Skip to main content

Dahûrîna Derûnî ya Çîroka Şêr û Mişk

Destpêk

Çîroka Şêr û Mişk yek ji çîrokên kevnar ên herî navdar e ku di nav çandên cihêreng de hatiye veguhestin û ji nifşa derbasî nifşan bûye. Ev çîrok ne tenê çîrokeke sade ya zarokan e, lê herwisa xwedî kûrahiya derûnî ye ku mijarên girîng ên weke dînamîk û şîkarên hêzê, veguherîna karakter û geşedana derûnî vedibêje. Di vê nivîsê de, em ê bi rengekî şîkarî û dahûranî (analîtîk) li ser hestên bingehîn ên karakteran, veguherînên derûnî yên ku di nav çîrokê de çêdibin û peyamên ku ji bo fêm û têgihiştina civakî û takekesî girîng in, rawestin. Herwisa em ê li ser şîrovekirina vê çîrokê di çandên cuda û ya kurdî de bisekinin û bêjin ka çawa ev peyamên kevnar dikarin di civaka modern de jî bi kêrhatî bin.

Girîngiya vê çîrokê ne tenê di wê de ye ku ew çawa perwerdehiya sincî û axlaqî dide, lê herwisa di wê de ye ku ew çawa rastî û realîteyên derûnî yên tevlihev ên jiyana mirov nîşanî me dide.

Çîroka Şêr û Mişk

Şêrekî mezin di nav daristanê de razayî bû. Serê xwe yê giran li ser lapên xwe danîbû û ketibû xew. Mişkekî biçûk û tirsok hat û li ser pozê şêr. Ji tirsa ve beziya, lê deng derket û şêr ji xewa xwe hişyar bû.

Şêr bi hêrs lapelûşkê xwe yê mezin li ser mişkê biçûk danî da ku wî bikuje. Mişk bi tirs û lava ji şêr kir: "Li min bibore! Belkî rojekê ez jî bikaribim alîkariya te bikim."

Şêr pir kenî û ji xwe re got: "Çawa mişkekî ewqasî biçûk dikare rojekê alîkariya min bike?" Lê ji ber kenîna xwe dilrewan bû û di dawiyê de mişk berda ku here.

Çend rojan dû re, dema şêr di nav daristanê de li nêçîra xwe digera, ew di tora nêçîrvanekî de hêsîr ket. Nekarîbû xwe ji torê azad bike û bi qîrîna xwe ya hêrsîn hemû daristan lerizand.

Mişk deng nas kir û bilezûbez ber bi denge şêr ve çû. Dît ku şêr di nav torê de têdikoşe. Berbi werîsên mezin ên ku şêr girêdabûn çû û bi diranên xwe yên biçûk hêdî hêdî werîs qût kir. Di dawiyê de şêr azad bû.

Mişk got: "Tu bi min kenî ji ber ku ez biçûk bûm. Binêre, îro min canê te rizgar kir. Niha tu dibînî ku mişkekî biçûk jî dikare alîkariya şêrekî mezin bike."

Kêmzêde gelê dinyayê di encamê de vê peyamê didin:

  • Çakî qet nayê winda kirin.
  • Alîkarî ji her alî dikare were, tewra ji cihê ku tu li bendî nîne.
  • Tu kes qet nikare bêje ku ew pir mezin an jî pir biçûk e; ji bo alîkariyê.
  • Quretî û serbilindî mirov kor dikin.
  • Dostayetiya rastîn ji alîkariya hevdu dest pê dike.

"Di vê jiyanê de, kesekî ku tu wê/wî kêm dibînî, dibe ku rojeke ji hemû kesan zêdetir alîkariya te bike. Ji ber vê yekê, divê em bi hemû kesan bi rêzdarî û dilovanî tevbigerin."

Kurd çi peyamê jê derdixin:

-          Şêr, bêyî bersivekê bide mişk, serê xwe xist ber xwe û di wê şeva tarî de, di nava daristanê de wenda bû.

-          Li daristana ku mişk şêr xelas bike, ez li wê daristanê namînim.

-          Şêr dibe, rûmeta min li vir nema, daristan terikand.

 

Dahûrîna Derûnî ya Çîrokê

Ev çîroka kevnar di warê derûnî de gelek kûr e, li ser vê yekê ku mirov çawa di hestên xwe yên bingehîn de veguheranan pêk tîne. Dema em li vê çîrokê dinêrin, em dibînin ku mijara sereke ne tenê ji hêz û biçûkî re ye, lê herwisa ji bo geşedana karakter û veguherîna rewşbîna derûnî ye.

Şêr di destpêka çîrokê de weke tîpek tê nîşandan ku di nav hestên mezinparîz û bîlindiyê de dijî. Ev hal ji aliyê derûnî ve "kesayetiya narsîstîk" (narcissistic personality) e ku tê de mirov bi awayekî zêde xwe dibîne ku ji yên din bilintir û girîngtir e. Lê ev hest di rastiyê de ji bêhêziya derûnî tê, ji ber ku mirov hewl dide ku ji xwe re cihekî di cihanê de peyda bike bi rêya çêbikin bo kontrola kesên din. Dema şêr mişk biçûk nas dike, ew bi çavekî kêm û qels lêdinêre û nikare fêm bike ku kesekî "kêm" ê weke mişk çawa dikare bikêrhatî be.

Mişk ji aliyê xwe ve, her çend di rewşek bindest de be jî xwedî hestekî xurt ê xwenasîn û baweriya bi ‘xwe’ ye. Ev taybetmendî di derûniyê de weke hêza derûnî ango "nûşiyan" (resilience) tê gotin ku tê wê wateyê ku mirov dikare li dijî zehmetiya jiyanê bisekine û ji xwe re rê û rêçikan bibîne. Dema mişk ji şêr daxwaza lêborînê dike û dibêje "belkî rojekê bi kêrî te werim", ev ne tenê hevalbendiyeke civakî ye, lê herwisa nîşandaneke wê ye ku ew fêm dike dibe ku rola wî di siberojê de vebiguhire.

Guherîna herî girîng a derûnî di nav çîrokê de dema qewimî û xeter derdikevin holê tê dîtin. Şêr di nav torê de giriftî ye û ev rewş wî mecbûr dike ku rast û rû bi rû bibe ku pêdiviya wî bi alîkariyê heye. Ev xaleka girîng e ji bo fêm kirina veguherîna derûnî, ji ber ku dema mirov di rewşên dijwar de be, ew mecbûr dimîne ku rastî û realîteyê qebûl bike û stereotîpan û qalibgirên xwe yên şaş vebiguhere.

Dema mişk tê û şêr rizgar dike, ev kiryar ji hêla derûnî ve weke "xwehêzkirina derûnî" "empowerment" tê şîrove kirin. Mişk di vê xebatê de ne tenê bi awayekî fizîkî şêr azad dike, lê herwisa nîşan dide ku ew dikare bandoreke erênî li ser jiyana kesekî din bike. Ev hal û rewş xwe-bawerî (self-confidence) û xwe-karîgerî (self-efficacy) ya mişk zêde dike.

Di dawiya çîrokê de, têkiliya nû ya di navbera şêr û mişk de nîşaneyeke wê ye ku çawa mirov dikare ji fikrên stereotîp azad bibe û têkiliyên rastîn ên li ser bingeha rêz û zanîna yek din ava bike. Şêr fêr bûye ku quretî û mezinparîzî rêya çareseriyê nîn e û mişk fêr bûye ku ew jî dikare bandoreke mezin li ser dinyayê bike.

Dahûrîna Derûnî ya Gotinên Kurdî

Çîroka têkçûna derûnî ya kesekî dibêjin ku berê xwe bi hêzdar dibîne. Şêr di vê çîrokê de ne tenê ajalek e, lê sembola nasnameya eziya (ego) mezin û narsîstîk e.

Şêr li hember mişkê bêdeng dimîne ku ev rewşeke derûnî ye. Gava kesek ku berê ‘xwe’ bi hêzdar dizanibû li hember rewşeke nû ya ku kontrola wî tune ye radimîne, gelek caran bêdengiya trawmatîk çêdibe. Serê xwe xist ber xwe nîşana qebûlkirina têkçûnê ye, lê di heman demê de şermezariya kûre jî. Wendabûna wî di tariyê de daxuyaniya dûrketina ji civakê ye - çareseriya derûnî ya kesên ku nasnameya xwe winda kirine.

Gotina duyem xuyaye ku xurûr û ego têkçûna wî qebûl nakin. Ev rewşa derûnî ya kesekî ye ku nikare li gel veguhertina rolan li hev bike û ‘xwe’ biguherîne. Derûnî mekanîzmayeke berevaniyê ye - dûrketin ji rewşên ku nasnameya wî şikestî nîşan dide. Ev jî nîşana hişkbûna derûnî ye ku gelek caran li gel têkçûna narsîstîk tê dîtin.

