Destpêk Fêrkirina tiştekî ji modelên hişê çêkirî (artificial intelligence) karekî hêsan nîn e. Lê ya ji vê jî zortir ev e: Modeleke hişê çêkirî ya hatiye perwerdekirin neçêkirina tiştên ku dizane, bi taybetî dema ku ev model li ser bingeha torên noronî yên çêkirî (artificial neural networks) bin. Çawa dikare modeleke hişê çêkirî ji tiştên xelet, xeternak, ziyandar an jî kevn û derbazkirî yên ku dizane were xelaskirin — ev îro qada lêkolînê ya her roj mezintir dibe. Xebatên yekem ên li ser makîneya jibîrkirinê ji aliyê rêziknameyên nepenîtiyê (privacy regulations) yên Yekîtiya Ewropayê ve hatine han û motîvekirin — bi taybetî "mafê jibîrkirinê" (right to be forgotten) yê di nav rêziknameyên GDPR de cih girtiye. Ev rêziknama di sala 2014an de cara yekem derket meriyetê, lê di wê demê de hişyariya fêrbûna makîneya (machine learning) di hişê xwe de nehêlabû. Di wê demê de zehmet bû ku meriv texmîn bike ku modelên li ser bingeha torên noronî yên çêkirî ku roj bê wê agahî...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی