Diya du dota li xwe dide du lota, ne li vir, li Cizîra Bota.
Yek ji nêza qareqar bû, kurê hakim got: Çima tu peqlewatan naxwî?
Şevê reş kela mêran e, galgala xweş bihara dilan e.
Heqê gayê tor, cot e.
Ê cotkar das û tar e, ê jinê pê û par e.
Dara ku pir fêkî digre, serê xwe berjêr dike.
Tiştê ku mirov jê ditirse, tê serê mirov.
Karê, serê sermiyan xwar.
Serî, bê ecel naçe gorê.
Jin dimre, serî li mêr digere.
Serê Adarê, ker jî bi keritiya xwe zane roj dirêj bûne.
Serê Kanûna û selata xiyaran.
Ava bîrê, bi sexbîrê.
Sifra vala, bê silav e.
Silav li sifra hazir e.
Şêwir, sinet e.
Pir in, bê sir in.
Kerê guhsist, tirên şidiyayî dike.
Her kes di stara xwe de şêr e.
Tu ji sola xwe re dibêje.
Tê sotin, nayê gotin.
Bi sozê mêrê berê.
Soz xêrdîn e, ne Mêrdîn e.
Ne ji dînan bistîn, ne bide dînan.
Şahîno şa ye, Aqûbo axa ye.
Ket û rabû, xwedî şa bû.
Çavê şeliqî, ji yê kor çêtir e.
Yekê şemirandî, yekê temirandî.
Xwedê rû dibîne, şeqamê lê dixe.
Mirovê bêmal, weke şerkarê bêçek e.
Şertekî mêranî jî rev e.
Mal, bi zarokan şên dibe.
Lalika şikestî, çêtir e ji ya xwestî.
Rastî bibe derzî jî naşkê.
Mirov ku şil bû, ji baranê natirse.
Kî şemitî, ew şewitî.
Şirîk şirîkan jîr dikin, hewî hewiyan pîr dikin.
Ez ê nanê xwe bixwim û şîretan li xelkê bikim.
Helaw, ji şirêzê çênabe.
Em bibin mêvanê axê jî şîva me nan û dew e.
Ku ez xurîniya sibê bim, tu şîva êvarê yî.
Şorên xerab, ji xwediyan re ye.
Kî zava be, ew şoşman e.
Kî lê bigere, tê digere.
Margestî, ji werîs jî ditirsin.
Mar dîtiye, ji werîs ditirse.
Rovî têr e, tirî tirş e.
Mirin heye, veger tune.
Emrê seyê har, çil roj e.
Golik, kadînan vala dikin.
Çala vekirî, her kes tê de dirî.
Agir bi agir nayê vemirandin.
Du kûçik bi hev digirin, riya rêwî vedibe.
Newal xalî ye, rovî walî ye.
Kera me, xaltiya kera wan e.
Axa bi xulam, xulam bi welam.
Elo, de wereee, şîvê bixwe!
Ker xebîs e, derman werîs e.
Goştê mirar li kê derê ye, qijik li wê derê ye.
Ji bo xatirê haziran, mirov dixwe goştê hêstiran.
Ê ku deyndar e, her tim xemxwar e.
Tu heta xweş bî, tu yê li ber konê reş bî.
Qaziyê zarokan, dîn bûye.
Zewac carek e, mirin carek e.
Gotinên pêşiyan

Comments
Post a Comment