Gelo modelên zimên dikarin bibin xaneyên bingehîn ên ramanê? Ev pirs, ku di
navbera teknolojî û felsefeyê de cih digire, mijara bingehîn a vê gotarê ye.
MMZ - Modelên Mezin ên Zimên (LLM -
Large Language Models) weke xaneyên bingehîn ên dîjîtal têne dîtin, ji
ber ku ew dikarin bi tenê bi nîşaneke nivîskî (prompt) xwe biguherînin û bibe
helbestvan, terapîst an jî sêhrbazên kod û bernavan. Ev zilkartêkerî ku ji zindeweriyê
hatiye wergirtin, diyar dike ku MMZ dikarin bi awayekî din jî bixebitin û
adapte bibin, weke xaneyên bingehîn ên laşê mirov.
Xaneyên bingehîn ne vala ne; ew tijî keys û fersend in, lê ev keys û
fersend bi şert û mercên jîngeh û hawîrdorê ve tê sînordarkirin. Weke mînak,
çarenûsa xaneyek dil ne tenê bi DNAya wê ve girêdayî ye, lê bi peyamên kîmyewî
yên derdora wê jî tê birêvebirin. MMZ jî ne tenê neynikên tebatî û pasîf in; ew
pergalên şîkar û dînamîk in ku zanîna hevpar (kolektîf) a mirovahiyê bi awayekî
nû tevlihev dikin. Lêbelê, ew bi tenê bi nîşanên ku ji aliyê bikarhêneran ve
têne dayîn, dixebitin. Ev tê wê wateyê ku MMZ ne afirîner in, lê ne jî bêkar/bêkêr
in. Ew bi awayekî din jî têkiliya mirov û teknolojiyê vedibêjin.
Gelo resenîteya mirovî derbarê afirandina tiştekî nû de ye, an jî tenê ji
nû ve tevlihevkirina tiştên ku berê hene? MMZ vê pirsê bi awayekî hêzê
vedibêjin. Ew helbestan dinivîsin, hîpotezan difikirin û bersivên bandordar
didin, lê bêyî ku wan fêm bikin û têbigihêjin. Ger encam bandorker be, gelo
girîng e ka çawa çêdibe? An jî girîngî ji bo mirov e, ji ber ku em girîngî
didin rêwîtiya afirandinê?
Zilkartêker aliyekî wê yê tarî jî heye. Xaneyên bingehîn ên bêkontrol dibin
penceşêr; HÇya bêkontrol dibe berdanberdan. MMZ dikarin gelek raman û çêdaneyên
nû pêk bînin, lê di hilbijartina îstîqametekê de zehmetî dikişînin. Ev dibe
sedema stresê, ji ber ku bikarhêner dikarin di deryayek vebijêrkan de bixeniqîn
e. Mejiyê mirov, herçend kêmasiyên xwe hebin jî bi sînoran geş dibe: Em
westiyayî dibin, ji bîr dikin û xwe-sererast dikin. Lê MMZ tiştekî wiha nas
nakin.
Hevjiyana ku me nedît
Xaneyên bingehîn di hawîrdoreke piştgir de geş dibin. MMZ jî di hevkariya
bi mirovan re geş dibin. Gelek bikarhêner MMZ weke hevkarên fikr û ramanî pênase
dikin. Ew ne tenê bersivê didin, lê perspektîfên nû pêşkêş dikin ku mirov
dikarin ji wan hilbijêrin. Ev ne derkanîkirina afirandinê ye, lê zêdekirina wê
ye.
- Terapîstek
MMZ bikar tîne da
ku perspektîfa nexweşekî bişibîne, hestiyariyê kûr bike bêyî ku wê vebiguheze.
- Fîzîkzanek bi alîkariya MMZ 100o hîpotezên derbarê
madeya tarî de çêdike û dûv re bi întûîsyona xwe ya mirovî cewheran
dibîne.
Rola MMZ ne ew e ku ji bo me bifikire, lê ew e ku bi me re bibêje ka em
çawa difikirin. Ev ferqa di navbera amûrekê (weke bivir) û katalîzorekê (weke
hevkar) de ye.
Siberoja herikbariyê
Amûrên weke OpenAIyê nîşanî me didin siberojekê ku tê de MMZ ne tenê bersivan
didin, lê pêşbîniyan jî dikin. Xeyal bike ku MMZyek bi te re pêş dikeve,
kêmasiyên te yên venasînî û hişmendî û armancên negotiyî hîn dibe. Ev ne HGÇ -
Hişê Giştî yê Çêkirî ye, lê GPSek venasînî û hişmendî ye ku dibêje: "Te ev
rê jî fikiriye?" Lê zilkartêker berpirsiyariyê dixwaze.
Gotina dawî
Gelo MMZ xaneyên bingehîn ên HÇê ne? Bi awayekî, erê - ew amûrên keys û
fersenda xav in ku li benda promptên me ne ku form û teşe bigirin. Lê ew weke
neynikê jî tevdigerin, pirsên lezgîn derbarê afirandina me û çalakiya me
vedigerînin. Eger resenîteya mirovî bi tenê tevlihevkirina bi nîşan be, gelo em
tenê veguhertoyên organîk ên van makîneyan in? Û ger makîne dikarin hevkariyê
ewqasî bawerker bişibînin, gelo ew hevkariyê ji nû ve pênase dike - an jî
hewcedariya me ya mît û efsanekirina têkiliyê eşkere dike?
Bersiv ne di kod û bernavan de ne, lê di çawa em van amûran bikar tînin de
ne. "HÇya Zilkartêker" afirandina mirovî kêm nake, lê ew ji me
dixwaze ku em wê ji nû ve pênase bikin. Ji bo ku em vê çelengiyê qebûl bikin,
divê em pirsên tûjtir bipirsin, amûrên ku fikrê kûr dikin ne ku teqlîd dikin
ava bikin û li ser hertiştî, vê di hişê xwe de bigirin.
Çavkanî
1- The Book of Why: The
New Science of Cause and Effect" - Judea Pearl
2- Bloga OpenAI (https://openai.com/blog)
Termên Sereke
- HÇ -
Hişê Çêkirî (AI - Artificial Intelligence): Teknolojiya ku dikare karên ku bi gelemperî
hewceyî hişê mirov in pêk bîne.
- MMZ -
Modelên Mezin ên Zimên (LLM - Large Language Models): Pergalên kompîtûrî yên ku dikarin ziman
bişopînin, fêm bikin û biafirînin.
- Zilkartêker
(Multipotent): Kapasîteya
guherînê û adaptebûnê ji bo gelek erkên cuda, weke xaneyên bingehîn ên
laşê mirov.
- Prompt
(Prompt): Fermana
nivîskî ya ku ji modelên ziman re tê dayîn da ku ew karekî taybet pêk
bînin.
- Xaneyên
Bingehîn (Stem Cells): Di
nivîsê de weke diyardeyek ji bo MMZ hatiye bikaranîn - xaneyên ku dikarin
bibin her cure tevn di laşê mirov de.
- Gradyana
Kîmyewî (Chemical Gradient): Rêya
ku madeyên kîmyewî di laşê mirov de diherike û bandorê li ser pêşveçûna
xaneyan dike.
- HGÇ -
Hişê Giştî yê Çêkirî (AGI - Artificial General Intelligence): Cureyekî HÇyê ku dikare hemû karên venasînî
û hişmendî yên mirov pêk bîne.
- GPS-a Venasînî
(Cognitive GPS): Diyardeyek
e ji bo pergalên HÇyên ku dikarin rêberiya fikirînê bikin û riyên nû
pêşniyar bikin. (GPS - Global Positioning System - Pergala Cihgirtina
Gerdûnî)
Comments
Post a Comment