Skip to main content

Posts

Em bi hev re nebin bira, em ê bibin şîva gura.

Em bi hev re nebin bira, em ê bibin şîva gura. Mirovê bê esil weke dara bê fesil. Ne dizê ji malê, ne kurmê ji darê. Goşt mîr e, nan wezîr e; yên din kizîr û mizîr e. Hemî kubên sipî ne ziyaretin. Bûka malê xweş xebitî, hesp girêda canî filitî. Rehmek li rû, tirek li dû. Ba bê şebeşa bidêr, ba neyê guha bidêr. Ker heya deverekê qaşila dixwe. Bav rezek da law, law nikarîbû goşiyek tirî bidayê. Ez neçûm guherê, ez ketim cuherê. A dest dike, dê û bav nake. Dînîtiya xelkê hat û bat, a te bi şahid û îspat. Zexel dere mexel. Gayê zexel, dimîne li mexel. Pere xwe li pera digre. Taştê û firavîn wek mîran, şîv wek feqîran. Zerê bi zerê, ev çi hezar kaxiz li serê. Bi aqilê vala, jina xwe da hevala, pişta xwe da kendala. Axayê êlê ye, ezabê malê ye. Bilbil kirine qefesa zêrîn, gotiye ax welat, ax welat. Mistek axa kendalan, tasek ava newalan, dibe rewşa malan, winda dike hezar eyb û aran. Her kes bi benê xwe tê daliqandin. Gotina bav û bapîran, çêtir ...