(BINGEHA
VENASÎN Û 'HIŞ'MENDIYA MIROV)
Raman, yek ji bingehên sereke yên pêvajoyên hişmendî û
venasînî (cognitive processes) ye ku di warê derûnnasiyê de tê lêkolînkirin. Di
vê nivîsê de, em ê li ser çar cûreyên sereke yên ramanê bisekinin: ramanên rexneyî,
ramanên mantiqî, ramanên şênber û ramanên razber. Her yek ji van cûreyên ramanê
xwedî taybetmendî û giringiyên xwe ne û di pêvajoya geşedana mirov de rolên giring
dilîzin.
RAMANÊN
REXNEYÎ (CRITICAL THINKING)
Ramanên rexneyî çemkeke dewlemend e ku di 2500 salên
borî de geş û pêş ketiye û di warê derûnnasiyê de roleke sereke dilîze. Ev cûre
raman, awayê fikirînê ye li ser her mijarek, naverokek an pirsgirêkek ku tê de takekes
kalîteya ramanên xwe baştir dike.
Pênaseya
Ramanên Rexneyî
Ramanên rexneyî ji şiyana şîrovekirinê, nirxandinê û dahûrînkirina
rastî û agahiyên berdest pêk tê, ji bo karîna biryardanê li ser ku tiştekî rast
e an çewt e. Avakirina şiyana ramanên rexneyî tê wateya ku mirov dikare
parastin û berevaniya ramanên xwe û nerînên xwe bike, bi awayekî mantiqî
ramanên xwe pêşkêş bike û biryar bide ji bo baştirkirina wan.
Li gorî Ennis (2011), ramanên rexneyî van tiştan vedihewînin:
a) Şîrovekirina agahiyan bi awayekî zelal û rast b) Nirxandina argûmentan c)
Biryardana li ser bawerîpêanîn an kiryarê d) Çêkirina encamên mantiqî e)
Pirskirina pirsên zelalkirin û dijberiyê
Giringiya
Ramanên Rexneyî
Ramanên rexneyî di piraniya qadên jiyana mirov de
bikêr in, ji wan jiyana pîşeyî û jiyana rojane. Ev dike ku mirov bibe takekesekî
jêhatî, takekesek ku li hemû vebijêrk û çareseriyên guncaw dinêre berî ku wan
hilbijêre.
Giringiyên ramanên rexneyî di qadên cûrbicûr de xuya
dibin:
a) Aborî: Di
biryardana aborî de, ramanên rexneyî alîkariya mirov dikin ku bi awayekî
hûrgilî daneyên aborî dahûrîn bike û biryarên bibandor bide.
b) Ziman û
Pêşkêşkirin: Ramanên rexneyî dibin alîkar di geşedana şiyana ziman
û pêşkêşkirinê de, ji ber ku ew hewcedariya dahûrînkirina agahiyan û
pêşkêşkirina wan bi awayekî zelal û bibandor derdixin holê.
c) Afirandin: Ramanên
rexneyî û afirandin bi hev re têkildar in. Ramanên rexneyî dibin alîkar di
dîtina rêbazên nû û çareseriyên afirîner de.
d) Zanist û
Demokrasî: Di warê zanistî de, ramanên rexneyî bingeha metodolojiya zanistî ne. Di
demokrasiyê de, ew ji bo beşdarbûna bibandor a hemwelatiyan pêwîst in.
e) Karkirin: Di cîhana
kar de, ramanên rexneyî weke jêhatîbûneke giring tê dîtin ji bo çareserkirina
pirsgirêkan û biryardana bibandor.
Mînakên
Ramanên Rexneyî
Şiyana ramanên rexneyî ji takekesekî bo takekesekî din
cûda ye û bi awayên cûrbecûr tê bikaranîn. Hin mînakên giring ev in:
a) Lêkolîn: Lêkolîna li
ser hûrgilî û rastiyan dike ku mirov amade be di dema pêşkêşkirina agahiyan de.
b) Ramanên
Vekirî: Ramanên vekirî di dema gotûbêjê an beşdarbûna di çalakiyeke komî de giring
in ji bo serkeftinê.
c)
Çareserkirina Pirsgirêkan: Çareserkirina pirsgirêkan dibe ku giringtirîn
jêhatîbûn be ku ramanwerên rexneyî dikarin hebin.
Stratejiyên
ji bo Geşedana Ramanên Rexneyî
Ji bo ku mirov bibe rexnegirêkî baş, çend stratejiyên
sereke hene:
a)
Zelalkirina Armanc û Çarçoveyê: Divê mirov armanc û çarçoveya
ramanên xwe zelal bike.
b) Naskirina
Çavkaniyan: Giring e ku mirov çavkaniya agahiyên xwe bizane û
baweriya wan binirxîne.
c)
Diyarkirina Gotûbêjan: Şiyana diyarkirina gotûbêjên sereke di naverokekê de giring
e ji bo têgihîştina kûr.
d) Geşedana
Şiyana Nirxandinê: Divê mirov bikaribe agahî û ramanên xwe û yên kesên
din bi awayekî objektîf binirxîne.
Astengiyên
li ber Ramanên Rexneyî
Herçend ramanên rexneyî pir giring in, lêbelê hin
astengî hene ku dikarin pêşiya geşedana van ramanan bigirin:
a) Pêşdaraziyên
Hiş û Venasînî: Mirov bi xwezayî xwedî hin pêşdaraziyên venasînî ne
ku dikarin bandorê li ser ramanên wan bikin.
b) Xapandinên
Mantiqî: Gelek caran, mirov dikeve nav xapandinên mantiqî bêyî ku hay jê hebe.
c)
Zanyariyên Sînordar: Nebûna zanyariyên têr dikare bibe asteng li ber
ramanên rexneyî.
Geşedana
Ramanên Rexneyî di Perwerdehiyê de
Perwerdehî roleke giring dilîze di geşedana ramanên
rexneyî de. Çend rêbazên ku dikarin di perwerdehiyê de bên bikaranîn ev in:
a) Pirsên
Vekirî: Bikaranîna pirsên vekirî di polê de dikare bibe alîkar ji bo teşwîqkirina
xwendekaran ku bi kûrahî bifikirin.
b) Nîqaşên
Komî: Organîzekirina nîqaşên komî li ser mijarên cûrbicûr dikare bibe alîkar ji
bo geşedana şiyana ramanên rexneyî.
c) Projeyên
Lêkolînê: Dayîna projeyên lêkolînê dikare bibe alîkar ji bo geşedana şiyana
berhevkirina agahiyan, dahûrînkirina wan û gihîştina encaman.
RAMANÊN
MANTIQÎ (LOGICAL THINKING)
Ramanên mantiqî ku di hin çavkaniyan de weke ramanên
lojîkî jî tên binavkirin, yek ji bingehên sereke yên pêvajoyên venasînî ne ku
di warê derûnnasiyê de tên lêkolînkirin. Ev cûre raman, bingeha nêrîna mirov e
di pêvajoya agahîstandinê, biryardanê û dahûrînkirina pirsgirêkan de bi awayekî
pergalî.
Pênaseya
Mantiqê û Giringiya Wê
Mantiq (logic) ji pêvajoyekê pêk tê ku tê de sedem û
belge (evidence) tên bikaranîn ji bo gihîştina encaman. Di vê pêvajoyê de, giringiya
sereke ne li ser erênî an neyînîbûna encamê ye, lê li ser pêşkêşkirina sedem û
belgeyan bi awayekî aqilane ye, da ku herdu alî li ser bersivan razî bibin û
pirsgirêk bên çareserkirin.
Rola mantiqê di dahûrînkirina pirsan de pir giring e.
Ew weke şiyanek tê dîtin ji bo kesên ku lêkolînê li ser mijarekê dikin da ku
bigihîjin bersiveke bawerbar û guncaw bi xwezayê re.
Pêvajoya
Ramanên Mantiqî
Di pêvajoya ramanên mantiqî de, çend xalên giring hene
ku divê bên berçavgirtin:
- Xwegihandina
rastiyê: Belge û sedem divê li ser rastiyên piştrast
hatibin avakirin.
- Bikaranîna
belgeyên rast: Ji bo her agahiyekê, divê sedem û belgeyên rast
bên pêşkêşkirin.
- Dûrketina
ji bandora hestî û subjektîf: Divê raman di bin bandora hest
û nêrînên subjektîf de nemînin.
- Çareserkirina
pirsgirêkan bi awayekî pergalî: Biryardan divê li ser
bingeheke rêkûpêk û bê bandora subjektîf be.
Cûreyên
Ramanên Mantiqî
Ramanên mantiqî di gelek waran de tên bikaranîn û bi
çend awayan derdikevin pêş:
- Ramanên
bîrkarî/matematîkî: Di vî warî de, cûreyek taybet heye ku weke
"mental math" tê zanîn ku bi kurdî weke "bîrkariya
zêhnî" tê pênase kirin.
- Ramanên
felsefî: Di felsefeyê de, ramanên mantiqî tên bikaranîn
ji bo gihîştina rastiya tiştan bi rêya lêkolîna li ser sedeman.
- Ramanên
zanistî: Di zanistê de, ramanên mantiqî bingeha metodên
lêkolînê ne.
Giringiya
Ramanên Mantiqî di Jiyana Rojane de
Ramanên mantiqî di gelek warên jiyana rojane de tên
bikaranîn û giringiya wan heye:
- Di
biryardana takekesane de: Bikaranîna mantiqê dihêle ku
mirov biryarên bibandortir bidin.
- Di
çareserkirina pirsgirêkan de: Ramanên mantiqî alîkariya
mirov dikin ku bi awayekî pergalî nêzîkî pirsgirêkan bibin.
- Di
danûstandinên civakî de: Bikaranîna mantiqê dikare
alîkar be di geşedana nîqaşên bêalozî de.
Ramanên
Mantiqî û Girêdana Wan bi Zanistên Din re
Ji bo geşedana ramaneke mantiqî, bikaranîna metodên
zanistî pêwîst e. Ev pêvajo dikare van gavan bihewîne:
- Danîna girimaneyê (hypothesis formulation)
- Berhevkirina daneyan (data collection)
- Dahûrînkirina agahiyan (information analysis)
- Pêşkêşkirina encaman bi awayekî pergalî
(systematic presentation of conclusions)
Di vî warî de, zanistên weke civakî, derûnnasî û
felsefeyê roleke giring dilîzin di têgihîştina takekes, civak û xwezayê de.
RAMANÊN ŞÊNBER
(CONCRETE THINKING)
Ramanên şênber yek ji bingehên sereke yên pêvajoyên hiş
û venasînî ne ku di warê derûnnasiyê de tên lêkolînkirin. Ev cûre raman ku bi
awayekî sereke di zaroktiyê de tê dîtin, bi demê re cihê xwe dide ramanên razber,
lê belê her kes hinek şiyana ramanên şênber diparêze.
Pênaseya
Ramanên Şênber
Ramanên şênber bi têgihîştin û şîrovekirina tiştên ku
dikarin rasterast bên dîtin, bihîstin, hîskirin an ezmûnkirin ve girêdayî ne.
Ev cûre raman li ser bingeha serpêhatiyên rasterast ên "li vir û
niha" ava dibe û gelek caran wekî "ramanên rastîn" jî tên
binavkirin, ji ber ku ew bala xwe didin ser tiştên fîzîkî û şîrovekirina
hûrgilî ya serpêhatiyên rasterast.
Mînakek ji
Ramanên Şênber
Ji bo têgihîştina ramanên şênber, em dikarin mînakekê
ji jiyana rojane bidin. Di baxçeyê zarokan de, dema ku mamosteyekî daxwaz ji
zarokan dike ku lîstika kursiyan bikin, hin zarok dibe ku bi awayekî şênber
bifikirin. Ji bo vê lîstikê, divê zarok di navbera jimarkirina demê de rabin û
li ser kursiya hevalê xwe rûnin. Zarokekî ku bi awayekî şênber difikire dibe ku
her car tenê li ser kursiya hevalê xwe yê li kêleka xwe rûne, bêyî ku
têbigihîje ku dikare li ser kursiyên din jî rûne. Ev nîşanî me dide ku ew zarok
bi awayekî rastîn û bê şîrovekirin rêberiyên mamosteyê xwe digire û nikare ji
derveyî çarçoveya diyarkirî bifikire.
Ramanên Şênber
li hemberî Ramanên Razber
Ji bo têgihîştina kûrtir a ramanên şênber,
berawirdkirina wan bi ramanên razber alîkar e. Ramanên razber şiyana
berçavkirina têgehên aloz û girîft, çêkirina giştîkirinan û fikirîna li ser
mijarên felsefî vedihewîne. Li aliyê din, ramanên şênber bi tiştên diyar û serpêhatiyên
rasterast ve girêdayî ne.
Lêkolînan nîşanî me daye ku kesên ku bi awayekî şênber
difikirin, zêdetir balê dikişînin ser gavên pratîk ên pêkanîna karekî, lêbelê
kesên ku bi awayekî razber difikirin bêtir li ser sedem û encamên teoretîk ên
erkekê disekinin.
Geşedana
Ramanên Şênber di Qonaxên Jiyanê de
Li gorî bîrdoziya geşedana venasînî (cognitive
development theory) ya Jean Piaget, zarok di çar qonaxên sereke yên geşedanê re
derbas dibin ku tê de hêdî hêdî ji ramanên şênber ber bi ramanên razber ve
diçin:
- Qonaxa hestiyarî-lebitînî (sensorimotor stage):
0-2 salî
- Qonaxa berî-operasyonî (preoperational stage):
2-7 salî
- Qonaxa operasyonên şênber (concrete operational
stage): 7-11 salî
- Qonaxa operasyonên fermî(formal operational
stage): 11 salî û piştre
Di qonaxa hestiyarî-lebitînî de, zarok bi rêya pênc
hestên xwe ve agahî ji derdora xwe digirin û fêr dibin. Di vê qonaxê de,
ramanên wan bi tevahî şênber ne. Di qonaxa berî-operasyonî de, zarok dest bi
bikaranîna sembolan dikin, lê hîn jî ramanên wan bi piranî şênber e. Di qonaxa
operasyonên şênber de, zarok dest bi ramanên mantiqî dikin, lê hîn jî bi piranî
li ser tiştên diyar û serpêhatiyên rasterast disekinin. Di qonaxa dawî de,
zarok dest bi fêrbûna ramanên razber dikin.
Bandora
Ramanên Şênber li ser Jiyana Rojane
Herçend ramanên şênber bi taybetî di zaroktiyê de
serdest in, lê bandora wan di hemû temenên jiyanê de tê dîtin. Di jiyana
mezinan de, ramanên şênber dikarin hem sûd hem jî zirarê bidin:
Sûd:
- Di
rewşên qirîz û qeyranê de: Ramanên şênber dikarin di
rewşên stresê de alîkar bin, ji ber ku balê dikişînin ser gavên pratîk ên
pêwîst.
- Di
hinek karên pratîk de: Ji bo karên ku baldariya li ser hûrgiliyan
dixwazin, ramanên şênber dikarin bibandor bin.
Zirar:
- Zehmetiyên
civakî: Kesên ku bi awayekî zêde şênber difikirin dibe
ku di têgihîştina zimana metaforîk û îşaretên civakî yên nediyar de
zehmetiyê bikişînin.
- Kêmbûna
afirandinê: Ramanên şênber dikarin rê li ber afirandin û
çareserkirina pirsgirêkên aloz û girîft bigirin.
Hêmanên ku
Bandorê li Ramanên Şênber dikin
Hin rewş û nexweşî hene ku dikarin bibin sedema
zêdebûna ramanên şênber an jî astengkirina geşedana ramanên razber:
- Otîzm (autism)
- Şîzofrenî (schizophrenia)
- Demans (dementia)
- Birîna mejî (brain injury)
- Kêmendamiya têgihîştinê (intellectual disability)
Lêkolînan nîşanî me daye ku kesên bi van rewşan re
dijîn, dibe ku di têgihîştina metaforan û zimanê wêneyî de zehmetiyê bikişînin,
ku nîşaneya ramanên şênber ye.
