Çêkirina wêneyan, ji bo zarokan, ne tenê rêbazeke
xweîfadekirinê ye, lê di heman demê de pencereyeke derbirînê ku li derûniya wan
vedibe. Ev nivîs dê li ser giringiya wêneyên zarokan û rola wan di fêmkirina
geşedana derûnî û civakî ya zarokan de bisekine. Em ê li ser bîrdoziyên sereke
yên di vî warî de, pêvajoyên geşedana wêneçêkirina zarokan û çawa ev dikarin ji
bo têgihiştina rewşa derûnî ya zarokan werin bikaranîn, rawestin.
Wêne, ji bo gelek zarokan, rêyek e ku ew pê dikarin
tiştên ku nikarin bi gotinan ‘xwe’ îfade bikin, bînin zimên. Bi taybetî di
rewşên ku zarok rastî trawma, stres an pirsgirêkên giran tên de, wêne dikare
bibe amrazeke giring ji bo têgihiştina rewşa wan a derûnî. Loma em ê di vê nivîsê
de hewl bidin ku bi awayekî kurt be jî li ser vê mijarê rawestin û hem ji aliyê
bîrdozî ve, hem jî bi mînakên praktîk ve mijarê ron bikin.
Bîrdoziyên
Sereke
Bîrdoziya
Jean Piaget
Jean Piaget, zanyarê navdar ê geşedana zarokan, dibêje
ku çêkirina wêneyan ji bo zarokan cureyeke lîstika sembolîk e. Li gorî Piaget,
di vê lîstikê de zarok xeyalên (îmajên) xwe yên hestî, bîranîn û xewnên xwe
derdibirin (Piaget, 1962). Ev fikir bingeha fêmkirina me ya wêneçêkirina
zarokan pêk tîne.
Piaget diyar dike ku di pêvajoya geşedana hişmendî de,
zarok ji qonaxa operasyonên berîoperasyonel (2-7 sal) derbasî qonaxa
operasyonên konkret (7-11 sal) dibin. Di vê demê de, wêneyên wan jî vê
guhertinê nîşanî me didin û ji xêzkirinên bêwate ber bi teswîrên zêdetir ratiyê
ve diçin.
Bîrdoziya
Viktor Lowenfeld
Viktor Lowenfeld, di kitêba xwe ya bi navê
"Creative and Mental Growth" de, qonaxên geşedana hunera zarokan bi
hûrgilî dahûrîn kiriye. Lowenfeld diyar dike ku wêneyên zarokan ne tenê nîşana geşedana
wan a hunerî ne, lê herwiha nîşaneyên giring ên geşedana wan a hişmendî, hestî
û civakî ne (Lowenfeld & Brittain, 1987).
Lowenfeld destnîşan dike ku her qonaxeke geşedana
wêneçêkirinê bi qonaxeke geşedana giştî ya zarok re têkildar e.
Bîrdoziya
Rhoda Kellogg
Rhoda Kellogg, bi lêkolînên xwe yên li ser wêneyên
zarokan, destnîşan kiriye ku zarok di pêvajoya geşedana xwe de bi rêkûpêk hin
şêweyên bingehîn bi kar tînin. Wê 20 şêweyên bingehîn destnîşan kirine ku zarok
di geşedana xwe ya wêneçêkirinê de bi kar tînin (Kellogg, 1969).
Kellogg diyar dike ku ev şêwe ne tenê ji aliyê hunerî
ve, lê herwiha ji aliyê derûnî ve jî giring in û dikarin agahiyên giring ên
derbarê geşedana zarok de bidin me.
Qonaxên Geşedana
Wêneçêkirina Zarokan
Li gorî lêkolînên curbicur, nemaze yên Lowenfeld û
Brittain (1987), pêvajoya geşedana wêneçêkirina zarokan di çend qonaxan de pêk
tê. Her qonax taybetmendiyên xwe yên taybet hene û dikare agahiyên giring ên
derbarê geşedana zarok de bide me.
1. Qonaxa
Xêzkirina Bêwate (2-4 sal)
Di vê qonaxê de, zarok bi tenê ji bo kêfê xêz dikin û
armanca wan ne afirandina tiştekî taybet e. Xêzên wan bêwate xuya dikin, lê ji
bo geşedana masûlk/motorîk û hişmendî ya zarok gelekî giring in.
Wêne: Mirovekî 24
salî yê bi Sîndroma Down ve hatiye çêkirin. Ev wêne, her çiqasî ji aliyê kesekî
mezin ve hatibe çêkirin jî taybetmendiyên vê qonaxê nîşan dide:
- Xêzên bêwate û tevlihev
- Tunebûna şêweyên nas
- Bikaranîna rûpelê bêserûber / bi awayekî
bêrêkûpêk
Ev wêne nîşan dide ku çêkirina wêneyan ne tenê bi
temen, lê herwiha bi geşedana hişmendî ve jî têkildar e. Kesên bi Sîndroma Down
dikarin di hin waran de di qonaxên geşedanê yên cûda de bimînin.
2. Qonaxa
Pêşsembolîk (4-7 sal)
Di vê qonaxê de, zarok dest bi çêkirina formên ku
hinekî tiştan temsîl dikin dikin, lê hîn jî ne bi temamî rateqîn in. Wêneyên
mirovan bi gelemperî weke "tadpole figures" (mirovên ku ji serî û
lingan pêk tên) tên çêkirin.
- Mirovên ku ji ser girover û xêzên rast (ling û
dest) pêk tên
- Reng bi awayekî xwezayî nayên bikaranîn (mînak:
dareke sor)
- Mezinahî ne li gorî rastiyê ye (mînak: mirovek
mezintir ji xaniyekî)
3. Qonaxa
Sembolîk an Şematîk (7-9 sal)
Di vê qonaxê de, zarok dest bi çêkirina wêneyên ku
tiştan bi awayekî zêdetir nas dikin dikin. Têgihên wekî xet û aso tên fêm kirin
û bikaranîn.
Mînak: Wêne ji
aliyê keçikeke 8 salî ve hatiye çêkirin. Ev wêne taybetmendiyên vê qonaxê nîşan
dide:
- Darek bi qurmekî stûr û pelên şîn hatiye xêzkirin
- Xaniyek bi şêweyekî geometrîk hatiye çêkirin
- Xeta asoyê (horizon) hatiye diyarkirin
- Gulên li ser erdê û perperokek li ser banî nîşanî
me didin ku zarok êdî dikare cihê tiştan bi awayekî rasttir diyar bike
4. Qonaxa
Rateqîniyê (9-12 sal)
Zarok hewl didin ku wêneyên wan zêdetir rast bin û
bala xwe didin hûrgiliyên zêdetir. Cudahiya di navbera keç û kuran de dest pê
dike ku di hilbijartina mijaran de xwe nîşan bide.
Mînak: Wêne ji
aliyê keçikeke 11 salî ve hatiye çêkirin. Ev wêne taybetmendiyên vê qonaxê
nîşan dide:
- Xaniyek bi hûrgiliyan hatiye xêzkirin (pencere,
derî, hwd.)
- Tav û ewr bi awayekî realîst hatine çêkirin
- Têl li pêşiya tavê nîşan dide ku zarok êdî dikare
pêwendiyên di navbera tiştan de çêbike
- Bikaranîna rengan zêdetir li gorî rastiyê ye
5. Qonaxa
Pseudo-Naturalîst (12-14 sal)
Di vê qonaxê de, zarok bi giştî dikarin wêneyên realîst
çêbikin û dest bi pêşxistina şêwaza xwe ya şexsî dikin. Bala xwe zêdetir didin
hûrgilî û perspektîfê.
- Wêneyên mirovan bi proporsiyon û detayên zêdetir
- Bikaranîna perspektîfê
- Hewldana ji bo nîşandana texturê (mînak: porê
mirov, pelên daran)
- Zêdebûna hûrgiliyan di paşxanê de
Her çiqasî ev qonax wekî qonaxa dawî ya zarokatiyê tê
dîtin jî geşedana hunerî û derbirrîna bi riya wêneyan di temenên mezin de jî
berdewam dike.
Giringiya
Rengan di Wêneyên Zarokan de
Bikaranîna rengan di wêneyên zarokan de dikare
agahiyên giring ên derbarê rewşa wan a derûnî de bide. Lêkoler Rhoda Kellogg
(1969) diyar dike ku zarok bi gelemperî rengên geş ji bo derbirîna hestên erênî
û rengên tarî ji bo hestên neyînî bi kar tînin. Lêbelê, divê were zanîn ku ev
ne rêzikeke gerdûnî ye û dibe ku li gorî çand û serpêhatiyên takekesî vebiguherin.
Wateya
Rengan
Li gorî lêkolînên di warê derûnnasiya rengan de
(Elliot & Maier, 2014), wateyên giştî yên hin rengan wiha ne:
- Rengên Vekirî (Sipî, Zer, Pembe, Şînê
Vekirî): Bi gelemperî tên wateya xweşî, kêfxweşî û aramiyê.
- Rengên Tarî (Reş, Kahweyî, Sor, Binefş,
Şînê Tarî): Bi gelemperî tên wateya xemgînî, keser û êrişkariyê.
Lê belê, Burkitt û Hevkarên xwe (2003) diyar dikin ku
wateya rengan dikare li gorî çand û serpêhatiyên takekesî biguherin. Mînak, di
hin çandan de rengê sor pîroz tê dîtin, lê di hinên din de dikare tirs û xofê
temsîl bike.
Bikaranîna
Rengan û Rewşa Malbatê
Ger di wêneyekê de rengên vekirî bi piranî hatibe
bikaranîn, ev dikare nîşana malbateke dilovîn, ahengdar û demokratîk be. Ji
aliyê din ve, bikaranîna zêde ya rengên tarî dikare nîşana pirsgirêkên di nav
malbatê de be, weke zordestî an pestandinê.
Lêbelê, divê were zanîn ku ev şîrove bi tenê nabe
bingeha teşxîsekê. Malchiodi (1998) destnîşan dike ku ji bo fêmkirina rastîn a
wateya rengan di wêneyên zarokan de, divê konteksta çandî û rewşa takekesî ya
zarok jî were berçavgirtin.
Taybetmendiyên
Wêneyên Zarokên ku Pirsgirêkên wan ên Derûnî heye
Lêkolînên di warê derûn û derûnnasiya zarokan de
destnîşan dikin ku hin taybetmendiyên di wêneyên zarokan de dikarin nîşaneya
pirsgirêkên derûnî bin. Lê belê, divê were zanîn ku ev taybetmendî bi tenê
nayên wateya teşxîsekê û divê bi pisporên perwerdehî û tendirustiya derûnî re
werin nirxandin.
Nîşaneyên
Giştî
- Wêneyên Tevlihev û Bêwate:
Zarokên ku bi pirsgirêkên derûnî re bi rû bi rû ne, dikarin wêneyên ku
têgihiştina wan zehmet e û mijarên wan nediyar in çêbikin. Furth (2002)
diyar dike ku ev dikare nîşana tevliheviya hişmendî be.
- Xêzên Qels an Zêde Tund:
Malchiodi (1998) destnîşan dike ku xêzên gelekî sivik dikarin nîşana
kêmbûna baweriya bi xwe bin, lê xêzên zêde tund/qalind dikarin nîşana hêrs
an stresê bin.
- Valahiyên Mezin: Di Leo (1983) diyar dike ku
valahiyên mezin di wêneyan de dikarin nîşana hestên valahî an tenêtiyê
bin.
Taybetmendiyên
Taybet
- Nebûna Destan an Lingan: Ev
dikare nîşana hestên bêhêzî an kontrola kêm be (Malchiodi, 1998).
- Çavên Mezin: Dikare nîşana tirs an meraqa
zêde be (Furth, 2002).
- Devê Mezin an Tunebûna Dev:
Dikare nîşana pirsgirêkên ragihandinê be (Di Leo, 1983).
- Serê Mezin: Dikare nîşana fikarên derbarê
hişmendiyê de be (Koppitz, 1968).
- Wêneya Keçika 9 Salî: Ev
keçik kiraseke dirêj xêz kiriye ku hemû laşê wê dinixumîne. Ev dikare
nîşana hewldana veşartina xwe an kontrolkirina zêde ya hesteyan be. Nebûna
stûyê dikare nîşana pirsgirêkên ragihandinê be.
- Wêneya Jineke 35 Salî bi Nexweşiya Şîzofreniyê: Ev
wêne nîşan dide ku nexweşiyên giran ên derûnî dikarin bandoreke mezin li
ser şêwaza wêneçêkirinê bikin. Wêneyên bêserî dikarin nîşana windakirina
nasnameya xwe bin.
Divê were zanîn ku şîrovekirina van wêneyan karekî
aloz e û pêdivî bi zanebûn û ezmûneke pisporî heye. Herwiha, divê ev wêne ne
wekî amrazeke teşxîsê, lê wekî alîkarek di fêmkirina rewşa derûnî ya zarokan de
werin bikaranîn.
Encam
Wêneyên zarokan pencereyeke giring e ku derfetê didin
me ku em cihana wan a navxweyî/hundirîn fêm bikin. Ev lêkolîn nîşan dide ku
wêneçêkirin ne tenê çalakiyek hunerî ye, lê herwiha amrazeke giring e ji bo
têgihiştina geşedana derûnî, hişmendî û civakî ya zarokan.
Bîrdoziyên Piaget, Lowenfeld û Kellogg bingeheke giring
pêşkêş dikin ji bo fêmkirina çawa zarok bi rêya wêneyan xwe îfade dikin û geş û
pêş dikevin. Her qonaxeke geşedana wêneçêkirinê agahiyên hêja derbarê geşedana
giştî ya zarok de dide me.
Reng di wêneyên zarokan de rolek giring dilîzin. Lêbelê,
divê were zanîn ku wateya rengan dikare li gorî çand û serpêhatiyên takekesî vebiguherin.
Ji ber vê yekê, şîrovekirina wêneyên zarokan divê her dem di nav çarçoveya
çandî û civakî ya zarok de were kirin.
Herwiha, ev lêkolîn destnîşan dike ku hin
taybetmendiyên di wêneyên zarokan de dikarin nîşaneyên pirsgirêkên derûnî bin.
Lêbelê, divê em bi baldarî nêzî van şîroveyan bibin. Wêne ne amrazeke teşxîsê
ne, lê dikarin bibin alîkar di pêvajoya fêmkirin û piştgiriya geşedana zarokan
de.
Ji bo fêmkirina rastîn a zarokekê, divê wêneyên wan di
nav konteksta wan a çandî, civakî û malbatî de werin nirxandin. Wêne ne her
tişt in, lê dikarin bibin pencereyeke balkeş ber bi cîhana navxweyî ya zarokan
ve.
Di dawiyê de, divê were gotin ku ev qad hîn jî pêdivî
bi lêkolînên berfirehtir heye. Bi taybetî, bandora teknolojiyên nû li ser
wêneçêkirina zarokan û çawa ev dikare were bikaranîn di warê perwerdehî û
terapiyê de, mijarên balkêş in ji bo lêkolînên siberojê.
Termên
Sereke
Amraz
(Tool/Instrument): Hacet an tişta ku
ji bo karekî tê bikaranîn
Aso
(Horizon): Xeta ku erd û esman lê
digihîjin hev
Bawerî
(Confidence): Hesta piştrast û
ewlebûnê
Bêwate
(Meaningless): Tiştê ku tu
wateya wî tune ye
Bîrdozî
(Theory): Çarçoveya ramanî ya ku
mijarekê rave dike
Çand
(Culture): Hemû nirx, tore û
kevneşopiyên civakekê
Derbirîn
(Expression): Xweîfadekirin,
nîşandana hest û ramanan
Derûnî
(Psychological): Têkildarî rewş û
pêvajoyên hişmendî û hestî
Geşedan
(Development): Pêvajoya mezinbûn
û pêşveçûnê
Hestî
(Emotional): Têkildarî hestan
Venasînî
(Cognitive): Têkildarî
pêvajoyên ramanî û fêmkirinê
Hunerî
(Artistic): Têkildarî huner û
afirandinê
Îmaj/Xeyal
(Image): Wêneyên di hişê mirov de
Kontekst
(Context): Rewş û şertên ku tiştekî
dorpêç dikin
Masûlk/Motorîk
(Motor): Têkildarî tevger û bikaranîna
masûlkan
Nasname
(Identity): Xweserî û
taybetmendiyên kesekî
Pêşsembolîk
(Pre-symbolic): Qonaxa berî
bikaranîna sembolan
Perspektîf
(Perspective): Awayê nîşandana
dûrahî û kûrahiyê di wêneyan de
Pseudo-Naturalîst
(Pseudo-Naturalistic): Hewldana
çêkirina wêneyên ku dixwazin xwezayî xuya bikin
Qonax
(Stage/Phase): Beşên cuda yên
pêvajoya geşedanê
Ragihandin
(Communication): Danûstandina agahî
û peyaman
Rasteqînî
(Realistic): Nêzîkî rastiyê,
wekî rastiyê
Sembolîk
(Symbolic): Tiştê ku tiştek
an wateyeke din temsîl dike
Serpêhatî
(Experience): Tiştên ku mirov
dijî û tecrûbe dike
Şîzofrenî
(Schizophrenia): Nexweşiyeke derûnî
ya giran
Takekesî
(Individual): Ya ku aîdî kesekî
ye
Tendirustiya
Derûnî (Mental Health): Rewşa
saxlemiya hişmendî û derûnî
Teşxîs
(Diagnosis): Diyarkirina
nexweşî an pirsgirêkekê
Textur
(Texture): Rûyê tiştekî û hesta ku dide
destê mirov
Trawma
(Trauma): Bûyerên giran ên ku bandoreke
neyînî li ser derûniya kesekî dikin
Wêne
(Drawing/Picture): Xêz û teswîrên ku
tên çêkirin
Xêz
(Line): Şopa ku amrazê
nivîsandinê/xêzkirinê dihêle
Zordestî
(Violence/Oppression): Bikaranîna
hêz û zorê li ser kesekî
Not: Ev nivîs
di 21.11.2013an hatiye nivîsandin. Wêneyên nivîsê zarokan bi xwe ji min re
xêzkirine (Midyat, Mêrdîn)
Çavkanî
Burkitt, E., Barrett, M., & Davis, A. (2003).
Children's colour choices for completing drawings of affectively characterised
topics. Journal of Child Psychology and Psychiatry, 44(3), 445-455.
Di Leo, J. H. (1983). Interpreting children's
drawings. Routledge.
Elliot, A. J., & Maier, M. A. (2010). Color
psychology: Effects of perceiving color on psychological functioning in humans.
Annual Review of Psychology, 65, 95-120.
Furth, G. M. (2002). The secret world of drawings: A
Jungian approach to healing through art. Inner City Books.
Kellogg, R. (1969). Analyzing children's art. National
Press Books.
Koppitz, E. M. (1968). Psychological evaluation of
children's human figure drawings. Grune & Stratton.
Lowenfeld, V., & Brittain, W. L. (1987). Creative
and mental growth (8th ed.). Macmillan.
Malchiodi, C. A. (1998). Understanding children's
drawings. Guilford Press.
Piaget, J. (1962). Play, dreams and imitation in
childhood. W. W. Norton & Company.
Comments
Post a Comment