Diya du dota li xwe dide du lota, ne li vir, li Cizîra Bota. Yek ji nêza qareqar bû, kurê hakim got: Çima tu peqlewatan naxwî? Şevê reş kela mêran e, galgala xweş bihara dilan e. Heqê gayê tor, cot e. Ê cotkar das û tar e, ê jinê pê û par e. Dara ku pir fêkî digre, serê xwe berjêr dike. Tiştê ku mirov jê ditirse, tê serê mirov. Karê, serê sermiyan xwar. Serî, bê ecel naçe gorê. Jin dimre, serî li mêr digere. Serê Adarê, ker jî bi keritiya xwe zane roj dirêj bûne. Serê Kanûna û selata xiyaran. Ava bîrê, bi sexbîrê. Sifra vala, bê silav e. Silav li sifra hazir e. Şêwir, sinet e. Pir in, bê sir in. Kerê guhsist, tirên şidiyayî dike. Her kes di stara xwe de şêr e. Tu ji sola xwe re dibêje. Tê sotin, nayê gotin. Bi sozê mêrê berê. Soz xêrdîn e, ne Mêrdîn e. Ne ji dînan bistîn, ne bide dînan. Şahîno şa ye, Aqûbo axa ye. Ket û rabû, xwedî şa bû. Çavê şeliqî, ji yê kor çêtir e. Yekê şemirandî, yekê temirandî. Xwedê rû dibîne, şeqamê lê dixe. Mirovê bêmal, weke şerkarê bêçek e. Şertekî mêranî j...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی