Destpêk Binhişî (subconscious), têgehek girîng a derûnnasiyê (psychology) ye ku di navbera zanîna têkûz ango hayjêbûna hişmend (conscious awareness) û derhişiyê (unconscious) de cih digire. Di çarçoveya derûnnasî û felsefeyê de, binhişî weke asteke navîn a hiş(mind)î tê nîşandan: beşek ji pêvajoyên derûnî yên ku ne bi tevahî di zanînê de ne, lêbelê bi hêsanî dikarin bên vegihandê û bên zanîn. Têgeha binhişiyê ji hêla derûnkolîneriya klasîk (classical psychoanalysis) ve pêşve çû û di dema nûjen de di derûnnasiya venasînî (cognitive psychology) û norozanistê (neuroscience) de jî cihê xwe girt. Li gorî Freud (1915), binhişî beşek ji modela topografîk (topographic model) a hiş e û di navbera beşa pêş/berhişî (preconscious) û derhişiyê (unconscious) de ye. Naveroka binhişiyê, herçend di wê kêliyê de ne di zanînê de be jî, dikare bi hewildanek hêsan a baldariyê (voluntary attention) bê eşkerekirin. Ev taybetmendî binhişiyê ji derhişiya cuda dike, ji ber ku naveroka derhişiyê bi lez û bez...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی