Destpêk Di sedsala bîstî û bîst û yekê de, fêm û têgihiştina kolonyalîzmê weke xaniyekî xerabe û têkçûyî ya mîrada dîrokî ya derûnî dimîne. Lêbelê, li gorî teorîsyenên dijkolonyal yên wekî Frantz Fanon, Albert Memmi û Gayatri Chakravorty Spivak, kolonyalîzm ne tenê xwediyê rade û astek siyasî û aborî ye, lêbelê di heman demê de sazî û avahiyeke îdeolojîk û derûnnasiyê ye ku hîn jî bandorên xwe li ser civakên piştî-kolonyal ( postcolonial ) diafirîne. Di vê xebatê de em ê li ser çend pîvanan rawestin: pêşî, têgihiştina kolonyalîzmê weke serweriya çandî û derûnî; duyem, girêdana di navbera nasname, ziman û serdestiyê de; sêyem, rola wêjeyê di têkoşîna azadiyê de; û çarem, nirxandina nû ya bîrdoziya postkolonyal di çarçoveya kapîtalîzmê de. Em ê ji fikr û ramanên Fanon, Memmi, Ngũgĩ wa Thiong'o, Spivak (1988), Chatterjee û yên din sûd werbigirin. Kolonyalîzm Weke Serdestiya Çandî û Derûnî Frantz Fanon, fîlozof û derûnbijîşk/psîkîyatrê Martiniqueî, di berhema xwe ya Rebîlên Erd...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی