Skip to main content

Posts

Axaftin çandinî ye; guhdarîkirin çinîne

Axaftin çandinî ye; guhdarîkirin çinîne. Li deştê, girik xwe weke çiya dibînin. Gul û stirî, li ser heman şaxî şîn dibin. Bedewî diçe, aqil dimîne. Bi bêhnfirehî, pelên tûya dibin libas (hevrîşim). Dizê ku neyê zevtkirin, mîr e. Yên ku naçin şer wek şêran diqûrîn. Mifteya biçûk, deriyê mezin vedike. Ger tu libas bide wî, ew ê betenê (estar) wê bixwaze. Dîn û îmana birçiyan tuneye. Stûyê birçiyan xwar e. Mirovê nezan, dijminê xwe ye. Xwezî baş be, wê baş be. Kî ji cîranê xwe re çalê dikole, bila li gorî qama xwe bikole. Hevalê baş, rêya dirêj kin dike. Bi hevalên xwe re bixwin û vexwin, lê bi wan re ticaretê nekin. Dara pir bilind jî bivirek di bin siya wê de ye. Tiralî, qifla xizaniyê ye. Nezanî, bextreşiyek bi dilê xwe ye. Deyn bi ken diçe û bi girî tê. Ku barê we li erdê ma, yê aqil bidin pir dibin. Kesê bêaqil xewna zengîniyê, yê biaqil, xewna bextewariyê dibîne. Sed mêr li hev dicivin, lê du kûçik bê şer nikarin li hev bicivin. Yekîtî qewet e. Du serî ji serîkî çêtir in. Du çav ji ...

Bûk jî ji me ye, tûtik jî ji me ye

Bûk jî ji me ye, tûtik jî ji me ye. Li Bexdayê xurme zahf in, ji me ra çi ye? Ku xwediyê êş, dev ji êş berde, qeraş wê çi bike? Seyê diziyê di diziyê de diçe. Her kes li dewsa lingê xwe digere. Min got: Ez ê herim firo firr kim lê min nizanîbû ez ê di ser de guliyan jî kurr kim. Wextê savarê, hate hewarê. Mele deynê xwe zû ji bîr dike lê deyndarê xwe ji bîr nake. Xwe dikin pûnga hemû giraran. Siya darê, ji binê darê re ye. Kalo nemir bihar tê, kero nemir qîvar tê. Rûnê me di ser girara me de. Tiştê ne ji mirov re, bayê wê di ser mirov re. Ha giyan ha jiyan. Barê giran, li ser pişta mêrê çê ye. Holik da ser milê golik. Malê qûn divê, girarê rûn divê. Mî bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe, her kes dibeze ber singê xwe. Qazî ye, bi gazî ye. Gi hesp çû, bila hefsar jî here. Xweliya min li serê Omeriyê bê rez, bêrîvana bê pez û yê ku xelk nabêje û ew dibêje ez. Bi vê qûşê, mirov nikare biçe Mûşê. Gîskê nede bi nîskê. Çi dîlana mîr tê de, çi girara...