___Brahîmê Alûcî___
Destpêk
Di dinyaya siyaseta navneteweyî ya niha de, dewlet û aktorên siyasî ji bo gihîştina armancên xwe yên stratejîk du rêbazên sereke yên hêzê bi kar tînin ku ew jî hêza nerm (soft power) û hêza hişk (hard power) in. Ev her du raman û konsept ku di teoriya têkiliyên navneteweyî de cihekî girîng digirin, taybetmendiyên wan ên cuda hene û her yek ji wan stratejiyên taybet ên xweser hene ku sepan û aplîkasyonê bi kar tîne. Dewletên zilhêz van her du hêzan bi hev re bikartînin ku jê re hêza bîrbir/aqilane (smart power) tê gotin, stratejiya her du cureyên hêzan (nerm û hişk) bi hev re bi kar tîne ji bo gihîştina armancên xwe yên herî baş.
Hêza hişk (hard power) ku
wekî forma kevneşopî ya hêzê tê zanîn, li ser bingeha zor û zordariya fizîkî an
aborî ava bûye. Ev cure hêz bi rêya hêzên leşkerî, girtinên aborî û mexdûriyên
fizîkî armancên xwe yên siyasî vedihewîne. Li beramberî vê, hêza nerm (soft
power) ku ji aliyê zanyarê navdar ê Amerîkî Joseph Nye ve di sala 1990î de
hatiye pêşkêşkirin, li ser bingeha dîtbarî û rêzgirtinê xebatê dike. Ev cure
hêz bi rêya çand, nirxên demokratîk, siyasetên dadmend û teknolojiya pêşkeftî
xwe bi cih dike.
Dîroka mirovahiyê nişanî
me dide ku hêza herî domdar û bandordar ne hertim ew e ku bi zorê tê
bicihkirin, lê ew e ku bi rêya dîtbarî û hêzkirin û rêzgirtinê tê avakirin.
Wekî mînak, li Kurdistanê em îro Ehmedê Xanî, Meleyê Cizîrî û Feqiyê Teyran nas
dikin û bi rêzê yad dikin, lê kes ji me an pir kêm kes nav û navnîşanên mîr û
begên di wê serdemê de jiyane nas dike. Ev rastî nîşanî me dide ku hêza çandî û
hişî (aqilî) di demdirêjiyê de li hemberî hêza siyasî ya fizîkî zêdetir domdike
û heta badordartir e.
Di serdema dijîtal û
globalîzasyonê de, girîngiya hêza nerm hîn zêdetir xuya dibe. Civakên niha bi
teknolojiya agahdariyê re zêdetir bi hev ve girêdayî ne û zêdetir agahdar in.
Di vê rewşê de, dewletên ku dikarin hêzeke nerm a bandordar ava bikin, dikarin
di demdirêjiyê de serkefitina xwe ya siyasî, aborî û çandî mîsoger bikin.
Hêza
hişk
Hêza hişk (hard power) ew
cure ye ku bi rêya zor, gef û zordariya fizîkî an aborî tê bikaranîn. Ev cure
hêz li ser du xalên sereke tê avakirin ku ew jî hêza leşkerî û hêza aborî ne.
Taybetmendiya herî girîng a hêza hişk ew e ku dikare di demek kurt de encamên
diyar û berbiçav peyda bike, lê di heman demê de dikare şerê berxwedanê û
neyîniya civakî jî çêbike.
Beşa yekem a hêza hişk
hêzên leşkerî ne ku di nav de artêş, çek, teknolojiya leşkerî û kapasîteya
şervanî cih digirin. Dewlet dikarin bi rêya gefa leşkerî an jî bi rêya şer û
pevçûnan bandora xwe li ser dewletên din saz bikin. Dîroka nêzîk a cihanê tije
ji nimûneyên bikaranîna hêza leşkerî ye, wekî mînak dagirkirina kurd û
Kurdistanê.
Hêza aborî wekî beşa
duyem a hêza hişk, bi rêya girtinên aborî (economic sanctions), kontrolkirina
karê bazirganî, manîpûlekirina çavkaniyên qewet û bikaranîna pergala darayî ya
navneteweyî xebatê dike. Dewlet dikarin bi rêya van rêbazan zext û fişareke mezin
li ser hevrikên xwe bikin. Nimûneyên herî eşkere yên vê cureyê girtinên aborî
yên li dijî kurd û Kurdistanê ye.
Lê belê hêza hişk xwedî
sînorên xwe yên cidî ye. Yekem, bikaranîna hêza hişk dikare berevanî û
berxwedana civakî û rêxistinbûna dijberiyê çêke. Duyem, lêçûna hêza hişk pir
bilind e, nemaze ji aliyê darayî û mirovî ve. Sêyem, hêza hişk dikare nirxên
mirovahiyê birûxîne û dîtina neyînî li dijî dewleta ku wê bi kar tîne çêke.
Çarem, encamên hêza hişk dikarin gelek caran bêdawî bin û girîft û gelemşeyên
nû çêbikin li şûna çareserkirina yên kevn.
Hêza
nerm
Hêza nerm (soft power) bi
tevahî cuda ye ji hêza hişk. Ev hêz bi rêya hêzkirina çand, nirx, siyaset û
teknolojiyê tê bikaranîn û li şûna zordariyê, bi rêya dîtbarî û rêzgirtinê
xebatê dike. Joseph Nye ku vê teoriyê pêşkêş kiriye, dibêje ku hêza nerm ew e
ku tu dikarî wilo bikî ku kesên din bixwazin ew bixin ku tu dixwazî, li şûna ku
tu wan mecbûr bikî.
Rewşa
heyî ya kurdan li Rojhilata Navîn
Kurdistan di navbera çar
dewletên sereke de hatiye parçekirin: Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye. Her beşek
xwedî taybetmendiyên cuda yên siyasî, aborî û civakî ye. Başûrê Kurdistanê li
Îraqê xwedî statûya otonomiya fermî ye û parlamento, hikûmet û hêzên xwe yên
ewlehiyê hene, lê hêj di bin sînorên konstîtûsyona îraqî de ye û pêwîstiya wê
bi piştgiriya navneteweyî heye. Rojhilatê Kurdistanê di bin sermiriya rejîma
Îranê de ye û kurd li wir ji bo mafên xwe yên bingehîn têkoşînê dikin ku hêzên
kurdî bi gelemperî di warê berxwedana çîyayî de çalak in. Bakurê Kurdistanê li
Tirkiyeyê ye û kurd li wir bi sedan salan berxwedanê dikin ku PKK (Partiya
Karkarên Kurdistanê) û tevgerên wê yên siyasî ji salên 1980î ve şerê gerîlayê
lidar dixin. Rojavayê Kurdistanê li Sûriyeyê ye û di encama şerê Sûriyê de kurd
li wir otonomiyeke ‘de facto’ bi dest xistiye lê hêj naskirina fermî tune.
Dîroka dawî ya têkoşîna
kurdî nîşanî me dide ku tenê pêşniyarkirina hêza hişk nikare encamên domdar û
serkeftî bide. Cudahiya hêzan dike ku hêzên kurdî di çarçoveya dewletên
dagirker de bêhêz dimînin û nikarin bi artêşên rêkxistî yên dewletan re
beramber bibin. Parçebûna cihografîk û siyasî rastî li ber hevahengiya
stratejîk dike. Bikaranîna tenê hêza hişk dikare piştgiriya civaka navneteweyî
ji dest bide û şer û pevçûn dikarin zîyaneke mezin bi jiyana gel û pêşkeftina
civakî bikin.
