Destpêk
Fîlmên tirsê ji demên dirêj ve ye yek ji formên herî balkêş ên kelecaniyê
ne ku bi milyonan mirov li seranserê cîhanê li wan temaşe dikin. Lê ev cure
fîlm ji bo her kesî ne serketî ne - hin mirov ji wan pir hez dikin û li
temaşekirina wan digerin, dema ku yên-din bi tevahî ji wan dûr dikevin û
nikarin wan temaşe bikin. Ev diyardeyeke balkêş a derûnî û giyanî ye ku
pêdiviya wê bi lêkolîn û şîrovekirinê heye. Zanyarên derûnnasiyê hewl didin ku fêm
bikin ka çima hin mirov ji van fîlmên tirsdar hez dikin û yên-din kêfa wan jê re
nayên, û çi pirt û parçe di nav fîlman de ne ku tirsê di dilê mirovan de
çêdikin.
Temaşekirina fîlmên tirsê ne tenê kelecaniyek e, lê di heman demê de serpêhatî
û ezmûneke derûnî û giyanî ya kûr e ku bi çandina tirsê, kelecanê û bi şoqê ve
girêdayî ye. Ev serpêhatî û ezmûn ji kesekî bo kesekî din cuda ye û bi gelek hêmanên
derûnî, civakî û takekesane ve girêdayî ye. Lêkolînên zanistî yên di vê qadê de
hewl didin ku vê peywendiya aloz û tevlihev a di navbera temaşevan û fîlmên
tirsê de rave û eşkere bikin.
Çi, Fîlmên Tirsê, Tirsnak Dike?
Cara yekem, divê em li ser tirsa mirinê bisekinin. Ev tirsa bingehîn a
mirovan e, hem ji aliyê felsefî û hebûnî ve û hem jî ji aliyê derûnî û giyanî ve.
Mirov bi rewşeke xwezayî ji mirinê ditirse û ji têgihîştina wê ku rojekê dê mirov
nemîne yê. Di qasî hemû fîlmên tirsê de, mirov bi mirinê re rûberû dibe - yan
jî mirovan di fîlmê tirsê de têne kuştin, yan jî karakterên sereke di bin
xetereyeke mezin a mirinê de ne. Ev xetera domdar a mirinê atmosfereke giranbar
a tirsê çêdike ku temaşevan wê hîs dike. Dema em di fîlmekî de dibînin ku
karakter bi karakter têne kuştin, yan jî lehengê çîrokê di bin xetereyeke mezin
de ye, em bi awayekî xwezayî dest bi proje kirina xwebûna xwe dikin li ser vê
rewşê û bi xwe re hîs dikin ku gelo em jî di vê rewşê de buna me dê çi bikirana.
Ev pêvajoya rengvedanê (projection) yek ji bingehên sereke yên bandora derûnî a
fîlmên tirsê ye.
Tarî jî hêmanek din a pir girîng e di çêkirina atmosfera tirsê de. Em di
zarokatiya xwe ya pêşwext de fêr dibin ku ji tariyê bitirsin, ne ji tariyê bi
xwe, lê ji heyber û tiştên nediyar ên ku ew dikare xwe veşêre û zindî bibe. Di
nav tariyê de, em nikarin bi temamî bibînin ka çi li dora me heye, û ev
nediyarî û nebînina me bandoreke mezin li ser hesta me ya tirsê dike. Piraniya
fîlmên tirsê di saetên tarî yên şevê de diqewimin, û ev rewş ne bêmebestî ye.
Tarî weha fezayeke nediyar û xuya, nenas çêdike ku tê de her tişt mimkin e.
Dema em van fîlman di sînemeyek tarî de, yan jî di odeyek tarî ya malê de
temaşe dikin, bandora wan hêj jî zêdetir dibe, ji ber ku em bi xwe jî di nav
tariyê de ne û hesta nediyariyê bi me re jî heye.
Gereniya berî wê ku tiştek xirab diqewime (suspense) yek ji hêmanên herî
girîng ên fîlmên tirsê ye ku wan ji yên-din cuda dike. Fîlmên tirsê yên herî
bijarte û bandorkirî, wek fîlmên Alfred Hitchcock, bi awayekî pir hişmendane û
hunerî gereniyê çêdikin û bi kar tînin. Gerenî tê wê maneyê ku temaşevan dizane
tiştekî xirab dê biqewime, lê nizane ka kengê û çawa dê biqewime. Ev bêhnêdana
berdewam a ku tiştek xerab dê biqewime, lê nediyarbûna demjimêr û awayê wê
rûdanê, kelecaneke mezin û hesteke dijwar çêdike. Hin ji fîlmên tirsê yên herî
şoqeker jî bêhna temaşevanan bi tevahî diçikîne û çaverêyên wan vediguherînin.
Bo nimûne, lehengê ku em hêvî dikin ku wê xilas bibe tê kuştin yan jî qatil ew
kes derdikeve ku em herî kêm jê guman dikirin. Ev çikandina bêhnê û çaverêyên
temaşevanan bandoreke derûnî a kûr li ser wan çêdike.
Tevdanên bilez û cudabûyî û dengên mezin piştî demek hêdîbarî û bêdengî jî
hêmanek standard ê fîlmên tirsê ne. Ev yek di îngilîzî de bi navê "jump
scare" tê naskirin. Piştî ku çend deqîqe bêdengî û hêdîbarî di fîlmê de
heye, yekcar tevdanek bilez, dengek mezin an jî ronahiyek cuda diqewime. Ev
yekcar bandoreke fîzyolojîk li ser laşê mirovan dike ku pê re tê gotin "startle
response" - cudabûnek bilez ku di wê de laşê me bi awayekî xwezayî bertekan
nîşan dide. Di vê rewşê de, hormonek bi navê adrenalînê bi lez di laşê me de
belav dibe û em hesta kelecanê û tirsê bi awayekî zêde hîs dikin. Ev cure
sahneyên cudabûyinê (jump scares) bi qasî hemû fîlmên tirsê yên modern de bi
domdarî têne bikar anîn.
Şiklên xuya û şikestî, bêrêkûpêk û nexweş, û perçebûna endam û laş jî di
gelek fîlmên tirsê de cihê xwe digirin. Antagonîstên fîlmên tirsê - ango
dijminên sereke yên çîrokê - pirî caran bi awayekî gere, kirêt û tirsdar têne
xuyang kirin. Çewlîka Frankenstein, zombî, Phantom of the Opera û gelek
karakterên din ên bi vî rengî di dîroka sînemayê de cihê xwe yê taybet girtine.
Lêkolînên zanistî yên li ser geşedan û pêşveçûna zarokan yên piçûk nîşan dane
ku tewra zarokên nû hatî dinyayê jî, ku hêj zêde fêr nebûne, dema rûyên ne-asîmetrîk,
xuya-şikestî yan jî bêrêkûpêk dibînin, bi tirsê û nerehetiyê bertekan nîşan
didin. Ev tê wê wateyê ku tirsa me ya ji şiklên xuya ne normal û şikestî
tiştekî siruştî û bingehîn e û di zindeweriya me de cih girtiye. Fîlmên tirsê
ji vê xisleta zindewerî ya me sûd werdigirin û karakterên xuya tirsdar û
şikestî çêdikin.
Muzîka tirsdar û xuya, ku bi îngilîzî pê re tê gotin "spooky
music", jî roleke pir girîng dilîze di çêkirina atmosfera tirsê de. Muzîk
yek ji hêmanên herî bandorkirî yên fîlmê tirsê ye ji bo sazkirina hewa û
atmosferê. Di fîlmên tirsê de, muzîk bi awayekî pir hişmendane tê bikar anîn da
ku hestên tirsê, gereniyê û şokê zêde bike. Teqînên tund ên muzîkê, dengên xuya
û bêhnêdan, û bêdengiyên bilez yên muzîkê hemû bi hev re dixebitin da ku
bandora derûnî a sahneyê zêde bikin. Yek ji nimûneyên herî navdar ên vê
bikaranîna muzîkê sahneyê ya banyoyê di fîlma navdar a ‘Psycho’ de ye, ku tê de
dengên tund ên muzîkê bi lihevdanên kêrê reşker re hevdemî têne xuyang kirin.
Bêyî muzîkê, gelek sahneyên fîlmên tirsê wê ewqas bandorkirî nebûna.
Kî Ji Fîlmên Tirsê Hez Dike û Kî Ji
Wan Dûr Dikeve?
