
bû.
Diziya malekê şiyariya gundekî.
Qirika reş nabe bilbil.
Kaniya av jê kişiya, naçike.
Kûçik xwediyê xwe nas dike.
Dinya li dinyê; çavê gur li mîhê.
Darê ji kokê nebir.
Kesê li ber avê diçe, destê xwe davêjê şel û pela.
Her kes ji xwe razî ye, çi kizîr e çi qazî ye.
Nanê bi minnet nayê xwarin.
Her kaşekî kûşekî xwe heye.
Her miletan, bigire edetan.
Çira xizanî, ji nezanî.
Gur ji baranê bitirsiya, wê ji xwe re kurk çêkiraya.
Ga dimire kêr lê pir dibin.
Ya ziman dibire, şûr nabire.
Nan bê av nabe.
Nan hebe av jî heye.
Tiştê dila, nayê mila.
Ava bin kayê, deng jê nayê.
Barê hêcetan kes nikare rast bike.
Agir bi loda mi ket, xelkê xwe li ber germ kir.
Bergîran têr xwarin, wê zîtika bavên.
Gîha di bin keviran da namîne.
Zilma nezana ji zilma zalima xeraptir e.
Bi avê û bi êgir mesqere nabe.
Bav ji êş tê, law pirsa bajêr jê dike.
Ava bi mista, ramûsanên ji dosta, têrnake mirova.
Nizanî, rehetiya canî.
Ji xwarinê re bist e, ji kirinê re sist e.
Ya xelkê adet e, ya me qebhete.
Bi gotegot mirov naçe cot.
Mirîşka reş e, her roj nexweş e.
Xêr xwediyê xwe nas dike.
Yek bi malê xwe, yek bi canê xwe.
Rûto, gotin pûto!
Tiştê çû nede dû.
Bertîl keviran nerm dike.
Zêta zêtona birxiyê venabe vedike.
Rizqê san li dîna ye, ê tirkan li kurda ye.
Wexta ku xwediyê malê û diz bibin yek, wê gê û çêlekê
di kulekê re derxînin.
Teyr bi ba û bagerê nafire, bi per û baskê xwe difire.
Teyrê ku goşt dixwin nikilxwarin.
Kerê bavê Nezîr e, xwe nade bi topa eşîre.
Tiştek xwe di zikê wî de nagire.
Dînê xwe bipirse weke dîna.
Bêar kete çala gû, tim benîştê xwe dicû.
Mirovên nezan, carinan difirin carinan jî dizirin.
Ji kerê ketiye, ji hophopê jî namîne.
Gur pîr dibe, dibe qerfçiyê şivanan.
Wexta ez bûm ax bila kes nebêje wax.
Gotina paşî li pêşiyê dibêje.
Zikê zaroka tije ye lê zimanê wan nagere.
Xewn qasid in.
Ava xurtan serevraz e.
Mişk û mar, ticar nabin yar.
Bê şîrekê, bê pîrekê, neçe dîwana mîrekê; tê têkeve
qewt û zincîrekê.
Mala li kerekî, her ro li derekî.
Ne garana me, ne gavanê me.
Ne kerê min, ne kurtanê te.
Nav ji mal çêtir e, dilxweşî ji zêr çêtir e.
Deyn bi danê, rê bi çûnê diqede.
Bûye toqa lanetê û ketiye sitûyê me de.
Ew aqilê gulbidest.
Ew aşiqê gulbising.
Ew ehmeqê gulbiser.
Bejn şehr e, mal jehr e.
Ne şev şeva me ye, ne roj roja me ye.
Sax e lê nanê miriyan dixwe.
Miriyê di nav saxan de ye.
Bizmarê xwe di felekê de kuta ye.
Textê felekê mîx kiriye.
Hirç û govend, rovî û seyran.
Di serê wî de sed rovî digerin û teriya wan jî li hev
nakeve.
Ji neh û deha xwe nayê xwarê.
Ne bi kêrî defê tê, ne bi kêrî zirnê tê.
Qelema di destê neyaran de ye.
Gustîlka di tilya wan de ye.
Bû dizê sola xwe.
Bû girara gavanan.
Bû hestî û çerm.
Bû pariyek nan.
Ew war e lê ne ew bihar e/diyar e.
Dinya li me bû tarê bêjingê.
Ez şîrê şêr di eyarê şêr de jê re bînim jî naşêkirîne.
Belka guhê wî jî xwênade.
Bila ew neh jî li ser wan dehan be.
Ya paşî li pêşiyê dide.
Me dehikê xwe berda, ew hîna dibê nehikê min.
Ji ber sifikê naçe ber tifikê.
Erzan kirî, heban dirî.
Bizin e bela serê min e.
Mû bi zimanê mi ve hat.
Ne ji mino lê belaya serê mino.
Hezîran xinzirî, giha li baska kizirî.
Havîn e, ber dar û deviyan tije taştê û firavîn e.
Hezîran e, hezra teyran e.
Tebax e, mewûjan raxe.
Barana havînê, şilkir bin kulînê.
Payîz e, zik têr e, dinya xêr e.
Payîzê li me kir gazî,
Dar man rût û tazî.
Payîze dew ezîze.
Got: Pîrê, kûder xweş e? Got: Dora bênderê.
Ji dêrê jî bû û ji mizgeftê jî bû.
Dengê defê ji dûr ve xweş e.
Binêre li domê, menêre li komê.
Genim bê zîwan nabe.
Goşt bê hestî nabe.
Gul bê stirî nabe.
Roj bi bêjingê nayê veşartin.
Li kerê siwar e, li kerê digere.
Gêre bi golikan çênabe.
Polan hişk û sar, kadîn tar û mar.
Serê sed peyvê, peyvek e.
Serê sed şorî, şorek dibirre.
Serê heft newalan newalek e,
Serê heft xeberan xeberek e.
Ne şotê, ne maşotê.
Konê reş, spî nabe.
Kûçikê reş, spî nabe.
Kûçik kûçik e; çi reş e, çi spî ye.
Ji weliya xwelî, ji xweliyan welî (dikevin).
Yê çaroxpê dike, yê qûnderepê dixwe.
Ev baran ji wî ewrî nayê.
Xasê, hindik bide ber dasê, da tu têde nemîne asê.
Dinyanedîtyo, wexta dinya dît bi xwe de rît.
Dinyanedîtan dinya dît, gebûlek çêkirin, got; îro
eydî.
Timayî ji goştê kûçik genîtir e.
Tevdan ji helîsê re baş e.
Nan bi xwê, xwê bi mane/pîvan.
Barê hincetan (mahneyan) giran e.
Yê bê hesab be, wê bê hesab here jî.
Mak ne ti mak e lê golik pak e.
Alem ji bîr dike, qelem ji bîr nake.
Mirina feqîran wek tirra zengîna ye.
Duayê derwêşa, tira gamêşa.
Şûr kalanê xwe nabire.
Sa goştê sa naxwe.
Hesin ji hesin naxwe.
Bi cerê xelkê mirov naçe avê.
Ziman e, ne kaş e, ne kendal e.
Rovî ticar nabe şêr,
dizê şevê nabe mêr,
sêla rizî nabe zêr.
Yê bê kêr e, ew bê xêr e.
Jin stara mêran e.
Jin û mêr, tevr û bêr.
Mirovê bi ar, gotinek jê re bar.
Nan li çongê ye, çav li xelkê ye.
Kurmanc ku nanê xwe dixwe, li sola xwe dipirse.
Xilt çiqas axê dikole, bi serê xwe de dike.
Soza wî ne soz e, tira kerê boz e.
Ne pezê bi dorê, ne jina bi zorê.
Teniyê li rûyê min dide, neynikê li çavê min digire.
Hosta Necar, rakeve weke her car, Xwedê yek e, dergeh
hezar.
Qûtê kewarê, heta biharê.
Cot bi gayê pîr nabe.
Behr bi devê kûçikan heram nabe.
Cila şil e, ketî mil e.
Derdê xwe bibêje, kela xwe birêje.
Av diçe avaniyan.
Barêketî yê xwediyê xwe ye.
Çandinî li mitirban nayê.
Bi girî venagere mirî.
Biçe mêvanê guran lê kûçikê xwe ji bîr meke.
Dinya aşê mirinê ye, her kes arvanê xwe lêdike.
Karê rojekê, xema salekê.
Şamê rist, Helebê bada, tirekê nigê xwe li ber rada.
Karê ne ji min re, bayê wî di ser min re.
Bila rezê min li nav rezan ba, bila xwarina tirî li
min heram ba.
Hoza miyan bi koza berxan ve kifş e.
Warê xelkê nabe warê mirov, welatê xelkê nabe welatê
mirov.
Gere meriv hespa xwe, çeka xwe, welatê xwe nede destê
xelkê.
Gund bê sergo nabe.
Şerê kûçikan li ser sergoyê me ye.
Serîkî kara ye, bi bîst û çara ye.
Para geroka, çû ber tahtoka.
Sîrkut hilat, mîrkut dahat.
Bila xatirê mirov hebe, bila gûzek be.
Kundirê mîranî, çêtir e ji şekirê şîranî.
Heta min hilatî kir, te şikeva lêxist.
Nanê mirovan bi rûyê mirovan tê xwarin.
Dîn û îman nan e, ku nan tune be, bendê îro file ye,
sibê misilman e.
Ser tûtik û şûtik e, bin rişk û nûtik e.
Derdê nezanan ji zora zorkeran zortir e.
Kesê mino, destê mino.
A her kesî pê xweş e.
Zarokên xerab meriv dibin deriyê dijmin.
Hewiya mi ez jîr kirim, qîza mi ez pîr kirim.
Tu li beriya Mêrdînê li siwaran dipirsî.
Kesê jinê bîne ser jinê, xêrê nabîne ji dinê.
Erş û kurş dizanî, çima goştê bin birincê nizanî.
Sererd û binerd dizanî lê goştê bin birincê nizanî.
Comments
Post a Comment