- Gelo Em Ji Xwebûna Xwe Dûr Dikevin? (ceribandinek) Destpêk Serêsibê ku mirov çavên xwe xewa şîrîn vedike, berî ku silavê bide tiştekî û kesekî, destê wî/wê diçe ser telefonê. Di nav çend deqeyan de ew ji şer, kuştin, krîzên aborî, gotegotên xelkê, wêneyên kesên bextewar û hişyariyên ji nû ve nûbûyî haydar dibe. Hê ranebûye, hişê wî bi sed deng û wêneyan tije dibe. Ev rewşa rojane ya mirovê serdema me ye û bi dîtina min mijara herî girîng a vê serdemê ne teknolojî bi xwe ye, tiştê ku teknolojî bi derûna mirov dike ye. Cihana niha bi du pêvajoyên mezin re rû bi rû ye. Yek, hişê çêkirî – HÇ (artificial intelligence – AI) ye ku ziman, wêne û ramanê diafirîne. Ya din, alozî û tevlihevbûna zanîn û agahiyan e ku tê de rastî û derew bi hev ve diçin. Her du jî li ser pirsa herî kevn a derûnnasiyê (psychology) disekinin: mirov kî ye, û ew bi çi awayî ji xwe û xwebûna xwe haydar e? Ez ê hewl bidim ku bi alîkariya çend têgehên bingehî...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی