Aqil xemla mirov e.
Av di kûzê xwe de, dicemide.
Ax û ox xwişk û bira ne.
Axîn ji dilê kûr tê.
Bav çi bike, law wê bike.
Bayê azadiyê ji çiyan tê.
Bê şol titişt çênabe.
Bê zehmet, kes naxwe namet.
Bêhna gulê bi bayê re belav dibe.
Beq nequre dê bidire.
Beq qedrê beqan, şivan qedrê
şivanan dizanin.
Berf çiqasî zêde be, bihar ewqasî
xweş e.
Berf hemû şopan dinixumîne.
Berx bi şîrê diya xwe mezin dibe.
Berxê bê dê gur dixwe.
Bextê reş, ji mirinê xirabtir e.
Bi xebatê hesin dibe derzî.
Bihar hat, zivistan hilat.
Ciwaniyê zanîba, kaliyê kanîba.
Çel carî bipîve, carekê bibire.
Çîroka berfê spî ye.
Çiyayê bilind bê berf nabe.
Çiyayê dûr hêşîn xuya dikin.
Çiyayên bilind ji ewrên xwe
natirsin.
Çûkê çûk e hêlîna xwe çêdike.
Dar bi koka xwe şîn dibe.
Dar bi pelên xwe, mirov bi zimanê xwe tê naskirin.
Dar li ser koka xwe hêşîn dibe.
Dara mezin siya wê jî mezin e.
Darê zorê zû dişkê.
Das û mas, em ji hevdu xelas.
Dawet, bê def û zirne nabe.
Dengê bilind tim ne rast e.
Dengê heqiyê bilind e.
Deriyê welêt, deriyê zêrîn e.
Dest dest dişo, vedigere rû dişo.
Destê bi tenê deng jê nayê.
Destê teebî li ser zikê têr e.
Destikê bivir ne ji darê be dar
nakeve.
Di navbera gotin û kirinên çiya
hene.
Dil bike, ling dike.
Dilê mezin, mala mezin.
Dinya ne malê bavê kesî ye.
Dûpişk bi derziya xwe dimire.
Ev girî, ne ji bo vî mirî.
Ewrê reş baran e, ewrê sipî
zivistan e.
Fersend weke ewra ye.
Ga dimire, çerm dimîne.
Genim him nan e, him jî zad e.
Genim li ser genim e, nan li ser
nan e.
Giya li ser koka xwe şîn tê.
Gotina rast tal e lê dermanê êşan
e.
Guh hene lê nabihîzin.
Gul bêhnê dide gulê.
Gur bi guran re dixwin.
Gur pirça xwe ji bîr dike, lê tebê
xwe ji bîr nake.
Hemû çem diçin deryayê.
Heq heqê xwe dixwaze.
Her dar berê xwe dide tavê.
Her kes bi kêrî xwe tê.
Her kes xwediyê gotina xwe ye.
Her roj ne roja nêçîrê ye.
Her roj ne weke hev in.
Her teyr bi refê xwe re difire.
Her tiştê ku dibiriqe, ne zêr e.
Hêrs weke agir e, pêşî xwediyê xwe
dişewitîne.
Hesp bê gem nabe, mirov bê nav
nabe.
Hesp bi rêveçûnê tê naskirin.
Hesp çiqasî baş be jî, bê hevsar
nabe.
Hesp hespê çûnxweş e, siwar siwarê
kêmmeş e.
Hespê qenc xwediyê xwe winda nake.
Hestiyê zimên nîne, lê hestiyan
dişkîne.
Hevalê xerab mar e.
Heya bîr bibî, heya pîr bibî hîn
bibe.
Ji derewan re sînor tune ye.
Ji devê re gotin: Çima stûyê te
xwar e? Got: Ma kû der min rast e?
Ji kedê şêrîntir tiştek nîne.
Ji tirsê re gotin tune.
Kembera zêrîn li newqa kesî namîne.
Kesên ku axa xwe nas dikin, xwe nas
dikin.
Kesên ku li rastiyê digerin, divê
ji derewên derewçîna netirsin.
Kevirê giran li cihê xwe dimîne.
Kîjan rojê berf bariya, ew roj
zivistan e.
Ku çav têr dibe, zik têr dibe.
Li dinê sê tişt bi êşdarî:
Deyndarî, kirêdarî, xwîndarî.
Li ku derê zor hebe, li wê derê
derew heye.
Mar tim xwar diçe, lê rast dimire.
Mêş li hingiv dicivin.
Mirîşk li ser hêkê dixwîne.
Mirov bi rêça xwe tê naskirin.
Mirov bi zimanê xwe tê naskirin.
Mirov mêvanê vê dinyayê ye.
Mirov nikare koka xwe biguhere.
Mirovê bê esas, ne dibe tevir ne
dibe das.
Mirovê ku xwe nas bike, Xwedê jî
nas dike.
Nanê hişk jî nan e.
Nanê sibê ji şîva êvarê xweştir e.
Navê baş ji malê pir çêtir e.
Pênc tilî nabin yek.
Rastî weke zeytê ye, her tim bi ser
dikeve.
Rovî bi rovîtiya xwe dizane.
Stêrk di şevên reş û tarî de geştir
in.
Şîretên bavûkalan zêr in.
Şitlên îro, fêkiyên sibê ne.
Şop bi şopgeran re xuya dibe.
Tariya şevê, hezar bela li navê.
Teyr nikare bi baskekî bifire.
Tiştê ku bi qelemê bê nivîsandin,
bi bivir nayê şikandin.
Weke kûçikê simisaqê bi bazdanê
beecî.
Welat ji agir germtir e.
Xîret û sebir, kilîta her derî ye.
Xwelî li serê bêxwedî.
Xweliya malê zêr e.
Ya kasê kas dizane, ya rê jî bivir
û das dizane.
Ya mêrekî baş be, ya bivir û das
be, ya jî bimir ji 'xwe' xelas be.
Yê bixebite, dibîne.
Yê ku bilind difire, nizim dikeve.
Zêr bi agir tê ceribandin.
Ziman, mirov ji tunebûnê tîne
hebûnê.
Zivistan birayê bê par e, çi ji ber
ma ew kar e.
Zivistan diçe, berfa wê dimîne.
Zivistan sar e, qerpal yar e.
Gotinên pêşiyan
Comments
Post a Comment