Destpêk
Trawmayên
civakî — ango rûdanên dîrokî yên ku bandoreke kûr, zûr û demdirêj li ser civakê
dikin — dibin sedema birînên hevpar (kolektîf) ên ku ji nifşekî derbasî nifşên
din dibin. Ev trawma dikarin ji şer, koçberiya bi darê zorê, jenosîdê,
zordariya dewletê an jî felaketên siruştî û xwezayî çêbibin. Di dîroka
mirovahiyê de gelek mînak hene ku destnîşan didin ka çawa trawmayên wiha
dikarin bandorê li nasnameya civakî (social identity), çanda civakê û
pêwendiyên di navbera kom û takekesan de bikin.
Di vê
nivîsê de, em ê bi nêrîneke derûnkolerî (psychoanalytic) li pêvajoya tedawiya
trawmayên civakî binêrin û lê bikolin ka çawa civak dikarin bi van serpêhatiyên
dijwar re serî derxin. Em ê bi taybetî li ser giringiya bîra hevpar (kolektif),
rola şahidiyê û pêvajoya şînûşûnê rawestin û binêrin ka çawa saziyên civakî,
polîtîkayên dewletê û çalakiyên civaka sivîl dikarin di vê pêvajoyê de alîkar
bin.
Nivîs
dê bi taybetî li ser teorî û pratîkên ku ji serpêhatiyên welatên weke
Kurdistan, Afrîkaya Başûr, Şîlî û Almanyayê derketine holê bisekine û hewl bide
van ezmûnan bi rewşa çar parçeyên Kurdistanê re bide ber hev. Armanc ew e ku
balkişandinek were çêkirin li ser girîngiya tedawiya trawmayên civakî ji bo
avakirina civakeke demokratîk û aştiyane; ji ber ku tenê bi rûbirûbûna dîroka
trawmatîk re û bi afirandina mekanîzmayên lihevhatinê, civak dikarin ji çerxa
tundî û tolhildanê derkevin.
Şînûşûna Trawmatîk (Traumatic Mourning)
Kurd,
ji ber qedexeyên şînûşûnê (mourning bans) ên tirk, ereb û faris ku wek
ferzeke mêjî ya bêdawî li ser wan hatiye ferzkirin, xwedî welatekî şînûşûndar
in — welatekî ku şînûşûnên ji nifşekî derbasî yê din dibin, her dem tê de tên
jiyîn. Li welatên ku tirk, ereb û faris serdest in û kurd bindest in, kurd bi
domdarî wek “yê-din ên dijmin” (enemy others) hatine binavkirin; dewletê
her tişta bi hebûna kurdan ve girêdayî qedexe kiriye, wê hêsanî neda ku şînûşûna
wan di qada giştî de bê girtin. Beşên berfireh ên civakê, di bin tirs, dehşet û
bêçaretiya trawmayên civakî yên ku faîlê wan dewletên ereb, tirk û faris bûn de
man û windahî û êşên xwe ne di qada giştî de, lê bi veşartî û bêdeng jiyîn.
Civakên
ku ji ber nasnameya xwe ya civakî rastî trawmayê hatine, her tim hatine hiştin
ku êşên xwe di qûl û qûrçên dil de bikişînin. Hin ji wan xwestin eşkere şînûşûna
windahiyên xwe bigirin, lê tucaran “şahidên baş ên têrker” (good enough
witnesses) ên ku rastiya trawmatîk a kurdan qebûl bikin peyda nebûn û ji ber vê
yekê “karê şînûşûnê” (mourning work) neqediyayî ma.
Şînûşûna
civakî (social mourning) ne tenê vegotina êşên xwe ji yê-din re û ne jî
têgihîştina êşên yê-din e; “karê şînûşûnê” hewce dike ku yê-din ên ku fêm
dikin, bi wê têgihîştinê tiştekî bikin — anku ew biguherîne kiryarekê.
Dagirkerên Kurdistanê bi qedexeyên şînûşûnê asteng kirin ku bîranînên bobelatan
— ji qetilkirin û koçberiya kurdan heta şewitandin û valakirina gund û bajaran
— di bîra hevpar a civakî (collective/social memory) de bên qeydkirin. Di
dirêjahiya dîroka Komarên dagirker de, “aqilê dagirkeran” (occupant mind) her
tim biryar da ka çi divê neyê jibîrkirin û çi divê neyê bîranîn.
Encama
vê siyaseta bîr û jibîrkirinê ew e ku niha beşek girîng ê civakê xwedî “bîrên
sexte” (fake memories) ye — bîrên ku ji aliyê wê zihniyeta dagirker û medyaya
di bin kontrola wê de hatine şekilandin. Ligel vê, kurdên ku rastî trawmayê
hatine, di dora rûdanên trawmatîk ên ku nikarîbûn di bîra hevpar de bên
qeydkirin de, “bîrên civakî” yên îzolekirî û nasnameyên girtî ava kirine. Van
nasnameyên komî yên li ser bîranînên trawmatîk hatine avakirin, ji nasnameyê-din
ên li ser trawma û hesasiyetên cuda hatine honandin dûr ketine û bi tena serê
xwe mane.
Nekarîna
nivîsandina çîroka ‘xwe’, hevpariya civakî bi rêya bîra hevpar û şiyana em
hevdiliyê (empathy) bi çîrok û bîranînên cuda re çêbikin, hemû wêran dibin.
Weke civakên di nav bîranîn, çîrok û hestên hevdijber de noqbûyî, jiyîna bi hev
re dijwar dibe. Di civakekê de ku em yê din wek faîlê êşa xwe ava dikin, gava
pêşîn a jiyaneke bi hev re ew e ku em yê din wek “şahidê baş ê têrker” ê êşa
xwe ava bikin. Ev şahidî ye ku li şûna nasnameyên safî û mutleq, nasnameyên
“tevlihev” (hybrid identities) — ku tê de yê din di me de, em jî di yê din de
tên dîtin — dike mumkin.
Derbasbûn
ji dabeşiya “em û yê-din” a ku neteweperestiyê tûj kiriye, ber bi nasnameyên
tevlihev ve, tenê bi wê pêkan e ku civakên cuda di qada giştî de bi hev re şînûşûna
windahiyên xwe bigirin. Lê karê şînûşûna civakî tenê di hawirdoreke ewle û
demokratîk de dest pê dike û diqede, çimkî şînûşûn di xwe de derxistina holê ya
rastiya trawmatîk, rûbirûbûna civakî bi rastiyê re, hesabpirsîn û — belkî jî —
lêbûrînê dihewîne.
Bîranînên Trawmatîk û Hişmendî
Rûdanên
trawmatîk (traumatic events), ên ku hestên tûj ên wek tirs, dehşet,
bêçaretî û hêrs pê re ne, li hemberî sembolîzekirin û çîrokkirina xwe berxwe
didin. Şopên van bîranînan sînorên gotinê ya sembolîk derbas dikin: serhildana
hisî û hestî ya ku rê li trawmayê vedike di bîra laş (bodily memory) de tê
qeydkirin. “Bîra trawmatîk” (traumatic memory) cihê îmajên hisî û hestên tûj e
— dîmen, deng, destlêdan, bîhn — ên ku nayên ragirtin.
Hişmendî
(consciousness) nikare têkiliya xwe ya “bang-bersivdan” a normal a bi bîrê re
bi bîra trawmatîk re bidomîne. Şopên bîra trawmatîk bêyî ku bên bangkirin
dikevin hişmendiyê; “peywendiyên şikestî” (fragile contacts) jî bes in ku ew
hişmendiyê dagir bikin. Lê hişmendî, mîna “aqilê dagirkeran”, dixwaze bi
destxistina yekdestiya jibîrkirin û bibîranînê xwe ava bike; ji ber ku xwebûn
(self) bi rêya çîrokkirin û rêxistinkirina qeydên bîra hişmend an otobiyografîk
tê avakirin — ango bi bibîranîn û jibîrkirinê.
Şopên
bîra trawmatîk li hemberî vê mekanîzmaya bingehîn a çîroka xwebûnê berxwe
didin; azadiya me ya jibîrkirin an bi daxwaza xwe bibîranînê tune ye. Ji ber vê
yekê, li gorî Freud (Freud, 1914), di kokê êşên giyanî de ne tenê tiştên
ku tên bibîranîn, lê bi taybetî “tiştên ku hatine jibîrkirin” hene. Ew wek
şopên bîrê yên çalak, bêyî ku bên gazîkirin tên û herçiqas neyên bibîranîn jî,
bi bandorên xwe yên nerasterast di navenda çîrokên xwebûnê de bi cih dibin. Bi
vî awayî, şopên bîra trawmatîk bi rêya bibîranîneke bêkontrol û zêde,
hişmendiyê her dem “tacîz” dikin.
Ya ku
tê bibîranîn ne çîrokeke rêxistî ye ku bersivê dide pirsên “çi bû, çima bû,
çawa bû, min çi hîs kir, ger dîsa bibe ezê çi bikim”; berevajî wê, îmajên
perçebûyî, bêdeng û tirsnak in. Zêhn, bi rêya bibîranînên dubarebûyî yên zordar
(flashback) hewl dide bersivên van pirsan bibîne û bi sembolîzekirina
serpêhatiya trawmatîk wê watedar bike. Di vê çarçoveyê de, dubarekirina
kompulsîf a trawmayê dikare wek lêgerîneke wateyê, an jî wek lêgerîneke “rastî
û lihevhatinê” (truth and reconciliation) ya ku zêhn bi xwe destpê kiriye were
xwendin; çimkî rastiya giyanê tenê di nava pergala sembolîk de dikare bê
avakirin.
Her
bibîranîna ku nikare di pergala sembolîk de bê qeydkirin, dê dîsa trawmatîze
bike. Sembolîzasyon, mîna çêkirina fîlmekê ji îmajên tirsnak ên bêkontrol e —
pêvajoyeke ku tenê di hebûna yê din ê guhdar û têgihiştî de gengaz dibe. Ji bo
ku mirov ji bandora bibîranînên dubarebûyî rizgar bibe, hişmendî gelek caran
çîroka xwe ya ku bîranînên trawmatîk xerakirine napejirîne û rûpeleke nû vedike;
parçebûna hişmendiyê bi vî awayî dibe yek ji manewreyên serederiyê yên herî
pirr tên bikaranîn. Heta ku bîranînên trawmatîk dernekevin holê, hişmendiya
parçebûyî dikare aliyê xwe yê birîndar “jibîr bike” — jibîrkirinek ku bi xwe di
nav nîşanan (symptoms) de dimîne.
Xwebûneke
ku rastî êrîşên nişkave yên hîs û hestan tê, dikare bi vegirtina nav xwe,
pasîfbûnê an jî bi “xewîna giyanê” (psychic numbing) bertekê nîşan bide,
çimkî avakirina çîroka xwebûnê li ser baweriya berdewamiyeke jiyanê disekine.
Yek ji encamên dawî yên vê hewcedariya kontrolê, zîqbûna tolhildanê (revenge
fixation) ye, ku tê de êrîşkar dibe qurbaneke pasîf û mexdûr bi xwe jî dibe
mijareke êrîşkar — mexdûr nasnameya xwe li ser fanteziyên tolhildanê yên ku
wêneyê neynikê yê trawmayê ne ava dike, lê îmaja êrîşkar hê jî di navenda
jiyana wî de dimîne, ango hê jî xulamê trawmayê ye. Xala din jî penaberina bi
hêz e — xweşibandin bi êrîşkar re, ku jê re “sendroma Stockholm” (Stockholm
syndrome) tê gotin. Bi vê xweşibandinê, mexdûr dikeve xapînokiya ku dikare
bi zimanê deynkirî yê êrîşkar çîroka xwebûna xwe ya birîndar binivîse; lê bi
bikaranîna zimanê êrîşkar destgirtina Rastiya ‘xwe’ ya trawmatîk ne gengaz e.
Civakên Trawmatîzekirî û Nasnameya Îzolekirî
Di
avakirina çîrokên civakên ku rastî trawmayên girseyî hatine de, taybetmendiyên
pir nêzî hev tên dîtin. Endamên civaka mexdûr, herçiqas wisa xuya bikin ku
trawmayên xwe yên girseyî di derbasbûyê de veşartine û jibîr kirine jî, bi
hişkbûn an zêdegaviyên di awayê pêwendîdanîna wan a bi jîngeh û derdora xwe re,
şopên veşartî yên trawmayê digihînin nifşên ciwan. Bi taybetî di trawmayên
civakî yên ku di derbasbûyê de nemane, lê hê jî didomin de, derbasbûna bandora
navnifşî (intergenerational transmission) ya trawmayê pratîkî nagengaz e ku
nebe.