Lêkolînên derûnî û giyanî nîşan dane ku kesên ku di dîmensiyona kesayetiyê
de di asteke berz a lêgerîna hestan (sensation-seeking) de ne ji fîlmên tirsê
pir hez dikin û ji bo temaşekirina wan li gerê wan digerin. Lêgerîna hestan
taybetmendiyeke kesayetiyê ye ku kesên bi vê taybetmendiyê gelek caran li gerê
ezmûnên nû, kelecandar û dijwar digerin. Van mirovan pêdiviya wan bi kelecan û
ezmûnên cuda heye, û fîlmên tirsê ji bo wan formek xweş a pêşwazîkirina vê
pêdiviyê ne. Ev takekes di jiyana xwe ya rojane de jî dibe ku li gerê çalakiyên
metirsdar, wek werziş û aktivîteyên der-asayî, bibin.
Balkêş e ku xuya dibe peywendiyek neyînî di navbera astê hevdilî û empatiyê
û temaşekirina fîlmên tirsê de heye. Ango, kesên ku di asteke bilind de hevdiliya wan hene - kesên ku dikarin bi lez û
bi kûrahî hestên kesên din fêm bikin û bi xwe re hîs bikin - kêmtir ji fîlmên
tirsê hez dikin. Ev bi taybetî ji bo kesên ku meyl dikin ku bi awayekî hestyarî
bi kesên din re têkildar bibin û êşa wan bi xwe re hîs bikin rast e, ku bi
îngilîzî pê re tê gotin "emotional contagion" - ango belabûna
hestyarî. Ev takekes dema karakterek di fîlmê tirsê de têne êşandin yan kuştin,
wan ew êş û xem bi xwe re pir kûr hîs dikin, û ji ber vê yekê fîlmên tirsê ji
bo wan ne kelecaniyek, lê serborî û ezmûneke dijwar û nexweş çêdike.
Ji aliyê zayendê ve, lêkolîn nîşan dane ku bi giştî mêr bêtir ji jinan
meyla xwe ya li ser fîlmên tirsê nîşan didin û ji wan hez dikin. Ev diyarde
dikare ji ber çend sedemên civakî û derûnî be. Di çanda gelek civakan de, ji
mêran tê xwestin û çaverêkirin ku xurt û bêtirs bin, û hez û meyla li ser
fîlmên tirsê dibe ku wek nîşanek vê xurtiyê were dîtin. Lêkolînên di derûniya
civakî de jî pêşniyareke balkêş dikin: Birina hevalekî/e bo temaşekirina fîlmê
tirsê dikare hestên balkêşîdana laşî (physical attraction) bizivirîne û zêde
bike. Sedemê vê yekê ew e ku kesên ku bi hev re fîlmê tirsê temaşe dikin, kelecan
û cuda bûna fîzyolojîk a ku ji fîlma tirsdarî tê carinan wek hestên balkêşîdana
seksî û hestyarî bo hevalbendê xwe têdigihînin. Bi gotinek din, laşê me dema kelecanê
hîs dike, û dema em bi kesekî re ne, em dikarin vê kelecanê bi wî/wê kesî ve
girê bidin.
Encam
Her çend hin lêkolînên zanistî yên girîng li ser derûn û derûnnasiya fîlmên
tirsê hatine kirin jî, ev qada lêkolînê hêj jî pir nû ye û pirsên zêde yên
bêbersiv û bêlêkolînkirî mane ne. Zanayên derûn û derûnnasiyê hêj jî hewl didin
ku fêm bikin ka çawa û çima fîlmên tirsê li ser mirovan bandorê dikin, çi hêmanên
din ên kesayetiyê û serpêhatî û ezmûnên jiyanê rolê dilîzin di vê peywendiyê
de, û gelo çi cure bandorên demdirêj dibe ku van fîlman li ser tendirustiya
derûnî û giyanî ya mirovan hebin. Dibe ku di siberojê de lêkolînên zêdetir pêşiya
me ronî bikin li ser van pirsên ku hêj jî di tariyê de mane ne û em bikaribin
temamî dîmensiyonên derûnî ên peywendiya mirovan bi fîlmên tirsê re fêm bikin.
Ya eşkere ev e ku fîlmên tirsê bêtir ji kelecaniyeke sade ne - ew deriyeke
vekirî ye bo fêmkirin a tirsên bingehîn ên mirovan û awayê ku em bi wan re
mijûl dibin.
Çavkanî
Martin, G. N. (2019). (Why) Do You Like Scary Movies? A Review of the
Empirical Research on Psychological Responses to Horror Films. Frontiers in
Psychology, 10, 2298.
https://www.frontiersin.org/journals/psychology/articles/10.3389/fpsyg.2019.02298/full
Comments
Post a Comment