Stratejiyên
ji bo Danûstandina bi Takekesên ku bi Awayekî Şênber Difikirin
Ji bo danûstandina bi kesên ku bi awayekî zêde şênber
difikirin, çend stratejî hene:
- Bikaranîna zimanê rastîn û diyar, dûrî metafor û
îdyoman
- Bikaranîna mînak û wêneyan ji bo ravekirin û
şîrovekirina têgehan
- Parçekirina agahî û rêberiyên aloz û girîft bo
gavên biçûk û diyar
- Kêmkirina bikaranîna henek û tinazên ku
têgihîştina wan zehmet e
Sûdên
Ramanên Şênber di Rewşên Taybet de
Herçend ramanên razber gelek caran wekî armanca
geşedana hiş û venasînî tên dîtin, lê ramanên şênber jî dikarin di hin rewşan
de bibandor bin:
- Di
rewşên trawmatîk de: Lêkolînan nîşanî me daye ku kesên ku bi awayekî şênber
li ser rûdanên trawmatîk difikirin, dikarin baştir bi wan re mijûl bibin û
kêmtir bîranînên neyînî bipejirînin.
- Di
tedawiya depresyonê de: Hin terapî, weke terapiya
çareserkirina pirsgirêkan, bikaranîna ramanên şênber teşwîq dikin ji bo
kêmkirina nîşaneyên xemokiyê.
RAMANÊN RAZBER
(ABSTRACT THINKING)
Ramanên razber yek ji giringtirîn pêvajoyên venasînî
ne ku di warê derûnnasiyê de tên lêkolînkirin. Ev cûre raman ku wekî
şîrovekirina razber jî tê zanîn, şiyana têgihîştin û ramanê li ser têgehên aloz
û girîft vedihewîne ku ne girêdayî serpêhatiyên şênber, tişt, mirov an rewşên
diyarkirî ne.
Pênaseya
Ramanên Razber
Ramanên razber weke cûreyek ramana rêkxistina
bilindtir tê dîtin, gelek caran derbarê raman û prensîbên sembolîk an farazî
ye. Ev cûre raman aloztir e ji wê cûre ramanê ku tenê ronahiyê dixe ser
ramandin û bîranîna agahî û rastiyan.
Têgehên Razber
û Bikaranîna Wan
Hin mînakên têgehên razber ev in: henek, xeyal,
hevaltî, azadî, çavnebarî, serkeftin, evîn, geşedan, dilxweşî, hêvî û jîrî. Ev
têgeh, herçend rast bin jî, ne tiştên fîzîkî ne ku mirov bikaribin bi rêya
hestên xwe yên kevneşopî rasterast tecrûbe bikin.
Di jiyana rojane de, ramanên razber di gelek waran de
tên bikaranîn:
- Di felsefe û etîkê de, ji bo dahûrînkirina
têgehên aloz û girîft.
- Di huner û edebiyatê de, ji bo afirandina
berhemên xeyalî û sembolîk.
- Di çareserkirina pirsgirêkên aloz de, ji bo
dîtina rêbazên nûjen.
- Di perwerdehiyê de, ji bo fêrkirina têgehên
teorîk û zanistî.
Geşedana
Ramanên Razber
Ramanên razber ne şiyaneke înatî ye, lê di dirêjahiya
zaroktiyê de geş dibe. Li gorî bîrdoziya geşedana venasînî ya Jean Piaget, zarok
di çar qonaxên cuda re derbas dibin, û ramanên razber bi taybetî di qonaxa
operasyonên formal de pêş dikevin. Di vê qonaxê de, zarok dest bi fêrbûna
ramankirina li ser têgehên hipotetîk û teorîk dikin.
Bandora
Ramanên Razber
Ramanên razber roleke giring di gelek warên jiyanê de
dilîzin:
- Hiş û Zîrekiya
nerm: Ramanên razber beşeke giring a zîrekiya nerm in
ku şiyana şîrovekirinê û çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî xwe-guncav
dihewîne.
- Afirandin: Kesên
bi şiyana ramanên razber ya bihêz, di warên ku pêwîstiya wan bi afirandinê
heye de, weke huner û nivîsandinê, zêdetir serkeftî ne.
- Çareserkirina
pirsgirêkan: Ramanên razber rê didin mirovan ku li ser
têkiliyên aloz bifikirin û rêbazên nû ji bo çareserkirina pirsgirêkan
bibînin.
Lêbelê, ramanên razber dikarin bandorên neyînî jî
hebin:
- Pêşdarazî
û Alîgirî: Li gorî lêkolînan, ramanên razber dikarin bibin
sedema hin cûreyên pêşdarazî û alîgiriyê di şîrovekirina rûdanan de.
- Ramana
karesatbar: Carinan ramanên razber dikarin bibin sedema
xeyalkirina senaryoyên neyînî yên zêde û fikarên bêbingeh.
- Depresyon û Anksiyete: Lêkolînan nîşanî me daye
ku ramanên razber dikarin bi hin rewşên derûnî yên weke xemokî, dilxemgînî
û nexweşiya stresa piştî trawmayê (NSPT) re têkildar bin.
Hêmanên ku
Bandorê li Ramanên Razber dikin
Gelek hêman hene ku dikarin bandorê li şiyana ramanên razber
bikin:
- Kêmşiyaniya fêrbûnê (learning disability)
- Nexweşiya demansê (dementia)
- Otîzm (autism)
- Şîzofrenî (schizophrenia)
- Birîndarbûna mejî ji ber trawmayê (Traumatic
Brain Injury - TBI)
Her wiha, lêkolîn nîşanî me didin ku şiyana ramanên razber
di temenê 30-40 salî de gihîştina xwe ya herî bilind dibîne û piştre hêdî hêdî
kêm dibe.
Stratejiyên Geşedana
Ramanên Razber
Herçend hin takekes bi xwezayî di ramanên razber de
jêhatîtir bin jî, ev şiyan dikare bi pratîkê bê geşedan. Çend stratejiyên ji bo
geşedana ramanên razber ev in:
- Li ser sedemên bingehîn bifikire, ne tenê li ser
çawaniya pêkanînê.
- Ramanên xwe dubare bîne bîra xwe û hewl bide li
ser pirsgirêkê bi awayekî cuda bifikirî.
- Li wêneya mezin binêre û têkiliyên di navbera
têgeh û rûdanên cuda de bibîne.
ENCAM
Di encamê de, her çar cûreyên ramanê - rexneyî,
mantiqî, şênber û razber - beşeke giring a geşedana mirovî ne û di gelek warên
jiyanê de xwedî bandor in. Her yek ji van cûreyên ramanê xwedî taybetmendî û giringiyên
xwe ne û di qonaxên cûda yên geşedana mirov de derdikevin pêş.
Ramanên rexneyî û mantiqî alîkariya me dikin ku em
agahiyan bi awayekî bibandor dahûrîn bikin û biryarên baş bidin. Ramanên şênber
di zaroktiyê de û di hin rewşên taybet de giring in, lê belê di geşedana mirov
de, ramanên razber weke armanca dawî tên dîtin. Ramanên razber rê didin me ku em
li ser têgehên aloz û girîft bifikirin û çareseriyên nûjen ji bo pirsgirêkên
aloz bibînin.
Herçend her cûreyek raman di qonaxên cûda yên jiyanê
de giringtir xuya dike, lê di rastiyê de mirov di jiyana xwe de hewceyî bikaranîna
hemû van cûreyên ramanê ye.
ÇAVKANÎ
Agarwal, R., & Day, A. E. (1998). The impact of the internet on
economic education. The Journal of Economic Education, 29(2), 99-110.
Bailin, S., & Siegel, H. (2003). Critical thinking. The Blackwell guide
to the philosophy of education, 181-193.
Inhelder, B., & Piaget, J. (1958). The growth of logical thinking from
childhood to adolescence. Basic Books.
Kahneman, D. (2011). Thinking, fast and slow. Farrar, Straus and Giroux.
Lai, E. R. (2011). Critical thinking: A literature review. Pearson's
Research Reports, 6, 40-41.
Malchiodi, C. A. (2011). Handbook of art therapy. Guilford Press.
Pithers, R. T., & Soden, R. (2000). Critical thinking in education: A
review. Educational research, 42(3), 237-249.
Runco, M. A. (2014). Creativity: Theories and themes: Research,
development, and practice. Elsevier.
Comments
Post a Comment