Teoriya Nest û Nihiçkan a Freudî rêbazeke giring e ji bo têgihiştina tevger û reftarên mirovî û ajalî. Freud di vê teoriyê de pêşniyaz dike ku tevger û reftarên me ji sedî çil heta çil û pênc ji aliyê nestên bingehîn (fundamental instincts) û nihiçkên binyad (basic drives) ve tên rêveber kirin (governed). Ev nest û nihiçkan han, weke pêkhateyên xwerû yên jiyanê, tên îzah kirin (explained).
Nest (Instinct)
Nest hêzeke biyolojîk a xwezayî ye ku ji bo cûreyekî
taybetî hatiye çêkirin. Ev hêz organîzmayê neçar dike ku tiştekî bike, bi
taybetî jî ku karekî taybet bike an jî bi awayekî taybet bersiva hinek tiştan
bide. Herwiha bi berfirehî dikarin li derûnnasiya hormonîk (hormic psychology)
binêrin.
Di teoriya derûnkolînerî ya klasîk de (in classical
psychoanalytic theory), nest nihiçkên biyolojîk ên bingehîn in (a basic
biological drive) (weke birçîbûn, tîbûn, zayendî, êrişbarî) ku divê bên
bicîhanîn da ku hevsengiya fîzîkî û derûnî were parastin. Sigmund Freud, nestê
li du beşan parve dike: yên ku ji nesta jiyanê (life instinct) û yên ku ji
nesta mirinê (death instinct) çêdibin. Binêre herwiha hêmana nestê (component
instinct); nesta erotîk (erotic instinct); libido; têrkirina nestan
(satisfaction of instincts); nesta zayendî (sexual instinct).
Di bikaranîna giştî de, nest her meyla xwezayî an jî
hêza handanê / motîvasyonê ye ku nehatiye hînkirin.
Nihiçk (Drive)
- Quwet û hêzeke binyad e ku ji bo domandin û
pêşvebirina jiyana biyolojîk û derûnî tê bikaranîn.
- Di teoriya Freud de, nihiçkan bi heman rengî wek
nestan (instincts) tên hesibandin.
- Ew wek quwetên binyad ên reftarê (fundamental
behavioral forces) tên dîtin, ku ji bo pêkanîna pêdiviyên jiyanê û parastina
xwe-hişyariya eziyê tên bikaranîn.
- Mînak, nihiçka birçîbûnê (hunger drive), nihiçka
zayendî (sex drive), nihiçka êrîşkarî (aggressive drive) û yên din.
- Ev nihiçkan di reftar û tevgerên mirovî û ajalî de
roleke girîng dilîzin.
Bi kurtasî, nihiçk di teoriya Freudî de maneya quwet
û hêza bingehîn a reftarê ye, ku ji bo domandin û pêşvebirina jiyanê biyolojîk
û derûnî tê bikaranîn.
Derûnnasiya hormonîk (hormic psychology)
Dibistaneke derûnnasiyê ye ku di salên 1920an de
derketiye holê. Ev dibistan giringiyê dide armancxwazî, hewldan û pêşbîniyê, ku
tê de nest wekî handana sereke ya reftar û tevgerê tê dîtin. Bi taybetî
eleqedar e ku diyardeyên civakî-derûnî li gorî tevgera nestî rave bike. Herwiha
bo agahiyên zêdetir hûn dikarin li derûnnasiya armancdar (purposive
psychology); civakzaniya zindî (sociobiology); armancnasî (teleology) binêrin.
[Ji aliyê William McDougall ve hatiye danasîn]
Nesta jiyanê (life instinct)
Di bîrdoziya
derûnkolîneriyê de (psychoanalytic theory), ew nihiçk
(drive) e ku ji nihiçka xwe-parastinê (self-preservation instinct) û nesta
zayendî (instinct sexual) pêk tê. Nihiçka xwe-parastinê li ser mayîna takekesî
ye, nesta zayendî jî li ser mayîna cûreyê hebûnê ye. Di teoriya nesta ducare ya
Sigmund Freud de, nesta jiyanê, an jî Eros, li hember nesta mirinê, an jî
Thanatos, disekine. Herwiha jê re nesta erotîk (erotic instinct) jî tê gotin.
Nesta mirinê (death instinct)
Di teoriya derûnkolîneriyê
de, nihiçkek e ku armanca wê kêmkirina tansiyona derûnî ye heta asta herî nizm,
yanî mirinê. Ev pêşî ber bi hundir ve tê vegerandin wek meyleke xwe-hilweşînê û
paşê ber bi derve ve tê vegerandin di şêweya nesta êrişkar de. Di teoriya nesta
ducare ya Sigmund Freud de, nesta mirinê, an jî Thanatos, li hember nesta
jiyanê, an jî Eros, disekine û tê bawerkirin ku ev nihiçk di bingeha tevgerên
wek êrişkarî, sadîzm û masochîzmê de heye. Hûn dikarin li prensîba nîrvanayê (nirvana principle) binêrin.
Hêmana nestê (component instinct)
Di teoriya derûnkolînerî
de, elementeke bingehîn a nesta zayendî ye ku çavkaniyeke taybet di beşeke laş
de heye (mînak, nesta devkî) û armanceke taybet heye (mînak, nesta serwerbûnê).
Tê gotin ku hêmanên nestê di qonaxên pêşîn ên pêşveçûna derûnî-zayendî de bi
serê xwe dixebitin û paşê di qonaxa zayendî de, ya ku di destpêka balixbûnê de
dest pê dike, digehin hev. Herwiha jê re nesta beşî (partial instinct) an jî nesta
parçeyî (part instinct) jî tê gotin.
Rêbazên Bingehîn ên Teoriya Nestên Freudî
Teoriya nestên Freudî
rêbazeke giring e ji bo têgihiştina reftarên mirovî û ajalî. Di vê teoriyê de,
Freud pêşniyaz dike ku reftarên me ji sedî çil heta çil û pêncî ji aliyê nestên
bingehîn ve tên rêveber kirin. Ev nestên bingehîn (instincts) ên ku me jixwe bi
wan hatine dinyayê, wek pêkhateyên xwerû yên jiyanê tê îzah kirin.
Di vê çarçoveyê de, Freud sê nestên sereke (main
instincts) dide nasîn:
1. Nesta
Jiyanê (Life Instinct - Eros): Ev
nesta bingehîn a mirovan e ku ji bo domandin û pêşvebirina jiyanê tên
bikaranîn. Di nava vê nesta jiyanê de em dikarin nesta zayendî (sexual
instinct), nesta parastinê (self-preservation instinct) û nesta lêgeraniyê
(exploratory instinct) bibînin.
2. Nesta
Mirinê (Death Instinct - Thanatos): Ev
nesta bingehîn e ku bi rêya hişyarkirina êrişan û xwe-rûxandinê
(self-destruction) tê dîtin. Ew jî wek hêzeka ji bo dabeşbûn, tunebûn û têkçûna
jiyanê tê fêhmkirin.
3. Nestên
Eziyê (Ego Instincts): Ev
rêxistina nestên ku ji bo parastina eziyê (ego) tên bikaranîn. Ew jî têrma
parastina endamên beden û pêşkêşkirina xwe-hişyariya mirovan e.
Li aliyê din, Freud di derbarê kategoriyên din ên
nestên de jî axiviye:
- Nesta Ajalî
(Animal Instinct)
- Nesta
Xwerûyî (Innate Instinct)
- Nesta
Mirovanî (Human Instinct)
- Nesta
Êrîşkar (Aggressive Instinct)
- Nesta
Rûxîner (Destructive Instinct)
Ev nestan hemû di nava hev
de tevlihev in û bi awayekî veguheztî (dialectic) li ser hev lihevhatina xwe
pêk tînin. Ji ber ku ev nestan bi formuleke neşiyandin têne nasîn, divê em wan
wek têgihiştinên derûnî yên bingehîn li ber çav bigirin. Ew ne têgihiştinên
biyolojîk ên xwerû ne, lê belê nîşaneyên pêdiviyên binyad ên mirovan û ajalan
in.
Ev rêbazên bingehîn (key
concepts) ên teoriya Freudî derbarê nestên, bêguman di têgihiştina reftarên
mirovanî û ajalî de giring in.
Rêbazên Bingehîn ên Teoriya Nihiçkan (Drives) a Freudî
Freud, li ser navê têgeha
"nestan" (instincts), têgeha "nihiçkan" (drives) jî pêşkêş
dike. Nihiçkan (drives) wek yekemîn quwet û hêzên bingehîn ên reftaran
(behavioral forces) tên hesibandin, ku ji bo domandin (preservation) û
pêşvebirina (advancement) jiyana derûnî û zindeweriyê tên bikaranîn.
