Destpêk
Teknolojiya
Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) di vê serdemê de bi lez pêşve diçe û di
gelek qadan de şoreşeke mezin kiriye û dike. Ev geşedanên nû bi taybetî di
warên tendirustiyê (healthcare), veguhastinê (transportation) û lêkolînê
(research) de xwe nîşanî me didin. Sê nûçeyên ku li jêr têne dahûrînkirin,
tabloya vê geşedan û pêşketinê bi awayekî zelal destnîşanî me dikin.
1. Hişê Çêkirî Dest bi Nivîsandina Reçetan Kir
Di eyaleta
Utah a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê – DYA (USA) de, pîrketiya teknolojiyê ya
bi navê Doctronic pergaleke HÇê (AI system) pêşxist û destûr da vê pergalê ku
nûkirina reçetan (prescription renewal) bike. Ev pergal karibûye reçeteyên 190
dermanên cuda yên ku di dermankirina nexweşiyên domdar (chronic diseases) de —
wekî tansiyona bilind (hypertension), şekir (diabetes) û depresyonê — tên bikar
anîn, nû bike. Lêbelê, dermanên êşkujî (painkillers) yên ji bo nexweşiya kêmbûna
balê û hîperaktivîteyê (ADHD) û madeyên ku ji ber xetereya bengîtî û girêdanê
bi hişkî têne kontrol kirin, ji vê pergalê dûr hatine xistin.
Di rewşên
tevlihev ango rûdanên girêkî (complex cases) de, pergal bixweber nexweş ji
bijîşkekî re dişîne. Her çend di destpêkê de encamên ku Hişê Çêkirî hilberîne
ji aliyê bijîşkan ve werin nirxandin jî tê texmînkirin ku ev bernameya pîlot
(pilot program) di demeke kurt de bibe yek ji nimûneyên sereke yên bikaranîna
pergalên otonom (autonomous systems) di bijîşkiyê de.
2. Robotên Sohbetê Ketin Wesayîtan
OpenAI
taybetmendiya sohbeta dengî (voice chat) ya ChatGPTê bi riya Apple CarPlay xist
xizmetê. Bi nûvekirina iOS 26.4 re, ajokar (drivers) dikarin ji ekrana wesayîtê
(vehicle screen) bi ChatGPTê re bi dengî biaxivin. Ev pergal tenê bi dengî
dixebite — bêyî ku dest bigihîje ekranê, mirov dikare pirs bike, agahiyên kurt (summary
information) bixwaze an sohbet bike. Heta niha, ChatGPT erkên wesayîtê (vehicle
functions) kontrol nake û gihîştina wê ya serîlêdana navîgasyonê (navigation
application) jî tune ye.
3. Hişê Çêkirî Xwe Bi Xwe Pêşve Dibe
Pergalên
Hişê Çêkirî niha dikarin testên baştirkirinê (improvement tests) yên ku
performansa xwe zêde dikin, bi serê xwe pêk bînin. Projeya AutoResearch ku di
vî warî de xwe nîşanî me dide, di dema perwerdehiyê (training process) ya
modela zimanî (language model) de veguherînên biçûk çêdike û bandora her veguherînê
cihêcihê diceribîne. Guherînên ku performansê zêde dikin tên parastin; yên ku
têk diçin tên jêbirin. Bi vî awayî, baştirkirinên ku dê ji aliyê mirovan ve di
demeke dirêj de bêne kirin, bi ceribandinên pirjimar û bidisîplîn, bi lez û
bixweber têne pêkanîn.
Bi heman
awayî, nêzîkatiya Ban/Meta Harnessê ya ku vê dawiyê hate pêşxistin, ne li ser
modela xwe, lê li ser baştirkirina pergalê (system improvement) ye — ango
diyarkirina qaydeyan ku model li gorî wan dixebite. Bi gotineke din, Hişê
Çêkirî dest pê kiriye ku binyada (infrastructure) ku bandor li ser hilberîna encaman
dike jî baştir bike. Ev geşedanan nêzîkatiyeke nû di lêkolîna Hişê Çêkirî de
nîşanî me didin: Mirov sînorên veguherînan destnîşan dikin, Hişê Çêkirî jî bi
ceribandinên pirr û rûtîn (routine) pêvajoya baştirkirinê bilezûbez dike.
Encam
Ev sê nûçe
bi hev re tabloyekê didin me ku Hişê Çêkirî êdî ne tenê amûrek alîkar e, lê
pergaleke ku dikare biryarên krîtîk bide, bi mirovan re têkilî deyne û xwebixwe
pêşve bibe. Karanîna Hişê Çêkirî di bijîşkiyê de (medical AI) geşedaneke girîng
e; lê mijarên wekî ewlehiya nexweş (patient safety) û berpirsiyariya bijîşkî
(medical responsibility) divê bi baldarî werin nirxandin. Entegrasyona
(integration) ChatGPTê di wesayîtan de nîşan dide ku têkiliya mirovan û Hişê
Çêkirî rojane û xwezayî dibe. Pergalên xwe-pêşxistinê (self-improving systems)
jî pirsên bingehîn li ser kontrola mirovan a li ser Hişê Çêkirî – HÇ (human
control over AI) radikin.
Di encamê
de, divê ev geşedanên teknolojîk bi çarçoveyeke sinc û exlaqî (ethical
framework) û qanûnî (legal framework) ya xurt werin birêvebirin.
Çavkanî
- Doctronic. (n.d.). AI
prescription renewal system. https://tinyurl.com/yz...
- OpenAI. (2026). ChatGPT
voice feature on Apple CarPlay via iOS 26.4. OpenAI Blog.
- AutoResearch Project & Meta
Harness. (2026). Self-improving AI systems: Autonomous optimization of
language models. AI Research Publications.
Comments
Post a Comment