Skip to main content

Posts

Showing posts from July, 2026

TÛJAHIYA ÎSOTÊ

Cihana xwarinê gelek têvel û curbicur e û tûjahiya xwarinê yek ji van cudahiyan e ku herî zêde nakok e. Hinek kes bêyî sos an îsotên tûj nikarin xwarinê bixwin, lê hinek din ji wê sosê, tûjiyê û êşê ku li ser zimanê xwe hîs dikin kêfxweş dibin. Ev cudahiya mezin di navbera mirovan de pirsa "gelo ev bi rastî tam e, an tiştekî din e?" derdixe holê. Zimanê mirovan xwedî wergirên (receptors) taybet e ji bo her cure çêj û tahmê — şêrîn, şor, tirş, tehl û tahma goşt. Lêbelê, tûjahî ne di nav vê lîsteyê de ye; ew bêtir weke çêj û tahmeke serbixwe tê hesibandin. Sedem ev e ku hestê tûjahiyê ne ji wergirên tahmê, lê ji wergirên êşê û germê tê ku bi navê TRPV1 tê zanîn. Ev wergir bi xwezayî ji bo hîskirina germahiya bilind (weke 43°C û zêdetir) çalak dibe. Kîmyewiyeke bi navê kapsaîsîn "capsaicin" ku di îsotên tûj de bi taybetî li dora bizr û tovan tê dîtin, dikare van wergiran çalak bike bêyî ku germahiyeke rastîn hebe. Ji ber vê yekê, laş weke ku bi rastî tê şewitandin...