Potansiyela
hêza nerm a kurdan
Kurd xwedî çandeke zengîn
û kevneşopî ne ku dikare bibe bingeha hêzeke nerm a mezin. Zimanê kurdî bi
zaravayên cuda yên kurmancî, soranî, zazakî û goranî xwedî edebiyateke zengîn e
ku helbestvan û nivîskarên wekî Ehmedê Xanî, Nalî, Hacî Qadir Koyî, Cegerxwîn,
Şêrko Bêkes û gelek yên din berkarên girîng ên edebiyata cihanê ne. Muzîka
kurdî bi mawa û şêweya xwe ya taybet û hunermendên navdar wekî Ciwan Haco,
Şivan Perwer, Nizamettin Arîç, Hozan Şerwan, Aynur û yên din li seranserê
cihanê tê zanîn ku govend, bêlête û hunermendiyên folklorî yên kurdî
taybetmendiyên cuda yên çandî nîşanî me didin. Kurdên li ser axa dêrîn û
kevneşopî ya Mezopotamyayê dijîn û xwedî dîrokeke zengîn in ku ji serdema Medyan
dest pê dike û heta îro didomîne.
Li seranserê cihanê
kurdên perwerdehîdîne û li zankoyên navdar ên cihanê xwendin û lêkolînên bilind
dikin ku ev kesayetan dikarin bibin berpirsyarên belavkirina zanîn û çanda
kurdî. Kurdên dîasporayê bi taybetî li dewletên pêşkeftî di warê teknolojiyê de
serkeftî ne û dikarin van zanînan ji bo pêşkeftina civaka kurdî bi kar bînin.
Kanalên televîzyonê yên wekî Stêrk, Rûdaw, Kurdistan 24, Jin TV û platformên
tora civakî (social media) yên kurdî delîv û derfetan ji bo belavkirina çanda
kurdî peyda bikin.
Bi mîlyonan kurd li
seranserê cihanê dijîn û bi taybetî li Ewropayê civakeke xurt ava kirine ku ev
dîaspora dikare bibe hêzeke girîng a hêza nerm. Kurdên li parlamentoyên
cihêreng ên cihanê cih digirin û dikarin ji bo mafên kurdî kar bikin ku gireya
aborî ya di navbera dîasporayê û Kurdistanê de dikare bibe amûreke girîng a
pêşkeftinê. Festîvalên kurdî li seranserê Ewropayê û Amerîkayê çanda kurdî nas
bikin.
Stratejiyên
hêza nerm ji bo kurdan
Di warê çand û hunerê de,
organîzekirina festîvalen çandî yên kurdî li paytextan û bajarên girîng ên
cihanê ji bo nasandina çanda kurdî pêwîst e. Çêkirina fîlm û rêzebernameyên bi
wesf û hêja yên kurdî ku çîroka gel û çanda kurdî vedibêjin û li seranserê
cihanê tên bên belavkirin dikare bandorek mezin bike. Piştgiriya hunermendên
kurdî ji bo gihîştina platformên navneteweyî û belavkirina muzîk û hunera kurdî
stratejiyeke girîng e.
Di warê perwerdehî û
zanînê de, vekirin û piştgiriya enstîtû û navendên lêkolînê yên kurdî li
zankoyên navneteweyî pêwîst e. Pêşkêşkirina aborî ji bo xwendekarên kurd ji bo
xwendina li zankoyên mezin ên cihanê û vekirin û piştgiriya fêrgehên zimanê
kurdî li seranserê cihanê dikare encamên domdar peyda bike.
Di warê teknolojî û
medyayê de, çêkirina platformên dijîtal ên kurdî ji bo parvekirina naverok,
zanîn û çandê pêwîst e. Bikaranîna platformên medyaya civakî bi awayekî
stratejîk ji bo belavkirina peyamên kurdî û çêkirina hevdîtinê û pêşxistina
teknolojiyên nû yên ku bi zimanê kurdî dixebitin û hewcedariyên civaka kurdî bi
cih tînin dikare encamên baş bidin.
Di warê dîplomasi û
têkiliyên navneteweyî de, xurtkirina têkiliyên bi parlamenteran û
siyasetmedarên dewletên demokratîk re û piştgiriya rêxistinên sivîl ên kurdî û
girêdana wan bi rêxistinên navneteweyî re pêwîst e. Xurtkirina rolê rêxistinên
kurdî yên navneteweyî wekî Kongreya Kurdî a Ewropayê (European Kurdish
Congress) dikare bandorek mezin bike.
Stratejiya
tevlihev
Çêkirina hevahengiyeke
mezintir di navbera rêxistin û partiyên kurdî yên li çar beşên Kurdistanê
pêwîst e ku pêkhatina stratejiyeke hevpar ku her du rêbazên hêzê bi awayekî
hişmend bi kar tîne û baştirkirin û parvekirina çavkaniyan di navbera projeyên
çandî, perwerdeyî û teknolojîk de dê encamên baştir bidin.
Çêkirina hevpeymantiyên
demdirêj bi dewlet û rêxistinên ku piştgiriyê didin kurdan û pêşxistina
kapasîteyên lobîkirinê (lobbying) li seranserê cihanê, bi taybetî li dewletên
zilhêz û bandordar pêwîst e. Xurtkirina têkiliyên bi medyayên navneteweyî re ji
bo vegotina çîroka kurdî bi awayekî rast û bandordar dikare bandorek mezin çê
bike.
Nimûneyên
serkeftî yên hêza nerm
Herêma Kurdistanê di
salên dawî de dest bi stratejiyeke hêza nerm kiriye ku tîmên werzîşê yên kurdî
li pêşbirkan ên navneteweyî beşdarî dibin û fîlmên kurdî li festîvalên
navneteweyî xelatan distînin. Nûnerên Herêma Kurdistanê li gelek dewletan
ofîsên wan hene û ev stratejî encamên erênî daye.
Tevgera Rojavayê
Kurdistanê bi taybetî di warê hêza nerm de serkeftî ye ku pêşkêşkirina modeleke
nû ya civaka demokratîk bala lêkoleran dikşîne ser xwe. Berxwedana jin û
hevşêwaziya zayend bala civaka navneteweyî kişandiye û berxwedana li dijî DAIŞê
(ISIS) piştgiriya civaka navneteweyî bi dest xist.
Dewletên dagirker dikarin
astengiyên cidî li pêşiya pêşkeftina hêza nerm a kurdî bikin ku kontrola li ser
medya û naveroka çandî dikare bandorê li ser belavbûnê bike. Projeyên hêza nerm
pêwîstiya veberhênaneke domdar hene û kêmbûna pêşkeftina aborî dikare kar li
ser projeyên çandî bike.
Cudahiyên navxweyî
dikarin bandorê li ser yekbûna peyamê bikin û dûrketina ji çand û ziman dikare
hêza çandî sivik bike. Ev astengiyên girîng dikarin rê li ber serkeftina
stratejiyên hêza nerm bigirin.
Pêşniyarên
stratejîk
Di demkurt de
damezrandina foneke navneteweyî ji bo piştgiriya projeyên çandî yên kurdî,
çêkirina platformeke yekgirtî ji bo naverok û çanda kurdî û organîzekirina
festîvalên kurdî li bajarên girîng ên cihanê pêwîst e.
Di demnavî de
damezrandina zankoyeke navneteweyî ya kurdî, çêkirina kanaleke televîzyonê ya
kurdî ya bi standardên navneteweyî û pêşkêşkirina bernameyên fêrkirinê yên
zimanê kurdî li seranserê cihanê dikare encamên domdar bidin.
Di demdirêj de gihîştina
naskirina fermî ya mafên kurdî li ast û platformên navneteweyî, bidestxistina
mafê otonomiya çandî li hemû beşên Kurdistanê û gihîştina cihekî fermî di
saziyên navneteweyî de armancên mezin in ku bi stratejiyên hêza nerm dikarin bêne
gihîştin.