Bîra
trawmatîk a civaka mexdûr ji nifşekî derbasî nifşê din dibe û bi serpêhatiyên
nû yên trawmatîk xurt dibe. Nasnameya civakî ya îzolekirî ya li dora trawmaya
hevpar hatiye avakirin, bi zindîhiştina berdewam a wê trawmayê — ku hêmana
bingehîn a nasnameya wê ye — xwe xurttir dike. Yên li derveyî civakê êdî “yê-din”
in ku ne mumkin e êşên wan bên fêmkirin û ku bixwe jî naxwazin ew êş bên
fêmkirin.
Ev
girêdana ber bi hundir ve, ne tenê encama nebûna şahidên baş e; ew jî bi
berteka qutkirina pêwendiyê (disconnection response), ku yek ji bandorên
sereke yên trawmayê ye, tê ravekirin. Hêmana herî girîng a ku hêzê dide
mexdûrên trawmayê da ku bi trawmayê re serî derxin, zanîna wan a ku di pêvajoya
serpêhatiya trawmatîk de ne bi tena serê xwe bûne ye. Mexdûr dixwaze hîs bike
ku hebûna razber a şahidan li ber çavan e — û ev şahid dikare kesên berbiçav ên
wek endamên malbatê û cîranan, an jî hêmanên razber ên wek baweriyên siyasî û
olî bin. Hebûna “yê sêyem” alîkar e ku mexdûr li dijî hestên tenêtî, bêxwedîtî
û bêçaretiyê rabe ser piyan.
Lê bi
gelemperî, di trawmayên dijwar de, mexdûr êşên ku nakevin nav şemayên xwe yên
zihnî dijî û hîs dike ku hemû şahidên razber an berbiçav ew terk kirine —
tenêtiyeke kûr. Ji ber vê taybetiyê, trawma dibe sedema erdhejeke hebûnî
(existential earthquake) û hewcedariyeke ji nû ve li xwe, li cîhanê û li
siberojê were nêrîn (reoryantasyon) çêdike. Bertekên xwegirtin û qutkirina
pêwendiyê bi derdorê re, encama vê baweriyê ne ku êşa ku nayê gotin, bi tenêtî
û bêçaretî tê jiyîn û tu kes nikare wê fêm bike.
Rola Şahidiyê û Pêvajoya Şînûşûngirtinê
Di
welatên ku trawmayên girseyî lê hatine jiyîn de, “lihevhatina” civakî ya ku tê
lêgerîn nabe, fêmkirin weke lihevhatina rasterast a êrîşkar û mexdûr e.
Lihevhatin li vir, pêşkêşkirina şahidiyên baş ên kesên ku ji ber nebûna şahidên
baş, bûne hevparên sûcê hevpar, bi naskirina êşa mexdûr e. Mexdûr, bi ser van
şahidiyên qenckirî re, pêşî bi xwe re lihev tê û ji xwegirtina ku trawmayê rê
lê vekiriye, bi lihevhatina bi yê-din re rizgar dibe.
Ji bo
ku mirov ji bandorên trawmaya civakî an takekesane rizgar bibe, pêvajoyeke
sê-qonaxî pêwîst e. Qonaxa yekem, afirandina hawirdoreke ewlehiyê ye ku mexdûr
careke din rastî trawmayê neyê; bêyî wê ewlehiyê behskirina başbûn an
rizgarbûnê nagengaze. Qonaxa duyem, bibîranîn û karê şînûşûnê (grief/memory
work) e — pêwîst e mexdûr pêşî ji gêjoka rûdanên trawmatîk rizgar bibe berî ku
vê qonaxê bijî.
Di
gelek welatên ku trawmayên girseyî lê hatine jiyîn de — Kurdistan, Spanya,
Şîlî, Îran, Tirkiye û hwd. — dirêjbûna pêvajoya şînûşûna civakî girêdayî
parastina desthilatdariya faîlan û berdewamiya tirsa ku trawmayên nû yên wekhev
dikarin dîsa bên jiyîn e. Li Kurdistanê jî, di destpêka nîqaşkirina trawmayên
dîrokî û civakî yên nêzîk de, hêzên zihniyet û saziyên ku faîlên van trawmayan
bûn, dest bi windakirina hêza xwe ya di bloka desthilatiyê de kirine. Xebata
bîra civakî an şînûşûn, di vê çarçoveyê de, pêvajoyeke siyasî ye û tenê bi rêya
siyasetê dikare bilez bibe.
Pêvajoya
şînûşûngirtinê, hemû çalakiyên zihnî ne ku takekes an civak ji bo bibîranîna
temsîla zihnî ya tiştê ku winda kiriye, ji nû ve lê nêrîn û wateyakirina vê
têkiliyê dikin. Şînûşûna ku piştî windahiyên trawmatîk tê girtin, ji nû ve
nivîsandina çîroka mexdûr e — çîrokeke ku bi tacîzên bêdawî yên rûdana
trawmatîk xerabûyî bû — bi gotin û sembolîzekirina serpêhatiya ku li pêş gotinê
hatiye kilîtkirin. Bibîranîn ne xebateke ku takekes an civak bi tena serê xwe dikin
e; bibîranîn tenê di hebûna yê din de, bi şahidan re, watedar dibe.
Terapîstên
ku di dema dîktatoriya leşkerî li Şîliyê de bi mexdûrên trawmayê re xebitîne,
“derûnterapiya şahidiyê” (testimony psychotherapy) pêşxistin — rêbazek
ku paşê bandor li rêbazên Komîsyona Rastî û Lihevhatinê (Truth and
Reconciliation Commission) ya Afrîkaya Başûr jî kir (Tutu, 1999). Di vê
tedawiyê de, mexdûr û hevpeyvkar bi hevkarî çîroka trawmatîk vedigotin û tomar
dikirin; paşê lêkolîn û nirxandinên berfireh li ser çîrok û hîs û pêjnên pê re
dihatin kirin. Di dawiya xebateke ku di navbera 12 heta 20 civînan de dom
dikir, çîroka bi hev re hatibû xebitandin, dîsa dihat nivîsandin û tomarkirin,
di sê nusxeyan de dihat amadekirin: yek ji mexdûr re, yê-din jî ji arşîv û
rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan re dihatin şandin. Ferqa herî girîng a
vê tedawiyê ji yê-din ew bû ku terapîst rastiya tiştên jiyayî bêkêmasî erê
dikir û şahidiya wan dikir.
Li
gorî Judith Herman, di pirtûka wê ya Trawma û Başbûn (Trauma and
Recovery) de, tedawiya mexdûrên trawmayê sê qonax dihewîne. Qonaxa yekem,
avakirina ewlehiyê ye — di asta ferdî de kontrola laş, di asta civakî de jî
avakirina hawirdoreke ewle. Qonaxa duyem, bibîranîn û şînûşûngirtin e —
vegotina rûdana trawmatîk û lêgerîna wateya wê, pêvajoyeke ku dikare demeke
dirêj bikişîne. Qonaxa sêyem, pêwendîdanîna ji nû ve ye, ango nûşiyan
(resilience) — avakirina têkiliyên nû li ser bingeha nasnameya nû ya piştî
trawmayê. Herman destnîşan dike ku ev qonax ne qat-qat û xêz-rast in; dibe ku
mexdûr careke din vegere qonaxên berê, wek din, dema ku di qonaxa duyem de
çîroka xwe dibêje û hewcedariya wî/wê bi ewlehiyê ji nû ve zêde dibe.
Qonaxên Başbûna Civakî: Kurdistan wek Mînak
Bi
eynî mantiqê, em dikarin behsa qonaxên wekhev ên başbûnê li asta civakî jî
bikin. Qonaxa yekem, avakirina ewlehiya civakî ye — ku pêwîst dike rê li ber
dubarebûna trawmayê bê girtin û saziyên demokratîk bên avakirin. Qonaxa duyem,
vegotina çîroka trawmatîk a civakê ye, ku dikare bi rêya komîsyonên rastiyê,
muzeyên bîranînê û bernameyên perwerdehiyê pêk bê û armanca wê ew e ku civak bi
rastiya xwe ya trawmatîk re rû bi rû bibe û wê di nav çîroka xwe ya neteweyî de
bi cih bike. Qonaxa sêyem jî ji nû ve avakirina civakê ye, li ser bingeha
nasnameyeke nû ya piştî trawmayê.
Di vê
çarçoveyê de, dikare were gotin ku Kurdistan hê di qonaxa yekem de ye: rê li
ber dubarebûna gelek trawmayan hê nehatiye girtin û saziyên demokratîk hê bi
tevahî nehatine avakirin. Lêbelê, hewldanên ji bo vegotina çîrokên trawmatîk ên
civakê hene û ev hewldan dikarin wek gavên pêşîn ên ber bi qonaxa duyem ve bêne
dîtin. Divê were diyarkirin ku her sê qonaxên başbûna civakî hewcedariya wan bi
demeke dirêj heye û dikarin bi hev re pêş bikevin, lê bêyî qonaxa yekem —
ewlehî — qonaxên din nikarin bi awayekî bandorker pêş bikevin.
Rola Saziyan, Medyayê û Perwerdehiyê
Di
pêvajoya tedawiya trawmayên civakî de, rola medyayê girîng e: medya dikare bibe
platformek ji bo belavkirina çîrokên mexdûran û avakirina hişmendiya civakî ya
li ser trawmayên dîrokî, lê divê baldar bimîne da ku çîrokên trawmatîk nebin
amrazên propagandayê an sedemê trawmatîzasyona duyemîn.
Perwerdehî
jî dikare roleke girîng bilîze: bi rêya perwerdehiyê, nifşên nû dikarin fêrî
dîroka xwe ya trawmatîk bibin û fêr bibin ka çawa bi vê dîrokê re serî derxin û
ev jî dikare alîkar be di avakirina hevdiliyê (empathy) di navbera beşên cuda
yên civakê de. Herwiha, saziyên civaka sivîl dikarin bibin dengê mexdûran,
navbeynkariyê di navbera mexdûr û faîl de bikin û bibin çavkaniyên girîng ên agahdariyê
li ser trawmayên dîrokî.
Gavên Siyasî yên li Hemberî Dewletên Dagirker
Çend
gavên bingehîn dikarin di warê polîtîkayên dewletên dagirker de bên avêtin ji
bo alîkariya pêvajoya tedawiya trawmayên civakî: eşkerekirina rastiyê
(belgekirina dîrokî û lêkolînên serbixwe), lêborînxwestina fermî ji mexdûran,
avakirina rojên bîranînê û muzeyên dîrokî û derxistina reformên qanûnî yên ku
pêşî li dubarebûna trawmayan digirin. Lêbelê, ev gav bi tena serê xwe têrê
nakin — tedawiya trawmayên civakî hewcedarî veguherînên kûr ên di çanda civakî
û siyasî de ye û divê were pêşbînîkirin ku hin beşên civakê, ji ber tirsa
windakirina statûkoyê, hestên sûcdariyê an jî nebûna têgihîştinê, li hemberî vê
pêvajoyê derkevin.
Encam
Tedawiya
trawmayên civakî pêvajoyeke aloz û berdewam e ku hewcedariya beşdariya hemû
beşên civakê heye. Armanca sereke ew e ku civak bikaribe bi dîroka xwe re lihev
were û siberojeke hevpar ava bike ku tê de cih ji bo hemû dengên cuda hebe.
Vegotina çîrokan (storytelling) di vê pêvajoyê de amrazeke girîng e: bi rêya
wê, mexdûr dikarin dengê xwe bidin bihîstin û serpêhatiyên xwe bikin beşek ji
bîra hevpar (kolektif), lê divê baldarî were nîşandan da ku çîrok nebin amrazên
propagandayê an sedemê şidandina nakokiyan.
Di
dawiyê de, divê were gotin ku tedawiya trawmayên civakî ne tenê ji bo civakên
ku rastî şer an zordariyê hatine ye — her civak dikare xwedî trawmayên xwe yên
dîrokî be û hewcedariya tedawiyê hebe. Ji ber vê yekê, ev mijar divê bibe beşek
ji nîqaşên li ser demokrasî, mafên mirovan û pêşketina civakî; tenê bi vî awayî
em dikarin civakên xwe ber bi siberojeke aştîxwaz û dadperwertir ve bibin.
Çavkanî
Freud, S. (1914). Remembering, repeating and
working-through. In J. Strachey (Ed. & Trans.), The standard edition of
the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol. 12, pp. 145–156).
Hogarth Press.
https://marcuse.faculty.history.ucsb.edu/classes/201/articles/1914FreudRemembering.pdf
Herman, J. L. (1992). Trauma and recovery: The
aftermath of violence—from domestic abuse to political terror. Basic Books.
Tutu, D. (1999). No future without forgiveness.
Doubleday.
https://digitalcommons.unf.edu/cgi/viewcontent.cgi?article=1014&context=archbishoptutupapers
Brahîmê Alûcî Blog. https://brahimaluci.blogspot.com/
Comments
Post a Comment