Destpêk Mirovên ku demek dûdirêj di bin destê desthilatdarên zordar de dimînin, nexweşiyeke ku navê wê di bîrdoziya derûnkolînê de wekî bindestiya navxweyîkirî (internalized oppression) tê zanîn pêk tînin (Fanon, 1961/2004; Memmi, 1965). Civata kurdî, di çarçoveya siyasî û dîrokî ya xwebûna xwe ya taybet de, êrîşên sîstematîk ên li ser nasnameya xwe dîtiye; lê belê ne hemû birîn ji derve têne. Gelek jê ji hundirê xwebûna xwe ve hatine. Di dîroka kurdan de, bindest bûna li bin siya dewletên cûda — Tirkiyê, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê — çarçoveyeke taybet a trawmayê afirandiye. Mirovê kurd di hundirê sîstemeke wiha hatiye mezinkirin ku zimanê wî hatiye qedexekirin, nasnameya wî hatiye înkarkirin û qîmeta wî bi rêya çand, perwerde û siyasetê hatiye xwarkirin (Jwaideh, 2006). Encam ev e ku gelek kesên kurd, bêyî ku hay ji xwe hebe, bûne bindestê hundirê xwe — baweriyeke ku kurd bi xwe xwebûna xwe kêm, xayin û bêqîmet in — wekî rastiyekê qebûl kirine; wekî ku formulên "kurd qewmê kewê...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی