(Acceptance and Commitment Therapy – ACT) Terapiya Pabendî û Pejirandinê (TPP) awayekî ji terapiya reftarî-venasînî – TRV (cognitive behavior therapy, CBT) ye. Li ser vê bingehê hatiye avakirin ku stratejiyên devkî yên bêbandor (ineffective verbal strategies) ên ji bo kontrolkirina raman û hestên mirov, bi rastî dibin sedema reftar û tevgerên pirsgirêkên (problem behaviors) bêpergal. Ev terapî alîkariya nexweş (clients) dike ku dev ji van stratejiyên sînordarker berdin û li şûna wan fikr û ramanên xwe yên dijwar (ku tenê wekî peyvên bi awayekî taybet li ba hev hatine rêzkirin têne fêmkirin) û hestên xwe tecrûbe bikin û wekî beşeke pêwist a jiyaneke hêjayî bijîn bipejirînin (acceptance). Dûv re nexweş nirx (values) û armancên jiyanê (life goals) yên xwe zelal dikin, li gorî wan fêr dibin ku guhertinên reftarî û tevgerî yên jiyanê xurt dikin pêk bînin, û awayên nû û nermtir (more flexible) yên ramankirin û bersivdana li hemberî zehmetiyan pêş dixin. TPP (di Îngilîzî de AC...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی