Destpêk
Di nav salan de, zanîna derbarê bandora muzîkê ya li ser mirovan de zêde bûye. Lêkolerên nû vê carê dikevin qada balkêş a têkiliya di navbera muzîk û mîkrobiyomê laş de. Mîkrobiyom koma hemû mîkroorganîzmayên ku di laşê mirovan de dijîn e û roleke girîng di tendirustiya me de dilîze. Pirsiyara sereke ev e: Gelo muzîk dikare li ser van mîkrobên biçûk yên ku di nav laşê me de dijîn bandorê bike?
Lêkolînên nûjen nîşanî me didin ku muzîk ne tenê li ser rewş û hestên me bandorê dike, herweha dikare li ser têkiliya navxweyî ya laşê me jî veguhertinê çêke. Di vê nivîsê de, em ê li ser van dîtinên nû bisekinin û bibînin ka çima Mozart di nav van lêkolînan de cihekî taybet digire.
Dîtin
Lêkolerên Çînî bi çend ceribandinên cuda li ser mişkan dîtin ku muzîk bandoreke erênî li ser mîkrobiyoma (microbiome) hûr û rêviyan dike. Dema wan "Flute Quartet in D Major" ya Mozart ji mişkan re lêdan, asta bakteriyên fêdeyî yên weke Lactobacillus di hûr û rêviyên wan de zêde bû. Ev zêdebûn tîr-şahiya hûr û rêviyan ewqasî bilind kir ku enfeksiyonên Salmonella asteng kir.
Di lêkolîneka din de, dema muzîka "Sonata for Two Pianos in D Major" ya Mozart lêdan, bakteriyên sûd û bi fêdeyî zêde bûn û patojen kêm bûn. A balkêş ev bû ku dema dengê sipî (white noise) lêdan, bandorek berevajî çêbû û mîkrobiyoma hûr û rêviyan xirab kir.
Lêkolînan nîşan dan ku cureyên cihê yên muzîkê bandorên cihê çê dikin. Muzîka hênik û aram bakteriyên fêdeyî zêde dike û stresê kêm dike. Li beramberî vê, ‘heavy metal’ stresê zêde dike, bakteriyên patojenîk han û teşwîq dike û dibe sedema windakirina kîloyan.
Herçiqasî lêkolînên li ser mîkrobiyoma hûr û rêviyên mirovan kêm bin jî, lêkolîneka nûjen a Spanî li ser mîkrobiyomên devî (oral microbiome) sekinî. Ew li ser kesên ku nexweşiyên derûnî yên têkildarî bi bêpergaliyên venasînî (cognitive disorders) ve hebûn û kesên saxlem lêkolîn kirin. Encam nîşan da ku muzîk barê patojanan di dev de kêm dike. Bi taybetî li takekes yên ku pirs û girêkên wan ên derûnî û giyanî hebûn, asta Veillonella û Porphyromonas ku bi nexweşiya Alzheimer û norokûl (neuroinflammation) re têkildar in, kêm bû.
Zanayan du rê pêşniyaz kirin ku muzîk li ser mîkroban bandorê dike. Rêya yekem ev e ku muzîk stresê kêm dike, hormona kortîzolê kontrol dike û li ser pergala parastin/îmûnîteyê (immune system) bandorê dike. Bi rêya mîhwera rêvî-mejî (gut-brain axis), ev guhertînan dikarin bigihîjin mîkrobiyomê. Rêya duyem ev e ku lêkolîneka Hindî nîşan da ku mîkrobên di tasên petrî (petri dishes) de dikarin rasterast ji muzîkê bandorê bibînin. A balkêş ev bû ku muzîka ‘heavy metal’ E. Coli û Staphylococcus herî zêde han û teşwîq dikir ku her du jî patojen in.
Bikaranîna Mozart di van lêkolînan de ji "Bandora Mozart" (Mozart Effect) ya salên 1990î tê ku îdîa dikir muzîka Mozart aqilmendiya beyavî/fezayî (spatial reasoning) baştir dike û IQyê (Asta Hiş – AH) bilind dike. Herçiqasî angaşt û îdîayên bingehîn zêdeyî hatine nîşandan jî, Mozart hîn jî di lêkolînên nû de tê hilbijartin.
Ev nêrîn û dîtinên sepanên pratîkî yên balkêş hene. Lêbelê muzîk dikare kedîkirina ajalan hêsan bike, zêdetir kîlo hilîne û ajal zêdetir şîr bidin. Di fabrîkayên kanîzê de, li Berlînê fabrîkayeka kanîzê "The Magic Flute" ya Mozart lê dide ku mîkrobên hezimkirinê han û teşwîq bike. Di terapiya muzîkê (music therapy) de jî dibe ku ev dîtin rêyên nû yên terapî û dermankirinê veke.
Encam
Lêkolînên li ser têkiliya muzîk û mîkrobiyomê hîn jî di destpêkê de ne, lê encamên berê yên balkêş hene. Herçiqasî mekanîzma ne tam zelal be jî xuya dike ku muzîk, bi taybetî cureyên aram û klasîk yên weke Mozart, dikare bandoreke erênî li ser mîkrobên laş bike.
Ev dîtin rêyeka nû ya derman û tedawîkirinê nîşanî me dide ku ne tenê erzantir e, li hemberî antîbiyotîkan jî alternatîfek e. Dibe ku di siberojê de muzîk bibe beşek ji stratejiyên tendirustî yên holîstîk (têkûzî).
Her wisa, pêdivî bi lêkolînên zêdetir ên li ser mirovan jî heye da ku em karibin bi ewle û bawermendî bibêjin ku muzîk dikare "mirovan aram bike" hem ji aliyê derûnî ve hem jî ji aliyê mîkrobî ve.
Çavkanî
American Society for Microbiology - Spectrum Journal: "Effects of Music on Microbiome Composition" (2024) - https://journals.asm.org/doi/pdf/10.1128/spectrum.02377-24
medRxiv Preprint: "Music Intervention and Oral Microbiome Changes in Cognitive Disorders" (2025) - https://www.medrxiv.org/content/10.1101/2025.07.29.25332408v1.full.pdf
Comments
Post a Comment