Destpêk
Derhişî (unconscious), yek ji têgehên bingehîn ên derûnnasiyê ye ku di sedsala bîstan de bi taybetî bi xebatên Sigmund Freud re bûye mijara girangiyek mezin. Di dîroka zanistên derûnî de, têgeha derhişiyê weke hêzek veşartî hatiye nasandin ku reftar û tevgera mirov, hizir û hestên wî vedibirîne bê ku mirov hay ji wê hebe. Derhişî ne tenê di çarçoveya derûnkolîneriyê (psîkanalîzê) de cihê xwe daye, lêbelê di derûnnasiya venasînî (cognitive psychology), norozanistê (neuroscience) û derûnnasiya civakî (social psychology) de jî weke mijarek sereke tê vekolîn.
Li gorî Freud (1915), derhişî weke beşek ji hiş(mind)î tê nîşandan ku tê de bîr(anîn), arezû, xwestek û hest hene ku ji hêz û şiyana zanînê dûr ketine. Ev têgeh di modela topografîk de cih digire ku Freud wê di xebatên xwe yên destpêkê de pêşkêş kiribû. Rêzgirtina li ser têgeha derhişiyê dihêle ku em fêm bikin çawa rûdanên jiyana pêşî û serpêhatiyên neçareserkirî dikarin bandorê li ser rewşa derûnî ya takekesê kamil û mezin bikin.
Modelên Sereke yên Derhişiyê
Modela derûnkolîneriyê (Psychoanalytic Model)
Freud (1923) di modela xwe ya binyadî (structural model) de hiş li sê beşan parve kir: nizimezî (id), ezî (ego) û bilindezî (superego). Nizimezî, beşa herî kevnar a derûnî ye û ji xwestekên bingehîn ên zindewerî û derhişî pêk tê. Ezî, navbeynkariya navbera nizimezî û cihana derve dike, dema ku bilindezî nirxên civakî û exlaqî temsîl dike. Li gorî vê modelê, derhişî bi giranî di naveroka nizimeziyê de cih digire û bi mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) yên wekî tepisandin (repression), înkarkirin (denial) û rengvedanê (projection) tê parastin.
Carl Gustav Jung (1916) têgeha derhişiyê berfireh kir û têgeha derhişiya hevpar (collective unconscious) pêşkêş kir. Li gorî Jung, derhişiya hevpar mîraseke hevbeş a mirovahiyê ye ku tê de arketîp (archetypes) — mîna persona, anîma, anîmûs û siyê (shadow) — cih digirin. Ev arketîp di xewn (dreams), efsane û kevneşopiyên çandî de xwe diyar dikin û hem taybetmendî û xusûsiyetên takekesî hem jî yên derûnî û civakî dixin ber çavan.
Derhişî di Derûnnasiya Venasînî de (Cognitive Psychology)
Di derûnnasiya venasînî de, derhişî bi têgehên mîna pêvajoya xweber (automatic processing) û bîra veşartî (implicit memory) tê fêmkirin. Kihlstrom (1987) pêvajoyên derhişiyê bi rêya şemayan (schemas) û pêvajoyên xwebexş xwe diyar dikin, bê ku kes hay ji wan hebe. Lêkolînên ezmûnî yên wekî testên amadekirina bingehîn (priming) û lêpirsînên IAT (Implicit Association Test) destnîşan kirine ku bawerî û helwestên (attitudes) yên ku takekes bi wan nizane dikarin tevgera wî/wê birêve bibin.
Kahneman (2011) di bîrdoziya xwe ya du-pergalî (dual-process theory) de vê nêzîkatiyê berfireh kir. Wî Pergala 1 (System 1) — ku bilez, xweber û derhişî ye — û Pergala 2 (System 2) — ku hêdî, qestî (deliberate) û zanistî ye — ji hev cuda kir. Ev model dihêle ku mirov baştir fêm bike çawa biryar di jiyana rojane de tên girtin û çawa alozî û pêşhikmiyên venasînî (cognitive biases) ên derhişî dikarin bêwateyî li ser hilgirtina biryaran bandorê bikin.
Derhişî di Norozanistê de (Neuroscience)
Di warê norozanistê de, lêkolînên norowêne (neuroimaging) destnîşan kirine ku gelek pêvajoyên derûnî yên girîng di astên derhişî de li mêjiyê pêk tên. Pergala limbîk, bi taybetî amîgdala, di rêvekirina hestên derhişî de rolek sereke dilîze. Dehaene û Changeux (2011) bi xebata xwe ya li ser bîrdoziya cihana xebatê ya gerdûnî (global workspace theory) destnîşan kirine ku agahdarî dikare di astên derhişî de bê hesibandin û bandorê li ser reftar û tevgerê bike bê ku bigihîje asta zanînê.
Bandorên Pratîkî ya Derhişiyê
Têgeha derhişiyê di pratîka derûnî de xwedan girîngiyek mezin e. Di derûnterapiyê (psychotherapy) de, armanca sereke eşkerekirina naveroka derhişiyê da ku nexweş karibin bi rûdanên neçareser re rû bi rû bibin û wan hilbiweşînin. Teknîkên wekî şîroveyên xewnan (dream interpretation), vegotin û bibîranîna azad (free association) û dahûrîna bê-sozên zimanî (parapraxes) têne bikaranîn da ku naveroka derhişî asteng bê.
Di dermankirina Nexweşiya Stresa ya Piştî Trawmayên – NSPT (Post-Traumatic Stress Disorder – PTSD) de, têgihiştina pêvajoyên derhişî yên bi bîranînên travmatîk (traumatic memories) re girêdayî pir girîng e. Lêkolîn nîşanî me daye ku saw û tirsên derhişî û bertekên hestî (reaksiyonên emosyonel) ên têkildarî travmayê dikarin bi rêya terapiyên mîna EMDR û terapiya venasînî-reftarî (Cognitive Behavioral Therapy) werin kêmkirin (Van der Kolk, 2014).
Di warê derûnnasiya civakî de, lêkolîn li ser alozî û pêşhikmiyên derhişî (implicit biases) destnîşan kiribe ku mirov bi awayên derhişî li gorî etnîsîte, zayend û statûya civakî cûdahiya wan heye. Ev kifş bandorên wê yên girîng li civaknasî û polîtîkayên civakî jî hene; ev nîşan dide ku têgehên derhişî ne tenê ji jiyana takekesî, lêbelê di saziyên civakî de jî rolên girîng dilîzin (Greenwald & Banaji, 1995).
Encam
Derhişî, têgehek pêvajoyî ya berfireh e ku di perspektîfên derûnkolînerî (psîkanalîtîk), venasînî û norozanistê de bi awayên cuda tê şîrovekirin. Ji modela topografîk ya Freud bigire heta lêkolînên nûjen ên norowêne, rûdanên bargiran destnîşan dike ku beşeke girîng a jiyana derûnî ya mirov li derveyî zanîna wî/wê diqewime. Têgihiştina van pêvajoyên derhişî ne tenê ji bo zanistê girîng e, lêbelê ji bo pratîka klînîkî, siyaseta civakî û têgihiştina xwe-zanînê jî qedr û qîmeta wê heye.
Di serdema nûjen de, lêkolînên norozanistê û derûnnasiya venasînî modela derûnkolînerî ya kevneşop hem erê dikin hem jî pêşve dibin. Têkiliya navbera derhişiye û zanînê, navbera mêjî û derûnî, berdewam weke yek ji pirsgirêkên bingehîn ên zanistên venasînî (cognitive sciences) û felsefeya zihn û derûnî (philosophy of mind) dimîne. Di siberojê de, lêkolînên navdisîplîn ên ku derûnnasiyê, norozanist û zanistên venasînî dikin yek, fêmkirina me ya derhişiyê û bandorên wê li ser jiyana mirov bêtir zengîn bikin.
Çavkanî:
Dehaene, S., & Changeux, J. P. (2011). Experimental and theoretical approaches to conscious processing. Neuron, 70(2), 200–227. https://doi.org/10.1016/j.neuron.2011.03.018
Freud, S. (1915). The unconscious. Standard Edition, 14, 159–215. Hogarth Press.
Freud, S. (1923). The ego and the id. Standard Edition, 19, 3–66. Hogarth Press.
Greenwald, A. G., & Banaji, M. R. (1995). Implicit social cognition: Attitudes, self-esteem, and stereotypes. Psychological Review, 102(1), 4–27. https://doi.org/10.1037/0033-295X.102.1.4
Jung, C. G. (1916). Psychology of the unconscious. Moffat, Yard and Company.
Kahneman, D. (2011). Thinking, fast and slow. Farrar, Straus and Giroux.
Kihlstrom, J. F. (1987). The cognitive unconscious. Science, 237(4821), 1445–1452. https://doi.org/10.1126/science.3629249
Van der Kolk, B. A. (2014). The body keeps the score: Brain, mind, and body in the healing of trauma. Viking.
Comments
Post a Comment