Di teoriya Freudî de,
nihiçkan bi heman rengî wek nestên tên hesibandin. Ew wek quwetên binyad ên
reftarê tên dîtin, ku ji bo domandin û pêşvebirina jiyanê biyolojîk û
psîkolojîk tên bikaranîn. Ev rêbazên bingehîn derbarê nihiçkan ji bo
têgihiştina reftarên mirovî û ajalî girîng in.
WATEYA TERMAN:
Nest (Instinct): Çalakiya xwerû ya biolojîk û derûnî ye ku ji aliyê pêdiviyên binyad ve
tê rêveber kirin.
Nestî (Instinctive): Tevger û reftarên ku ji aliyê nestên ve tên rêveber kirin.
Nesta Jiyanê (Life Instinct - Eros): Nesta bingehîn ya mirovan ku ji bo domandin
(preservation) û pêşvebirina (advancement) jiyanê tê bikaranîn.
Nesta Zayendî (Sexual Instinct): Parçeyek ji nesta jiyanê ye ku ji bo domandin û
pêşvebirina nifşê tê bikaranîn.
Nesta Xwe-Parastinê (Self-Preservation Instinct): Parçeyek ji nesta jiyanê ye ku ji bo parastina endamên
beden û jiyanê tê bikaranîn.
Nesta Lêgeraniyê (Exploratory Instinct): Parçeyek ji nesta jiyanê ye ku ji bo gihîştina zanîn
û lêgerîna nûbûnan tê bikaranîn.
Nesta Mirinê (Death Instinct - Thanatos): Nesta bingehîn ku bi rêya hişyarkirina êrişan
(aggression) û xwekirinê (self-destruction) tê dîtin.
Nestên Eziyê (Ego Instincts): Nestên ku ji bo parastina eziyê (ego) tên bikaranîn.
Nesta Ajalî (Animal Instinct): Nesta ajalî ya xwerû ku di reftarên heywanan
(animals) de dihêle xuya bibe.
Nesta Êrişbariyê (Aggression Instinct): Nesta bindest ya êrîşkar ku ji bo parastina eziyê
(ego) û tunebûna dijmin tê bikaranîn.
Nesta Mirovanî (Human Instinct): Nesta xwerû ya mirovan ku di reftarên wan de dihêle
xuya bibe.
Nesta Rûxîner (Destructive Instinct): Nesta bindest ku ji bo tunebûn û têkçûna tiştên li
dor mirovan tê bikaranîn.
Nesta Zindewerî (Biological Instinct): Nesta xwerû ya biyolojîk ku ji bo domandin û
pêşvebirina jiyana biyolojîk tê bikaranîn.
Nihiçk (Drive):
Quwet û hêzeke bingehîn ya reftarê ku ji bo domandin û pêşvebirina jiyanê tê
bikaranîn.
Nihiçka Ajalî (Animal Drive): Nihiçkên bingehîn ên ajalan ku reftarên wan rêveber dikin.
Nihiçka Birçîbûnê (Hunger Drive): Nihiçka binyad a mirovî ku ji bo domandin û
temamkirina pêdiviya xwarin tê bikaranîn.
Nihiçka Duyemane (Secondary Drive): Nihiçkên ku di encama pêvajoya civakbûnê de pêk tên.
Nihiçka Êrîşkar (Aggressive Drive): Nihiçka bindest ya êrîşkar ku ji bo parastina eziyê (ego) û tunebûna dijmin tê bikaranîn.
Nihiçka Lêgerînê (Exploratory Drive): Nihiçka mirovî ku ji bo gihîştina zanîn û lêgerîna
nûbûnan tê bikaranîn.
Nihiçka Mirovî (Human Drive): Nihiçkên bingehîn ên mirovan ku reftarên wan rêveber
dikin.
Nihiçka Parastinê (Defense Drive): Nihiçka binyad ya mirovan ku ji bo parastina endamên
beden û jiyanê tê bikaranîn.
Nihiçka Zayendî (Sex Drive): Nihiçka binyad a mirovan ku ji bo domandin û pêşvebirina
nifşê tê bikaranîn.
Nihiçkên Dijminahiyê (Drives of Hostility): Ew nihiçkên ku ji bo dûrxistina eziyê(ego)
û tunebûna dijmin tên bikaranîn.
Comments
Post a Comment