Destpêk Trawmayên civakî — ango rûdanên dîrokî yên ku bandoreke kûr, zûr û demdirêj li ser civakê dikin — dibin sedema birînên hevpar (kolektîf) ên ku ji nifşan derbasî nifşên din dibin. Ev trawma dikarin ji şer, koçberiya bi darê zorê, jenosîdê, zordariya dewletê an jî felaketên siruştî û xwezayî çêbibin. Di dîroka mirovahiyê de gelek mînak hene ku destnîşan didin ka çawa trawmayên wiha dikarin bandorê li nasnameya civakî (social identity), çanda civakê û pêwendiyên di navbera kom û takekesan de bikin. Di vê nivîsê de, em ê bi nêrîneke derûnkolerî (psychoanalytic) li pêvajoya tedawiya trawmayên civakî binêrin û lê bikolin ka çawa civak dikarin bi van serpêhatiyên dijwar re serî derxin. Em ê bi taybetî li ser giringiya bîra hevpar (kolektif), rola şahidiyê û pêvajoya şînûşûnê rawestin û binêrin ka çawa saziyên civakî, polîtîkayên dewletê û çalakiyên civaka sivîl dikarin di vê pêvajoyê de alîkar bin. Nivîs dê bi taybetî li ser teorî û pratîkên ku ji serpêhatiyên welatên weke Kurdi...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی