Skip to main content

Zarok û Wêne


Çêkirina wêneyan, ji bo zarokan, ne tenê rêbazeke xweîfadekirinê ye, lê di heman demê de pencereyeke derbirînê ku li derûniya wan vedibe. Ev nivîs dê li ser giringiya wêneyên zarokan û rola wan di fêmkirina geşedana derûnî û civakî ya zarokan de bisekine. Em ê li ser bîrdoziyên sereke yên di vî warî de, pêvajoyên geşedana wêneçêkirina zarokan û çawa ev dikarin ji bo têgihiştina rewşa derûnî ya zarokan werin bikaranîn, rawestin.

Wêne, ji bo gelek zarokan, rêyek e ku ew pê dikarin tiştên ku nikarin bi gotinan ‘xwe’ îfade bikin, bînin zimên. Bi taybetî di rewşên ku zarok rastî trawma, stres an pirsgirêkên giran tên de, wêne dikare bibe amrazeke giring ji bo têgihiştina rewşa wan a derûnî. Loma em ê di vê nivîsê de hewl bidin ku bi awayekî kurt be jî li ser vê mijarê rawestin û hem ji aliyê bîrdozî ve, hem jî bi mînakên praktîk ve mijarê ron bikin.



Bîrdoziyên Sereke

Bîrdoziya Jean Piaget

Jean Piaget, zanyarê navdar ê geşedana zarokan, dibêje ku çêkirina wêneyan ji bo zarokan cureyeke lîstika sembolîk e. Li gorî Piaget, di vê lîstikê de zarok xeyalên (îmajên) xwe yên hestî, bîranîn û xewnên xwe derdibirin (Piaget, 1962). Ev fikir bingeha fêmkirina me ya wêneçêkirina zarokan pêk tîne.

Piaget diyar dike ku di pêvajoya geşedana hişmendî de, zarok ji qonaxa operasyonên berîoperasyonel (2-7 sal) derbasî qonaxa operasyonên konkret (7-11 sal) dibin. Di vê demê de, wêneyên wan jî vê guhertinê nîşanî me didin û ji xêzkirinên bêwate ber bi teswîrên zêdetir ratiyê ve diçin.

Bîrdoziya Viktor Lowenfeld

Viktor Lowenfeld, di kitêba xwe ya bi navê "Creative and Mental Growth" de, qonaxên geşedana hunera zarokan bi hûrgilî dahûrîn kiriye. Lowenfeld diyar dike ku wêneyên zarokan ne tenê nîşana geşedana wan a hunerî ne, lê herwiha nîşaneyên giring ên geşedana wan a hişmendî, hestî û civakî ne (Lowenfeld & Brittain, 1987).

Lowenfeld destnîşan dike ku her qonaxeke geşedana wêneçêkirinê bi qonaxeke geşedana giştî ya zarok re têkildar e.

Bîrdoziya Rhoda Kellogg

Rhoda Kellogg, bi lêkolînên xwe yên li ser wêneyên zarokan, destnîşan kiriye ku zarok di pêvajoya geşedana xwe de bi rêkûpêk hin şêweyên bingehîn bi kar tînin. Wê 20 şêweyên bingehîn destnîşan kirine ku zarok di geşedana xwe ya wêneçêkirinê de bi kar tînin (Kellogg, 1969).

Kellogg diyar dike ku ev şêwe ne tenê ji aliyê hunerî ve, lê herwiha ji aliyê derûnî ve jî giring in û dikarin agahiyên giring ên derbarê geşedana zarok de bidin me.

Qonaxên Geşedana Wêneçêkirina Zarokan

Li gorî lêkolînên curbicur, nemaze yên Lowenfeld û Brittain (1987), pêvajoya geşedana wêneçêkirina zarokan di çend qonaxan de pêk tê. Her qonax taybetmendiyên xwe yên taybet hene û dikare agahiyên giring ên derbarê geşedana zarok de bide me.

1. Qonaxa Xêzkirina Bêwate (2-4 sal)

Di vê qonaxê de, zarok bi tenê ji bo kêfê xêz dikin û armanca wan ne afirandina tiştekî taybet e. Xêzên wan bêwate xuya dikin, lê ji bo geşedana masûlk/motorîk û hişmendî ya zarok gelekî giring in.



Wêne: Mirovekî 24 salî yê bi Sîndroma Down ve hatiye çêkirin. Ev wêne, her çiqasî ji aliyê kesekî mezin ve hatibe çêkirin jî taybetmendiyên vê qonaxê nîşan dide:

  • Xêzên bêwate û tevlihev
  • Tunebûna şêweyên nas
  • Bikaranîna rûpelê bêserûber / bi awayekî bêrêkûpêk

Ev wêne nîşan dide ku çêkirina wêneyan ne tenê bi temen, lê herwiha bi geşedana hişmendî ve jî têkildar e. Kesên bi Sîndroma Down dikarin di hin waran de di qonaxên geşedanê yên cûda de bimînin.

2. Qonaxa Pêşsembolîk (4-7 sal)

Di vê qonaxê de, zarok dest bi çêkirina formên ku hinekî tiştan temsîl dikin dikin, lê hîn jî ne bi temamî rateqîn in. Wêneyên mirovan bi gelemperî weke "tadpole figures" (mirovên ku ji serî û lingan pêk tên) tên çêkirin.



  • Mirovên ku ji ser girover û xêzên rast (ling û dest) pêk tên
  • Reng bi awayekî xwezayî nayên bikaranîn (mînak: dareke sor)
  • Mezinahî ne li gorî rastiyê ye (mînak: mirovek mezintir ji xaniyekî)

3. Qonaxa Sembolîk an Şematîk (7-9 sal)

Di vê qonaxê de, zarok dest bi çêkirina wêneyên ku tiştan bi awayekî zêdetir nas dikin dikin. Têgihên wekî xet û aso tên fêm kirin û bikaranîn.



Mînak: Wêne ji aliyê keçikeke 8 salî ve hatiye çêkirin. Ev wêne taybetmendiyên vê qonaxê nîşan dide:

  • Darek bi qurmekî stûr û pelên şîn hatiye xêzkirin
  • Xaniyek bi şêweyekî geometrîk hatiye çêkirin
  • Xeta asoyê (horizon) hatiye diyarkirin
  • Gulên li ser erdê û perperokek li ser banî nîşanî me didin ku zarok êdî dikare cihê tiştan bi awayekî rasttir diyar bike

4. Qonaxa Rateqîniyê (9-12 sal)

Zarok hewl didin ku wêneyên wan zêdetir rast bin û bala xwe didin hûrgiliyên zêdetir. Cudahiya di navbera keç û kuran de dest pê dike ku di hilbijartina mijaran de xwe nîşan bide.

Mînak: Wêne ji aliyê keçikeke 11 salî ve hatiye çêkirin. Ev wêne taybetmendiyên vê qonaxê nîşan dide:


  • Xaniyek bi hûrgiliyan hatiye xêzkirin (pencere, derî, hwd.)
  • Tav û ewr bi awayekî realîst hatine çêkirin
  • Têl li pêşiya tavê nîşan dide ku zarok êdî dikare pêwendiyên di navbera tiştan de çêbike
  • Bikaranîna rengan zêdetir li gorî rastiyê ye

5. Qonaxa Pseudo-Naturalîst (12-14 sal)

Di vê qonaxê de, zarok bi giştî dikarin wêneyên realîst çêbikin û dest bi pêşxistina şêwaza xwe ya şexsî dikin. Bala xwe zêdetir didin hûrgilî û perspektîfê.

  • Wêneyên mirovan bi proporsiyon û detayên zêdetir
  • Bikaranîna perspektîfê
  • Hewldana ji bo nîşandana texturê (mînak: porê mirov, pelên daran)
  • Zêdebûna hûrgiliyan di paşxanê de

Her çiqasî ev qonax wekî qonaxa dawî ya zarokatiyê tê dîtin jî geşedana hunerî û derbirrîna bi riya wêneyan di temenên mezin de jî berdewam dike.

Giringiya Rengan di Wêneyên Zarokan de

Bikaranîna rengan di wêneyên zarokan de dikare agahiyên giring ên derbarê rewşa wan a derûnî de bide. Lêkoler Rhoda Kellogg (1969) diyar dike ku zarok bi gelemperî rengên geş ji bo derbirîna hestên erênî û rengên tarî ji bo hestên neyînî bi kar tînin. Lêbelê, divê were zanîn ku ev ne rêzikeke gerdûnî ye û dibe ku li gorî çand û serpêhatiyên takekesî vebiguherin.

Wateya Rengan

Li gorî lêkolînên di warê derûnnasiya rengan de (Elliot & Maier, 2014), wateyên giştî yên hin rengan wiha ne:

  1. Rengên Vekirî (Sipî, Zer, Pembe, Şînê Vekirî): Bi gelemperî tên wateya xweşî, kêfxweşî û aramiyê.
  2. Rengên Tarî (Reş, Kahweyî, Sor, Binefş, Şînê Tarî): Bi gelemperî tên wateya xemgînî, keser û êrişkariyê.

Lê belê, Burkitt û Hevkarên xwe (2003) diyar dikin ku wateya rengan dikare li gorî çand û serpêhatiyên takekesî biguherin. Mînak, di hin çandan de rengê sor pîroz tê dîtin, lê di hinên din de dikare tirs û xofê temsîl bike.

Bikaranîna Rengan û Rewşa Malbatê

Ger di wêneyekê de rengên vekirî bi piranî hatibe bikaranîn, ev dikare nîşana malbateke dilovîn, ahengdar û demokratîk be. Ji aliyê din ve, bikaranîna zêde ya rengên tarî dikare nîşana pirsgirêkên di nav malbatê de be, weke zordestî an pestandinê.

Lêbelê, divê were zanîn ku ev şîrove bi tenê nabe bingeha teşxîsekê. Malchiodi (1998) destnîşan dike ku ji bo fêmkirina rastîn a wateya rengan di wêneyên zarokan de, divê konteksta çandî û rewşa takekesî ya zarok jî were berçavgirtin.

Taybetmendiyên Wêneyên Zarokên ku Pirsgirêkên wan ên Derûnî heye

Lêkolînên di warê derûn û derûnnasiya zarokan de destnîşan dikin ku hin taybetmendiyên di wêneyên zarokan de dikarin nîşaneya pirsgirêkên derûnî bin. Lê belê, divê were zanîn ku ev taybetmendî bi tenê nayên wateya teşxîsekê û divê bi pisporên perwerdehî û tendirustiya derûnî re werin nirxandin.

Nîşaneyên Giştî

  1. Wêneyên Tevlihev û Bêwate: Zarokên ku bi pirsgirêkên derûnî re bi rû bi rû ne, dikarin wêneyên ku têgihiştina wan zehmet e û mijarên wan nediyar in çêbikin. Furth (2002) diyar dike ku ev dikare nîşana tevliheviya hişmendî be.
  2. Xêzên Qels an Zêde Tund: Malchiodi (1998) destnîşan dike ku xêzên gelekî sivik dikarin nîşana kêmbûna baweriya bi xwe bin, lê xêzên zêde tund/qalind dikarin nîşana hêrs an stresê bin.
  3. Valahiyên Mezin: Di Leo (1983) diyar dike ku valahiyên mezin di wêneyan de dikarin nîşana hestên valahî an tenêtiyê bin.

Taybetmendiyên Taybet

  1. Nebûna Destan an Lingan: Ev dikare nîşana hestên bêhêzî an kontrola kêm be (Malchiodi, 1998).
  2. Çavên Mezin: Dikare nîşana tirs an meraqa zêde be (Furth, 2002).
  3. Devê Mezin an Tunebûna Dev: Dikare nîşana pirsgirêkên ragihandinê be (Di Leo, 1983).
  4. Serê Mezin: Dikare nîşana fikarên derbarê hişmendiyê de be (Koppitz, 1968).
  1. Wêneya Keçika 9 Salî: Ev keçik kiraseke dirêj xêz kiriye ku hemû laşê wê dinixumîne. Ev dikare nîşana hewldana veşartina xwe an kontrolkirina zêde ya hesteyan be. Nebûna stûyê dikare nîşana pirsgirêkên ragihandinê be.
  2. Wêneya Jineke 35 Salî bi Nexweşiya Şîzofreniyê: Ev wêne nîşan dide ku nexweşiyên giran ên derûnî dikarin bandoreke mezin li ser şêwaza wêneçêkirinê bikin. Wêneyên bêserî dikarin nîşana windakirina nasnameya xwe bin.



Divê were zanîn ku şîrovekirina van wêneyan karekî aloz e û pêdivî bi zanebûn û ezmûneke pisporî heye. Herwiha, divê ev wêne ne wekî amrazeke teşxîsê, lê wekî alîkarek di fêmkirina rewşa derûnî ya zarokan de werin bikaranîn.

Encam

Wêneyên zarokan pencereyeke giring e ku derfetê didin me ku em cihana wan a navxweyî/hundirîn fêm bikin. Ev lêkolîn nîşan dide ku wêneçêkirin ne tenê çalakiyek hunerî ye, lê herwiha amrazeke giring e ji bo têgihiştina geşedana derûnî, hişmendî û civakî ya zarokan.

Bîrdoziyên Piaget, Lowenfeld û Kellogg bingeheke giring pêşkêş dikin ji bo fêmkirina çawa zarok bi rêya wêneyan xwe îfade dikin û geş û pêş dikevin. Her qonaxeke geşedana wêneçêkirinê agahiyên hêja derbarê geşedana giştî ya zarok de dide me.

Reng di wêneyên zarokan de rolek giring dilîzin. Lêbelê, divê were zanîn ku wateya rengan dikare li gorî çand û serpêhatiyên takekesî vebiguherin. Ji ber vê yekê, şîrovekirina wêneyên zarokan divê her dem di nav çarçoveya çandî û civakî ya zarok de were kirin.

Herwiha, ev lêkolîn destnîşan dike ku hin taybetmendiyên di wêneyên zarokan de dikarin nîşaneyên pirsgirêkên derûnî bin. Lêbelê, divê em bi baldarî nêzî van şîroveyan bibin. Wêne ne amrazeke teşxîsê ne, lê dikarin bibin alîkar di pêvajoya fêmkirin û piştgiriya geşedana zarokan de.

Ji bo fêmkirina rastîn a zarokekê, divê wêneyên wan di nav konteksta wan a çandî, civakî û malbatî de werin nirxandin. Wêne ne her tişt in, lê dikarin bibin pencereyeke balkeş ber bi cîhana navxweyî ya zarokan ve.

Di dawiyê de, divê were gotin ku ev qad hîn jî pêdivî bi lêkolînên berfirehtir heye. Bi taybetî, bandora teknolojiyên nû li ser wêneçêkirina zarokan û çawa ev dikare were bikaranîn di warê perwerdehî û terapiyê de, mijarên balkêş in ji bo lêkolînên siberojê.


Termên Sereke

Amraz (Tool/Instrument): Hacet an tişta ku ji bo karekî tê bikaranîn

Aso (Horizon): Xeta ku erd û esman lê digihîjin hev

Bawerî (Confidence): Hesta piştrast û ewlebûnê

Bêwate (Meaningless): Tiştê ku tu wateya wî tune ye

Bîrdozî (Theory): Çarçoveya ramanî ya ku mijarekê rave dike

Çand (Culture): Hemû nirx, tore û kevneşopiyên civakekê

Derbirîn (Expression): Xweîfadekirin, nîşandana hest û ramanan

Derûnî (Psychological): Têkildarî rewş û pêvajoyên hişmendî û hestî

Geşedan (Development): Pêvajoya mezinbûn û pêşveçûnê

Hestî (Emotional): Têkildarî hestan

Venasînî (Cognitive): Têkildarî pêvajoyên ramanî û fêmkirinê

Hunerî (Artistic): Têkildarî huner û afirandinê

Îmaj/Xeyal (Image): Wêneyên di hişê mirov de

Kontekst (Context): Rewş û şertên ku tiştekî dorpêç dikin

Masûlk/Motorîk (Motor): Têkildarî tevger û bikaranîna masûlkan

Nasname (Identity): Xweserî û taybetmendiyên kesekî

Pêşsembolîk (Pre-symbolic): Qonaxa berî bikaranîna sembolan

Perspektîf (Perspective): Awayê nîşandana dûrahî û kûrahiyê di wêneyan de

Pseudo-Naturalîst (Pseudo-Naturalistic): Hewldana çêkirina wêneyên ku dixwazin xwezayî xuya bikin

Qonax (Stage/Phase): Beşên cuda yên pêvajoya geşedanê

Ragihandin (Communication): Danûstandina agahî û peyaman

Rasteqînî (Realistic): Nêzîkî rastiyê, wekî rastiyê

Sembolîk (Symbolic): Tiştê ku tiştek an wateyeke din temsîl dike

Serpêhatî (Experience): Tiştên ku mirov dijî û tecrûbe dike

Şîzofrenî (Schizophrenia): Nexweşiyeke derûnî ya giran

Takekesî (Individual): Ya ku aîdî kesekî ye

Tendirustiya Derûnî (Mental Health): Rewşa saxlemiya hişmendî û derûnî

Teşxîs (Diagnosis): Diyarkirina nexweşî an pirsgirêkekê

Textur (Texture): Rûyê tiştekî û hesta ku dide destê mirov

Trawma (Trauma): Bûyerên giran ên ku bandoreke neyînî li ser derûniya kesekî dikin

Wêne (Drawing/Picture): Xêz û teswîrên ku tên çêkirin

Xêz (Line): Şopa ku amrazê nivîsandinê/xêzkirinê dihêle

Zordestî (Violence/Oppression): Bikaranîna hêz û zorê li ser kesekî

 

Not: Ev nivîs di 21.11.2013an hatiye nivîsandin. Wêneyên nivîsê zarokan bi xwe ji min re xêzkirine (Midyat, Mêrdîn)

Çavkanî

Burkitt, E., Barrett, M., & Davis, A. (2003). Children's colour choices for completing drawings of affectively characterised topics. Journal of Child Psychology and Psychiatry, 44(3), 445-455.

Di Leo, J. H. (1983). Interpreting children's drawings. Routledge.

Elliot, A. J., & Maier, M. A. (2010). Color psychology: Effects of perceiving color on psychological functioning in humans. Annual Review of Psychology, 65, 95-120.

Furth, G. M. (2002). The secret world of drawings: A Jungian approach to healing through art. Inner City Books.

Kellogg, R. (1969). Analyzing children's art. National Press Books.

Koppitz, E. M. (1968). Psychological evaluation of children's human figure drawings. Grune & Stratton.

Lowenfeld, V., & Brittain, W. L. (1987). Creative and mental growth (8th ed.). Macmillan.

Malchiodi, C. A. (1998). Understanding children's drawings. Guilford Press.

Piaget, J. (1962). Play, dreams and imitation in childhood. W. W. Norton & Company.

 

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...