Skip to main content

DERÛNSÎNEMA Û DERÛNTERAPÎ

Dahûrîneke Berawirdkirî ya Fîlmên "The Whale" û "Apples"

Destpêk

Derûnsînema (psychocinema) weke rêbazeke terapotîk di nav praktîsyenên tendirustiya derûnî de cihekî girîng girtiye. Karanîna fîlman di derûnterapiyê de dikare ji nexweşan re derfetên girîng ên têgihiştinê, hestkirinê û çareseriyê pêşkêş bike. Lêbelê, hilbijartina fîlmên guncav ê ku bi armancên terapotîk re li hev bikin, pêdiviya wê bi prensîb û krîterên zelal heye.

Ev xebat du nimûneyên dijber ên hêviyê di fîlmên nûjen de dahûrîn dike: "The Whale" (2022) û "Apples" (2020/2022). Di vê dahûrînê de, em ê prensîbên bingehîn ên hilbijartina fîlman ji bo karanîna terapotîk û bandorên wan ên li ser nexweşan şîrove bikin.

Prensîbên Bingehîn ên Derûnsînemayê

1. Gihîştina Hestyarî

Fîlmek divê ji hêla hestyarî ve gihîştî be ku temaşevan bikaribe bi karakteran re têkiliyê deyne. Weke ku Danny Wedding û Ryan Niemiec (2014) di kitêba xwe "Movies and Mental Illness" de destnîşan kirine, temaşevan dikevin "transê, rewşeke hezkirin, konsentrasyonê û baldariyê ku bi çîrok û rewşa karakteran ve eleqedar dibin." Jeffrey Zacks (2015) jî balê dikşîne ser wê yekê ku temaşevan bi gelemperî li ser çîrokê diaxivin  karakter, çalakî, sedem û encam.

Dirêjahiya fîlmê jî hêmaneke girîng e. Weke ku derhênerê navdar Alfred Hitchcock hişyar kiribû: "Dirêjahiya fîlmekê divê rasterast bi berxwedana pepika mirovan ve girêdayî be." Fîlmên dirêj dikarin bibe sedema ku temaşevanên potansiyel ji lênerînê bireqin/birevin.

2. Rast Temsîlkirin û Pêşgirtina Deqkirinê (Stîgma)

Fîlmên ku em bi kar tînin divê li ser kêşeyên tendirustiya derûnî û/an jî pêvajoya derûnterapiyê şaş agahiyan nedin, şaş perwerde nekin an jî mirovan deq nekin. Ev yek ji bo parastina nexweşan û geşedana têgihiştina civakî ya derûnî pir girîng e.

3. Pêşkêşkirina Hêviyê

Prensîba sêyem û ya herî girîng ew e ku derûnterapî hêviyê pêşkêş dike. Ev prensîb li ser hêmaneke pêwîst di hemû dibistanên terapotîk de ava dibe. Ji rojên destpêkê yên psîkolojiyê ve, ji Freud (1905/1968) bigire heta psîkiyatirê navdar Irvin Yalom (1995), hemû li ser girîngiya avakirina hêviyê di pêvajoya terapotîk de lihevhatine.

Derûnterapî guhertineke erênî ya gengaz pêşkêş dike; herçiqasî takekesek di tengasiyê de be jî, ew dikare vebiguhezê. Ji ber vê yekê, fîlmên ku praktîsyen di derûnterapiyê de pêşniyar dikin divê hêviyê pêşkêş bikin.

Dahûrîna Fîlma "The Whale" (2022)

Taybetmendiyên Erênî

Fîlma "The Whale" çend taybetmendiyên wê yên erênî hene. Dirêjahiyeke gengaz heye ku tenê çend xulek ji du saetan kêm e û karakterek navîn a nû ya miroveke qelew û gay temsîl dike. Fîlm mijarên klînîkî yên girîng ên trawma, çêkirin, bihevgirêdayîbûn, deqkirin û bengîtiya xwarinê destnîşan dike û li ser kêşeyên ku takekesên bi qelewbûna giran dijîn perwerde dike.

Kêmasiyên Krîtîk

Herweha, di fîlîm de kêmasiyên cidî hene. Wêneyek e ku hema hemû di odeyek tarî û bêrêk de hatiye damezrandin. Karakterê sereke di çend rojan de dibe ku bimire ji ber ku ew alîkariya pizişkî red dike. Dîmeneke taybet nîşan dide ku karakter hewl dide xwe bikuje bi xwarinê. Ev karakter hêviyê pêşkêş nake, tu derfeta mezinbûnê, tu derfeta jiyaneke qanc û tu derfeta siberojekê tune.

Encama Klînîkî

Ger ev fîlm ji nexweşên ku bi kêşeyên dirêj ên laş re şer dikin pêşniyar bibe, ew dê bibe sedema depresyonê; rastî jî, fîlmekî nelirê ye. Ev yek ji bo karanîna terapotîk ziyandar e.

Dahûrîna Fîlmê "Apples"

Çarçoveya Çîrokê

"Apples" di siberojeke dîstopîk de hatiye sazkirin ku teknolojiya wê kêm e. Pandemîka cihanî diqewime ku mirov bi qeze bîranînên xwe winda dikin, di nav wan de yên evîndarên xwe yên herî nêzîk. Ceribandinên derûnî nîşan didin ku ew girîngiya eydên û wateya guhertinên jiyana mezin ji bîr dikin.

Karakterê Sereke: Aris

Em bi Aris (Aris Servetalis) re têne nasandin, mêreke navîntemen ku di apartmana xwe ya perîşan de dijî. Ew bênasnameya xwe hişyar dibe û dikeve rêbazeke tedawiyê ku hêvî dike alîkariyê bike kesên birîndar bîranînên xwe ji bîr bînin.

Hêmanên Hêvîbexş

Balkêş e, nîşaneyên zelal hene ku hîn jî çend bîranînên xebera hene. Aris kûçikekî ji avakirina xwe ya berê nas dike. Dema ku ew bi ahengek e, ew dest bi govenda "The Twist" dike, tevgerek ku ew ji ber hişwendatiya (amnesia) xwe bîr nabe. Dîmena dawî, bi riya, dîmena herî kêfxweş a hemû fîlmên 2022an e. Eşkere ye ku ew ezmûneke dîroka watedar û kêfxweş ji derbasbûya bi xwe re bi bîr tîne.

Şîrovekirina Derûnî

Fîlm şîrovekirineke nasbûyî li ser nexweşiyên derûnî bi kar tîne ku yekem car ji aliyê Steven Hyler (1988) di gotara "DSM-III at the Cinema: Madness in the Movies" de hatiye diyarkirin. Ev şîrove diyar dike ku rewşeke tendirustiya derûnî encama rûdanek trawmatîk ê yekane ye.

Nirxandina Terapotîk

Li ser pîvanên heta niha pêşkeftî, "Apples" taybetmendiyên wê yên girîng hene. Tenê 90 xulek e, ji hêla hestyarî ve gihîştî ye û ji karakterên xwe re hêvî û rehmê nîşan dide. Ji girîngiya krîtîk, hêviyê pêşkêş dike ku tevî xerabiya herî zêde, mirov dikarin û dijîn ku bi jiyanên xwe re pêş bikevin.

Encam

Berawirdkirina van her du fîlman nîşaneyên zelal ên krîterên girîng ên hilbijartina fîlman ji bo derûnterapiyê dide me:

"The Whale" tevî ku mijarên klînîkî yên girîng destnîşan dike, ji ber nebûna hêviyê û temsîlkirina bêhêviya jiyanê, ji bo karanîna terapotîk guncav nîne. Ev fîlm dikare ji nexweşên ku bi rewşên hevşêwe re ziyandar be.

"Apples" vê berevajiyê de, tevî ku mijareke kompleks û trawmatîk dişopîne, bi awayekî hêvîbexş û mirovane pêş dikeve. Ew nîşan dide ku mirov dikarin bi jiyana xwe re pêş bikevin û bîranînên nû ava bikin, heta di rewşên herî dijwar de jî.

Ji bo praktîsyenên derûnterapiyê, ev dahûrîn girîngiya hilbijartina bihurî ya fîlman nîşan dide. Ne her fîlmek ku mijarên derûnî dişopîne ji bo karanîna terapotîk guncav e. Prensîbên gihîştina hestyarî, rast temsîlkirin û bi taybetî pêşkêşkirina hêviyê divê di hilbijartina fîlman de bêne hiş û bal.

Derûnsînema dikare amûreke hêzdar a terapotîk be, lê tenê dema ku bi awayekî bihurî û li gorî prensîbên zanistî were bikar anîn. Hêvî avakirina bingehîn a hemû şêwirmendiyên terapotîk e û fîlmên ku em pêşniyar dikin divê vê hêviyê biparêzin û xurt bikin.

Çavkanî

Freud, S. (1968). The standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud. Hogarth Press.

Hyler, S. E. (1988). DSMIII at the cinema: Madness in the movies. Comprehensive Psychiatry, 29(2), 195206.

Wedding, D., & Niemiec, R. M. (2014). Movies and mental illness: Using films to understand psychopathology (4th ed.). Hogrefe Publishing.

Yalom, I. D. (1995). The theory and practice of group psychotherapy (4th ed.). Basic Books.

Zacks, J. M. (2015). Flicker: Your brain on movies. Oxford University Press.

Termên sereke

Derûnsînema (Psychocinema): Karanîna fîlman weke amûreke dahûrîn û têgihiştina rewşên derûnî.

Sînematerapî (Cinematherapy): Karanîna fîlman weke amûreke terapotîk ji bo alîkariya nexweşan di pêvajoya çareseriyê de. Ev rêbaz li ser prensîba ku fîlm dikarin ezmûnên hestyarî û pêvajoyên têgihiştinê pêşkêş bikin ava dibe.

Terapiya Venasînî (Cognitive Therapy): Rêbazeke terapotîk ku li ser veguhertina ramanan û bîrkirinên neyînî û şaş baldar e. Di vê rêbazê de, nexweş fêr dibe ku ramanan û bîrkirinên xwe bi awayekî erênîtir û rastîntir rave bike.

Terapiya Reftarî (Behavioral Therapy): Cureyeke terapiyê ku li ser veguhertina reftar û tevgerên ziyandar baldar e. Ev rêbaz li ser prensîbên fêrbûnê û şert û merckirinê ava dibe.

Terapiya Mirovî (Humanistic Therapy): Rêbazeke terapotîk ku li ser geşedana kesayetiya takekesî û xwe-derbirînê baldar e.

Terapiya Derûnşîkarî (Psychodynamic Therapy): Rêbazeke terapotîk ku ji teoriyên Freud pêk tê û li ser têgihiştina bandorên nayê û derbasbûya kesî li ser reftar û tevgerên niha baldar e.

Terapiya Taybet a Trawmayê (Trauma Specific Therapy): Rêbazên terapotîk ku bi taybet ji bo çareseriya bandorên ezmûnên trawmatîk hatine pêşkêşkirin, wek EMDR, CPT, û PE.

Derûnkolînerî (Psychoanalysis): Rêbaza Freud ya derûnnasiyê ku li ser vekirina nayê û têgihiştina çêkbûna kesayetiyê baldar e.

Derûnbijîşk (Psychiatrist): Bijîşkê taybet ku xwendina bijîştiyê û piştre pisporiya psîkiyatriyê temam kiriye û dikare dermanan jî binivîse.

Perwerdehiya Onlayn (Online Education): Pergala perwerdehiyê ku bi riya înternetê û teknolojiyên dîjîtal pêşkêş dibe.

Deqkirin (Stigma): Neyîniya civakî û cûdakariya ku li ser kesên bi rewşên taybet, bi taybetî nexweşiyên derûnî, tê kirin.

Egerzanî (Etiology): Xebata lêkolînkirina sedem û hêmanên ku dibe sedemê nexweşiyan.

 

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...