Encam
Hêza nerm dikare ji bo
gel û neteweyên bêdewlet wekî kurdan rêbazeke herî bandordar û domdar be ji bo
gihîştina armancên wan ên siyasî û civakî. Çanda zengîn, dîroka kûr, dîaspora
xurt û kapasîteyên perwerdeyî yên kurdan dikarin bibin bingeha hêzeke nerm a
mezin ku dikare cihê kurdan di civaka navneteweyî de xurt bike.
A girîng ew e ku ev
stratejî bi awayekî hevaheng û domdar were bicihanîn û hemû aliyên kurdî ji
partiyên siyasî heta rêxistinên çandî, ji dîasporayê heta navendên zanînê di vê
prosesê de beşdarî bibin. Tenê bi rêya hevkariyê û xebata hevpar e ku kurd
dikarin hêzeke nerm a bandordar ava bikin ku armancên wan ên demdirêj bi cih
bîne.
Di dawiyê de, kombûna
hêza nerm û stratejiyên dîplomatîk ên hiş û aqilane dikare ji bo kurdan rêbazeke
herî baş be ji bo gihîştina mafên xwe yên bingehîn û avakirina cihekî şayisteyî
di civaka navneteweyî de, bêyî ku hewce bike bi lêçûnên giran ên ku bi
bikaranîna tenê hêza hişk tên. Çanda zengîn a kurdî, hêza dîasporayê û
kapasîteyên zanistî yên kurdan dikarin bibin bingeha serkeftineke domdar û
aştiyane ku dê bi herî kêm lêçûn encamên herî mezin dest bixin.
Çavkanî
Nye, Joseph S. "Soft
Power: The Means to Success in World Politics"
Keohane, Robert O. û Nye,
Joseph S. "Power and Interdependence"
Gallarotti, Giulio M.
"Soft Power: What it is, Why it's Important, and the Conditions for its
Effective Use"
Wilson, Ernest J.
"Hard Power, Soft Power, Smart Power"
McClory, Jonathan.
"The Soft Power 30: A Global Ranking of Soft Power"
Termên
sereke
Hêza
Bîrbir/Aqilane (Smart Power) Stratejiya ku her du
cureyên hêzê (nerm û hişk) bi hev re bi kar tîne ji bo gihîştina armancên herî
baş.
Hêza
Hişk (Hard Power) Cureyê hêzê ku bi rêya zor, zordarî û gef
tê bikaranîn. Bi gelemperî hêzên leşkerî û aborî vedihewîne.
Hêza
Nerm (Soft Power) Cureyê hêzê ku bi rêya dîtbarî, çand û
nirxan dixebite û kesên din razî dike ku ew bixin ku tu dixwazî.
Lêçûn
(Cost) Ew pere, dem, hêz an jînên ku ji bo gihîştina
armancekê tê xerckirin.
Manîpûlasyon
(Manipulation) Kontrol û rêvebirîna tiştekî bi awayekî
veşartî û bi şêweyeke ku kesê ku tê manîpûlekirin nefêmit.
Medyaya
Civakî (Social Media) Platformên înternetê yên ku kesan dikarin
li ser wan agahî parve bikin, axifin û têkevin nav civakên dijîtal.
Mexdûrî
(Damage/Harm) Zirar, xerabî. Ew bandora neyînî ku li
kesek an tiştekî tê kirin.
Nirx
(Values) Bawerî û prensîbên bingehîn ên ku civakek an kesek pê
bawer e û li gorî wan jiyana xwe rêxistin dike.
Projaya
Kevir û Rê (Belt and Road Initiative - BRI) Projaya mezin a
Çînê ya aborî û avadankariyê ku armanca wê ew e ku bi rêya avadankariya
binegehên alîkariyê têkiliyên bazirganî û siyasî yên di navbera Çîn û dewletên
din de xurt bike.
Rêxistin
(Organization) Komeke organize ya kesan ku ji bo
armanceke hevpar bi hev re dixebitin.
Ev nivîs 16.06.2025an de
di malpêra DiyarName.com hatiye weşandin:
https://diyarname.com/news.php?Idx=63175
Comments
Post a Comment