Gotina sêyem deng û xwarina şêr e ku tê wateya ku ew hîn nasnameya xwe weke hêzdar diparêze, lê jîngeh li dijî wî ye. "Daristan terikand" ji hêla derûnî ve tê wateya ku dinyaya derûnî ya wî veguhertiye û êdî cihek ji bo nasnameya wî ya berê tune ye. Ev rewşa depresyona kûr û hestkirina bêwatebûnê ye ku piştî windabûna statû û hêzê çêdibe.

Bi giştî ev çîrok pêşbirka derûnî ya kesekî ye ku ji hêzdariyê ber bi bêhêziyê ve diçe û derûna/psîşeya wî li gel vê guhertinê nikare li hev bike. Ev taybetmendiyên gelek kesên ku pozîsyonên bilind winda kirine yan jî bi veguhertinên civakî re rû bi rû mane ye.

Encam

Çîroka Şêr û Mişk di rastiyê de nîşandayinek e ya geşedana derûnî ya her du aliyan ku tê de her kes ji ezmûna hevdu fêr dibe û karakter û rewşbîna xwe dibaşir dike. Ev mijareke girîng e ji bo fêm kirina ku çawa civak û têkiliyên mirov pêşde diçin dema ku em dest ji qalibgirên şaş berdin û li kesanetiya rastîn a hevdu binêrin.

Di çarçoveya dahûrîna derûnî de, ev çîrok nîşanî me dide ku veguherîna karakter û geşedana derûnî ne tenê ji ezmûnên erênî, lê herwisa ji şikestinan û rewşên dijwar jî derdixin. Şêr di destpêkê de xwedî rewşbîrek narsîstîk e ku li ser hestên mezinparîz û kontrolkirina kesên din ava bûye, lê di dawiyê de fêr dibe ku ev nirxên şaş in û ku rastiya jiyanê pir tevlihevtir e. Mişk ji aliyê xwe ve, her çend di rewşek bindest de be jî, bi hêza xwe ya derûnî û baweriya bi ‘xwe’ dikare veguherîneke mezin di jiyana kesekî din de pêk bîne.

Yek ji mijarên herî girîng ên vê çîrokê mijara  "şîkarên hêzê " (power dynamics) û guhertina wan e. Çîrok nîşanî me dide ku hêz ne tenê ji mezinahiya fizîkî yan jî pozîsyona civakî tê, lê herwisa ji zanîn, jîrbûn û amadekariya alîkariyê derdikeve. Ev fêm û têgihiştin ji bo civakên modern pir girîng e, ji ber ku gelek caran em li dijî stereotîpên ku li ser mezinahî, hêz û pozîsyonê ava bûne rû bi rû dimînin.

Gotinên kurdî yên ku li dawiya çîrokê hatine zêde kirin, dîmensyoneke din a çanda kurdî nîşanî me didin ku bi têkçûna karakterên mezin û hêzdar re eleqedar e. Ev gotin nîşanî me didin ku di çanda kurdî de fêm û têgihiştineke heye ya ku kesên ku berê ‘xwe’ bi hêzdar dibînin, dema li hemberî rastiyên nû radimînin, dikarin di rewşeke derûnî ya dijwar de bimînin û ji civakê dûr dikevin. Ev nirxandina çandî nîşandayinek e ya zanîna kûr a gelê kurd ya derbarê rewşên derûnî û civakî de ye.

Ji aliyê metodolojiya lêkolînê ve, ev çîrok nîşanî me dide ku çawa çîrokên kevnar dikarin weke amûrên dahûrîna derûnî yên kêrhatî bêne bikar anîn. Ev çîrok ne tenê ji bo zarokan perwerdehiyeke axlaqî ye, lê herwisa ji bo mezinên ku dixwazin têkiliyên xwe yên civakî û derûnî fêm bikin, çavkaniyeke zengîn e.

Peyamên girîng ên vê çîrokê ji bo civaka modern ev in:

Ji aliyê takekesî ve:

  • Çakî qet nayê winda kirin û di siberojê de vedigere.
  • Alîkarî ji her alî dikare were, tewra ji cihê ku tu li bendî nîne.
  • Tu kes qet nikare bêje ku ew pir mezin an jî pir biçûk e ji bo alîkariyê.
  • Quretî û serbilindî mirov kor dikin û ji rastiyê dûr dixin.
  • Dostayetiya rastîn ji alîkariya hevdu dest pê dike, ne ji hêz û kontrole.

Ji aliyê civakî ve:

  • Stereotîpên li ser bingeha mezinahî û biçûkahiyê ava bûne divê bêne şikandin.
  • Rêzdarî û dilovanî divê bingeha hemû têkiliyên civakî bin.
  • Guhertina rolan û pozîsyonan tiştekî xwezayî ye di jiyanê de
  • Fleksîbûna/nermbûn derûnî û qebûlkirina guhertinan ji bo bijîna civakî pêwîst e

Ji aliyê perwerdehiyê ve:

  • Çîrokên kevnar dikarin weke amûrên kêrhatî yên perwerdehiya derûnî bêne bikar anîn.
  • Dahûrîna derûnî ya çîrokan dibe alîkar bo fêm û têgihiştina rewşbîriya mirov.
  • Peyamên axlaqî yên çîrokan divê li gel nirxên civaka modern bêne şîrove kirin.

"Di vê jiyanê de, kesekî ku tu wê/wî kêm dibînî, dibe ku rojeke ji hemû kesan zêdetir alîkariya te bike. Ji ber vê yekê, divê em bi hemû kesan re bi rêzdarî û dilovanî tevbigerin."

Di encamê de, çîroka Şêr û Mişk ne tenê çîrokeke kevnar e, lê herwisa neynikeke zengîn e ya zanîna derûnî û civakî ku dikare di geşedana takekesî û civakî de roleke girîng bilîze. Ev çîrok nîşanî me dide ku çawa ezmûnên hevpar ên mirovahiyê di nav çandên cihêreng de hene û ku çawa em dikarin ji van çîrokan fêr bibin da ku jiyana xwe ya rojane baştir bikin.

Çavkanî

  1. Aesop's Fables: The Lion and the Mouse. (2024). Library of Congress. https://read.gov/aesop/007.html
  2. Aesop's Fables Collection. (2024). Library of Congress. https://read.gov/aesop/001.html
  3. The Lion and the Mouse Story. (2024). Orchids International School. https://www.orchidsinternationalschool.com/story/the-lion-and-the-mouse
  4. Xamo, Zinarê. (2014). Hebû Tunebû. Weşanên Rûpel: Stenbol. r. 361.
  5. Freud, Sigmund. (1914). On Narcissism: An Introduction. Standard Edition, Vol. 14.
  6. Horney, Karen. (1950). Neurosis and Human Growth. W.W. Norton & Company.

Termên Sereke

Dahûrîna Derûnî (Psychological Analysis) Dahûrîna derûnî rêbazek zanistî ye ku tê de mirov xebatên edebî, karakteran û tevgerên wan bi rêya zanîna derûnî vedikole û şîrove dike.

Kesayetiya Narsîstîk (Narcissistic Personality) Kesayetiya narsîstîk rewşbîreke derûnî ye ku tê de mirov bi awayekî zêde xwe berz dibîne ku ji yên din bilintir û girîngtir e. Ev hal ji aliyê derûnî ve ji bêhêziya derûnî tê, ji ber ku mirov hewl dide ku ji xwe re cihekî di cihanê de peyda bike û bi vê rêya han kesên din kontrol bike.

Nûşiyan / Hêza Derûnî (Resilience) Nûşiyan taybetmendiyeke derûnî ye ku tê wê wateyê ku mirov dikare li dijî zehmetiya jiyanê bisekine û ji ‘xwe’ re rêyên çareseriyê bibîne. Ev hêz baweriya bi xwe û qebûlkirina guhertinan jî di nav xwe de dihewîne.

Xwehêzkirina Derûnî (Empowerment) Xwehêzkirina derûnî prosesek e ku tê de mirov hest bi xwe û bi şiyana xwe dike ku dikare bandorek erênî li ser jiyana xwe û yên din bike.

Şîkarên hêzê (Power Dynamics) Şîkarên hêzê şîrovekirina awayên ku hêz di navbera kesan de dabelav dibe û çawa ev hêz diguhere ne.

Qalibgirên Şaş (Stereotypes) Qalibgirên şaş bîr û baweriyên pêşî yên şaş in ku li ser bingeha mezinahî, biçûkahî, reng, zayend yan jî taybetmendiyên din ava dibin.

Hişkiya Derûnî (Psychological Inflexibility) Hişkiya derûnî rewşek derûnî ye ku tê de mirov nikare xwe li gel guherînên nû biguhîne û li pevçûnan bisekine.


Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...